Tirkî  |  Erebî

Zîlan Cesur

BIRANIN CESUREslê min Erebe, Erebên Rojavayê Kurdistan, ji gundê Tel Elo. Gundê me gundek gelek biçûke, ji xwe Kurd û Ereb bi hevre dijîn. Her çiqasî di nava wan de têkiliyek hebe jî ewqasî kûr nîne. Birastî jî dewlet hişmendiya xwe ya ku gelan perçe dike, nakokiyan dixe di nava gelan de û li ser wan siyasetê dide meşandin derdiket pêş. Bêguman me bi xwe ev nakokî nedizanî.

bi vê awayî di me de lêpirsîn jî pêş nediket. Ez dikarim bibêjim ku heskirineke kûr di nava her du aliyan de nebû lê, ji hev acizbûyînekê kûr jî xwe nedida pêş. Hevalên min yên Kurd gelek bûn, dan û standinên me bi hevre hebûn. Birastî jî di hişê min de tu carî nêzîkatî û ferasetên cuda pêş nediketin li hember gelê Kurd jî û rêhevalên min jî. Her çiqasî gelek caran di nava malbatê de yan jî di derdor de nêzîkatî yan jî gotin dihatin kirin wê demê wisa ew qise di guhê me de derbas dibû ewqas. Ji xwe gava min bi hevalên xwe yên Kurd re dileyst jî ji bo fêrbûna zimanê Kurdî gelek hewildanên min pêş diketin. Gava ez niha dinirxînim û wan rojan tînim berçavê xwe, ez dibînim ku me çiqasî ji hev hes kiriye. Lê mixabin em çiqasî mezin dibûn, hişmendî û ferasetên mezinan û malbatê li ser me jî bandoriya xwe dida çêkirin. Her çiqasî me nedixwast jî em weke wan nêzîkatî bidin raberkirin lê malbat û derdor me mecbûr dikirin.

Her wiha gava ez zarok bûm yek ji nakokiyên ku bi min re çêdibû jî, xaka ku em li ser bûn, gundê ku em tê de bûn, gund û xaka Kurdan bû. Ango dikete xaka Kurdistanê de. Bêguman di destpêkirina mirovahiyê ev zêde ne pirsgirêke. Heman demê de gel, ol, bawerî û jiyîna netewên cuda bi hevre pir zêde ne pirsgirêke, ji bo vê tu feraset û hişmendiyê cuda jî najîn. Li hember hev heskirin û rêzdariyek jî tê raberkirin. Di tevahî Rojhilata Navîn de jî em meyze bikin, di gelek gund, navçe û bajaran de gelek netewên cuda bi hevre jiyane. Lê bi pêşketina dewlet, netewperestî û desthilatdariyê re ev nakokî hate kûrkirin. Ji ber dewlet temenê xwe li ser vê nakokiyê dirêj dike. Lê tişta ku ez dixwazim bibêjim, gava dema çandiniyê dihat, Ereban erdê Kurdan ji destê wan digirtin bi xwe çandinî dikirin. Ev ji min re her tim weke nakokiyê dihat. Min ji xwe re digot, çima Kurd bi xwe erdê xwe bikar naynîn? Ereb ji destê wan digrin? Cardin her çiqasî ji hêla malbatê de destûr nebû ez bi hevalên xwe yên Kurd re bidim û bistînim jî lê heskirina min ya li hember hevalê min tu carî kêm nebû. Heskirina min ya li hember hevalên min hiştibû ku ez ji gelê Kurd jî gelekî hes bikim.

Piştî demek şûnde hevalekê ku min gelek jê hes dikir, agahî hat ku tevlê gerîla bûye. Gava wisa gotin ev di hişê min de xwe bi cîh kir. Ev gerîla kî ne û çine? Ji bo vê min her tim pirs dikir. Lê gava min pirs dikir jî, gotinên gelek çewt û ne rast ji bo gerîla dihat gotin. Lê cardin jî tu carî meraqa min li hember vê kêm nebû. Bi taybetî jî bi şoreşa Rojava re ev nakokî û pirsên min zêdetir bûn. Gava min hevalên xwe didîtin li ser cil û bergê wan wêneyê Rêber APO hebû. Heya wê demê min Serokatî nedîtibû û ji xwe naskirina min a Serokatî nebû. Gava min êw wêne jî pirs dikir ji min re di gotin; “Abdulah Ocalan e.” Ji ber naskirinekê ji berê de nîn bû ji bo wê pirsên min zêdetir dibû.Weke Abdulah Ocalan kî ye û mirovek çawa ye? Bi pirsên xwe re hêdî hêdî naskirinek hate çêkirin, bêguman ev naskirin ne naskirineke wisa kûr bû.

Şerê ku li Rojava pêş ket bandora xwe li ser gundê me jî kir. Ango çeteyên DAÎŞ’ê ketin gundê me de jî. Gava çete ketin gund de her tim antî propagandeyê YPG û hevalan dikirin. Çete pir rehet diketin nava gund, perwerdeyên xwe yê çek di gund de pêk tanîn, mirov dikare bibêje ku gundê me ji bo xwe weke biryargeh bikar tanîn. Tirsek gelek hov jî li ser gel dabûn avakirin ji bo wê gel nedikarîbûn tu tiştekê bikin. Di gund de di navbera YPG û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekê gelek dijwar pêk hat.. Di wir de YPG gelek bala min kîşand lê bi taybetî jî hevalên jin. Gava min wan hevalên jin meyze dikirin di leşê min de lerizandinek çêdibû. Li wê derê bûyerek qewimî ev tu carî ji bîra min naçe. Hevalek jin birîndar dibe û birîna wê jî girane, dayîkek Ereb dibêje ez wê bibim mala xwe derman bikim. Li ser vê jî heval wê hevalê digrin û ber bi mala dayîkê ve diçin. Gava diçin di rê de çeteyên DAÎŞ’ê kemîn tavêje pêşiya hevalan. Ew hevala jin û gelek heval şehîd dikevin. Ev bûyer kîna min ya li hember çeteyên DAÎŞ’ê mezintir û kûrtir kir. Vê bûyerê ez gelekî êşandibûm. Gava ez biçûk jî bûm min gelek ji cinsê xwe hes dikir, ev heskirina min her çû mezin jî bû. Her çiqasî min fikir, raman û birdoziya Rêber APO qet nas nedikir jî lê, heskirinekê min a cuda li beramberî cinsê min hebû.

Piştê wê şerekê gelek dijwar qewimî. Heval hatin ewlehiya gund girtin, cardin ji bo ewlehiyê jî tevahî gel derxistin. Gava gund ji çeteyan rizgar bû ji nû ve gel hatin gund. Gava em hatin gund me heval dîtin, birastî jî em gelek kêfxweş bûbûn. Ji ber yên ku tevahî xelkê gund ji kuştinê rizgar kir, derfet nedan ku çeteyên DAÎŞ zerer bide gundiyan heval bûn. Tevahî xelkên gund jî vê rastiyê dîtin, çawa ku heval ji bo wan canê xwe feda dikin. Her çiqasî çeteyên DAÎŞ’ê dibin navê îslamê de xwe derdixe pêş jî lê di rastiya wan de tu tiştekê wisa nîne, îslamê weke amûrekê ji bo xwe bikar tînin. Di î şerî de sekin û nêzîkatiyê hevalan gelekî bala min dikşandin. Hem di vir de nakokiyên min kûrtir dibûn. Li ser vê bingehê jî min biryar da ku ez beşdar bibim. Hevalên jin kêm hatibûn gundê me. Ji bo vê min nedizanî ez alîkarî ji kî bigrim. Ji bo tevlêbûyînê min gelek cara ji dayîk û xuşkên xwe re digot, lê ji min bawer ne dikirin, wisa difikirîn ku ez henekan dikim. Ev xwesteka min ya beşdarbûnê qet kêm nebû. Lêgerînên min jî her pêş ketin.

Ez Sala 2013’an beşdar bûm, piştî ku ez beşdar bûm dotmama min jî tevlî bû. Me nêzî panzdeh roja perwerdeya akademiya şehîd Necbîr dît. Bi tevlêbûyîna me re malbat ji bo ku werin me temaşe bikin hêcaneke  mezin di hûndirê me de xwe cîh kiribû. Me dixwest em tevlê YPJ û YPG bibin da ku wan nas bikin. Ji xwe me zimanê Kurdî jî nedizanî, gava em çûn tabûrê tevahî heval gelek baldar nêzî me dibûn. Ruxmê ku gelek hevalan zimanê Erebî jî nedizanî lê zêde nedibû pirsgirêk. Heskirina min li hember zimanê Kurdî jî gelek bû, ji bo wê em zû fêrî zimanê Kurdî bûn. Cardin heval Cesur Goyî hebû fermandarê tabura me. Hevalek gelek hêja û binirx bû. Heval Cesur her tim digot; “heval Zîlan ez gelek dixwazim bibînim ku tu zimanê Kurdî qise dikî.”Lê heval Cesur şehîd bû nedît ku ez çawa qise dikim, ev jî hişt ku ez hên zêdetir ji bo fêrbûyîna ziman xwe bêşinim. Her wiha şahadetên hevalan li ser min bandoriya xwe çêkir, ji ber vê jî kîna min ya li hember çeteyên DAÎŞ zêdetir di bû. Min tevahî bedewî bi wan rêhevalên xwe re jiyan û min her tişt bi hevalên xwe re nas kir û pê hesiyam.

Nêrîn, fikir û felsefeya Serokatî ji bo jiyanê, jin û tevahî mirovahiyê gelek bala min dikşand û di min de nakokiyên cuda jî ava dikirin û hê jî ev nakokî berdewam dike. Lê ev nakokiyane min ber bi rastiyên ve dibin. Ji ber di pergala zilam de her tişt kuştin û qetilkirine. Bi taybetî jî li ser jinê gelek êrîş hene. Lê Serokatî jî tevahî şerê xwe li ser azadiya jin û civakê pêş dixe. Serokatî ji bo azadiya jinê tevahî rêyên azadiyê ji jinê re vekiriye. Pêwîste em deynê xwe bidin. Tekoşîn û berxwedaniya me wê bihêle ku em rast bijîn. Birastî jî Serokatî li ser mirovan bandoriya xwe dide çêkirin. Serokatî ji mirovan hêz dike û ji nû de radike. Ez ketim wê ferqê de ku zanabûyîn rast jiyîn e. Birastî jî tevahî hewildanên min ewin ku ez Serokatî rast nas bikim û rast bijîm. Pêwîste tevahî netew, gel û olên cuda jî baş bizanin ku azadiya wan di fikir û ramanên Rêber APO re derbas dibe. Bi taybetî jî jin bila rabin ji bo azadiyê û wekheviyê tekoşîn bidin meşandin. Bila gelê Ereb baş bizanin ku Serokatî gelek ji wan hes dike. Heskirina Serokatî li hember tevahî gelan, netewan û olan heye. Heskirin, rêzgirtin û hêviya ku min di jiyana Rêber APO de girtiye ez ê bi serkeftin û azadiyê re tacîdar bikim. Îdeaya min a serkeftinê gelekî mezine, ez ê her daîm bi vê îdeaya xwe  bijîm.  

Kategori: Biranînên Gerîla