Stêrk Amargî

biranin puşber 2

Tevahî xweyn û xeyalên gerîla ewe ku nêzî Serokatî bibe, azadiya Serokatî dest bêxe, jiyanek demokratîk, welat û gelê xwe ji dagirkeran rizgar bike. Ji bo vê jî gelek têkoşîn û berxwedanî didin meşandin. Ev têkoşîn hem li hember ew taybetmendiyên xwe yên paşverûtî hem jî li hember, netew dewlet, hişmendî û aqlê zilamê serdest û modernîteya kapîtalîzm gelek bi hêz tê

meşandin. Tevahî kêliyên jiyana me bi têkoşîn tê risandin, di nava berxwedaniyek bêhempa de. Ev berxwedanî li hember her tiştê bi awayekî rêk û pêk tê kirin. Bîranîna ku ez niha qala wê jî bikim bi vê berxwedaniyê ve girêdayî ye.    

  Derbasbûna qadên Bakur ji bo min gelek giringiya xwe hebû. Bi taybetî jî Serokatî di bêje; “keçên ku ji min hesdikin bila berê xwe bidin Botanê.” Hem ji bo vê hem jî derbasbûna qadên Bakur gelek bi wateyên kûr hebûn û hene. Min dixwast ez pêştedir biçim lê, qada Colemêrg jî gelek asî hişk bû ji bo vê hêzek dixwaze. Birastî jî qada Kato jî cihekê gerîlatiyê ye. Di heman demê de ji bo jin jî qedekê ji bo ku mirov tê de gerîlacitî bike qadek gelek giringe. Ji xwe tê zanîn jî rolê Kato yê dîrokî jî heye. Bi vê zanabûyînê re meşekê me hate jiyan kirin. Sala 2009 bû. Ez dixwazim beriya her tiştê qala hevalên ku em di wê demê de derbasê wê derê bûn bikim. Ji ber wê derê cara yekem bû ku hevalên jin xweser cîh dibin û xwe rêxistin dikin. Cihekê weke Kato Marînos em xweser man. Cihekê ku şehîd Zinarîn, Zelal lê maye. Ev gelek bi wate bû ji bo me tevahiya. Wê demê du zivistan heval xweser man. Bi vê wateyê re heval xwe cih dikirin. Wê salê derbasbûna pênç hevalên jin çê bû ji bo Colemergê. Ew heval jî niha hemû şehîdin. Heval şehîd Rûken, Zeynep, Evîndar, Rêvan û ez bûm. Wê demê ew heval wê derbasbûbana em tevlê gruba wan bûn. Di nava gruba yekemîn de em jî hebûn. Di derbasbûnê de ez û heval Rûken em bi hevre çûn. Ji bo derbasbûnê coş û heycanek gelek mezin hebû. Her çiqasî zor û zehmetiyên xwe hebe jî derbasbûyînê de lê bawerî, hêviyek bi hêz  jî hebû.

Kato ewqasî bi heybete ku mirov nikare heybeta wê bi hevokan bi nav bike. Dîmenek wê wisa heye ku mirov dibêje qey asîman daketiye erdê, ewqasî bi semyane. Neh Kato heye, heya Herekol dirêj dibe. Yên ku ez dizanim Kato Marînos, Xelîla, Jîrka, Kavalê, Ortê û Bay. Neyar ji Katore dibêje Testere Kayalar. Ji xwe Îskender jî jêre dibêje Kato ango Lanet. Lê ewder ji bo me perçeyekê ji bihûştêye. Ew asîbûna wê, heybet û kevirên wê ji bo me gelek bi wate û cuda bû. Gava mirov lê meyze dike ew dem çokê mirovan dişkê lê ewqasî bala mirovan dikşîne xwe û mirov dibêje, pêwîste ez biçim û bibînim. Di aliyekê din de jî te digre dinava xwe û ji  tere dibêje, were min hemêz bike ewqasî balkêşe. Gruba me tevahî hat li Kato lê beriya wê sîlsîleyek girêdayî Kato marînos heye, neyar jî wir gelek digre. Heval ji me re gotine pêwîste hûn xwe bigihînin Kato lê me ne karî em xwe bigihînin cihekê ku ji me re gotine. Hevalên kurye jî û bi giştî jî heval gelek westiya bû. Em wê şevê wir man, baş bû roja din baran bariya. Gava wir baran di bare mirov dikare rehet bi keve tevgerê de. Em wê rojê seat 5’an ketin rê heya roja din seat 9 bû em gihiştin gel hevalan. Meha Hezîran bû em derketibûn. Ji ber ku wir bihar nû destpêkiri bû ji bo wê giya nû derketibûn, heriyê wê jî di şemitî. Birastî jî gelek giyayên ku me nas ne dikir lê behna wan gelek xweş bûn hebûn. Hevala me hişyar kiri bû, ji bo noqteyên ku emê biçinê. Heval gotin ji ber piştê we jî wê heval werin ji bo wê hûn baş bikarbînin wê başbibe.  Gava em gihiştin wê derê jî hişyariya ku bila heval pil çîman nekin hat. Me jî got temam demek kî tiştek heye ku heval wê hişyariyê kirine. Ji bo wê jî me lingên xwe danî ser kevira û meşiyan. Birastî jî cihekê gelek xweş bû. Me zivistana xwe ya sala 2011 û 2012’an jî yê xweser kampa xwe li wir çêkir. Birastî jî her roj li wir mirov ji xwe re pirs ne kiriba ne dibû, bi taybetî jî pirsa weke; “ezê bikaribim li vir pratîkekê serkeftî derbas bikim an ne?” Bêgûman em gelek bi xwastek û bi îdea jî hati bûn lê, cardin jî mirov pirsek wisa ji xwe dikir. Li wir her tişt zehmetiyên xwe yê cuda hebû. Li vir jî xweşî û bedewbûyînek gelek cuda hebû. Gava mirov wan dera meyzedikir, kêmek Govendê dihat hişê mirovan de. Li wir derketina rojê, her wiha rengê asîmanan her tişt gelek cuda bû. Gava mirov di çû li ser gevirekê û zozanên wê temaşe dikir ew dem mirov çavê mirovan bê sînor bûyînê nas dikir û temaşe dikir.

Zor û zehmetiyên ku me jiyan dikirin me bi jiyanê re gelek dabû girêdan. Tevahî heval jî gelek bi xwastek û dil tevlê jiyanê, kar û xebatên pratîkê dibûn. Birastî jî ji bo vê vînek gelek bi hêz tê xwastin. Mînak ez bibêjim gava erzak dihat, çi dibû bila bibûya pêwîst di bû ku ew erzaq di wê şevêde hatiba bi cîh kirin. Em dirabûn û me tevahî pêdiviyên xwe bi pişta xwe dikşand noqteyê û wan digirt sexlemiyê. Sala ku me bi hevalên jin xweser kamp çêkir di nava qeliştokê de ew dem me gelek bi hişyar tevdigeriya ku em noqteya xwe deşîfre nekin û jiyana hevdû nexin di xeteriyê de. Ew qeliştok heya cihekê wê şkeft bû lê cihek şûnde qeliştok bû. Ji bo wê pêwîst dikir kum e serê wê qeliştokê girtiba. Ji ber berf û sermaya zivistanê. Ji xwe gava ez derbasbûm jî heval bi dest amadekartiyên zivistanê kiribûn. Ji bo wê qeliştokê dar pêwîst dikir, ji bo wê jî heval gotin pêwîste heval biçin Kato Marînos dara bînin. Em jî çûn, ew rêya ku em têre derbas dibin jî, rêyek wisa zehmete ku, her wiha ew stun jî gelek giranbûn yek kes nikare rake, ji bo wê du heval bi hevre radikirin. Me wan dara di wan keviranda, latade û zinaran de bi rikekê mezin bir û li ser wê qeliştokê girt. Me cihê xwe wisa çêkiri bû ku ne neyar heval jî hatibûn cihê me ne dîtibûn. Bêgûman rîskên xwe jî hebûn, mînak li wir tiştek me hatiban heya ku berf ne heliyaba tu kesê wê me ne hesiyaban. Pêwîste mirov qala pêvajoya cîhbûyînê û xweser mayîna me bike. Birastî jî di herêma Botanê de û cihekê weke Kato Marînos ûstlenmeyê xwe çêkirin, ewqasî heval bi hevre mayîn di me de coş û baweriyek gelek cuda dabû avakirin. Ji bo me wateyekê xwe yê gelek cuda bû. Her wiha di tevahî hevalan de ew hestê ku kêliyên herê xweş yên di jiyana xwe de jiyan dikir dabû avakirin. Ev jî parvekirin û girêdanbûyînek gelek kûr û zanist dabû avakirin. Rast bû cihê me di aliyê neyar de ji bo ewlehiyê baş bû lê ji bo bûyerên xwezayî ne başbû. Zivistana Kato nayê gotin tenê tê jiyan kirin. Ewqasî firtine, berf û bahoze. Di havîna de me pêdiviyên xwe yên avê jî ji keviyên pirê digirt. Carekê gelek ba û berf bi hevre dihat, ew dem jî deriyê me ji berfê hate girtin. Gava derî hate girtin, jeneretor jî di hundir debû, gava me pêxist ji ber derî jî hatibû girtin hewa ne digirt ew dem tevahî heval jehrê ketin. Ew dem em panzdeh hevalên jin di wê şikeftê de bûn. Tişta herê baş rêheval Şehîd Zozan ji behna benzînê bandor ne bû bû û xwînsar jî nêz bûbû. Dîtibû ku rewşa me nebaşe hema diçe ew deriyê ku ji berfê hatiye girtin bi kedekê mezin û bi zehmetiyekê derî vedike û yek bi yek hevalan dikşîne li ber derî ji bo hewaya paqij bigre. Gava hûndir hewa girt û ew hewaya qirêj jî derket ew dem heval hêdî hêdî ser xwe ve hatin. Bi vê awayî jî em ji şahadetê rizgar bûn. Piştê wê tevahî heval gelek bi hişyar tevdigeriyan. Coş, morel, kêfxweşî û heycana hevalan di aliyê jiyanê de û di aliyê perwerdê de heval ti carî tavîz ne dida. Mînak me ne dikarî em werzîş bikin di şûna wê de me dîlan digirt. Di heman demê de di tevahî hevalan de ji bo ku pratîkek serkeftî bi lêhûrbûyîn û serketî pêkbînin di nava lêhûrbûyînekê kûr debûn. Ew bihara ku em bi hesretekê bende bûn hat û em bûn du grup û ji hev cuda bûn.  

Ev zivistana me ya sala 2010 û 2011 de bû. Wir herê zêde ez û heval şehîd Zozan bi hevre man. Ew pênç sal bû heval Zozan li wir bû, ji xwe wesaziya wê çê bû bû wê derbasê Başûr bûya lê heval Zozan ji bo ku ji wê xweşikbûnê û bedewiya li wir qut nebe xwe gelek pozber kir. Gava mirov hewaya Botanê carekê kîşand tevahî bedena xwe ew dem mirov nikare ji wir qut bibe. Tu ji kîjan hevalê bi pirse wê heman tiştê bibêje. Ew dem heval Zozan got emê ûstlenmeya xwe ya vê zivistanê cihekê gelek xweş çêbikin. Ew sal me weke hevalên jin karê kerwancitî jî girtibû li ser xwe. Ew dem em gelek bi nizam û rêk û pêk nêz bûn. Wê salê erzaqê me têra zivistanê jî piratîkekê jî kir. Cardin tevahî tiştên zivistanê me pişta xwe dikir tanî. Birastî jî di aliyê fizîkîde gelek zehmetî hebûn. Lê me vê zehmetiyên xwe vedugeherand hêz û morel. Li wir têkiliyên me bi hevre li ser bingehek gelek bi hêz bû. Bi taybetî jî di tevahî kêliyên ku me jiyan dikir de wateyên gelek bi nirx me dida jiyana xwe, têkiliyên xwe û pratîka ku me jiyan dikir. Ruxmê tevahî tiştan jî rêxistinbûyîna jin, nêzîkatî û feraseta jin, bi rêk û pêkbûyîna jin, helwestên jin li hember şaşitiyan gelek diyardibû di nava jiyanê de. Di kêliyê herê zehmet de alikarî yê maddî, manevî û ruhî bi awayekî gelek bi watedar û hêz li hember hev dihate dayîn. Parvekirinên gelek bi wate û nirx hate dayîn. Di heman demê de di festîvalê de sê şervanên nû beşdarê me bûbûn. Sê hevalên jîn bû navê wan jî Sozda, Agirîn û Hebûn bû. Beriya ku em bikevin kampê de ew hatibûn. Her sê heval demekê li gel me man. Gelek cara me wan jî bi xwe re dibir gorevê. Ew dem ew bi xwe jî di gotin; “heval, hevalên jin çiqasî xwedî bi îrade û bi hêzin. Hûn qet nasekinin lê ruxmê wê jî morel, coş û kenê xwe ti carî xilas nabe. Her tim hûn xwe zindî dikin.” Yekemîn çavderiyê wan yê li hember jiyan û têkiliyên me wisa çê bûbû. Heman demê de di gotin em biçin kûderê jî emê ji bo xwe we mînak bigrin û ji her kesê re jî bibêjin. Me ji ji wan re digot; “heval hûn dizanin, birastî jî jiyana me ya pîroz bi xwe gelek bi nirx û wateye.”

Mirov çiqasî vegotina wan kêliyan bike jî wê ticarî peyvên mirovan têra vegotina wan neke. Mijar, bîranîn û bedewbûyînên ku tên ziman jî nikare vegotina bedewbûyîna wan dera bike. Tiştên ku ne hatine ser ziman zêdetirin yên ku hatine ser ziman. Niha li wan deran gava dibe payîz mirov ji serma nikare bi sekine bi taybetî jî sihara. Ji xwe heya ku berf nekeve em nikarin bikevin di qampên zivistanê de. Ew sal jî em benda barîna berfê bûn. Li wir pez kuvî gelek hene. Em jî bendêne ku berf were em bikevin di kampên xwe de. Lê wê salê berf dereng ket. Wisa bûbû ku tevahî heval her roj li gor hisên xwe wê berf bibare an na bare tanî ser ziman. Di heman demê de di payîzê de sermaya Katoyan destpêkir. Gava siharê roj derdiket tevahî heval li pey rojê di ket ji bo germ bibe bi tîrêjên rojê. Ya din jî em bi bedewî ya pez kuviyan jî germ dibûn. Weke kêriya bi hevre dihatin li ser wan kevirên mezin ew jî weke me benda rojê di man. Me wan didît wan jî me didît, wisa me bi hevre hev meyze dikir. Ruxmê ku ewqasî me deng derdixist jî lê ne diçûn. Demek şûnde berf bariya, hatina berfê jî li gor texmîna rêheval Canda pêk hat. Şêva neh û dehê Kanunê berf bariya.

Gava em derbasê Bakur jî bûn ew dem heval Rêvan jî derbasê Bakur bû. Weke fermandara jin ya YJA Star derbasê eyalata wir bû. Rêheval Rêvan di aliyê xwesertî, heskirin û zanabûyîna hemcînsê xwe de yê ku herê zêde vê jî di parêze. Birastî jî gava hat jî di vê aliyê de gelek alîkarî da hevalan û  di heman demê de bi rêhevalên xort re jî eleqedar dibû. Birastî gelek ked berbi hevalan de dida. Herê zêde jî weke jinekê heskirin, germahî û sekna jinekê da raber kirin û kedekê mezin da. Heman demê de di aliyê leşkertî û textîkê şer de jî gelek lêhûrbûyînên wê hebûn û derbasê pratîkê jî dikir. Gelek bi zindî, coş û bi manewiyetekê xurt tevlê jiyanê dibû.  Birastî jî gelek zehmetî jî dihat jiyan kirin lê xwedî hev derketin, di aliyê manewî de hev bi hêz kirin dihat jiyan kirin.

Min weke kes ji hevalan, ji jiyanê her wiha ji erdnîgariya wan dera jî gelek ezmûnên bi hêz girtin. Ew kêlî û demên ku min jiyan kir ji bo min gelek cuda û bi nirx bûn. Her gavên ku me li ser wan şîveriyan de di meşiyan ew dem me ji kurahiya dilê xwe de his dikir ku çiqasî rêhevalên binirx, hêja û giranbiha li van deran re derbas bûne û bedel dane li van derên pîroz. Her hevalek ji bo me gelek bi nirx bû, me ji her hevalek gelek taybetmendiyên bi nirx girtin. Tevahî kêliyên jiyana min wê li ser ew bingeha jiyana ku me bi hevre jiyan kiriye bi wate were jiyan kirin.  Ezê herdem û her daîm bi nirxên xwe yên pîroz re jiyan bikim û bidim jiyan kirin. Ewqas heval me bi hevre jiyan dikir jî tevahî armanc û hedefên me yek bû. Ji derveyê vê jî xwen û xeyalên me yek bû.   

Kategori: Biranînên Gerîla