Tirkî  |  Erebî

Me hestê gerîla girt...

kadinindilinden resimlerGerîlayên YJA Star ê di derbarê sala 2013’an de nêrîn û hêviyên xwe anîn ziman. Di tekoşîna azadiyê de , di kîjan qonaxê dene, di sala 2012’an de tekoşînek bi çi rengî dan meşandin û xwe ji sala 2013’yan re çawa amade dikin, ji me re vegotin. Em jî wan peywên gerillayên YJA Star’ê bi wera parve dikin…

Navenda Ragihandina YJA Star ê

Ronahi Azad: Em di serdema hemleya stratejîk ya çaremîn dene. Ev pêvajo, bi şerê gel ê şoreşgerî hate rêvebirin. Bi ruhê berxwedanê hat bilind kirin. Ev pêvajo naşibe pêvajoyên din. Wek tevger me mîsyonek cûda da vê pêvajoyê; ji bo azadiya Rêber Apo û ya gelê me misoger bibe, hemleya şerê gel yê şoreşgerî hate bi rêk û pêk kirin. Wek hêzên YJA Star em bi rengekî xwemal û xweser tevlî hemleyê bûn û me çalakî li darxistin. Tevlîbûna me ji hemleyê re rengê hemleyê jî guhert. Xwe di serkeftinê de kilît kirin, ê azadiya Rêber Apo û gelê Kurd misoger bikiribûya, Ji ber wê yekê hêzên YJA Star bi ruhekî fedaî xwe tevlî hemleyê kirin. Ez dikarim bêjim ku, hemleya me serkeftî bû. Dagirkeriya artêşa Tirk ya li Kurdistan’ê şikand û gelek şek û darbeyên mezin li artêşa Tirk da. Hêrsa me û kîna me ya li hember dewlet û artêşa Tirk mezin bû. Ji ber ku di sala 2011’an û 2012’an de bi taybetî li ser hêzên YJA Star de hat. Li Xerzanê 15 rêhevalên me qetil kirin. Dîsa bi ser baregehên me ê xweser de hatin. Xwestin komkujiya bidin berdewam kirin. Em bê gûman tevgerek tol rakirinê ne. Me tola xwe bi bilind kirina çalakiyan û xwe hin zêdetir di aliyên leşkerî de bi rêxistinkirin girt. Wek artêşek jin, em jî xwedî hêz û ezmûnin. Di warê şerê gerîlatiyê de me xwe gihandiye. Bila tu kes gumana neke û ne fikire ku emê bi êrîşa ji hêz bikevin û vîna xwe wunda bikin. Berovajî wê em hîn zêdetir bi vîn dibin, bi hêrs dibin, dibin xwedî biryar û îdiaya serkeftinê.

Me salek li pey xwe hişt. Em dikevin sala 2013’an de. Em êdî azadiyê hêvî nakin, emê azadiyê bi hêza xwe, bi vîna xwe û bi şerê gel ê şoreşgerî bi dest bixin. Emê qedera xwe ber bi azadiyê ve bajon. Azadî misoger ya gelê Kurd û Rêberê gelê Kurd e. Em amadene ji bo her tiştî. Di rêya azadiya gelê Kurd û ya Reberê gelê Kud de çi pêwîste emê pêkbînin.

Roza Welat: Em dikevin sala 2013’yan. Sala 2013’an jî wê bi berxwedan û tekoşînê derbas bibe. Em xwe ji bo şerek dijwar amade dikin. Ev hîn ji nihave diyar e. Ji ber ku pirsgirêka gelê Kurd ya azadiyê çareser nebûye. Dewleta Tirk bi polîtîkayên bişavtin, qirkirin û înkarê êrîşî Kurd’a dike. Dixwaze Kurd’a bê deng bike, dîl bigre. Lê nizane ku vîna gelê Kurd ya serbixwe û azad, nayê dîl girtin. Wek gerîlayên YJA Star ê, emê tekoşîna xwe bilindtir bikin.

Rewşa jinan ya di Tirkî de jî li ber çava ye. Hema bê her roj li Tirkî jinek tê qetilkirin. Ev rewş mirovan dide fikrandin. Lê em dizanin ka kîjan hêz li pişt van komkujiya ne. Bê gûman AKP çawa ku li ser gelê Kurd kokujiya pêk tîne, di heman demê de jinan jî qetil dike. Civak, gelên bindest û jin di heman rewşêde ne. Bêdengiyek li hember wan kokujiya heye. Çawa ser Roboskî xwestin bigrin, wusa diwxazin kuştinên jinan jî binuxumînin. Dixwazin herkesî bi derewê xwe bidin bawer kirin. Hem wek jin hem jî wek gerîlayek azadiya gelê Kurdistanê emê ji bona azadiya jinan û gelê Kurd jî di nav de, ji bona azadiya gelên bindest tekoşîn bidin meşandin û tekoşîna xwe bilintir bikin. Ji ber ku diwxazin ruyê axê bi xwînê bişon. Em bi tekoşîna xwe ya azadiyê bibin bihar ji xwezayê re û ji hemû mirovahiyê re. Em bi hêvî û bawarin, wê tekoşîna me hemû tarîtiya biçirîne û roj wê tu carî rê nede ku ewrên tarî li ser welatê me bigere. Zarokên welatê me wê bê tirs bileyîzin û lîstokên wa wê tu caran nîvçe nemîne. Ez sala nû li gelê xwe û li hemû mirovahiyê pîroz dikim û tenê aşitî, aramî û azadiyê hêvî dikim. Ji bo ku azadî, aşitî û aramî car din cîhana me ne terikîne, pewiste di destpêkê de jin û hemû kesên li benda azadiyê ne; yên ku azadî, aşitî û aramiyê dixwazin tevlî nava refên me bibin. Ji ber ku em ji bo azadî, aşitî û aramiya tevahî mirovahiyê û jinan tekoşîn didin meşandin.

Newal Tolhildan: Min sala 2012 an di cephê pêş de derbas kir. Qada ku ez lê dimam şerê pir dijwar rûdan û li wan qadan hêzên herî li pêş, hêzên YJA Star’ê bûn. Li gor salên derbasbûyî, di sala 2012’an de me hîn bêhtir çalakiyên xweser li darxistin. Ji ber ku desladariya AKP’ê û artêşa wî ya dagirker, nijadkuj herî zedê qetilkirina gerîlayên jin armanç girtin. Rêhevalên me qetil kirin. Ji ber wê yekê hêrsa me ya tolhildanê mezin bû. Wek hêzên YJA Star bi ruhekî fedaî em tevgeriyan. Ji ber ku me soz daye zarokên welatê wundabuyî, emê azadiyê diyarî wan bikin. Ez tenê dixwazim bêjim ku di sala 2013 yan de jî emê ji bo azadiyê tekoşînek dijwar bidin. Em dizanin azadî ewqas ne hêsane. Lê em dixwazin û emê tu caran jî ji doza xwe dur nekevin. Azadî her wê bibe ya me. Ji ber wê, em pir bi coş û xwestekin û dîsa em mirovên herî keyfxweş û serbilindin. Ji ber ku em dozek pîroz dişopînin, em şervanên vê dozêne. Tenê tiştekê hêvî dikim; azadî ji hemû cîhanê re…

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê