Tirkî  |  Erebî

Ji Rojnivîsa Kampa Ş.Ruken

15 sibatDîrok hertim weke çemekê diherike, tu tişt li pêşiya wê nabe asteng. Di nava xwe de pir tişta dihewîne; başî, xirabî, lehengî, nûkerî hwd… Lê mixabin xiyanet û komplo her tim mohra xwe li dîrokê dide. Heya ku destê dîrokê di nav deshilatdarî û mitîngeriyê de be, wê her tim pêşiya fikrên azad, felsefîk û demokratîk were girtin.

 

Di 15’ê Sibata sala 1999’an de cîhan sekinî, roj tarî bû, xweza ji mirovahiyê xeyîdî û bilbil nekarî bi gul şabibe. Ew dem gotin xilas bûbû. Li ser rûyê erdê av zuha bû û gîha çilmisî. Zarokan qîr û hewar dikirin. Dayîk di nava serhildanê de bûn. Belê, ew roj, roja reş bû. Zarok di nava qîr û hewarên xwe de digotin; “em pêşeroja xwe dixwazin, em hebûn û roja xwe dixwazin.” Ew qêrîna dilên wa yê biçûk û tijî acizbûn, bi kevirê destê xwe de didan diyar kirin. Roja 15’ê Sibatê ji bo cîhanê, lê bi taybetî jî ji bo gelê Kurd rojek reş û bi lanete. Li hember vê rojê herkes çavê xwe girt, ker û lal bûn. Ji ber ku Serokatî xwedî hişmendiyek exlaqî, demokratîk û felsefîk bû, hêzên koploger ev hişmendî jî bo xwe wek xeterî didîtin.

Armanca Komplaya navnetewî, me ji we qut kirin û dîsa di nava gelê Kurd de perçebûyîn dana avakirin bû. Digotin wê PKK’e tasfiye bibe. Lê mixabin ne gihiştin armanca xwe, em ji herdemê zêdetir xurt bûn. Ya girîng jî Serokê me, birdoziya we her diçe şîn dibe, mezin dibe û dengê xwe gîhande cihê herî têkûz. Serokê me we ev komploya navnetewî bi hêzek pir mezin vala derxist û dîsa li hember mirovên biçûk, we mezin bûna xwe da raber kirin. Lewaziyên me hene, li hember vê komployê nêzikatiyên me yên hestiyarî derdikevin.

Serokê me!

Ew bawerî, fikir û hêza we ya di Îmraliyê de, bawariya me û ya gelê me jî her diçe xurt dike, biryarê me zelaltir dibe. Di vê rojê de di bin slogana “hun nikarin roja me tarî bikin “ herkes girêdana xwe ya li hember we bi cîhanê da raber kirin. Ev vîn we di me de da ava kirin Serokê me. Ew vîna ku we dabû me ne bûya, kesî nedikariya bedena xwe bide ber agir. Lê bawerî, vîn, hêvî ewqas xurt bûye ku hevalên me yên 17-18 salî agir berdan bedena xwe. Gotin “Bê Serok Jiyan nabe.” Û bi agir dîlana azadiyê kirin. Ev çandek bû ji Kawayê hemdem, heval Mazlum, heval Zekiye û şopdarên wan heya roja me ya îro hatin. Heval Mistefa, Mislim û Evrîm agirê li derdora we geşkirin.

We bi xwe jî dabû diyar kirin hevaltiya kêm. Bi rastî jî hevaltiya kêm rê li hember vê rojê vekir. Li hember we, li hember dîrok û li hember gelê me, em xwe deyndar dibînin. Ji bo vê jî Serokê me tevahî hewldan û keda me ewe ku em li hember we lêpirsînên wîcdanî ji xwe bikin.

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê