Tirkî  |  Erebî

 خواطر كردي1 2017Hevpeyvîna bi rêheval Hêzil Ozgûr re li ser Wêneyê ku bi Rêber APO re hatiye kêşandin.

STAR

Wêne ya dîrokî ya ku we bi Rêber APO re kişandî bûye bingeha jiyana we. Hûn dikarin ji me re behsa kêliya ku ev wêne hatiye kişandin bikin?

 

Birastî dema ku ev kêlî di dilê min de, fikrê min de zindî dibe, ji bo min gelek zor û zehmet dibe. Di milekî de ez xwe pir bextewar dibînim, ji ber me bi hev re ev wêne kişand, di milekî din de jî kêliya qutbûyînê bû, yanê dîtina me bi Rêber APO re dibû ya dawî. Ji bo wê jî, hem qutbûyîn û hem jî hembêz kirina Rêber APO re van hêstan di nava hevde jiyan kirin gelek zor û zehmet tê. Ji ber bi Rêber APO re jiyan kirin û li gel wî perwerde dîtin, şêwazê jiyana Serokatî dîtin di dilê tevahî hevalan de bûye hesret. Bi taybetî hevalên ku şehîd bûne ji bo wan her wek xeyalek an jî xewnek bû. Birastî dema ku mirov behsa Rêber APO dike, di wê kêliyê de ew heval têne bîra min û ji bo min gelek bi êş dibe.

Serok APO herdem digot; "ez Rêberê vê tevgerê me, gelek şervanên min beşdar bûn. Her yek ji wan bi hesreta dîtina min bû. Lê di demek pir kin de şehîd dikevin û dibin rêwiyê azadiyê, ev jî ji bo min gelek zehmet dibe.” Digot; "gelek zore ku şervanên vê tevgerê Serokê xwe nebînin û şehîd bikevin. Di aliyek din de jî, ji bo min jî gelek zor dibe dema Serokek şervanê xwe nebîne û agahiya şahadetê wan bibîhîze.” Birastî jî xeyalê Rêber APO ew bû ku tevahî hevalan bibîne û nas bike. Lê belê, şert û mercên tevgerê dest neda tevahî heval Serok APO bibîne. Dibe ku her yek ji me dixwast ku Serok APO yekser bibîne, hembêz bike, bi rûne bi hevre nîqaş bike. Lê biruxmê vê jî, ez tim bi vê yekê bawer bûm ku her hevalek ji me wek ku her dibin baskê Serokatî de xwe dibîne û bi vî awayî bi Serok Apo re jiyan dike.

Ez bi xwe demek li qada Serokatî mam. Bi qasî salekê, hem li mala Serokatî û hem jî di saha perwerdê de. Birastî ne hêsane ewqas dem bi Serokatî re jiyan kirin. Ji ber di milekî de barek pir mezin dikeve ser milê min û di milek din de ewqas bîranîn di dilê xwe de hembêz kirin bi serê xwe dibe dîrokek. Ez dikarim vê yekê bi hêsanî bêjim ku di tevahi jiyana min de, ya ku bû sedem jiyana min bi wate bibe û dagirtî derbas bibe ew sala ku ez li gel Rêber Apo mam bû. Birastî bingehek mezin bû ji bo min. Ji ber ku min weke jin ne dîroka xwe ne jî hebûna xwe nasnedikir. Lê piştê ku ez çûm saha Serokatî  fêrî vîn, hebûn û dîroka xwe bûm. Dema ku mirov bedewiya jiyanê fêm dike, ji bo çi jiyan dike nas dike, li ser çi esasî têkoşîn dike fêm dike, di wê kêliyê de mirov asta têkoşînê zêde qîmet didê û bilindkirina wê zêdetir bi wate dibe. Ez dikarim vê yekê pir rehet bêjim ku ji bo min bû bingeha gav avêtineke pir mezin.

Tu carî em ne difikirîn ku emê rojekê ji Rêber APO qut bibin. Ne tenê ez, tevahî hevalên ku di qada Rêber APO de perwerde didîtin vê ne difikirîn. Lê Serokatî tevahî hevalan ji bo rojekê wisa û têkoşînek pir mezin re amade dikir.  Ango Serokatî dixwest tevahî heval bi vîna xwe li ser lingê xwe bisekine û bi xwe, xwe bi rêvebibe. Cardin Serokatî tevahî hevalan di aliyê fizîkî de jî ji hevqetînê re amadedikir.

Birastî gava mirov li gel Serokatî bû, ne tenê ez tevahî heval jî me gelek xwe di ewlê de hîs dikir. Li gel Serokatî mirov dikeve ferq û zanabûna hebûna xwe de. Her wiha gava kêliyên mirov yên hatina welêt çê dibe ew dem jî ji Rêber APO veqetin di mirovan de hestên ku  tu nikare pênaseyên wê bike avadibin. Di min de ev hestana gelek xwe didan pêş. Birastî jî ji bo min gelek bi êş bû.

 Rêber APO tevahî hevalan ji bo pêvajoyên awarte amade dikir û li ser vê bingehê jî analîzên wê çê dibûn. Piştê wê jî soza ji bo çûyîna welat digirt. Wê demê jî Serokatî ferq kiribû ku ez di aliyê psîkolojî de ne rehetim. Di min de heycanek bê pênase xwe dorpêç kiribû. Ji bo vê Serokatî min hişt gruba herê dawî. Her tim bi min re nîqaş û analîzan pêşdixist. Ev eleqedarbûyîn her berdewam kir heya ku min xwe di aliyê ruhî û fizîkîde temam hîs kir. Ji bo derbas bûna me ya welat. Gelek heval hestiyar bûn, bi hesret li Serok dinêriyan û gelek heval jî tenê hatin Serok dîtin û soza xwe girtin ji bo derbasî welat bibin. Birastî ji bo her hevalek wêneyekî wê/î cûda hebû. Ya min jî pir cûda bû, ji ber ku min Serokatî hem di zarokatiya xwe de dîtibû û hem jî beriya ku ez werim welat ez li gel Serokatî mam. Ji bo wê bû ku ev dûrketin û qûtbûyîn ji min re gelek zehmet dihat. Lê belê, êdî dem hatibû ku em her yek derbasî welat bibin û li ser erka xwe bisekinin. Serokatî gazî min kir û got; “êdî dem dema çûyîna ser erkê xwe ye.” Ji min soz girt û xatir ji min xwest. Birastî di aliyekî de ez kêfxweş bûm ji ber ezê derbasî welat bibim, bi evînek mezin tevlî şer bibim xwe di her aliyekî de pêşbêxim. Derfetek pir mezin bû ku ez weke jinekê vîna xwe û nasnameya xwe nas bikim û hêza xwe ya cewherî derxim holê. Di aliyê din de jî di min de hestiyar bûyînek jî dabû avakirin. Rêber APO her tim vê pirsê ji me dipirsiya û di got; “Ez mirovek çawe me, hûn çawa li min mêyze dikin an jî hûn min çawa digirin dest.” Tişta ku min di kesayetiya Serokatî de dît min xwe tê de qanî jî kiribû û got jî; “Serokê min; ez di kesayetiya we de azadî dibînim.”

Ez bi vê yekê bawerim û hêvîdikim ku wê rojek were emê Rêber APO bibînin. Ji ber tevahî heval bi hêviyek mezin benda wê rojê ne. Ew roj wê misoger bibe jî. Raste têkoşîna me, şerê me gelek dijware. Gelek heval bi Rêber APO re rojane jiyan kirin û bi ser bilindiyek pir mezin çûn şer kirin, heta ku gihîştin asta şahadetê. Dîsa dikarim bêjim ku di dîroka têkoşîna min de, ez wan roja tenê wek bîranînek jî nagrim dest. Ji ber ku kesayetiya min li ser wê hat avakirin û di her kêliyekê de bi min re jiyan dikin. Bi hevalekî re nîqaş kirin, hevaltî kirin wate dayina jiyanê û têkoşîn kirin, êdî ji bo min bûye pîvanek exlaqî, wîjdanî di jiyana min de.

Hûn dikarin gotûbêjên ku Rêber APO bi were pêşxistiye û herê zêde jî li ser we bandoriya xwe daye çêkirin bi mere parve bikin?

Gelek vegotinên Serokatî yên ku li ser min bandoriya xwe daye çêkirin hene. Tê bîra min şevek ez û hevalek em nobedar bûn. Seat 12 şevê bû. Şev tarî bû û li ezmanan jî stêrk tijî bûn. Ji ber cihê ku em lê diman derveyî bajêr bû, em di malekê de bûn. Rêbertî derket ji derve ji bo ku di nava baxçê malê de  ji xwe re bi meşe. Gava ku em dîtin ber bi me ve hat em rabûn ser lingan. Ji me navê me û em ji ku derêne pirsiya. Piştê wê jî ji me re got; “sebra we heye.” Me jî got; “raste Serokê min.” Serokatî got;  “Sebir ji bo mirovek şoreşger pir girînge. Ger sebra wî nebe nikare şoreşê mezin bike. Her wiha ger ku sebra min jî ne bûya minê nekarîba şoreşê bênim vê astê. Ji ber ku ez bi sebir nêz bûm ji bo wê ez îro serdikevim. Tevahî hedefên ku min dabû pêşiya xwe ez pêktînim. Ji ber vê yekê pêwîste sebra we jî hebe.” Piştê van gotinên xwe heyvê meyzekir û got; “hûn heyvê dibînin.” Me jî bersiv da û got; “raste.” Serokatî cardin got; “ez di nava vê heyvê de veşartî me. Ev ronahiya min e, ez ronahî didim her derê. Hûn li kuderê dibin bibin gava ku we heyvê meyzekir bila ez werim bîra we. Lê belê,  pêwîste her jinek jî xwe wek vê bibîne. Ez jî çiqas li vê heyvê mêze bikim, ezê we tê de bibînim. Pêwîste her jinek şewqa xwe bide her derê.” Ew şev ji tevahî şevan cudatir derbas bû.

Cardin wêneyekê min yê di malê de heye. Her kes nêzîkatiyê Serokatî yê li hember xwezayê baş dizane. Îro jî dema ku Rêber APO di bêje; “şoreşa jin şoreşa gula ye,” ev tê wê wateyê ku Serokatî hîn di wan sala de ev tişt xisti bû rojeva me de. Lê belê, Serokatî tiştek bê bingeh dest pênake. Ji ber ku vê yekê di bîne û bi vî awayî ev wek felsefe dest digre û bi wê awayî jî datîne pêşiya me. Mala ku Rêber APO û tevahî hevalên ku ji bo lêhûrbûyînê li wir bûn baxçeyekî wê ya gula hebû. Tevahî hevalan dizanî ku Rêber APO ji qut kirina çîçeka heznake. Ji bo vê di got; “gul di cîhê xwe de xweşe." Lê, me ev rîsk da ber çav û me bi hevalan re nîqaş kir ku emê hinek çîçekan jêbikin, ji ber Serokatî wê biçe. Me di zanî bû ku wê Serokatî ev nêzkatî rexne bike, lê me xwest wek bîranîn ji Serok re bimîne. Birastî me ji her rengan gul jêkir û me bir ji Serokatî re. Gava me vê kir jî me xwe ji bo rexna jî amadekiribû. Lê Serokatî bi şeklek cûda pêşwazî kir, gelek kêyfxweş bû heta bi wan gulan re wêneyek kişand. Serokatî her çiqas di hûndirê xwe de hezim nekir be jî, lê di aliyekê de jî ne xwest dilê me bişkîne. Birastî ev di me de kêyfxweşiyek gelek mezin da avakirin ji ber di encamê de Serokatî qebûl kir. Piştre Serokatî wan gulan bi xwe re dibe dibistanê  bi xwe re wan gula di be dibistanê û nîşanê tevahî hevalan dike. Ji hevalan re dibêje; “ev çîçek hevalan dane min.” Piştê wê me ji bo xwe kir rêgezek ku em tu caran gula jê nekin. Bi taybet cihê Serok lê dijî, ji ber ku li wir pergala Rêbertî heye. Pêwîste her yek ji me vê yekê pêkbîne.

Di dawiyê de hûn dikarin ji bo vê hevpeyvîna me hestên xwe bi me re parvebikin?

Ji ber mijar Serok APO ye û têkoşîna me ya ku bi sala ne hatiye meşandine, ji bo azad kirina Rêbertiye. Neyar dixwaze me fêr bike ku em bê Serokatî jiyan bikin, gelê Kurd bê Serokatî jiyan bike. Lê em vê mijarê tu carî hezim nakin. Em tu carî jiyanek bê Serokatî na fikrin ji xwe jiyanek bi wê awayî jî nîne. Êdî sebra me nemaye. Emê Serokatî ji esaretê derxin. Çi tiştê giranbiha hebe emê feda bikin. Serokatî tevahî jiyana xwe ji bo me û gelê Kurd feda kir. Êdî sebra me nema, asta têkoşîna ji her deman zêdetir bilind bûye. Tu demê me nema ku em vala derbas bikin. Pêwîste vê rastiyê her kes bibîne. Dem dema serkeftinên domdarî destxistinê ye.

Kategori: Biranînên Gerîla