Yekîneya Şehîd Rûken

Hebûn ji bo çi tê gotin? Zindî çima pêwîstî bi hebûnê dibînin? Ma hebûn ne be na be? Ev pirs her tim li benda bersivdayînê dimîne. Çawa ku hebûn hertim li rastiyê digere, ev pirs jî ji bo were zanîn, li bersiva xwe digere.

Di gerdunê de tu tiştek mirî nîne. Ji mirov bigre, heya dar û kevirekî… Her tişt xwedî rihekî ye. Her tim di nava guhertin û veguhertinê de ye. Pêdiviya her parçeyekî gerdûnê bi guhertinê heye. Tiştek weke xwe namîne. Ji ber ku guhertin ne be wateya tu tiştekî jî nabe. Hebûn yek armanca xwe heye, armanca wê ya herî mezin jî ewe ku, xwe bi wate bike. Ger wate nebe, wê hebûna wê neyê zanîn û were ji bîrkirin. Wê neyê  zanîn ku ew berê hebû û jiyan kiriye an na. Wê di nava xwe de winda bibe. Pergala desthilatdar, ji bo ku deshilatdariya xwe misoger bike jî her tim jiyan ê bê wate dike û wate ji watedayînê derdixine. Ev jî rastiyeke, tiştek navê xwe hebe bê gûman rastiya xwe û hebûna xwe jî heye. Di gerdunê de her tiştek rengê xwe, şemala xwe û teşeya xwe heye. Ev rastiya tu carî nayê tune kirin. Her tişt bi hebûna gerdûnê re û bi demê re xwe ava dike. Wê rastiyê di roja me ya îro de jî di hemû heqîqeta xwe de dide diyarkirin. Pergala deshilatdar hebûna xwe li ser tunekirina gerdûn û xwezayê dide çêkirin. Dîsa ji bo mirovahî zanist nebe û rastiyan nebîne, her cûre qirêjî li ser mirovahiyê dide meşandin. Pir tiştên hene jî, tune dide diyarkirin. Mînakê wê jî, gelê Kurd e. Lê ev rastiyeke ku gelê Kurd ji despêka mirovahiyê û heya niha heye. Ji ber ku gelek ji hemû şaristaniya re pêşengtî kiriye. Ya herî girîng jî dergûşa mirovahiyê bi destê xwe hejandiye. Gelê Kurd jî, li ser vê xakê jiyan kiriye. Gelekî xwedî ziman, çand û dîroke. Dibe ku pergal gelê Kurd tune bihesibîne, lê ev gelê qedîm tu carî tune nebûye. Bi rastî jî îmha û înkarkirina li ser gelê Kurd hatî meşandin, li ser tu gelî ne hatiye meşandin. Lê dîsa li hember hemû êrîşan jî gelê Kurd dest ji hebûna xwe bernedaye. Her tim xwe parastiye. Tim xwestiye jiyanek bi wate jiyan bike. Bi qasî ku xwestiye jiyan bike, ewqas ji bo gelên din jî xwestiye.

Mirovên Kurd pir hûmanîstin, heskirina wan li hember hemû gelan heye. Lê mixabin, di roja me ya îro de li hember vî gelî êrîş û zextên pir mezin tên kirin. Ev jî bingehê xwe ji hişmendiya deshilatdariyê digre. Cihê ku deshilatdarî lê hebe, ew der dibe çavkoriya jiyanê. Armanca wan jî yek reng dayîna ava kirine. Tê zanîn ku yek reng jî dibe tunekirina tevahî rengên din. Ev jî tê wateya tunekirina civakê. Civak bi rengbûyîna xwe, ola xwe, bi polîtîka û exlaqê xwe û bi nasnameya xwe ve tê naskirin û bi wate dibe. Wekî din civak bixwaze jî nikare jiyan bike. Cewhera mirov xirab bibe ew dem pir teybetmendiyên mirov û yê civakê wunda dibe. Tenê bi yek rengî jiyan nabe.

Pêwîste em pir baş bizanin ku, em di vê gerdûnê de tune nînin. Lê, wisa li mirovahiyê hatiye kirin ku, ji derveyî xwe tu tiştek nabîne. Ewqas ezezîbûyîn pêşketiye. Divê em pir baş bizanin ku di gerdûn û xwezayê de aîdiyet nîne. Dîrok jî bi rastiyan xwe bi wate dike. Bê dîrok jî jiyan nabe û wate jî nayê avakirin. Dîroka mirov pêşaroj û paşeroja mirov diyar dike. Dîrokek rast bi xwe re, pêşerojek rast jî diafirîne...

Silav û Rêzên Şoreşgerî

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê