Tirkî  |  Erebî

....ROJHİLATE

jipensa jinBêrîvan Zaxros: Di serîde ez vê rojê li Serok APO û li dayikan pîroz dikim. Ev roj ji bo me rojekê pir pîroze. Ev roj, roj bûna mirovahiyê ye, ji bo jin jî bû vejîn. Ji ber ku Serokatîya me

ji nuve jin derxist holê. Bi Serokatî re gelê Kurd mezin bû. Serokatî hebunek nu da avakirin. Ev hebun ne tenê ji bo gelê Kurd, bi giştî ji bo mirovahî yê ye. Bi taybetî jî ev roj, di be roja derketina rastiya jin û nirxên civake yen ku bi çanda xwedavendiye hatî avakirî.

 

Bêguman ev roj di be roja derketina nirxên civaka exlaqî û polîtîk. Di vê rojê de her tişt derdikeve li ser rûyê erdê. Ji bo wê em bikaribin vê rojê pir bi watedar derbaz bikin dive ku em xwedî li hebûna xwe derbikevin

Yekbun Înanç: Ez vê roja pîroz li Rêberê me û li gelê me pîroz dikim. Bi rastî jî, mirov nikare bi çend gotina vê rojê bîne ser ziman. Mirov nikare mafê vê rojê jî bidê. Ez vê rojê wek roja dayîk bûna mirovahiyê digrim dest. Ev roj bi giştî wek roja jine jî mirov tê dest girtin. Ya herî rast jî, mirov ne tenê vê rojê bigre dest, hemu rojan bêxe roja hebuna gelê Kurd, jina Kurdu û tevahî mirovahiyê. Bi rastî jî ji bo vê rojê hestên xwe anîna ser ziman de mirov zehmetî jiyan dike. Em wek milîtanên jin jî dibêjin emê xwe dî nirxên Rêberême dayî avakirin derbikevin. Ji ber ku jin xwe vê rojê naskir û hebuna xwe da avakirin. Hemu hêvî û armanca me ewe ku emê sala pêşiya me vê rojê bi Rêberê xwe re pîroz bikin.

Evîn Lêgerîn: Beriya her gotinê ez vê roja pîroz de dayîka Ûweyş bi rêzdarî bîrtînim û minêtiya xwe didim diyar kirin. Ez xêr hatina vê rojê didim diyar kirin û di bêjim ev roja pîroz û bi nirx li Rêberê me, dayîkan û tevahî mirovan pîroz be. Ev roj di be roja ji nude hebun, nasname û xwe ji nude zivrandina jinê û mirovahiyê. Wek jin, gelê Kurd û mirovahî jî mirov dikare bêje em deyndarê Serokatî ne. Ji ber ku nirxên ku ji jin hatine dizîn û hemu mafên jin xistine di nava axê de, Rêberê me ji pergala deshilatdaran vê derdixe û cardin dixe destê jinê. Ev jî ji bo jin pir pîrozê. Ji bo vê yekê ev roj di be roja xwe naskirin û wate dayîna hebun û jiyana xwe. Dema mirov vê rojê pîroz bike pêwîst dike ku mirov bikaribe vê rojê bi watedar bike. Ne tinê vê rojê mirov bikari be hemu rojên xwe bi watedar derbaz bike û xwedî nirxên hatine avakirin derbikeve. Ji ber ku her rojê me bi wate û bi nirxên pir pîroz hatine bi dest xistin.

Gulistan Welat: Beriya her tiştî ez xêr hatina vê roja pîroz li Serokê me, tevahî jinan û mirovahîyê dikim. Birastî jî ji bo ku mirov bikari be vê roja pîroz bi nirxîne di be ku peyv nikari be wateya vê rojê bidê. Bêguman ev roj di be roja xwe hiskirin û şiyar bûyîna ji xweva mirinê. Ev ji bo bi giştî mirovahiyê bi taybet jî, ji bo jin mijarek pir giringe. Ev roj roja mizgîniye ye. Mizgîniya ji dayîka Ûweyş ji bo mirovahiyê ye. Baweriyê me pirin emê bikaribin vê roja pîroz bi Serokatî yê xwere pîroz bikin. Em cardin xêr hatina vê roja pîroz li tevahî mirovahiyê dikin.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê