Tirkî  |  Erebî

Şafak Aryen

meha Tirmeh

Beriya ez derbasê sahê li gel Serokatî bibim ji bo pênaseyê Rêbertî gelek peyv di serê me de hebû. Hevalên ku ji sahê Serokatî hatibûn agahiyên ku me ji wan girti bû hebû lê ev penasene ne weke ku mirov Serokatî bi bîne û nas bike. Ji ber me hem Serokatî zêde nas nedikir hem jî di aliyê bîrdozî, felsefe û jiyanî de asta me ya Serokatî nas kirinê gelek lawaz bû.

Di aliyê şoreşgertî de, milîtantî de û kapasîteya ku em Rêber APO fêm bikin û nas bikin de gelek kêm bûn hebû. Lê ruxmê vê jî me dizanî ku pênaseyên heval ji bo Rêber APO dikirin jî rastiya Rêber APO bi temamî vegotin nake. Ji bo vê jî ji aliyê tevahî hevalên ku diçin saha Serokatî pirsa herê bingehîn jî ji bo Serokatî tê kirin û dinava meraqêde ye pirsa “gelo Serokatî mirovek çawa ne?” Ev pirs çawa ku ji aliyê tevahî hevalan ve meraqe ji bo min jî heman tişt bû. Ya rast jî herê zêde di hişê mirovan de Serokatî herêzêde weke Serokên otorîter nêzîkatî dayîna raber kirin û li ser vê nêzîk bûyîn dihat çêkirin. Wisa nêzîkbûyîn di hişêmirovan de avadibû.

Ew nêzî deh rojbûn em derbasê qadê perwerdêbûbûn lê Serokatî ne amadebû. Serokatî gava hat akademiyê ew dem di tevahî hevalan de heycan û coşek cûda hate avakirin. Ji xwe ji dengê deriyê maşîne heval dizanîn ku Serokatî ye. Her çiqasî di min de heycanek hebe jî lê her wiha tişta ku min ne dizanî jî di min de hestiyarbûyînek jî hatibû avakirin. Ji ber me tevahî hevalên xwe li çiya hiştibû û gelek heval jî şehîd ketibûn. Rêhevalên ku şehîd ketibûn jî piraniya xwe Serokatî dîtibûn. Di tevahî nîqaşên wan de jî heskirin û bêrikirinên ku li hember Rêber APO jiyan dikirin hebû. Heskirina me jî di aliyê Rêbertiyek birdozî û partî zêdetir li ser gotinên hevalên ku Rêber APO nas dikirin pêşketibûn. Her wiha di mirovan de di aliyê hest te giranbûyînek hatibû avakirin. Ji ber gelek heval dixwastin Rêber APO bibînin lê şehîd ketin, gelek hevalên ku Serokatî dîtibûn û şehîd ketibûn di me de di aliyê hest te giranbûyînek dabû avakirin. Bi kurtasî bi dengê deriyê maşîne re bi van hestan re me Serokatî pêşwazî kir. Ji xwe navber hate dayîn û Serokatî kete hûndir. Min hîskIr û ferq kir ku bi Serokatî re enerjiyek gelek mezin kete hûndir. Ev enerjî jî heta dawiyê qet ne hate guhertin heta dawiyê kûrtir jî bû. Min destpêkî de got ji ber me Serokatî nû ditiye di me de heycan û coşek heye ji wê ye. Lê min dît ku ne ji wê ye, ew enerjiya pozîtîf ya ku di Rêber APO de heya dawî avakirine. Di vê wateyede ev enerjî derbasê kîjan cihê dibû yekser bandorbûyîna xwe dida çêkirin. Ev enerjiyekê ku Rêber APO belav dikir bû. Serokatî dahûrandin çêkir mijarên dahûrandinan jî li ser pêşketinên ku di çiya de dihatin avakirin bû, li ser şêwaz, textîk û di aliyê şer de xetimandinên me, pêşketin ne dayîna ava kirin bû. Di roja me ya îro de jî Serokatî van rexneyane dike. Ruxmê ku ewqasî qehremantî ruhê fedaîbûyînê tê jiyan kirin gelek şahadet jî tê jiyan kirin lê pêşketina nayê avakirin Serokatî li ser vê rastiyê re nirxandin pêşxistin. Piranîn Serokatî li me meyzedikir û nirxandinên xwe pêşdixist. Em ji çiya hatibûn. Ji xwe Serokatî got; “hevalên me jî ji çiya hatine.” Serokatî di sahê de emê çawa xwe bigrin dest û nêzî perwerde bibin yek bi yek hêjmart. Ji xwe di Serokatî de weke çandekê hatibû rûnişkandin koma ku ji çiya tên bi Serokatî re xwarin dixwe û civîna hev naskirinê tê avakirin. Di vê çerçoveyê de Serokatî gazî me kir. Ji ber ku di berê de gelek tişt di serê me de hatibû avakirin bi gotinên hevalan ve girêdayî ji bo wê jî me di got em biçin emê wisa nêz bibin, qise bikin û hwd. heval jî gelek mijar ji me re gotibûn ji bo ku em Serokatî re bibêjin, her wiha em gerîlabûn, cardin rastiyek yê Rêber APO hebû ji bo wê jî em çawa nêzîkatî bidin raber kirin me di serê xwe de avakir û em çûn. Lê tiştên ku me di serê xwe de pêşxistibûn zêde pêknehatin. Em çawa ketin hûndir Serokatî got; “heval Şafak tuyî?” Ji ber di çiya de bi rêya destikê mezin re nîqaşên me pêşketibûn lê me hev nedîtibûn. Ew dem ez şaş mam min jî got; “raste Serokê min ezim.” Serokatî got; “keremke were” min kîşand gel xwe, yek bi yek hevalan hemêzkir û xêr hatina wan kir.  Serokatî got; “ez we li ser navê tevahî hevalên gerîla hemêz dikim” û tevahî hevalan da rûnişkandin. Ew dem êdî kêliya hev naskirinê destpêkir, di nava koma me de hem di aliyê temende hem jî di aliyê rû de jî hevalê herê ciwan ez bûm. Serokatî di nava tevahî hevalan de berê xwe da min û got; “çi ji te kirine tu çima ewqasî di aliyê fizikî de ketî?” di wê kêliyê de gelek balkêş bû ku tevahî kêliyên xweş, zehmet yên ku me bi hevalan re derbas kiribû di çavên min de bûn rondik û hatin xwarê. Di wê demê de min bi xwe jî ne dizanî ku ez ji bo çi digrim, min wate ne didayê. Gotinên Serokatî min xistibûn di nava hestiyarbûyînek kûr de. Birastî jî min fêm nekir ku çima dilê min ewqasî di şewite. Gelo min dixwast ez hen tiştan bînim ser ziman ya jî min dixwast ez bêrikirinên hevalan bidim diyar kirin min ne dizanî di nava wê tevlêheviyê de ez digiriyam. Serokatî qet aciz ne bû ez şaşmam. Di encamde ez gerîlayekim prensîbê me ewe ku pêwîste ez xwe rast rêxistin bikim, serwerbûyînek li ser xwe bidim çêkirin.  Di nava jiyana me de şer û nakokî pir kûr û bi lez tê jiyan kirin. Ji bo vê gotinekê Serokatî heye û ddibêje; “êşên xwe birêxistinbikin.” Ger em wisa jiyan ne kin, tevlê ne bin rastiyên ku tê jiyan kirin wê gelek giranbe. Di vê wateyê de li ser hestên xwe serwerbûyîn ji bo me esase. Em ji nêzde hevalên xwe yên ku em bistu çar seatan pêrene şehîd didin, li ser destê me şehîd dikevin ji bo ku em bikaribin vê êşê pêşwazî bikin pêwîste xwedî hêzekê bi zanistbin. Di wê kêliyê de li hember rastiya Serokatî bi vê awayî rewşa xwe dayîna holê re ez gelek aciz jî dibûm ji xwe. Min çiqasî dixwast ez bêdeng bibim jî lê ne dibû. Serokatî wê rewşê fêm kir. Birastî jî di Serokatî de hêza mirov fêm kirin û empatî bi mirovan re dayîna çêkirin gelek kûr bû. Serokatî di wê kêliyê de dibû hêza çareseriyê. Te hîskirin û di wê de jî ji bo ku tu xwe derbas bikî enerjiya xwe ya pozîtîf derbasê te dikir. Ez hêdî hêdî bêdeng dibûm lê gava Serokatî min meyzedikir min cardin destpê dikir. Hevdîtina min ya yekemîn bi Serokatî re wisa çê bû. Min xwe gelek sucdar dît lê Serokatî aciz ne bû bû. Piştê wê Serokatî di xwarinê de got; “ez we fêm dikim ez wate didim êşên we, weke jin hatina we ya van deran hêzek û morelek mezin avadike. Li ser bingeha vê morelê di nava hewildanên xwe avakirinê debin. Ji bo vê jî wê Serokatî li ser esasê hevaltiyek rast di nava hewildanên mezin debe.” Di vê wateyê de Serokatî hêz û bawerî dida avakirin. Serokatî bawerî û heviyek gelek mezin dida avakirin di mirovan de. Ji bo ku mirov rast nêzî xwe bibe, rexne bike û rexnedayînên rast bike û baweriya mirov bi xwe hebe. Ya herê girin jî gelek nirx dida hebûna mirovan. Ji bo Serokatî wateya hebûna mirovan heye, dibe ku te zehmetî kîşandibe, kêmasî te jî hebin, serkeftinên te jî hebin lê tu weke kombûna vane hemûyan bi wateyî, binirxî. Di nava vê nirxê de mijarên ku tu ser bisekinî û guhertin veguhertin ava biki heye. Ger hûn biryar û vîna vê bidin diyar kirin em dikarin bi hevre vê derbas bikin. Peyamê ku Serokatî dabû diyar kirin ev bû. Ji xwe Serokatî bi tevahî nêzîkatiyên xwe de hêza guhertinê dida diyar kirin. Serokatî di mirovan de pêwîstiya xwe guhertin û gava ku ez xwe çêbikim jî wê rastiya min li gor kîjan rastiyê be û encamê wê çawabe bi awayekî şînber mînakek bû. Serokatî qandî ku mirovek gelek çêker, berfireh ango tevahî mirovan digirt di nava xwe lê ewqasî jî bi rexneyên xwe hêzdida û mirovan di afirand. Di tevahî hevalan de ev hest avadikir, di aliyê min de jî kûrahiya hestan di da avakirin.

Piştê wê jî her tim di aliyê min de Serokatî şopandin dihat çêkirin, dahûrandinên Serokatî pêşdiketin. Lê heman demê de di min de dilnerehetî jî hebû. Lê di rastiya xwe de emê peywendiyek çawa bi rastiya Serokatî re avabikin nezantiya wê hebû. Serokatî di min de vê ferq kiribû. Ji ber min di dahûrandinan de bi baldariyek mezin Serokatî guhdar dikir. Bawerim ez çawa fêm dikim di meyzekirinê min de dihat diyar kirin.  Serokatî yek du caran ji hevalan re goti bû; “çima rêheval Şafak ji me şerm dike?” Heval ji min re gotin, birastî jî min şerm dikir ji ber sedemên ku min dan diyarkirin min ne dizanî ezê çawa nêz bibim. Piştê wê ez rojek erkdar bûm, Serokatî xwastibû. Birastî jî ji bo min giring bû ji ber minê di nêzde şahidî ji jiyana Serokatî re kiriba. Lê heman demê de di nava vê rastiyê de minê xwe li kuderê bicîh kiriba hebû. Di min de panîkek hatibû avakirin, ezê çawa av bidim Serokatî, ezê çawa pêre qisebikim û hwd. min ti carî ne dixwast ez ji rêzê jî nêzî Serokatî bibim. Li hember Serokatî jî di dilê min de heskirinek û rêzdayînek pir mezin jî hatibû avakirin. Min ji hevala keleka xwe re goti bû gava pêwîstiyek Serokatî çê bû tu biçe. Êvar bû min kar dikir ji bo pêwîstiyên Serokatî jî hevala keleka min ser disekinî. Balê Serokatî jî kîşandibû, ji xwe Serokatî jî ferq kiribû ku ez nêzî Serokatî nabim. Ber êvarî bû hevala keleka min çû pêwîstiyê xwe pêkbîne ez jî tenê mam. Ez di mutfaxê de rûniştibûm, Serokatî berderî re derbas bû, piştê ku derbasê odeya xwe bû gazî min kir. Ez çûm Serokatî lingê min meyzekir, min pêlavek kiribû ez qet pêwê derneketibûm ji derve qirêj ne bûbû. Serokatî lingê min meyzekir û xaliya xwe meyzekir got; “te çima xaliya min qirêj kiriye tu bi pêlavên xwe yên qirêj re hatiyî li ser xaliyê.” Min jî got; “Serokê min ne gengaze ez bim ji ber ez qet derbasê hûndir nebûm.” Serokatî cardin got; “ma qey tu şopên lingê xwe nabînî?” Cardin min got; “Serokê min ez nabînim?” Min jî ji xwe re got Serokatî ye ez bêdeng bûm. Serokatî got ; “biçe av bîne vir paqij bike?” Min jî çû av anî ez hatim ji bo ku paqij bikim, min ne dizanî li kuderê qirêj bûye Serokatî hat û min jê re got. Serokatî mirovek gelek dilnizm bû û cihê her tiştê dizanî, her wiha dizanî ku heval li çiya çawa kar jî dikin. Birastî jî Serokatî cihê paspas jî dizanî li kuderê ye, mirovek wisa bû. Cihê ku Serokatî gotibû min paqij dikir ez gelek teng jî bûbûm,  Serokatî jî nûçe temaşe dikir û carna jî dibin çavan de li min meyze dikir. Min wê cihê jî ne dizanî lê min paqij kir û ez rabûm. Serokatî got; “tu yê çi bikî?” Min jî got Serokê min xilas bû ezê biçim.” Serokatî cardin got; “ma te li kuderê paqij kiriye, ne ew dere cihekê şaş te paqij kiriye. Dibin ew masê de qirêje te lingê xwe danî ye wir.”Maseyek wir hebû birastî jî kes ne diçû li wir, heval jî qet destê xwe ne didanê, ji xwe Serokatî jî derbasê li wir ne dibû. Min cardin got; “Serokê min kes wir bikarnayîne, ma ezê çawa derbasê bin masê bibim.” Min ne dizanî Serokatî çima wisa nêz dibe, ez kele girî bûbûm. Min her derê paqij kir lê heman demê de jî şil kiribû. Ez rabûm ser xwe min got; “Serokê min xilas bû ezê biçim.” Serokatî meyze kir û got; “heval te çima xaliyê min ewqasî şil kiriye?” Min jî got; “Serokatî got.” Ew dem Serokatî diyar kir; “ma te qet şop dîtin?” min cardin got; “ne Serokê min, min nedît.” Serokatî keniya û got; “min henek kiribû.” Serokatî xwast min rehet bike û bi ew aliyê xwe yê mirovî bide diyar kirin ku ez Serokekê ziwa, tenê talîmat dide û qut dike di kuje nînim. Ez mirovim ez dikarim henek jî bikim hûn hevalên minin, ez bi were jiyanek parvedikim, zimanê jiyanê gelek dewlemende, cûrên wê pirin vê fêrimin dikir. Birastî jî henekên Serokatî jî gelek fêrker bû. Ti carî ne dihat hişê min ku wê rojek Serokatî bi min re henek bike. Di hişê min de wisa bû ku, Serokatî otorîtere, talîmat dide em jî pêktînin û hwd. min aliyê wê yê mirovî ne didît.

Serokatî li ser jin dahûrandinan pêşxist, li ser kesayetiya min jî dahûrandinan kir. Piştê wê ez li hember Serokatî rehetirbûm, ya herê baş jî min êdî dikarî ez xwe îfade bikim, zimanê min vebûbû. Li hember min mirovek hebû lê mirovekê ku xwe avakiriye. Bi taybetî jî hevaltiya bi jin re jî gelek giring bû. Ji bo devra me ya perwerdê dahûrandinên Serokatî yên ku pêşdiketin jî wisa bû, yek di welat de gerîla û şer. Ew dem pêvajoyên salên 1997-1998 bû. Di şexsê Zekî de xeta nûkertî dihat dahurandin. Ango xeta ku li ser xeta şer pozber dikir. Di Serokatî de nêzîkatiyê birdozî berfirehtir girtina dest hebû. Di vê wateyê de nêzîkatiya ku azadiyê daxistina asta rastiyê pêşde bû. Rêbazê Serokatî yê ku vê dikir jî xwedisipart nêzîkatiya azadiya jin hên zêdetir kûr kirin ve girêdayî bû. Rastiya civaka nû disipart azadiya jinê. Her wiha hêza dînamîk ya têkoşînê jî bi jin re dida girêdan. Her çiqasî di devra me ya perwerdê de dahûrandinên şer hebe jî lê herê zêde dahûrandinên jin pêşdebûn. Ev gelek bi radîkal û di asta jor de dihat kirin. Ya rast jî di sala 1996’an de çalakiya heval Zîlan hebû, ji bo wê Serokatî dixwast li hember vê nêzîkatiyek bide raberkirin. Her wiha cardin bi xeta heval Zîlan ve girêdayî çalakiya heval Sema hebû di sala 1998’an de. Heval Sema jî dida diyar kirin ku bi Serokatî re hevaltiyek rast pêşxistin û helwesta xwe dayîna raber kirin û ev jî bi birdozî re dida diyar kirin. Serokatî ji bo bersiv bide van rêhevalane di azadî û birdoziya jin de zêdetir kûrbûyîn dida avakirin.

Serokatî di devra me de birdoziya rizgariya jin formîle kir. Ji xwe 8’ê Adarê sala 1998’an de birdoziya rizgariya jin îlan kir û diyarî tevahî jinan û hevalan kir. Serokatî bi lêhûrbûyînên xwe re, têkiliyên xwe yên bi hevalên jin re, ji pirsgirêka jin re birastî jî tevahî qalib û nêzîkatiyên pergala baviksalarî derbas kiribû. Di vê wateyê de sekna Serokatî li hember azadiyê û jin gelek bi cewherî bû.  Ev li ser tevahî nêzîkatiyên Serokatî xwe dida diyarkirin. Di wê demê de daxuyaniyekê yê Merlîn Olbreyt hebû “pêşî li jina bixin.” Ruxmê ku bi xwe jî jin bû. Ji bo ku PKK’ê bê tesfiye kirin destpêkî de pêwîste jin hedef were girtin. Serokatî got; “pergal li ser dahûrandinên min yên ji bo jin fêm kir ku ezê wê bin bêxim. Ji bo vê jî we hedef digrin. Ji bo ku pergal bikaribe temenê xwe dirêj bike û xwe bide jiyankirin ji bo wê dibêje “pêşî li jina bixin.” Serokatî jî li hember vê got; “destpêkê jinan rizgar bikin.” Ew dem Serokatî gazî komekê hevalan kir, ez ne şaşbim em nêzî deh heval bûn. Serokatî ji me re got; “nêzîkatiyê min yê birdozî ê giştî wê ji bo jin jî rizgariyek bîne? Ya jî nêzîkatiyek xweser pêwîs dike?” Serokatî ew dem ji me re ne got ez ji bo birdoziya rizgariya jin formîlek difikirim. Pirsgirêka jin û yê azadiyê nîqaş kir. Di nava me de hevalekê xwedî ezmûn hebû. Ew heval got; “birdoziya PKK’ê azadiya giştî û di nava xwe de jî ya jin jî digre di nava xwe. Ji bo vê jî cuda nêzîkatiyekê din pêwîst nake.” Bêguman ev nêzîkatiyê dida diyar kirin ku em çiqasî perçelî nêzîkatî didin raberkirin li hember azadiyê û her wiha li ser meyzekirina reel sosyalîst xwe girtina destan bû. Cardin weke pirsgirêka civakê ne dîtin bû. Ji ber ku di nava rastiya civakekê ku jin ne hatibe rizgar kirin ne gengaze ku mirov azadiyê ji nû de avabike. Ji bo vê jî azadiya giştî ji bo jin ne dihat wateya azadiyê. Serokatî dixwazt vê me bide fêm kirin. Tevahî heval jî hevalên ku di nava têkoşînê de bûn û em hemû jî jin bûn. Em zêde ne diketin ferqa wê de. Piştê wê jî roja din Serokatî bernameyek amadekir ji bo televîzyonê tevahî hevalên jin jî beşdarbûn. Serokatî birdoziya rizgariya jin îlankir. Serokatî got; “rizgariya giştî ji bo jin nayê wateya rizgarkirinê, ji bo vê nêzîkatiyek xweser pêwîste.” Di vê wateyê de rêgezên wê yê bingehîn danî. Serokatî zarokê pergala dayîksalarî bû. Nêzîkatiyê wê li hember jin gelek stratejîk û diyarde bû. Ji demê Neolotîk heya roja me ya îro nêzîkatiyê herê pak û bi însaf li hember jin dide raber kirin û li ser esasê hevaltiyê Rêber APO bû. Li ser vê bingehê jî ji me re gelek bi wate hatibû û em gelek hestiyar bûbûn. Ewqasî jî di me de lêpirsîn da avakirin. Gava Serokatî wisa got jî tenê yek heval nêrînên xwe da û em hevalêndin jî bêdeng man. Çima em nikarin rizgariya xwe bi xwe formîle bikin û vê rastiyê jî nabînin. Lêpirsînên me yên bingehîn ew bû ku hişmendiyên pergala baviksalarî yê li ser me bandoriya xwe daye çêkirin, bi zanabûyîn penase kirin û hedefa azadiyê de biçûkbûyîna me mijarên bingehîn yên lêpirsînê bû. Serokatî herê zêde jin li ser nêzîkatiyê birdozî û nasnameya xwe ya jin bi hêzdikir.

Serokatî heman demê de bi hevalê jin re gelek aktîvîteyên civakî jî pêşdixist. Mînak bi hevalên jin re futbol di leyst û di got; “li vir zimanê şer cuda ye û di şer de yek enî nîne.” Serokatî vê li me dida fêr kirin. Ger ku em şerekê komple difikirin û milîtanekê komple difikirin û dixwazin xwe ava bikin weke jinekê pêwîste hûn tevahî eniya şer bizanibin.  Her wiha gava Serokatî jin bi hêz dikir jî herê zêde li ser rêgeza rêxistinbûyînê disekinî. Di lêhûrbûyînê de em komekê heval bûn Serokatî bi rojane têkiliyên me di şopand. Yek di jin de rekabet, hesûdî û nêzîkatiyên ku hev tunedikin, Serokatî bi rojane vane di têkiliyên me de diceriband. Serokatî her tim ji me re di got; “ji hev heskirinê fêr bibin, yekbûyîn ji bo we hêz avadike.” Ji bo wê Serokatî di devreyên lêhûrbûyînê de me li me dida naskirin. Cardin Serokatî gelek dixwast em bi xweza û sewalan re pêywendiyê daynin. Ji xwe cihê lehûrbûyînê de sewalên me jî hebûn. Di nêzîkatiyê Serokatî de mirov û sewal bitunbûn.

Ez rojekê li gel kevokan bûm Serokatî jî hat û pêwîste ez çawa bi kevokan re pêywendiyê daynim fêrî me dikir. Piştê ku Serokatî çû, min jî xwast ez kevokek bigrim û jê hes bikim lê gava ez ketim pey min kurya wê qetand. Serokatî jî pê hesiya bû, ji bo vê mijarê bê ku min bişkine lê li ser nêzîkatiyên me yê li hember xwezayê û sewalan da diyar kirin. Em çiqasî ji xweza û sewalan durin pêwîste hevaltiyek rast were avakirin.

Rexneyê Serokatî yê bingehîn ji bo gerîla ew bû ku; “we perçeyek axa azad avanekir.” Ji ber ew kêlî pêwîstiyê wê bû lê me pêkne anîbû. Me vê ji bo Rêber APO pêkne anîbû. Serokatî rexne dikir lê kêleka vê jî gerîla fêm dikir. Hezkirinekê ku nayê pênase kirin li hember gerîla jiyan dikir. Ew dem jî komplo bi her awayî pêşdiket Serokatî her tim fikrê wê li ser gerîla bû ji bo wê her tim di got; “gelo niha heval çi dikin?” Di wê demê de li çiya amadekartiyên kongreya 6. destpêkiribû. Serokatî tevahî jiyana xwe bi hevalan re jiyan dikir. Mînak gava hewa nexweş dibû, gava xwarinek bixwariba, her wiha gava komplo destpêkir jî fikrê wê her tim li ser gerîla bû. Serokatî her tim di got; “gadên ku gerîla tê cîh digrin pêwîste baş were parastin.” Gava heval şehîd diketin jî Serokatî her tim vê difikirî gelo ew heval çawa şehîd ketiye, heval gel hebûn an ne, di wê kêliyê de ew heval çi hiskiriye, li hember neyar helwestê wê çawa bû, di şêwazê wê de çi şaşitî hebû ku ew heval bi şahadetê re rû bi rû maye. Kêliya şahadeta hevalan di Serokatî de his kirin di pêşde bû. Peywendiyê Serokatî bi gerîla re, his kirina wê gelek stratejîk bû. Di dema komployê de ev gelek dihat jiyan kirin ji ber Serokatî di got; “ez û hevalên min tê hedef girtin.” Ew pêvajo gelek me teng dikir ji bo wê me ewlehiyê Serokatî gelek kûr digirt. Ji ber wê rewşê jî Serokatî ne dikarî zêde derbikeve ji derve. Serokatî li hember vê gelek bi tedbîr tevdigeriya. Tenê Serokatî di wê malê de parastin zêdetir mirov bikaribe berfirehtir bi fikire ew jî giring bû lê kêm dima. Serokatî jî dixwast di me de nêzîkatiyekê hên berfirehtir pêşbêxe. Serokatî gelek dixwast em têkiliya di navbera azadiya jin de û komplo baş bizanibin. Di nava ewqasî tevlêhêviyê de me qet ne dixwast em jî malê derbikevin lê Serokatî ez jî di nav de em çend hevalan rêkirin Palmîra. Ji bo vê jî Serokatî got; “biçin werin emê bi hevre li ser dîrokê nîqaş bikin.” Me jî got em naçin, gava me wisa got, Serokatî jî ji bo vê got; “ger îro ev êriş li ser min tê kirin sedemê wê ewe ku ez we bi dîroka were didim naskirine, ji ber azadî bi zanabûyîna we ya li hember dîroka we ya hatiye winda kirin re pêşdikeve. Ji bo wê jî biçin dîroka xwe lêkolîn bikin werin em bi hevre nîqaş bikin.” Serokatî her tim di got tiştên ku em di vê kêliyê de û demê de avabikin û destbêxin evê pêşeroj avabike.  Em çûn gava êvarê jî em hatin Serokatî bi me re Zanûbye û dîrokê nîqaş kir şert û mercên îro re da girêdan. Komplo her ku diçû kûrtir di bû Serokatî di kete lêgerînê de gelo ez çibikim kîjan rêyê bi kar bînim wê rastir bibe. Ew dem Serokatî xweynek dîtibû, ya rast gava Serokatî di raza jî hişê wê ne diraza ewqasî bihişyar tevdigeriya. Rojekê Serokatî hate gel me û pirskir kî şêvadin xweyn dît? Hevalek ciwan hebû ew xweyna xwe got, xweyna wê jî bi lêhûrbûyînên wê re girêdayî bû Serokatî dahûrandin kir em jî keniyan derbas bû. Piştê wê Serokatî gala xweyna xwe kir û got; “di xaniyê lêhûrbûyînê de her hevalek bexçeyê wê hebû di wê baxçê de jî kulibek hebû di biriqiya lê min meyzedikir ku hûn ne derdorê minin û min jî gotiye ka ez vê kulubê meyze bikim dikevim tê de hûndirê wê gelek tarî bû ew tarîtî jî di min de  stres avadikir gava min dixwast ez derbikevim jî ew derî dihate girtin. Gava derî dihate girtin min di got ne gengaze ku ez xeteyek wisa bikim ji bo wê min gazî we dikir. Ew dem ez bi wê qîra xwe re şiyar di bûm.” Serokatî komplo xweyna xwe de dîtibû. Ev jî hêza Serokatî yê pêşerojê dîtin bû. Ew dem jî dewleta Tirk di televîzyona de dîmenên gelek hov dida em jî gelek ditirsiyan ku tiştek li ser Serokatî pêk were. Serokatî jî got îhtîmalekê ku xweyna min Awropa ye, ji ber gelek stêrk û tiştên ku dibirîqîn hebû ev jî kemîne. Ji bo wê jî hişê min jî bi vê xweynê re hişyariyek li min kir.” Xewyna Serokatî pêk hat, birastî jî tenê bû tu heval ne li gel bûn. Birastî jî Serokatî xewyna azadiyê jî dît, goti bû; “min xewn dîtiye em bi zarokan re li ser surên Amedê bûn.” Ez di wê hêvî û baweriyê de me ku wê ev jî pêk were. Piştê wê Serokatî biryar da wê derketiba, wê şevê bi me re dahûrandinê xwe yê dawî kir. Ji me re got; “hûn weke jin cara yekeme derfetê azadiyê digrin ez we di rê de na hêlim. Dixwazin min çarmixê bidin ev bi çi awayî be nizanim lê çi dibe bila bibe ez carekê din we mehkûme raboriyê nakim. Min rêxistinek daye we çi ji min were jî bi vê zanabûyîna rêxistinê re baskê we heye hûnê bifirin.”

Serokatî ji me pirs kir got; “ger ez bikevim destê neyar de wê çi ji min bikin?” Bersiva vê pirsê dayîn di aliyê me de zehmet bû. Serokatî cardin got; “ez weke we nafikrim hûn min nasnakin, lê neyar zêdetir min nas dike ger ku ez bikevim destê neyar de cezayê herê mezin bidim min ewe ku min ji mirovan qut bikin. Ji ber ez bi enerjiya mirovan re jiyan dikim. Xebatê min yê bingehîn mirovin, hebûna mirovan di aliyê min de mijara herê bingehîne.” Hêza Serokatî ya neyar nas kirin, ne tenê neyar tevahî mirovan naskirin gelek pêşdebû. Birastî jî wisa li Serokatî kirin. Bêguman aliyê hestî de em gelek tijî bûbûn. Gava Serokatî derbasê cihê xwe yê razanê bû jî berê xwe da hevala û tiliyên xwe rakirin û got; “ne qehrin, ne qehrin emê vê jî derbas bikin ezê we rizgar bikim.” Ji xwe Serokatî siharê derket xatirê xwe ji me xwast, planlemeyekê ji bo deh rojan ji me re kir. serokatî di got; “ger ku li ser navî tevahiyan bedelekê we re dayîn ez bim ezê bidim lê hûnê azad jiyan bikin.” Ji xwe ev vegotina Serokatî me gelek giryandibû. Serokatî his kiribû ku emê carekê din hev nebînin. Serokatî li hember hêz û hişmendiyên komploger rastiya mirovan bilindkirin, xwe rêxistin kirin û bi hêz kirin û êşên xwe derbasê tolgirtinê kirin Serokatî di got esasê min eve. Serokatî bi vê awayî jî berbi pêşerojê ve çû. Weke şexs jî encamên ku min di wê pêvajoyê de jî girtibû ev bû. Me di sê xalan de winda kiribû, di navbera mirovan de qutbûyînek hebû, mirov xwe li ser mirovan re di dît, lê Serokatî me bi me dida naskirin, weke jin di me de yek bûyîn û rêxistinbûyîn avakir. Tevahî qutbûyînên ku me li hember cewherê xwe jiyan dikir Serokatî jî di me de li ser bingehekê hevaltiyekê rast yekbûyînek dida avakirin.

        

Kategori: Biranînên Gerîla