Tirkî  |  Erebî

Gûneş Sîwas

BIRANIN GUNES SIWAS

Sala 1997 bu ez beşadarê rêxistinê bûm, gava ez tevlêbûm jî min zêde rêxistin nasnedikir. Welatparêztî hebû lê di aliyê birdozî, rêxistinî, kar, xebat û îşleyişê rêxistinê de tu zanabûyînek nînbû. Gava ez tevlê gerîla bûm, zor û zehmetiyên xwe gelek bû. Heskirina min ya li hember çiya gelek zêde bû.

Ez di temenekê biçûk de ji gundê xwe derketim em derbasê metrepolên Tirkiye bûm. Her tim min bêriya, av, hewa, erdnîgarî û xaka gundê xwe dikir. Min ti carî bajaran hesnekir. Gava ez hatim çiya jî ji min re wisa hat ku ez hatime cîhanek cuda, çiya ji min re gelek efsûnî dihat, ji xwe wisa jî bû. Her çiqasî gava ez nû hatim min zehmetî kîşandibe jî lê tu carî ez tenq ne bûm. Meyzekirina min ya çiya, erdnîgarî û jiyanê gelek cuda bû. Ji min re wisa dihat ku çiya min hemêz dike. Heya niha jî meyzekirina min ya li çiya û heskirina min bê ku têde kêmahî derbikeve kûrtir û zanatir berdewam dike.

Gava ez hatim çiya heval di seatên roj de min pêşwazî kirin û hatin pêşiya min. Dema min heval roj dîtin ez matmayî mam. Ji ber min di got; “heval roj nagerin tevahî tevgerê wan şêve, çima niha li van derane.” Min bêrîkirinek gelek mezin li hember gerîla jî jiyan dikir, gava heval hatin pêşiya min, min ji xwe re got tevahî cîhan û bedewiyên cîhanê bûye ya min. Gava heval gotin heval were emê niha te bibin manga, ew dem di hişê min de pirsa, gelo ev manga çî ye? xwe bi cîh kir. Cardin min ji xwe re got, dibe ku heval ji sitare re dibêjin manga. Gava em çûn min ji hevalan re got; “wîîî manga eve?”Di nava mangê de gelek heval hebûn yek bi yek silav dane min. Tevahî heval jî xêr hatina min kir û yek pêlavê min ji lingê min kir, yek        goreyê min ji lingê min kir. Ev nêzîkatî min gelek bandor kiribû. Birastî jî heval gelek baldarî nêzîmin bûn. Piştê wê cil û bergên gerîla ji min re anîn, ne li gor bejna min bû lê, cilê gerîla bû ev ji bo min bes bû. Bi taybetî jî min tu carî li hember hevalan biyanî bûyîn jiyan nekir. Min ne got ez vê hevalê nas dikim, an jî nas nakim. Ez her tim hevalên jin di geriyam, ji bo wê min hevalan re got; “heval ma hevalên jin nîne, ez dixwazim hevalên jin bibînim?” Heval her tim qala têkoşîn û artêşbûyîna jin dikirin di gotin, hevalên jin jî êdî xwedî artêşin ew jî mezin bûne. Ji xwe wê demê min ne dizanî artêş jî çî ye. Birastî min her tim bi dîtina hevalên jin re jiyan dikir û xeyalê min jî ew bû ku ez bibînim. Ez nêzî heyvek li gel hevalên xort mam. Hevalekê temen mezin hebû di nava hevalên xort de her tim min ji wê re di got; “heval ka qala hevalên jin bike?” Ji xwe gava ez hatim herêma Zapê min yekem car hevalên jin wir dîtin. Gava min hevalên jin dît di min de coş avabû. Bi taybetî jî bi çek û rext ewqasî bi heybet bûn ku min ne dixwast ez çavên xwe ji wan bigrim. Gava min hevalên jin bi wê awayî dît, di min de bawerî û hêzbûyînek cuda xwe serwer kir. Heman demê de ez sekn û heybetê wan efsûn bûm.

Min yekem car heval Rojbîn Ereb dît. Heval Rojbîn di sala 1998’an de li hember komploya navnetewî çalakiya fedaî kir, li herêma Gever. Heval Rojbîn eslê xwe Ereb bû û ji Îskenderunê tevlê bûbû, heman demê de li qada Serokatî jî ma bû. Kêliya ku min rêheval Rojbîn dît di min de heskirinek pir cuda hate avakirin. Ji xwe rêheval Rojbîn bi xwe jî gelek sempatîk bû, min xwe li gel wê gelek rehet hîs kir û heman demê de min xwe nêzî wê jî dikir. Bi kêfxweşî û rûkenî jî min pêşwazî kir. Hevalên jin xweser diman, ev jî ji min re gelek xweş dihat. Ez bi xwe hatim di nava artêşbûyîna jin de. Gava heval qala xwe dikirin, bîranînên xwe tanîn ser ziman wê demê me his dikir ku heval heya gihiştine vê astê çiqasî zor û zehmetî jiyan kirine. Di dîroka jin de jî ew dem û roj tê ser ziman. Her çiqasî di wê demê de fêmkirina min û zanabûyîna min nîn bû li hember artêşbûyîna jin lê, gava min hevalên jin xweser dîtin, ew bejn û bala wan ya bi rext û çek dît di min de hêzek, heskirinek, hêviyek gelek kûr dida avakirin. Bi taybetî jî jiyan û têkiliyê wan bi hevre gelek balkêş bû, heskirina wan, rêzgirtina wan ya li hember hev, jiyana wan ya kolektivîzim û hwd. Tevahî kar û xebatên xwe bi xwe û bi hevre dikirin. Li hember jiyana hev jî ziraviyek kûr hebû.

Di nava pergalê zilam de jin her tim weke meta û mal dihat bikaranîn ev di roja me ya îro de jî xwe domdarî dike. Lê gava ez hatim min gerîlayên jin dîtin, di min de nakokî pêşketin. Ji ber di pergala zilamê desthilatdar de jin weke mirov nayê dîtin û destgirtin, lê di nava gerîla de jin, jiyane, nirxek gelek mezin û hêja ye. Hêvî û baweriyek gelek cuda jêre tê dayîn û hwd. Di pergalê de cihan ya zilamane, lê min dît ku di nava jiyana PKK’ê de cihan, fikir û raman bi fikrê jinên azad tê afirandin. Jin bi xwe jî dikeve ferqa xwe de, dîroka xwe dizane, xwe nas dike û baweriya wê pêşdikeve û hêza xwe dibîne. Min di nava jiyana gerîlade, PKK’ê de, di hêvî û baweriya artêşbûyîna jin de hiskir ku ez jinim û sezgiyê xwe naskir û dît. Wê demê min ji xwe re got; “başe ku ez jinim û weke jin hatime cihanê, em gelek şanazin.” Gava ez niha jî qala jin dikim di min de li hember jin heycan û kêfxweşiyek cuda avadibe. Yekem car hestên ku min di jiyana xwe ya gerîlatî de jiyankir bi vê awayî bû. Bêguman ev hestên min her ku çû, mezinbûn, kûrbûn, zanatirbûn û bi zanabûyîna dîroka min re gelek berfireh bû.

Ji xwe piştê wê ez derbasê berwerdeya şervanê nû bûm. Gava me perwerdeyê xwe xilas kir jî vesaziyamin li dola Xedarê çê bû. Ez çûm taxima rêheval Rojbîn Ereb. Rêheval Rojbîn perwerdeya Rêber APO dîtibû, mirov dikare bibêje ku perwerdeya Rêber APO cewherî kiribû. Bi vê zanabûyînê gelek ked dida raber kirin ji bo perwerdeyên hevalên jin. Gelek ji cinsê xwe bawer dikir, hes dikir, hevî û bendeweriyê wê gelek bû. Rêheval Rojbîn xwe gihandibû asta birdozî û azadiya jin. Tevahî lêhûrbûyîna wê hêz kirin û zanabûyîna cinsê xwe di rastiya Rêber APO de bû. Di heman demê de rastiya zilam jî dida diyar kirin. Têkoşînek gelek zanist dida meşandin. Rêheval Rojbîn xwe gihandibû zanabûyîna nasnameya xwe. Vê rastiyê hem jiyan dikir, hem jî dida jiyan kirin. Ez pir rehet dikarim bibêjim ku rêheval Rojbîn 24 seat Serokatî jiyan dikir. Çawa ku em dibêjin jin jiyane, rêheval Rojbîn vê jiyanê bi Serokatî re girêdida. Birdozî, paradîgma, felsefe, hişmendî û jiyana Serokatî ji me re dibe jiyan. Ez niha zêdetir wate didimê, ger ku mirov 24 seat Serokatî jiyan bike, di fikir, zikir û çalakiya xwe de vê rastiyê pêkbîne ew dem mirovê xwe bigihîne, azadî û heqîqetê. Çawa ku em dibêjin Serokatî rast fêmkirin, rast pêkanîn û rast jiyankirin, jiyan bixwe ye. Ji bo vê Serokatî jiyan bi xwe ye. Ji xwe yê ku li hember komploya navnetewî helwest danî raber kirin û girêdanbûyîna xwe ya Rêber APO re da diyar kirin rêheval Rojbîn bû. Wê demê heval Rojbîn fermandara taximê bû, heval Bermal jî fermandara tîmê bû. Têkilî û rêhevaltiyê wan bi hevre gelek binirx bû. Birastî jî heskirina wan ya bi hevre li ser bingeha zanabûyîn û ruhê PKK’ê bû. Tevahî têkoşîn û berxwedaniya min ewe ku ez di tevahî jiyana xwe de layîqê wan hevalan derbikevim û weke wan her tim bi ruhê fedaîbûyînê bijîm.

Cardin bîranîninekê min bi heval Abbas re heye ez dixwazim wê bîranîna xwe jî bi were parvebikim. Gava ez hatim jî em derabasê cihê şervanên nû bûn. Gelek heval ji qada Rêbertî hatibûn, heman demê de heval perwerdeyên leşkertî didîtin. Gava em derbasê kampa hevalan bûn, kes nîn bû ji ber tevahî heval çûbûn perwerdê. Zivistan bû hewa gelek sar bû, ez bixwe jî sermayê ketibûm. Ji bo wê derbasê mangê bûm. Demek şûn de ji derve dengê hevalan û qelebalixek hat, min jî meraq kir ez derketim ji derve. Min dît ku heval Abbas hatiye, gelek heval jî pêrene û hen heval jî çayadan girtine li ser agir çay çêdikin. Ji ber ez sermayê ketibûm, ez kuxiyam heval Abbas jî min meyzekir û ji min re got; “hevala ciwan ka were vir.” Bi gotina heval Abbas re ez çûm gel. Heval Abbas xêr hatin li min kir, navê min pirsiya û got tu ji kuderê beşdar bûyî. Min jî got ez ji Îstanbûlê beşdar bûme. Heval Abbas ji  min re got; “tu ji dibistanê veqetiya û hatî?” Min got; “na ez ji konfeksiyonê veqetiyam hatim.”Min heval Abbas nasnedikir, heman demê de ez gelek rehet jî bûm. Heval Abbas ji min re çi digot min bersiva wê dida, ji ber ez gelek rehet nêzî rêhaval Abbas dibûm ji bo wê  heval Abbas jî gelek kêfxweş dibû. Hevalên ku gel disekinin jî gelek ecêvmayî mabûn. Hevalek jî kêleka heval Abbas çend metre şûn de sekinî bû. Her tim ji min re nîşaneya bêdengbûyînê dida diyarkirin. Ew nêzîkatiyê wê hevalê min aciz dikir. Ez ketibûm di nava jiyana xwe de min yek bi yek ji heval Abbas re vegotin dikir, di xebatên ciwanan de çi heye nîne, me bi çi awayî kar dikir û hwd. heval Abbas jî min guhdar dikir,carna em bi hevre dikeniyan, carna jî heval Abbas di got min guhdar dikir. Lê ew heval jî her ji min re nîşaneya bêdengbûyînê dikir. Êdî min jî xwe ne girt û min got;

-          Heval ew çî ye, tu çima wisa dikî, ma qey tu şêtî, ez gelek rehetsiz dibim nêzîkatiyên wisa?

Min dît heval Abbas lê meyzekir û keniya, ji min re jî got; “tu wê hevalê guhdar neke, êê cuda te çi dikir, di nava xebatên ciwana de çi heye çi nîne, ciwan xwe perwerde dike, di xwîne an ne? Di wê demê de “Yurtsever Gençlîk” hebû kovara wê ya bi navê “Zûlfîkar” hebû, birastî jî me ne dixwand tenê me belav dikir. Weke rojname jî ya bi navê “Demokrasî”piranîn dihate xwandin. Bi gotina heval Abbas re min jî got; “na me kovar ne dixwand lê rojnameya bi navê “Demokrasî” piranîn dihat xwandin. Heval Abbas jî bi kêfxweşî got; “ya rojnameya Demokrasî heye ew derketiye?” Ji ber min wisa dizanî ku, mirovê welatparêz, yê demokratîk û şoreşger tevahî wê rojnameyê dixwînin, bi pirsa heval Abbas re ez matmayî mam. Min got; “ma qey agahiya wê jê nîne kengê derketiye?” heval Abbas jî bersiv da û got; “na agahiyê me nîne, ma qey kengê derketiye?” Wê demê min jî got; “ooo agahiyê we cîhanê nîne, ew rojname zû de derketiye.” Bi vê gotinê re heval Abbas keniya gava heval Abbas kendiya me jî bi dest ken kir.

Li ser vê mijarê re gelek dem derbas bû, em ketin operasyona Zapê de. Tevahî heval ev bûye ra ku me bi heval Abbas re jiyan kiriye bihisti bûn. Ji bo wê heval gelek min meraq dikirin. Di gotin ev Gûneş kî ye ji heval Abbas re gotiye agahiya te ji dûnyayê nîne. Gava heval Abbas jî civîn çê dike, di tevahî civînên xwe de di got; “pêwîste em pêvajoyê baş bi şopînin, ew roj hevalek ji Îstanbûlê beşdar bûbû me rexne dikir di got agahiya we ji dûnyayê nîne.” Piştê ku min heval Abbas naskir şûn de, gava gotinên min dihatin bîra min, ew dem min gelek şerm dikir. Di wan deman de operasyona Zapê ya ku neyar navê “Sandevûç”lê kiribû di sala 1997’an de destpêkir. Ew operasyonek gelek dijwar bû, di wê demê de gelek heval şehid ketin, pirsgirêka erzak derket. Ji xwe operasyona min ya yekemîn bû, ji bo wê di min de jî heycan, tirs û hestên ne diyar xwe didan der. Heya wê rojê jî kîn û nefretekê min li hember neyar nîn bû. Lê gava ez beşdarê operasyonê bûm, birastî jî neyar gelek hov û bi dijwarî li ser me de dihat. Nedihişt ku em henaseyek bigrin. Cardin gelek heval li gelmîn şehîd ketin. Bi taybetî jî heval Canda Tirk bi hawanê şehîd ket. Gava min wan kêliyan dît wê demê hestên min yê li hember neyar gelek cuda bûn. Wê demê heskirina min ya li hember hevaltiyê zêdetir bi wate û kûrtir dibû. Kînê min yê li hember neyar gelek dijwarî pêşket. Heman demê de hestê tolgirtinê gelek zêde dihat jiyan kirin. Di zor û zehmetiyê de, tengasiyê de girêdanbûyînek gelek binirx tê avakirin. Heman demê de rastiya rêxistin û PKK’ê mirov zêdetir fêm dike, nirxê wê baştir di parêze. Ji ber mirov dikeve wê fêmkirinê de ku PKK’ê di kîjan zehmetî û zoriyan de derbas dibe. Hestê, hevalê xwe parastin, jiyana xwe parastin zêdetir dibe, gava rewşek jî çêdibe, mirov dibêje bila tiştek ji hevalê min neyê bilamin were. Ji bo ku mirov êşa hevalê xwe jiyan neke û nebîne her tiştê dike. Di min de ezmûnên şer û jiyanê gelek pêşket. Di wê demê de gelek cara ez bi xwe jî ji mirinê felitîme lê min ne dizanî ez çawa xilas bûme. Ji ber obîs û hawan gelek li keleka me diket.

Piştê ku operasyon dawî bû tevahî heval derbasê Çemço bû. Tevahî hêzên herêma Zagros û Zapê li Çemço kombûbûn. Li wir heval gotin wê heval Abbas were. Heval Abbas di wê demê de gelek hişk bû, di aliyê leşkerî de tu carî tawîza ne dida. Gava heval Abbas civîn çêdikir piranin heval li ser linga disekinî bi seatan em li ser linga diman, civîn jî piranîn bi seatan domdarî dikir. Tevahî heval di torenê de benda heval Abbas bû, min jî di dilê xwe de digot; “ez hêvî dikim ku heval Abbas min nasneke.” Ew dema ku min yekem car heval Abbas dîti bû dihat bîra min û min şerm dikir. Min ji xwe re digot; “na na heval Abbas min nasnake.” Gava heval Abbas hat yek bi yek silav da hevala, çawa hate gel min silav da min û got; “ooo heval Gûneş tu van deray?” Min jî bersiv da; “raste heval Abbas em di nava şerekê gelek dijwarde bûn, gelek heval şehîd ketin.” Ji ber ez gelek hestiyar bûbûm, bûyerên ku min dîtin jî cara yekem bû, ji bo wê hema çawa heval Abbas pirs kir min dilê xwe jêre vekir. Her kes me meyze dikeû şaş mane, dibêje ev kî ye, heval Abbas di torenê de pêre qise dike. Piştre heval Abbas destê xwe milê min da û got; “başe başe heval Gûneş, baş xwe meyze bike, baş xwe bi parêze, li vir rojnameyên me nîne lê hewan gelekin.”

Kategori: Biranînên Gerîla