Ez Leyla Gûven im. Dayîk û jineke berxwedêr im. Ji textê xwedawendiyê li çiyayê Toros û Zagrosê hatime. Bi hêrsa tolgirtinê re min soz da ku heta serkeftinê bimeşim. Bi îrade, wêrekî û sekneke xurt dimeşim, heta dawî serbilind im. Ji xwe bawer, bi ramanên Rêber Apo re têkoşîn dikim.
Di dilê min de welatekî azad, bi Rêber Apo re rûmetekî mezin jiyan dikim û ber bi dîrokê ve diherike. Li pişta min gelekî berxwedêr û hêza xwebûnê heye ji ber vê ez bawerim emê bibin ronahiya vê serdemê. Ez bi dilê xwedawendiyê şerê xwe mezin dikim û wê jiyana min jî her tim şer be. Wê her tim di dil û mêjiyê min de gotinên Serok Apo hebin. “Jiyana jinê jiyana tolgirtinê ye” Bi îradeya xwe biryara gireva birçîbûnê didim. Ji ber ku min soza azadiyê da, min girtin navbera çar dîwara. Û di nava tarîtiyekî bê dawî de dixwazin nefesê min bi dawî bikin. Lê ez bêhna azadiyê ji gelê xwe û Rêbertiyê xwe digrim. Bila tevahiya cîhanê dengê min bigre. Bibihîse ey dinya! Eger Roj li vê gerdûnê nebe wê jiyan jî nebe, eger av di vê dinyayê de neherike û nefesa azadiyê neyê sitandin wê mirin be, ji derveyî vê rastiya hebûna me jî ne gengaz e.
Ji lêgerînvanên azadiyê re
Eger azadî di lutkeyan de jiyan kirin be
Gihandina wê de gelek zehmetî jî hebe
Lê ezê yek bi yek soz didim ji bona serxistinê
Di serkeftinê de hewldan
Di lêgerînê de jî baweriya azadiyê bijî
Li bendava azadiyê jiyaneke bê dawî pêşwazî dikim
Û em şopdarên meşaleyên ji agir in
Baweriya Mazlum
Laşên ji agir a çar şoreşgeran dijîn
Em deyîndarê vî gelî ne
Em Ugur Kaymaz in ê ku ji temenê xwe mezintir gule ketiye canê wî
Em Ceylan in bedenê me perçe perçe bûye
Li Cizîrê hêja di hemêza dayîkekî de têm kuştin
Lê ez bênav im
Xeyalên zarokbûnê dijîm
Wek Zîlan fedayî
Wek Berîtan bê tirs
Wek Sara şerker im
Wekî Êrîş û Andok bibim fedayî
Çalakvan û Egîd im
Em ji xak û Serokê xwe girêdayî ne
Ber ku em şoreşger in.
Ji pênûsa gerîla