Tirkî  |  Erebî

Norşîn Silopî

norsin arkJi bo 34. Salvegera PKK’ê,di beriya her tiştê di serî de RÊBER APO’re û di van 34 salanê de

lehengiyên hatine kirinre û tevahî gelêmere pîroz dikim. Li hember hevalên Şehîd jî, bejna xwe di dewînim.

 

Bêguman dema em 34 sala di nirxinîn êrênî û bi neyînî wêve girêdayî, me çi kir û emê sala were jî bi çi awa yê pêjwazî bikin, nirxandinên van mijaranê kirin pêwîste. Rihê ku PKK’e da avakirin,rihek pir pîroze. Rihê ku, li hember ewqas zehmetiyan de û tune bûyînê de ewqas hebûn avakir, heya rojame îro jî em xwe li ser wê rihê didin avakirin. Tekoşîna me jî gihiştiye asta herî jor. Em tekoşîna xwe jî, ew rihê pîroz jî pir bawerin. Gav avêtina despêkê pir giringe. Ev ji bo yêk ferdî jî dibe û ji bo tevgerek jî wîsane. Dema gava yêkêmîn de du dilî nebe û bingehîn be, ew gav yê bi xwere heya dawiyê wê encamên pir mezin bine. Bêguman, mirov dikare vê pir zelal bibine. Ev 34 salê, li ser esasê vê rihê tekoşîna mê berdewam dike. Birastî jî ev rih, wêrektiyêk û vînek pir xurt dayeme. Her çiqas ne besiyên me jî hebin lê, tişta ku em le morel û hêz jê digrin jî pirin. Bi taybet dema mirov damezrandina PKK’ê di nirxine, ew roj ji bo gijtî mirovahiyê û ji bo gelê Kurd vejîne, nûde avabûyîne. Salên ku me derbaskirine û yê ku emê bikevinê jî hertim xwe li ser vê rihê da meşandin, pratîk dike, hemlêyan dide despêkirin û tekoşîna xwe jî ser vê esasane bilid dike. Sala ku emê bikevinê jî bê guman emê xwe li ser vê rihê dîsa bigrin dest û bi meşin. Me salekê pir dijwar û xurt derbazkir. Encamên herî asta jor de jî me dest xist. Ev encam her roj û her seat jî xwe dide raber kirin. Gelê Kurd jî û bi giştî Cîhan jî ev rastiya ku PKK’e ji mirovahiyê re dide raberkirin pir zelal dibinîn. Ev rih, nudê ava bûyînê dide avakirin. Em bi giştî jî xwe, li ser vê rihê nu de avadikin û pêşketinan didin çêkirin. Dema mirov rastiya vê rihê meyze dike û di nirxinê, encamên pir zelal ber çav dibîne. Ev rih li her qadan de tê jiyan kirin, bi taybet jî, girtî gehande ev pir baş dertkeve holê. Hevalên me bê ku dudilî û gumanan jiyan bikin, dikevin greva birçî bûyîne û her wiha yê mirinê jî. Li hember hişmendiya deshilatdar, li hember pergala înkar û imha kirinê her tim berxwe didin û bi vê rihêve girê dayî tekoşîna xwe xurt dikin. Em hemu jî baş dizanin, PKK’e vê rihê avane kiriba, ewqas berxwedanî û tekoşîn pêşnetket. Di be ku derfetên pir mezin destêwan de ne be lê, tu tiştek qandî giyana mirov şîrîin nîne lê, hevalênme wê mazin bûyînê didin raberkirin. Ji bome, rastiya herê ber çav û zelal jî ev rastiye. Ev rastiyek wisane ku tu carî, tu hêz nikare ser bigre. Rojame îro jî ev rih û vîn berdewam dike, ya girink jî jiyan dike wê jiyan bike jî. Li serî van çiyayane û di nav gelêmede lehengiyên pir mezin hatin jiyankirin û tê jiyankirin jî. Rastiya PKK’ê ne bûya û gelême vê rastiyêre jiyan nekiriba, xwe her tim di hundirê vê rastiyê de nû ne kiriban, ewqas lehengî pêşnediketin. Em vê pir baş dizanin ku, ger ku ev rih û vîn ne bûya we rêxistina mê jî, wek ew rêxistinên xwe bi navên cur be cur dane avakirin û xwe dijberên pergalê dane raber kirin lê pişre jî, marjinal bûne û bûne cîhgîrê pergalê wê wek wan bûba. PKK’e her diçe, bi vê rastiyê rê xwe mezin dike û pêş dikeve. Mirov dikare bêje, ev rastî di bingeha PKK’ê ve girê dayî ye. Birastî jî, di avakirina PKK’ê de pir tiştên nepenî heye ku mirov nabîne û nikare bîne ser ziman jî. Lê, em vê baş dizanin ku çavkanîya her tiştî di avakirina PKK’e vê girêdayî ye û PKK’e ji bo gelê Kurd û tevahî mirovahiyê bûye wek behîtek (mucize). Di nav tevgera PKK’ê de, wek ferd jî û bi giştî rêxistin jî dema em dixwazin gavek bavêjin, yan jî hemleyek bidin despêkirin her tim em perspektîvên xwe ji vê rihê digrin. Diavakirina PKK’ê li ser kîjan rihê çê bû, ser kîjan perspektîfan xwe da avakirin? Em wek kes jî bi giştî tevger jî van pirsane her ti m ji xwe dikin û şîrove jî dikin. Em perspektifên xwe, ji vê rihê digrin û xwe nûde di nirxinîn u udi kesayeta xwe de jî nûbûyîna didin avakirin. Ji bomê kî dibe bila bibe, ya giring xwe li ser van esasane ji nûde avakirin û xwe dayîna meşandin giringe. Avakirina PKK’e (Partiya Karkerên Kurdistan ) ne ji bo berjewendiyên takekesî, ji bo berjewendiyên netewa Kurdu u bi giştî mirovahiyê pêşket û xwe bi hêz kir.

 

Bê guman mirov pir difikire, beriya PKK’e derbikeve rewşa Kurda çawa bû,bi kîjan rastiyere jiyandikirin. Mirov dikarê bêje, wê demê rastiya gelê Kurd he bû. Gelek wisa bû, ji rastiya xwe di tirsiya û direvîya. Pirsa ku mirov ji xwe dike çiye, beriya PKK’ê rihê gelê Kurd jiyan dikir çi bû? Bi rastî jî, tekoşînvan bûn yan nê? Bêguman dema mirov hişmendiya roja mê îro meyze dike, hişmendiyek wisa daye avakirin ku bi giştî li ser imha û tunekirina gelê Kurd tê maşandin. Qaşo, em çaxek wisa de jiyan dikin ku, zanistî pêşdeye, mafê mirovan heye, mirov dikare xwedî mafê xwe derbikeve hwd. Lê, di be ku pir kesanre behît were, lê dema mirov rastiya wê meyze dike birastî jî, ji dervey xapandinê zêdetir tu tiştek nîne. Em dizanin ku, pir tişt beriya PKK’ê asta malbatî de ango, eşîrî de mabû û pir tişt jî, veşartî di hat kirin. Lê, derketina PKK’ê rêxistin pêşxist, gelemperî da avakirin. Dema mê îrode, mirov pir aşkere dibine ku, gelême xwe rastiya PKK’ê de dibine. Wisa bûye ku, pêwîsti na bîne xwe veşêre û pergala deshilatdariya bi tirse. Pir vekiri di bejin, em heqiqeta xwe PKK’ê de dibinîn. Dîsa vê jî di bejin, ger ku em dixwazin bi şerefa xwe, namusa xwe jiyan bikin pêwîste em bikevin rastiya PKK’ê. Bin navî Kurdînetî de pir tevgerên cuda derketin lê, yek ji wan jî ji bo netewa Kurd wek PKK’e nê bû. PKK’e ji bo gelê Kurd bû sîwan, rêxistin dike û di parêze. Bêguman, ye ku neyar pir bê ne leyîsti bin, mejiyên wan ne hati bin tevizandin, yên xwe Kurd di bînîn û yên ku xwedî şerefin ji bo xwe, PKK’e û rêxistin bûyînê esas digrin û ji bo wan jî nirxê herê pîroz jî PKK’e ye.Bêguman em gelê xwe tawambar nakin, lê piştê ewqas nirxên pîroz û hêja nayên xwe na avêjin hemêza PKK’ê û vîna xwe jî na bînîn, ew dem ew ji neyarême neyartirin. Ev rastî derketiyê, yê ku gelê Kurd li hember her curên êrişa bi parêzê, PKK’e ye. Niha gelême her roj li kolanan de di bejin, em ne Kurdên berîya 34 salanin. Di bejin ger ku em xwedî PKK’e dernekevin ew dem damarême yê Kurdîtî nîne. Pirsa em hemu ji xwe pirs bikin, kîjan demê me nasnameya xwe naskiri bû, kîjan demê em ewqas wêrek bûbûn, her wiha kîjan demê em ewqas wêrek bûn me mafê xwe di xwast. Bêguman evna hemu RÊBER APO û hevalên Şehîd re pêşketin, ewne ji bome avkirin. Di îro şunde, tirsa ku gelême jê bi tirse nîne.

Gelo, ew dem rewşa jina Kurd kîjan astê de bû. Wek jinekê Kurd û tekoşervanê tevgerê jî ger ku em vê pirse ji xwe nekin, emê nikaribin rastiya rast şîrove bikin û xwe rast dest bigrin. Beriya PKK’e derbikeve jin wek mirov dihate ditin an jî ne dihate ditin? Dema wek mirovek ware desgirtin ew dem jî pêwîste mafê wî hebe ji bo ku, pir tişta ji bo xwe bike. Pergala desthilatdarî xwe li ser jin dide avakirin, lê heman demê de jî, jin ji bo xwe dike mal û her awayê jî dişixulîne. Ew dem, mirov bi bê je, jin wek mirov dihat dîtîn ew dem emê heqaretil jin bikin. Di nav pergala baviksalarî de nirxê jin nîne û mafê wê jî hemu hatine bin pêkirin. Jin tinê wek zindiyek tê destgirtin û bê vîn tê hêliştin. Cuda bûyîna PKK’ê û xweşik bûna wê bi vê rastiyê ve jî girê dayîye. Di PKK’ê de lingek esasî jî jine”. Ji bo xwe zanistiya jin giring di bîne û jin jî dike xwe dî vîn. Di rojame îro de, pir rexistinên cuda hene ku teqlî tê PKK’ê dikin. Qaşo di bêjin, em jî mafê jinê di parêzin, wan zanist dikin hwd. Lê, em baş dizanin ku ne wisane, ji bo berjewendiyên xwe dikin. Ya giring jî jin bi hişmendiya pergala baviksalarî tê destgirtin û li ser vê esasê jî nêzîkatî tê raberkirin. Pergala ku RÊBER APO dayî avakirin de rol û mîsyonên jin pirin, nêzîkatiyên li hember jin tê raber kirin jî, bi temamî ser esasê azadi û heqîqeta jinê. Em bi giştî jî tevgera PKK’ê tevgera xwe dibinîn û em dizanin ku jin bi çi awa yê tê desgirtin û beriya her tiştê jî em çiqas xwe azad hîsdikin ew giringe. “Tevgera jin bawerîyek di rih û dilde. daye avakirin.”Hundirê PKK’ê de jin jî xwe bawere, bi hêze, bi iradeye, xwe azad hîsdike xwedî hest û ramanê. Di bê ku pir kes hene zêde wate nadin jî û nakokiyan jiyan bikin. Birastî jî, tişta ku heya niha ji bo jina Kurd kesnekiriye PKK’e ji bo jina Kurd kir. “ Hevaltiya herê rast bi jinêre RÊBER APO da çêkirin”. Em jî wek jinên Kurd, xwe pir bexdvekiri dibinîn û derfetên Rêber’tî daneme jî ji bo xwe pir pîroz dibinîn. Wek jin em ji xwe bawerin, bedelê wê çi dibe bila bibe emê li ser vê rihê bimeşin û tekoşîna xwe xurt bikin. Dema em li ser vê rihê şîrove dikin jî, ewqas rehet nîne. PKK’e jî ewqas rehet çê ne bû. Pir bedelên giran hate dayîn û heya rojame îro jî tê dayîn. Hemu hewildanên me jî, ji bo jina Kurde. Pêwîsdike ku, jin li hember hişmendiya bavik salarî pir tekoşîn bike. Xwe bike hêz û jêre bi bêje, mafêmin jî heye, vîna min jî heye û hêzamin jî ramanê min jî heye ku ez xwe dî mafê xwe derbikevim û parastina xwe ya cewherî bikim. Rêber’tiya mê li her qadê jiyanê de derfetên pir mezin daye jina Kurd. Ji ber ku jina Kurd, pir êş kîşandiyê ji bo vê, bê ku du dîlî jiyan bike yê xwedî li vê kedê, derdikevi jî jina Kurde. Ya giring jî, pêwîste jina Kurd jî tu carî van nirxane ji bir nekin. Ji bûna vê, di rojame îro de dayîkên mê xwişkên me û keçên ciwan dema xwedî vîna xwe derdikevin, li her qadan de tekoşîn dikin jî, em vane lawaz nabînîn. Di roja me îro de, em baş dizanin ku neyar, ji jina Kurd pir ditirse û jina Kurd ji bo wan wek kabûseke. Neyar jî vê pir baş dizani ku, jina zanist bibe, xwe di vîn bibe hwd.wê bin bi keve, ji bo vê yêkê di bê jin “di serîde jin bi ku jin”. Bê guman em jî di bê jin ku, emê li her qadê jîyanê de li hem ber vê pergalê tekoşîn bidin meşandin, emê xwe dî li vê rihê der bikevin. Bi taybet jî em xwe asta rih û fikirde azad di binin, ji bo vê emê van çiyayên azad de tekoşîna xwe li ser vê rihê bi din meşandin.                        

Di dawî de jî, dixwazin çend gotinan bênim ser ziman, , erkên îro dayîkên me dikin tu gumanên me li hember wan nîne em rêzdariya xwe li hember wan didin raber kirin. ji bo keçên ciwan jî, bi rastî jî dixwazin xwe nas bikin û bibin xwe dî maf bila werin çiyayên azad. Ji dervey çiyayên azad, tu riyê ku wan ber azadiyê ve bive nîne. Bangawaziyame ji bo keçên ciwan evê. Wek kes jî, soza me jî û biryara me jî li ser vê esasêye. Hemu armanç û tekoşîna me ser esasê azadiya RÊBER APO û yê gelê Kurde. Em disa dubare di bêjin ku, sala nû yê ji bom e bibe sala xwe nu kirinê û tekoşîna xwe gihiştan dina asta jor bê. Em dizanin ku sala nu wê pir dijwar derbaz bibe. Lê,bila gelême tu gumanan jiyan nekin êrişên neyar çi dibe bila bi be, emê ser bikevin û hêzamê û baweriyamê xurtê, tu hêz nikarê PKK’ê. Ser vê esasê dîsa soza xwe nu dikin.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê