Tirkî  |  Erebî

BIRANIN GERILA ILON
Kêla Memê bi bilindahiya xwe di warê Botanê de dilekî çêkiri ye. Bi dîmenên xwe yê xweşik di dilê herkesîde cihekî taybet daye çêkirin. Berfa bi salan ku bariya ye, ji ser qeraxê quntarê vê Kelê kêm nedibû.  Di wê havîna germ de me berfa par tam dikir. Berfa di dilê me hênik û westan bûna me ji holê radikir. Di gelek rojên me de cihekî cuda dida azakirin. Li ser Kêla Memê di havînê de hîna giyayên nazik li ber bayê dilan digirtin.
Gulên li ber keviyan, berfa cur bi cur bûn, dewlemendbûna gulên biçûk li ser gêrîla gelek bandor dikirin.

Di germahiya Tebaxê de em ji çalekiyan dihatin û çalekiyê me gelekî bi serkeftî derbas dibûn. Heta em gihabûn cihê xwe  em pir westiyabûn lê piştî avekî wekî qeşayê me vedixwar hêdî westanbûna me ji holê wenda dibû.

Piştî çalekiyê, rojek nû bû, hîna nû şewqa tava mîna xeta pênûsa cur bi cur dihatin xuyakirin. Rojekî wisa xwerû, paqiş de dengê guleyan hatin li ber guhê me, em hemû bi carekê de amade bûn û bi çalak em beziyan ser girê bilind. Hîna nû neyar girek girtibûn. Em û neyar ketin nav pevçûnek pir dijwar de. Piştî çalekiya me ya serkeftî neyar ev ranegirtibû û operasyonek berfireh destpêkiribû. Armanca vê operasyonê çalekiya me vala derxistin bû. Bi vê armancê ketibû dû me. Çalekiyên me ew har kiribûn, bi vê bê amaniyê bi sermede dihatin. Di wê germahiyê de bi ser rûyê me de agir û pêt dibariya. Bi carkê re dengê du hevalên me yên jin hat. Ev deng dengê me hemûya birîn kir. Bi dengê wan agir li ser singa me ket....  Hevalek bi lehengî û mêrxasî şehîd ketibû û hevalek din jî birîndar bibû. Ew hevala şehîd bandorekî bi şewat li ser min çêkiri bû. Min bi herdu çavên xwe lê temaşekir û agir bi dilê min di ket. Min bi şahadeta wê hevalê bawer nedikir. Rastiya ku hatî jiyankirin bi min zor dihat. Bi vê dilşewatiyê û hêrsa tolhildana hevalên xwe em bi ser neyar de çûn. Neyar  êdî feleka xwe şaş kir û li rêya revê di geriyan. Heta êvarî me şerekî dijwar kir û piştî wê me êrîşî ser girê neyar kir. Neyar êdî rev bi rev ji girê xwe direviyan û em ketin wî girî me  mewzî girtin.

Dengê guleyan sekinîbû, lê hîna êşa dilê me kêm nedibû. Lê rastîya herî tal jî rastiya me bû. Hebûna şehîda di dilê min de wê bijiya, gengaz bû ku mirov ji bîr bikrana. Ji bîr û ramanê min de derneket, ticarî... Ji ber demê em hestewar bibûn.

Di wê şevê de me pir bi hişyarî li derdora xwe temaşe dikir. Westanbûna me ji bo me ne giring bû, tişta giring hevalê me bûn. Hêdî hêdî sibeh tava rengê mîna gula sor ronahî dida çiyan. Bi carekê de bala min tiştek kişand, ez  matmayî mabûm! Tişta min dît min bawer nekir! Tişta min bawer nekir êdî zindî li ber çavên min bû. Rep repa dilê min ne disekinî, lê pêwîst bû ku ez xwînsar bûma. Di carekê de min got: “radest bibe” leşkerê li pêşiya min ker û lal mabû. Ger min destê xwe bida leşker ez bawerim ku ji tirsa yê bimrana. Leşker destê xwe danîbû li ser serê xwe û li min temaşe dikir. Bi dengekî bilind min got “de bi meşe” leşker bi tirs dimeşiya li ber mevziya, ez jê hatibûm. Di carekê de guleyên li ser serê me mîna teyrokê dijwar bariyan. Dîsa pevçûna me berdewam bû. Ez û leşker me serê xwe tewandibû û ber bi mewziyê ve dimeşiyan.

Leşker ji bo bikeve mevziyê lingê xwe rakir jor lê rep repa lingê wî dihat û diçû, dema ket mewziya em êdî tirsa wî hindekî derbas bû û rûnşt. Gelekî dilê min bi leşker dişewitî ji ber ku ji çavekî xwe birîndar bû û xwîn bi rûyê wî ve hişk bibû. Leşker digot “ ne olursun öldûr beni” çi bibe bila bibe min bi kuje.” Bi wan axaftinên wî ez matmayî mabûm û min nedizanî çima wisa digot. Min ji leşker re got “em mirovan na kujin” leşker şaş ma û ji min re got “ lê hûnê çi jimin bikin? Min jî got “ Em ê biçin cihê me û li wir bijîşkê me ê te derman bik e. Piştî gotinên min leşker hinekî bi tebat bû. Dîsa got “ma bijîşkê we ji çavên min fêmdike?

Min bi dilekî xemgîn got; “ooohh bijîşkê me ji hertiştî fêmdike.” Dema min wisa got tirsa wî hinekî kêm bû. Li ser serê me vîze vîza guleyan dihat û diçû û min jê re got; “dê xwe dirêj ke û betanyê bi serê xwe de bike.” Leşker bi zû betaniye avête ser serê xwe û xwe dirêj kir. Dinava pevçûnê de min gelek nakokî jiyan dikirin, ji ber ku kuştina mirovan gelekî bi min zor dihat û min nedixwest ez bikujim. Dema ku min li hevalekî xwe meyze dikir û guleyên ku li ser serê me re derbas dibû ev rewş min gelek dida fikrandin. Heta êvarê me şer kir, lê me şehîd nedabûn. Birindar û kuştiyên neyar pir zêde çê bibûn. Ji bona me serkeftinek derbas bibû îro. Neyar rev bi rev şûnde diçûn û tiştên xwe şûn xwe de dihiştin, bi dehan çekên xwe yên biçûk,  yên mezin û hinekan çentê xwe avêtibû.  Me hêstirê xwe bi tiştên wan bardikir û bi kêfxweşî me berê xwe dida noqta xwe.

Dema ku me êrîş li ser girê neyar kiribû ew dem ew leşker dilê wî borîbû û di mevziyê de mabû. Leşkerê din jî hemû reviya bûn. Gava em ketin girê neyar de em heta sibehê mabûn.

Leşker ji me bawer nedikir, jibona wê xwarina ku me didayê ne di xwar. Digot “ hûnê min bi kujin.” Bijîşk ji bo birîna wî derzî dixwest lê bide lê nedihişt û disa digot “ hûnê min bikujin” lê piştî çend seatan birîna leşker giran dibû êşa wî hîn zêdetir dibû, ji ber wê jî  neçar ma ku  derzî li xwe bide. Piştî derzî lêdan bawer kir ku em wî nakujin û xwarina me xwar. Dewleta Tirkiye gelek piropagandeyê ne baş ji bo me kiribû û bi vî awayî leşker li me dinêrî. Lê leşker dît ku em ne wisaninin û em mirovan naxwin.

Li ser çiyayên bilind hêlmekî çemidî dida rûyê me û li ser latan şahîn û baz difiriyan. Xum xuma ava çemidî diherikî di dile de. Neyar ne gihiştibûn armanca xwe û wê ti carî negihije armanca xwe jî. Lê neyar çiqasî leşkerên xwe ditirsandin û bi psîkolojiyê wan re dileystin min wê demê gelek baş fêm kir. Cardin jî min mezinbûna PKK’ê dît û carekê din jî aşiqê PKK’ê bûm.

Kategori: Biranînên Gerîla