Tirkî  |  Erebî

Bêrîtan Zîlan

Hevaltî ji bo gerîlayek tê çi wateyê?...Heskirina hevaltî pêwîste mirov çawa bide jiyan

kirin? Jiyan kirina jiyana azad, wêrektiyek pir mezin dixwaze.

 

Bi taybet jî vê jiyana azad divê mirov bide jiyan kirin.

Herkes nikare hevaltiya PKK’ê rast bide jiyan kirin. Dema mirov xwest rast jiyan bike û bide jiyan kirin, pêwîstî bi hin mijaran heye. Wijdan, exlaq û heskirinek rast dixwaze. Ji bo mirovan bi taybet jî ji bo gerîlayek xwe di birdoziya Serokatî de bihêz bike, perwerde û terbiye kirinek pir kur dixwaze. Ya girîng jî mirov bikaribe kesayeta xwe de bide rûniştandin. Ji bo mirov bikaribe hevaltiyek rast bi Rêbertiya xwe re, gelê xwe re, hevalê xwe re û bi xwere jiyan bike. Her milîtanek nav tekoşîna azadiyê de zehmetiyê dikşîne. Ev zehmetî di hêlê ku mirov hêz bûyîn û bê hêzbûyîna xwe bibîne. Em ji bîr nekin, zehmetî bi xwe re pêşketinê tîne. Pêwîstiya herkesî heye ku sanciya azadiyê bikşîne. Lê, militanên RÊBER APO heq ne kirine her zorahiyê bikşînin û bidin jiyan kirin. Dema hevaltiya rast were jiyan kirin, pêwîste tu caran valatiya exlaqa PKK neyê jiyan kirin. Ger ku em dixwazin bibin milîtanên Zîlan’an, Mazlum’an, Egîd’an, Bêrîtan’an pêwîste em tu caran ji rastiya xwe nerevin. Her tim hevaltiya wan hevalan ji bo xwe esas bigrin. Bê guman mirov ne robote, wê kêmahî der bikeve. Heya demekê jî wê kêmahî were jiyan kirin. Ya girîng ev kêmahiyane xwe dubare nekin. Cihê ku dubare were jiyan kirin, pêwîste mirov jê bitirse. Dema tê gotin welatê azad, ew dem keda mirovahiyê tê bîra mirovan. Welatê azad, hundirê xwe de qadên azad ava dike.

 

Erê hevalno, mirin û jiyan di hundirê hev du de veşartiye. Her wiha ked û azadî jî wisane. Hevaltiya bi wate bi kedekî rastve pêşdikeve. Hevalno, ger ku em rih û dilda bibin yek, baweriya min heye ku em feraseta pergala koletiyê vala derxînin. Emê bikaribin hêza hevaltiyê heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê jiyan bikin û bidin jiyan kirin. Pêwîste em baş bizanibin, mirovek ji kedê dûrbikeve, wê ji hemu nirxên xwe dûrbikeve. Nirxên xwe dûrketin, mirov berbi îxanetî ve dibe. Hevaltiya herî rast, dema mirov nav PKK de zehmetiyê dikşîne derdikeve holê. Ji bo vê mijarê gotineke Şehîd Andok heye, ‘‘dema ez nav PKK’ê de zehmetiyê dikşînim ew kêlî ez hîsdikim ku ez PKK’yî me.’’ Ev ji bo me hemuyan pêwîst dike wisa be. Çima dema em zehmetî dikşînin em xwe didin koşa? Ev jî xurtbûna mirov lewaz dike. Milîtanek tu caran li hember zehmetiyan pêwîst dike serî xwe netewîne. Hevaltî ser esasê rast be, zehmetiyên ku werin jiyan kirin jî tije wate dibin. Ji ber ku tevgera me, tevgera heqîqetê ye û hevaltiya rast hundirê xwe de di hewîne. Ev ji bo her du zayendiya derbas dibe. Çiqas manewiyeta mirov xurt be, tê wateya ku hevaltiya mirov ji ewqas xurte. Ev jî hêz bûna PKK dide diyarkirin. Jiyan kirina hevaltiya rast, bi xwe re azadiyê tîne.

Dema tê gotin Kapîtalîzm, sextekarî, direw û durûtî tê bîra min. Her wiha kujtarê (katil) hevaltiyê jî. Niha em hemu jî di nav vê pergalê de mezinbûne. Pişt re jî tevlê jiyana PKK bûne. Hevaltiya PKK hemu nirxên civakê nav xwe de di hewîne. Ji bo vê yekê, pêwîste em demên xwe yên nav vê jiyanê de tim bi wate û tijî derbas bikin. Ji bûna vê mijarê, RÊBER APO dibêje; ‘‘dem wek xençereke, tu baş bikar neynî, ew ê te bikar bîne.’’ Em bikaribin pergala koletiyê bi şewitînin û ji bo xwe xeta azadiyê esas bigrin. Ev jî yê tekoşîna gel û gerîla bide diyarkirin. Dema feraseta hevaltî dil û rihde yekbûyînek da ava kirin, tu hêz nikare perçe bike. Hevaltiya PKK ewqas mirovon zana dike ku nahêle mirov li hember neheqtiyê serî xwe bi tewîne. Ji ber ku RÊBER APO  exlaq, wijdan û zanistî daye me. Xeta hevalên me yên Şehîd jî dide diyarkirin ku hevaltiya rast çiqas mirovan pîroz dike. Herê dawiyê de çalakiya hevalê Andok, Êrîş, Derwêş û Erdalan hevaltiya xwe yê rast û erkên xwe yê li hember jiyanê dan diyar kirin. Hevalên ku qonaxa Şerê Gel Yê Şoreşgerî de şehîd ketine jî, rihê fedayîtî û soza hevaltiyê zimaneke pir zelal dan raber kirin.

Belê hevalno, dema gerîlayek pênusa xwe dike destê xwe, hestên hevaltiyê ewqas xurt dibe ku mirov nikare dawiya wê bîne. Erê tê zanîn, bi mirovan re mijulbûyîn hunertiyek pir zirav dixwaze. Her çiqas karek pir zehmet be, lê pir pîroze jî. Em naxwazin mirov her tim were xapandin. Ji bûna vê yekê zanistî pêwîste. dişkînin. Lê, hêviyên min û baweriyên min pir mezin in, tu car em ê neyarê xwe şanekin. Beriya her tiştî, emê Serokê xwe tenê nehêlin. Em ê hertim şopdarê riya Şehîdan û heqîqeta mirovahiyê bibin. Îdeaya me xurte,  em nehêlin hevaltiya me de lewaztî der bikeve. Em baş bizanibin em çiqas hevaltiyek rast hevdure bidin meşandin, emê ewqas nêzî Serokatî bibin.

Hevaltiya rast xeyal nîne. Raste û em tê de jiyan dikin. Hevaltî jî, bi ked û durust bûyînek pêş dikeve û mezin dibe. Hevaltiya PKK ji dil û rihde tê jiyankirin. Bi cewherî ye. Cewherî ji bûna xwe esas digre. Milîtanek her demî hevaltiya rast ji xwe re esas digire. Hevaltiya ne li ser pîvanên rast be, bi xwe re durutiyê tîne. Pêwîst dike ku milîtanek tu cara nirxên hevaltiyê ji bîr neke.

“Ji Bîrkirin Îxanete.”

Rêber APO

 

 

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê