Tirkî  |  Erebî

Ji pênûsa gerîla

BIRANIN COTMEH

 Sal 29’ê Berfenbara 1991’an, berê sersala 1992’an bû. Me xwe ji peywireke nû re amede dikir û ev peywir jî ji bo min pir girîng bû. Zivistan bû, xweza dinava guherandinê de bû û xwe ji zayîneke nû re amede dikir. Di hem wextê wê de em ji salekê diketin salekê nû. Xweza û jiyan bi hevre hemwateyê guhertinê bû.

Ev guhertin agahiya zivistaneke bi sir û seqem ku xwe li ruyê me dipêçe, wê bi xwere bihara gul û kulîlkan, serhildêriya berfînan bîne. Zor û zehmetiyên vê zivistanê, vê carê xwe ji dayîkbûna hevdîtineke nû re amede dikir. Wê xwe di ezmûna destpêkekê de derbaz bikira. Lê wê ev hevdîtin çi be, yek min û yek jî berfa hûr a ku di wê zivistanê de bi awayekê nazenînî dadiketin li ser rûyê xakê, dizanî bû. Wê hevdîtina min a bi Rêbertiyê re pêkbihata.

Hîn ez di salên xwe yên ku min dibistana amedeyî dixwend debûm. Dema ji dibistanê vegeriyam, bi lezgînî hevalan bang li min kirin ku xwe bigihînim wan. Wezîfeyekê hebû, lê belê bi awayekê vekirî ji min re ne hat gotin, bê ka ev wezîfeya ku ez bi ser de biçim wê çi be? Ji ber wezîfeyeke veşarî û nepenî bû. Tenê hevalan ji min re gotin; “em ê te bibin cihekê, tu yê wê demî bizanibî tu yê herî kuderê.”

Ez bûm rêwiyê rêyekê ku nizanim bi kude diçim. Bi vê agahiyê hem ez pir keyfxweş bûm û hem jî hestên tirsê bi min re çêkir. Ji ber ku ji min re tiştekê destpêk bû. Li aliyekê ez ê bi kude biçûma, mereqdariyekê mezin bi min re çêdikir. Dinava hestên xwe yên bi vî rengî de, bi rêwîtiyekê dûr û dirêj, em gihiştin malekê li Helebê.

Dema ku ketim hundir û rûniştim, min dît ne ez tenê me li wê malê. Xwendevan hebûn, dayîkên hevalan hebûn, dayîkên şehîdan hebûn û pir kesên din.

Di warê welatparêziyê de nas kirinekê min ji hevalan re hebû. Min di eniya ERNK ya xwendevanan de xebat dikir. Piştî em ketin hundir ji nû de ji mere rave kirin û gotin; “Serokatî tê, hunê Serokatî bibînin.”

Dema ev agahî ji mere hate dayîn, weke ku ji nişka de avekê sar bi ser min de were rijandin, ewqasî di cihê xwe de veciniqîm. Di cîhanê de tişta herî behît (mucize) hevalan diyariyê min dikirin. Kelecan û ji coşê xuhdanê di eniyên min de avêt. Bêyî ku dereng bimînim, min hema di wê kêliyê de dixwest Serokatî bibînim.

Di sala 1988’an de nas kirina min a ji PKK re çêbû. Têkiliyên min yên bi hevalan re hebû. Min hem weke tekakes nivîsandinên Serokatî dixwendin û hem jî hevalan di civînan de ji mere dixwendin. Weke din jî min Serokatî bi deng, di kasetên wî de dîtibû û her wiha bi wêneyên cur be cur jî min Serokatî dîtibû. Lê belê, yekser dîtîna min a ji Serokatî re ne hatibû çêkirin. Ev hevdîtina min a yekem bû, bi Serokatî re bi hata çêkirin.

Dîtina Serokatî ji min re xeyalekê bû. Xeyalên me yên weke parçeyên din yên Kurdistanê wê pir zor pêk bê, ne bi wî rengî bû. Kêm be jî di parçeya Rojavayê Kurdistan’ê de me xwe nêzî Serokatî didît. Herî kêm me dizanî bû, em bi Serokatî re di heman qadê dene. Lê belê cardin jî hertimî weke xeyalekê di dilê min de mabû. Min ji xwere hertimî digot; ‘‘ez hîn biçûk im, ez pêşneketime, baweriya min nîn e heval bihêlin ez Serokatî bibînim’’.

Dema ji me re gotin wê Serokatî were hunê bibînin, ew hestên min di wê kêliyê de jiyan kiribû, heya niha jî nikarim bi lêv bikim.

Em runiştîbûn, dengê Serokatî ji nişka de ji qorîdora malê hat. Serokatî di wê kêliyê de derbazî hundir dibû. Dengê Serokatî jî pir bilind bû, bi hevala re diaxivî û bi vê re Serokatî kete hundir.

Ez wê demê 18’e salî bûm. Di vê temenê xwe de, tişta di vê kêliyê de di destpêkê de ket bala min, min ji xwere got; “Serokatî weke yê di wêneyê deye.” Min vê gotinê bi çi rengî ji xwere kir ez nizanim. Ji bo me hemuyan jî wisa ye. Em ji xwere dibêjin, ecaba cudahî dinavbera yê wêne û yê zindî de heye? Ev ferq hertimî weke nakokiyekê di serê me de dimîne. Yê min jî bi vî rengî bû.

Serokatî hat silav da û me jî Serokatî himêz kir. Em li erdê runiştibûn, ji bo Serokatî jî cihekê hatibû amede kirin, lê Serokatî li wî cihî ne rûnişt. Li cem dayîkan, li ser sungerê rûnişt. Ev dilnizmiya Serokatî pir bala min kişand. Serokatî bi nêzîkatiyeke pir dilnizm û li gorî pêdiviyên çanda Kurdîniyê tevgeriya. Bêyî ku ferqekê têxe dinavbera xwe û gel de, li cem wan runişt.  

Bi vê rûniştinê re, Serokatî bi dem dirêjî hem gotinên xwe rêz kir û hem jî rexneyên xwe pêş dixist. Bi gotinên xwe yên bijare, bi xitabê xwe yê dilê mirovan qezenç dike, hêz dide, hevî dide, ne mîsoger bû ku mirov bê bandor ne bibûya. Mirovan dinava heyraniyekê de dihêla.

Rexneyên Serokatî di hîmê mijarên ‘‘hun dayîk in, xebatkar in, çima rêxistin û xebat pêşnakeve’’ de berdewam dikir.

Dema Serokatî di axivî, ya rastîn jî qet bala min ne diçû li ser nêrînên wî. Ji ber bi heyraniya ez ketibûm nav, di hemwext de min dinava matmayînekê de jî hêla bû. Çavên min li ser awirên wî yên dijwar, dema diaxive de li tevgerên dest û rûyê wî de eliqî mabû. Bi çavekê zexm vekirî, bala min tenê li ser dîmenên Serokatî mabû. Gotinên wî pir bala min nedikişand.

Dibe em weke qadro têkiliyên me yên bi gel re heye, em eleqeyekê pir mezin jî ji wana re didin nîşandan. Lê dema dor di hat têkiliyên Serokatî yên bi gel re, hişmendiya mezin a ji gel re dida nîşandan, min dîsa jî digot; “Serokê şoreşekê ye, çawa dikare bi dem kurtî, an jî bi civînekê ewqas kes li derdora xwe kom bike?” Ev hertimî weke pirsekê di hizra min de bû.

Gelê me li her çar pareçeyên Kurdistan’ê û ji derveyî welat heye. Gelê me di erdnîgariyekê pir berfireh de bi cih bûye. Bi ruxmê hêjmara ewqasî zêde jî, çi di qadên şer û çi ji yên xebatê de, Serokatî hemû hevalên şehîd û yên xebatkar, di anî bîra xwe û nirxandin li ser dida pêşxistin.

Piştî Serokatî gotina xwe qedand, xwest kesên ku di civînê de amedene, nas bike. Serokatî ji dayîkekê pirsî “navê te çi ye, tu ji kîjan gundî?” Dayîk jî Serokatî bersivand. Pişt re dayîkê ji Serokatî re got kurê min şehîd e.

Dema dayîk navê kurê xwe yê şehîd got, Serokatî jî dibêje; “rast e, kurê te di 22’yê Avrêlê li filan cihî şehîd ketiye.”

Ew bûyera ku kurê wê dayîkê tê de şehîd ketiye bi çi rengî bûye, kîjan heval di wê çalekiyê de şehîd ketine, ji dayîkê re got.

Ev gotinên Serokatî yên ji bo dayîkekê girêdaneke mezin dide çêkirin. Ev jî dide nîşandan ku tevgera azadiya gelê Kurd şehîdên xwe ji bîr nake û şehîdên xwe winda nake. Dayîkan jî bi vê şiyarî û hişmendiya Serokatî hêz û coşekê mezin girtin.

Tiştê di vir de bala min jî kişand, min ji xwere got; “bi hezaran şehîdên me hene, bi çi rengî hemû di hizra Rêbertî de maye.”

Di aliyê din de jî dema ku mirov dinêre, wan hevalan destanên nayên ji bîr kirin nivîsandine, bûne pirtûk di hişê me de. Bi hevokên xwe bûne wateya pêşdîtîna rojên hêviya serkeftinê. Ji lewra nayên ji bîr kirin.

Di civînê de hemû dayîk bûn. Bêyî ku bibêjin em dayîk in, zarokên me hene, hemûyan ji Serokatî daxwaz kirin, berê xwe bidin çiya. Hinek dayîk hebûn temenê xwe 35 salî bûn. Lê bes zarokên xwe hebûn û xebatkar bûn. Lê dayîk bêyî ku bikevin xema mal û zarokên xwe, Serokatî karî bû dilê wana qezenç bike. Dayîk tenê ketibûn vê ferqê, jinên bi felsefeya RÊBER APO re rabe, were girêdan pêwîst dike berê xwe bide çiya. Bi vê evînê daxwaz û nêrînên xwe dianîn ziman. Lê belê, Serokatî vê daxwaza wana nepejirand. Serokatî ji wana re got; “zarokên xwe, mala xwe bi exlaqê welatparêziyê mezin bikin, xebata dinava gel de pêşbixînin, bibin milîtanê gel, zarokên xwe têxin milîtanê rêxistinê, ev ji bo şoreşê bes e.”

Van gotinên Serokatî jî pir balkêş bûn. Ji bo avabûna rêxistin û şoreşê kî çi qasî û li kuderê dikare xebatê bike, çi wezîfe jê tê xwestin bila bike. Tenê xebatekê rast û ji dil be, ji bo avabûna şoreşê bes e. Ev nêzîkatiyên Serokatî jî pir bala min kişandin.

Dema Serokatî derket, em piştî wê derketin. Lê ji bo min heya pêvajoyekê pir dirêj jî, ev dîtina min a ji Serokatî re weke xewnekê bû. Min xeyal nedikir ku ez ê rojekê Rêbertî bi vî rengî bibînim. Ez roja din çûm dibistanê, min tiştekê ji dersa xwe ya wê rojê fêm nekir. Mamoste diaxivî, min jêre digot; “te Serokê min neditiye, ji bo vê tu wisa dersê didî.”

Hevalên min yên Ereb û ji netewên din jî hebûn. Wê rojê tenê ez bi xeyalên xwere mabûm, min bi xwere jiyan dikir ku bibêjim, ev dîtina min ne xewn e, rastiye. Sal li sere derbaz bûn, lê hîna jî min digot ew himêz kirina min a ji Serokatî re xeyalek bû. Tiştên Serokatî di wê civînê de gotibûn, heya niha jî nayê bîra min. Ji ber bala min hertimî li ser dîmenên Rêbertî mabûn.

Herî pir dîmenên Serokatî, dilnizmiya wî, runiştin, ken, nêzîkatî û gotin, balkêşiya wî, bala min dikişand.

Ewan rojên hatibûn jiyan kirin, hertimî weke şopekê di quncika dilê min de maye.  Giyana pîroz, vîna bêhempa, bawerî û biryara danîna bingeha jiyana azad, di vê hevdîtina min a ji Serokatî re xwe kir taca pêşerojê. Hertimî li ser vê hêzê meşiyam.

Bê guman ne rojên ku bi çend hevok, yan jî bi peyvan were bi lêv kirine. Hestekê tenê tê jiyan kirine. Ev rêxistin di pêşengtiya RÊBER APO û hemû şehîdên me de, bi ked, têkoşîn, xuhdana salan, kevir li ser kevir di hîmê cîhaneke nû de bilind bû. Ango geşbûna tekoşîna îro, tovê wan rojên hatine jiyan kirine. 

Kategori: Biranînên Gerîla