Tirkî  |  Erebî

Nêrgiz Îsmaîl

biranin puşber33

Ez jî yek ji wan hevalan im ku bûm xwedî şans ez demekî li gel Rêbertî bimînim. Her çiqasî rastiya Rêber APO bi rastiyekî girêdana cewherî, bi kûrbûna hişmendî ve girêdayî be, lê şansekî geleke mezin e ji bo her kesî li gel Serokatî bimînin. Ji nêz de bi Serokatî re jiyan kirin, tiştekî gelek cuda ye. Beriya ez Rêbertî bibînim,  nêrînên min yên li ser Serokatî, an jî tabloya ku min di

hişê xwe de çêkiribû cuda bû. Dema ji nêz ve min rastiya Serokatî dît, pir cuda bû. Piştî min Serokatî nas kir û şunde, min di nas kirina xwe de xeletî dît. Ji ber nêrînên min yên li himberî nas kirina Serokatî, pir kêm û teng ma. Li himberî rastiyên Rêbertî ez biçûk bûm.

Yek ji xalên ku herî pir rastiya Serokatî de min matmayî hêla û ji min re balkêş hat, di astekî herî bilind de xwe bi rêxistin kirina Serokatî ya hundirîn bû. Ji bo xwe gihandina bersivên pirsên jiyan çi ye, jiyana xweşik çi ye, jiyana ne rast çi ye were çêkirin, Serokatî kete nava gelek lêkolîn û lêgerînan. Bi hest û ramanên xwe, gihaye bersivên herî rast yên van pirsane. Em pir dereng pirsa jiyan çi ye û di vê em çawa jiyanê bijîn, ji xwe dikin. Lê belê, Rêbertî hîn di temenê xwe yê biçûk debû, van pirsên mezin ji xwe kiribû. Serokatî her wext di kesayet û lêgerînên xwe de tekoşînekî pir dijwar da meşandin. Dema mirov dûrî Rêbertiyê be, ez ji bo xwe jî dibêjim, mirov tablo û xeyalekî li gorî xwe çêdike. Tabloyeke weke Rêber APO kesayetek disiplîna xwe heye, zanabûna xwe heye. Rêberê gel û welatekî ye ji xwe re çêdikin. Bi vî rengî di serê mirov de çarçoveyekî tê danîn. Lê dema mirov bi Serokatî re jiyan dike, rastî, nêzîkatî û asta kûrbûna ku Serokatî di kesayetê xwe de afirandiye dibine, ew xeyalên mirov, ew hestên mirov, ew hişmendiya ku mirov ji xwe re kiriye weke zanabûnekî, pir biçûk dimîne. Lê belê, jiyan kirina kêliyekî jî bi Rêber APO re li gorî nêrînên min, jiyan kirina rastî û bedewiyên veşartî yên tevahî dîrokê ye. Ev kêlî beramberê hemû kêliyên xweşikbûn û rastiyan e.

Dema min destpêkê Rêbertî dît, yek jî taybetmendiyên wî yên herî pir bala min kişandî kesayetê wî ya xwe bi rêxistin kirî bû. Di astekî herî bilind de di hûndir de, di hêla hest, raman, dayîn û stendinê de, di hêla jiyanê de, di axaftinên xwe de, di xwendina xwe de, di hêrsa xwe de, di bertekên xwe de, di zanabûna xwe de wisa xwe bi rêxistin kiriye, hemû jiyana xwe weke hûnerekî jiyan dike. Pêwîst be hişk e, pêwîst be nerm e, pêwîst be dilnizm e, pêwîst be zarok e, pêwîst be kal e. Dikare gûhdar bike, dikare biaxive. Li beramberê dayîkekê dikare weke dayîkekî be. Ev taybetmendiyekî ne hêsane mirov di kesayetê xwe de çêbike. Lê Rêber APO vê di astekî bilind de jiyan dike. Beriya bibe Rêberê gelekê jî, ev taybetmendî di kesayetê xwe de dabû ava kirin. Roj bi roj Serokatî kelandina pêşketin, guhertin û veguhertinê di kesayetê xwe de çêdike. Dibe em zû bi zû nikarin guhertinan di kesayetê xwe de bidin çêkirin. Ji bo ku em taybetmendiyekî xwe derbaz bikin, sal li sere derbaz dibin. Lê yê Rêber APO ne bi vî rengî ye. Hem bi xwezayê re bûye yek û hem jî bi mirovan re. Hemû zindiyê himêz dike. Ev jî asta wî ya xwe bi rêxistin kirinê dide diyar kirin.

Gelek bîranînên min bi Serokatî re hene. Ev bîranînên ku ti carî neyên ji bîr kirine. Di van bîranînên min yên bi Serokatî re, min xwe nas kir. Ji ber hemû nêzîkatiyên Serokatî yên ji bo mirovan perwerde bû. Bi her nêzîkatiyekî xwe, xweşik bûn û taybetmendiyekî li ser kesayetê mirovan zêde dikir.

Rojekê di navbera nîvro de me xwarin çêkir. Li himberî mirovekî bi vî rengî ku di her warî de xwe birêxistin û perwerde dike, ne di dest debû ku mirov nekeve kelecanê. Dema min sofra dixist destê xwe û ez nêzî odeya Serokatî dibûm, ji kelecanê destê min diricifîn. Serokatî jî ferq kiribû, ez diricifim. Ji ber wê çendê, dema Serokatî vê rewşa min dît, rihet nêzîkê min dibû ku ez jî rihet nêz bibim. Dema ez çûm, di nava xanî de sekinîm û destê min dîsa dest bi cirifandinê kir. Serokatî bang li min kir û got; ‘‘ka were tu çima dikeve kelecanê?’’

Min jî got; ‘‘ez nizanim Serokê min.’’

Serokatî got; ‘‘tiştekî nabe. Dema te Rêbertî nas kir, wê ev heyecana te hîn xurtir bibe. Ji ber ku ev heyecana xweşikbûna kesayeta te a jiyanê ye.’’

Ev gotinên Serokatî ji bo min kiribû, pir zêde wate nedidayê. Lê belê, her ku nas kirinek çêdibû, ew heyecan derbazî astekî kûrbûn û zanabûnê dibû. Hîn bêhtir mirov xwe nêzî rastiya Serokatî hîs dikir.

Hevalan çay amede kirin, minê çay ji Serokatî re bibaya. Wê demê rêveberiya akademiya me hevala Zelal Botan (hevala Zelal Botan şehîd ketiye) bû. Serokatî du qend diavêt îskana çayê. Hevala ji min re gotin, ‘‘gava te çay ji Serokatî re bir, dibe ji heyecana zêde tu zêde qend bavêjî çaya Serokatî, baldar be. Dema te çaya Serokatî tevda bila dengê tevdana kefçiyê dernekeve.’’ Min jî got; ‘‘ma çawa çêbû ku ez bikevim heyecanê. Ew jî mirovekî weke meye.’’ Ev nêzîkatiyên min ji ne nas kirina Serokatî dihat. Dema min sofre danî, ji kelecanê ji eniya min xuhdan diherikî. Wê deme Serokatî rojnameyekî dixwend. Serokatî pir rihet nêzîkê min bû ku ez çayê rihet dagirim. Min ji heyecanê çar lib qend xiste çayê. Serokatî mudexele kir û got; ‘‘ev qenda çara ye tu dixî nava çayê. Temam, lê zêde tevnede.’’

Ji heycanê dengê tevdana kefçiyê min jî zêde bû. Min îskana çayê da Serokatî û min got, ‘‘ha ji tere bigre.’’

Serokatî jî got; ‘‘tu çima ji bo pêşketinê ne vekiriye? Tu çima di heyecan û panîkê deyî, tu çima şerm dikî?’’ Min jî got; ‘‘na Serokê min, ez ne bi vî rengî me. Ez ji bo pêşketinê vekirîme.’’

Dayîn stendin û nîqaşên Serokatî yên li ser rastiya jin, jin dikare çawa pêşbikeve, dikare çawa xwe nas bike û azad bibe, min rastiya Serokatî ji nêz de nas kir. Min hîs kir ku Serokatî bi her nêzîkatiyên xwe mirovan pêşdixe û dixe nava lêhûrbûnê. Nêzîkatiyên Serokatî dihêla ez li xwe vegerim û lêhûrbûn bidim çêkirin. Min hemû taybetmendiyên kesayeta xwe di ber çav re derbaz dikir. Ev nêzîkatiyên Serokatî hêrsa pêşketinê di hundirê mirovan de dida çêkirin. Serokatî ji her kesî re cuda nêzîk dibû.

Rojekî êvarî dereng demjimêr 12 bû, Serokatî civîn ji bo hevalên rêveberiyê çêkir. Piştî civîn bi dawî bû, Serokatî got; ‘‘xewa min tê.’’ Cihê Serokatî yê razanê amede bû. Serokatî xwe dirêj kir, min jî bataniye avêt ser Serokatî. Serokatî lingê xwe ji bin bataniyê derxist û got; ‘‘te bataniye ne avêtiye ser lingê min.’’ Min jî got; ‘‘temam, Serokê min.’’ Min bataniye avêt ser lingê Serokatî, ev car jî Serokatî destê xwe ji bin bataniye derxist û got; ‘‘te bataniye ne avêtiye ser destê min.’’ Ez ji vê nêzikatiya Serokatî pir hêrs bûm.  Min bataniye avêt ser destê Serokatî. Serokatî dîsa lingê xwe derxist û got; ‘‘te bataniye ne avêt ser lingê min.’’ Ez bi hêrs axivîm û min got; ‘‘Serokê min, ez bataniye bi ser lingê we de dikim, hûn destê xwe derdixin. Ez bi ser destê we de dikim, hûn lingê xwe derdixin.’’ Serokatî got; ‘‘tu çima ewqasî bêhn tengî? Miroveke bê sebir û li himberî pirsgirêkan ne bêhn fireh be, wê çawa pirsgirêkan çareser bike?’’

Serokatî sebra min di ceriband. Ka bê çiqasî ez li himberî bûyeran, pirsgirêk û rastiyên jiyanê bêhn fireh nêzîk dibim. Serokatî dikarî bû lingê xwe têxe bin bataniyê. Ne tiştekî zehmet bû. Lê, Serokatî xwest asta sebra min biceribîne. Min ji Serokatî re got; ‘‘Serokê min, rast e ez mirovekî bêhn teng im.’’ Serokatî ji min re got, ‘‘wê demê bêhna xwe fireh bike û bi vî rengî tevbigere.” Tu dikare biçe.’’ Ez jî derketim ku biçim, Serokatî serê xwe rakir û got; ‘‘ma tu ji Serokatî re nabêjî şevbaş?’’Ez pir li berxwe ketim.

Di wê kêliyê de jî tişta herî pir bala min kişandibû, wêneyê hevala Zîlan (Zeynep Kınacı) li ber serê Serokatî bû. Serokatî got; ‘‘ez her êvar, li wêneyê hevala Zîlan dinêrim. Ji ber ku ew xwedawenda min e, ez her şev jêre dibêjim şevbaş û serê sibê jî dibêjim rojbaş. Ez hêviyên xwe yên jiyanê û destpêka siharê ez ji hevala Zîlan digirim, ez nû kirina hêviyên xwe jî bi şevbaşê re jê digirim.’’ Ez ecêb mam. Nêzîkatiyên Rêbertî yên ji bo jiyanê gelek zirav bûn. Hem xwe perwerde dikir û hem jî mirovan perwerde dike.  

Nêzîkatiyên Rêbertî yên ji jinê re, gelek cuda bûn. Hem bi dayîn û stendinên û hem jî di perwerde kirina jinê, xwedî rêbazên gelek dewlemend bû. Bi sekin û axaftinên xwe gelek balkêş bû. Ji lewra Rêber APO rastiyekî her dem zindiye. Hebûna Rêber APO ji asta fizikî derdikeve. Ne tenê fizîk, hebûna xwe heye. Serokatî rastiyeke, hişmendiyeke. Hebûna jiyana xweşik û ya rastiyane. Bi hezaran dem û sal mirov jê qut jî be, dikare Serokatî di ramanên xwe de, di hestên xwe de, di hemû kêliyên jiyana xwe de bi cî bike, hîs bike.

Ev rastiyekî bi wî rengiye, kesek nikare vê rastiyê zû bi zû di kesayetê xwe de bide ava kirin. Gelek Rêber û serok derketin. Lê, bi fizikî man. Gava fizîka wan ji holê rabû, her rastî jî pêre ji holê rabû. Rastiyekî Rêbertî heye. Xwe bi zanist û diyalektîkê re kilît kiriye. Mirov li kuderê be, ev rastiya Serokatî weke şenekî di xwîna mirovan deye û dikele. Tu çiqasî xwe radestî mirinê bikî, tu çiqasî xwe radestî derewan bikî, tu çiqasî xwe radestî gemariyan bikî jî, ew şen xwîna te dikelîne û berê te dide kêliyên xweşik. Berê te dide kêliyên herî xweş yên pêşketî. Serokatî her dem rastiyekî zindiye.

 

Kategori: Biranînên Gerîla