Tirkî  |  Erebî

Şehîd Zelal Ûrfa

nane operasyone

Min her mereq dikir ka gelo wê ev zivistana bi nav û deng ya Erzirûmê kengî xilas bibe. Wê demê li gorî demsalên salê em ketibûn mehên biharê. Lê mixabin ku ger mirov li çiyayên Kurdistanê be, hele ger mirov li çiyayên Ezirûmê be, rewş hinek

cûda dibe. Ev çiyayên bi heybet bi xwe demsala xwe diyar dike. Lê were meyzeke ku em jî gerîla ne û dijminê me heye. Ji ber wê ye ku bi ruxmê sar û seqema çiyayên Erzirûmê em neçarin ku êdî bikevin tevgerê. Ji ber em zivistaneke dûv û dirêj her li benda van rojan bûn. Hêviyên me hemî di derbarê biharek nû de bû.

Bi vî rengî me amadekariyên xwe li gorî şert û mercên xwezaya Erzirûmê temam kir û em ji wargehên xwe derketin. piştî em ji wargeha xwe derketin, her grûbek heval vesaziya wê li cihek cûda çêbû. Yanî em li tevahî çiyayên Erzirûmê belav bûn. Em neh heval derbasî herêma Yayladerê bûn. Em 5 hevalên jin, 4 jî hevalên xort bûn. Di nava grûba me de heval Mahîr û heval Zin jî hebûn. Dijmin herêma Yayladerê pir xurt girtibû. Ji ber wê pêwîst bû ku em di tarzê xwe yê tevgerînê de pir dîqet bikin. Me hemiyan dizanibû ku rêwîtiyeke dirêj li benda me ye. Piştî vê meşa me ya dirêj, em berbi êvarê gihan noqteyekê.

Nanê ku me bi xwe re anî bû têrê nedikir. Ji ber wê beriya ku tarîtî bikeve erdê hevalan xwest hevîr çêkin. Bi vî rengî ji bo nan çêkirinê hemî amadekarî temam bûn. Di heman demê de hinek heval ji bo biçin wezîfeyekê ketibûn nava liv û tevgerê. Piştî ku amadekariyên Hevalan bi dawî bû, berê xwe dan erka xwe. Lê dema heval dighêjin serê girekî dibînin ku dijmin ketiye nava liv û tevgerê û li evraziyê belav dibe. Lê em ji vê rewşê ne agahdar bûn. Destpêkê me jî got, dibe wek herdem yekîneyên dijmin ên veşartî di evrazî de hebe. Lê rewş ne bi vî rengî bû. Yên ku li tevahî evraziyê belav bûbûn, ne yekîneyên veşartî, hêzên dijmin ên operasyonê bûn. Dijmin di derheqê me de agahî girtibû, ji ber wê jî operasyon dabû destpêkirin. Me jî beryar da ku em ji wê noqtê derkevin û yekser tevahî heval bi rengê 3 grûban ji wê noqtê dûr ketin. Me qederekê xwe ji wê evraziyê dûr xist. Ji bo ku em li dû xwe şop nehêlin me berê xwe da ava ku nêzî me diherikî û hêdî hêdî em meşiyan. Dema em dimeşiyan dîmenên gelekî biken derdiketin holê, lê ne gengaz bû ku em bikenin. Em di nava avê de bûn û diviyabû ku em lez tevbigerin. Dem derbas bû lê hêjî em negihabûn cihê bi ewle. Ji ber wê em neçarbûn ku li cihekî dûrî dijmin bicih bibin û li benda seatên sibê bin. Destê seherê 2 hevalên me yên ku çûbûn keşfê bi lez xwe berdan jêrê. Dema ku gotin dijmin nêzî me bûye, çi heye me hemî da pişta xwe û em ketin rê. Bêguman me hevîrê xwe jî bi xwe re anî bû. Ji ber wê me dîsa ew hevîr xiste torbê û da pişta xwe. Ji ku ev arê me yê dawiyê bû, her wiha ji ber ku heya dighe destê me gelek ked û bedel berda tê dayîn, me qet hevîrê xwe li pişt xwe nehişt. Bi vî rengî hevalên nanpêj hevîr dan pişta xwe. Lê ji ber ku hevîr pir tirş bûbû, gelekî dinepixî. Tişta baş çibû, hem dunya pir ne germ bû hem jî hevalan pir kêm maya xistibû nav de.

Ji ber ku barê hevalan pir giran bû. Me xwe da cihekî û navberek da vê meşa xwe ya dirêj. Piştî navberê, me berê xwe da noqta xwe ya esasî. Çawa em gihan noqtê, me nobedarên xwe derxistin. Ger ku rewş asayî ba, dê hevalan bi şêwazekî guncaw nan çêkirana. Lê mixabin, ji ber rewşa operasyonê nanpêjan nekarîn nanê xwe çêkin. Bi vî rengî ji bo em kêmekî istîrahet bikin, me ji xwe re cihek guncaw dît. Piştî çend seatan hevala Rojen hat û ji bo nebetê banê min kir. Dema ez çûm cihê nobetê, min dorbîn girte destê xwe û keşfa evraziyê kir. Ji nişkêve min dengek bihîst. Ji ber wê min berê dorbîna xwe da cihê ku deng jê hat. Min dît ku di evraziyê de hinek tişt diteyîsin. Dema min baş lê meyze kir, min dît ku ev tiştên teyîsandî yelekên pola yên leşkeran in. Cihê ku ez lê bûm kêmekî vekîrî bû. Ji ber wê min xwe dirêj kir û bi vî rengî min hêdî hêdî xwe gihan cem hevalan. Tam di vê kêliyê de jî çend heval ji bo nan çêkirinê, çûbûn daran kom bikin.

Dema ku berbi hevalan ve diçûm, hevalê Mahîr ez dîtim û wiha ji min re got; "Heval Zelal çibû? çima te cihê nobetê berdaye?... Min jî jêre got; "Dijmin pir nêzî me ye, ji ber wê hatim agahî bidim hevalan". Destpêkê bawer nekir, got qey ez henekan dikim. Ji ber wê hevalê Firat şande cihê nobetê û xwest rewşê zelal bike. Heval Firat jî mîna min dirêjkirî hêdî hêdî ji cihê nobetê hat û got; "Heval Zelal rast dibêje. Em niha di nava dijmin de mane û qet nikarin hereket bikin". Bi rastî jî ger me hereket bikira wê dijmin em bidîtana. Nezî deh deqan em bi vî rengî man. Piştre me biryar da ku xwe di nava dar û çiqilan de veşêrin. Cihê ku em lêbûn gelekî teng bû, ji ber wê tevgereke herî biçûk jî, dibe ku em deşîfre kiribana.

Nêzî nîv seatek derbas bû. Ji nişkêve me dît 50 leşker ber me re derbas bûn. Di nava wan de sê fermandar hebûn. Di nav wan de fermandarek weke ku westiyabû xuya dikir. Ji ber wê li gel lateke ku li beramberî me bû qederekê rûnişt, derdora xwe meyze kir. Piştre rabû û da pey leşkeran. Cihê ku lê rûniştibû, li pêşberî me bû û ne gengaz bû ku me nebîne. Hîna me şoqa vê rewşê ser xwe neavêtibû. Hew me dît leşker cardin zivirîn. Ew  fermandarê ku li nêzî me navber dabûyê, cardin hat û li ser wê latê rûnişt. Min ji heval Zîn û heval Mahîr re got; "welle, ev zilam me dibîne". Heval Zîn jî got; "Madem me dibîne çima tiştek nake".

Hîna me ev rewş dişopand û dixwest fam bikin ka ew fermandar li wir çi dike. Me dît leşkerek hat gel wî fermanderî û jêre got; "Em westiyane û dixwazin navber bidinê". Fermandar jî got; "Hadê ka xwe kom bikin. Li vir tiştek nîne, emê biçin. Bi vî rengî ew leşker ji wir dûr xist. Li hember vê rewşê hemû heval matmayî mabûn û mereq dikirin ka çima vî fermandarî wisa kir. Lê bê ku tiştek bike rabû û çû cem leşkerên xwe. Bi vî rengî em vê rojê jî di nav dijmin de man. Herî dawî hevalekê got; "Heval em kêmek din xwe berdin jêr. Encex em wisa karibin xwe ji hêzên operasyonê dûr bixin.

Heya vê demê hê jî hevîrê me li ser pişta me bû. Ne cihekî guncaw heye ku em nanê xwe çêkin, ne jî me dikarî em hevîrê xwe li pey xwe bihêlin. Her dawî me careke din xwe li avê da û me berê xwe da cihekî din. Ev cihê ku me berê xwe didayê dijmin qet texmîn nedikir ku em biçin wir. Ji ber wê herî zêde ji ber ku li wî cihê derfetê me yê nan çêkirinê heye, em pir kêfxweş bûbûn.

Di dawiyê de me qederekê xwe ji cihê operasyonê dûr xist. Ji xwe hêzên dijmin jî ji ber ku li ti derê rastê şopên me nehatin, hêdî hêdî paşde dikşiyan... Em jî, ji bo bikaribin ji hevîrê li ser pişta xwe xilas bibin, me li cihek guncaw agirek bê dûman pêxist û me bi hev re dest bi nan vekirinê kir.

Ew hevîrê ku çend rojbûn li pişta me bû, jê çil nan derket. Bi vî rengî me nanê xwe yê operasyonê çêkir û em ji bêhna wî hevîrê ku hingî nepixî bû bêhna tirşbûnê jêdihat xilas bûn...

Kategori: Biranînên Gerîla