Zelal Newal

meha gulan birani

Di nava jiyanê de tevahî kêliyên ku em jiyan dikin hemû bîranînin. Bi taybetî jî weke jinekê di van çiyayên pîroz de jiyan kirin bi xwe re wate û giringbûyînên cuda tîne. Mirov çiqasî şîrove bike û bîne ser ziman jî wê gelek kêm bi mîne. Carna hen kêlî hene ku ger mirov binivsîne wê bibe roman, carna jî hen kêlî hene tu pirtûk jî nikara vegotina wê bike. Sala 2012’an de pêvajoya şerê

gel ê şoreşgerî de me gelek têkoşîn û destkeftiyên giring destxisitin. Lê kêleka vê jî me gelek bedelên giranbiha jî da. Di wê demê de em bi xwe jî herêma Zapê di man. Em ew dem yekineyên çekên giranda diman. Weke yekîne jî di wê demê de em beşdarê tevahî çalakiyên ku pêşdiketin dibûn. Weke endamên yekineyên çekên giran em her rojek cihekê bûn, pêwîstî ji bo kîjan cihê hebe em derbasê wê derê dibûn.  Gelek cara ji bo ku em çavdêrî ji bo çalakiyê bikin, ya jî ji bo ku em biçin cihê çalakiyê bi rojan em di meşiyan û me çekên xwe jî bi xwe re dibir. Birastî jî tevahî kêliyên jiyana me gelek dagirtî û bi wate derbas dibû. Bêgûman kêliyên dîrokî bû heman demê de me cihê xwe di nava şerê gel ê şoreşgerî de digirt pêngavek dîrokî bû û em jî di nava wê dîrokê de bûn ev ji di me de coş û heycanek cuda dida avakirin.

Zap hem di aliyê stratejîk, erdnîgarî de wate û giringbûyîna xwe yê cuda heye. Di dîroka têkoşîna me de her herêmekê me giringbûna xwe û li gor xweserbûna xwe wateyên xwe yê giring hene. Zap jî weke wargeha Şehîdan tê binav kirin. Her herêm li gor xwesertiyê xwe û li gor cihên xwe yên stratejîk û li gor cîhbûyîna hevalan berxwedanî û têkoşînên giring tên çêkirin. Ez dikarim bibêjim ku min zarokatiya xwe û ciwantiya xwe û tevahî kêliyên jiyana xwe ya bedew û xweş di herêma Zapê de jiyan kir. Cardin min di wê herêmê de xwe naskir ez bûm gerîla, min jiyana pîroz nas kir û di wê qadê de ez rastiya jiyanê fêrbûm û min xwe di nava wê rastiyê de vestirha. Ji bo min jî ew çalakî gelek cuda bû. Çalakiya Rindikê bû. Gelek çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin lê ezê niha qala çalakiya Rindikê bikim. Di çalakiyê de weke jinekê birastî jî me gelek ezmûnên giring girtin. Di asta şoreşê de, ji bo pêvajoyê jî gelek destkeftiyên xwe û serkeftinên xwe hebû. Hem di aliyê leşkerî de hem jî di aliyê siyasî de gelek destkeftiyên xwe pêkanîn. Her wiha êş û zehmetiyên xwe jî hebû. Beriya ku ev çalakî were destpêkirin beriya wê mehekê heval gazî mekirin. Aliyê herêma Çiyayê Reş di aliyê wê yê Çelê de me amadekartiyên çalakiyê dikir. Ew çalakiya me deşîfre bû piştê wê heval gazî me kirin. Ji wê herêmê em derbasê cihê Ertûş yê aliyê Geliyê Zap dimîne di wê derê de me qet ne difikirî ku wê çalakiyek mezin were lidarxistin û ewqasî heval beşdar bibin. Me wisa difikirî ku wê çalakiyek biçûk yê çekê giran hawan were pêkanîn. Lê belê, ew çalakî ji bo taybetmendiyên xwe yên gelek cuda hebû. Em weke taximek ji tabura me çûbûn. Du heval çeka 57 anîn, sê heval ji bo hawan karbînin ez û hevalek jin jî li gel me çeka bombe atar beşdarê wê çalakiyê dibûn. Cara duyemîn bû ku ezê di çalakiyê de bombe atar bikarbînim. Barê me giran bû hema bêje nêzî 27-28 demjimêr em meşiyan. Gava em gihiştin cihê çalakiyê me dît ku bi sedan heval li wir kom bûne. Gelek hevalên ku me wan nasdikir û demek dirêj jî bû me ne dîtibû, gelek heval jî me wan cara yekem li wir dît nas kir li wê derê kom bûbûn. Lê belê, gava ez çûm wê derê heval ji min re gotin tu tevlê çalakiyê nabî. Ji bo min mijara herê giran ew bû. Ji bo ku ez beşdarê çalakiyê bibim min gelek xwe pozber kir, min got çi dibe bila bibe pêwîste ez beşdarê çalakiyê bibim, encamê pozberbûna min serkeftî bû ez beşdarê çalakiyê bûm. Sedemê ku ez beşdar nebim jî hevalek hebû rêheval Alî Xebat, ez vê bîranîna xwe jî li ser navê wê dibêjim rêheval Elî Xebat di vê demên dewî de di encamê grîza dilde şehîd ket. Rêheval Xebat di nava me de bombe atarciyê herê kevine di salên 92’an de rêheval Şervan Sason li Botanê bikaraniye piştê wê jî rêheval Elî Xebate. Ji bo wê jî heval gotin ji bo çalakî bê kêmanî be heval Xebat bikarbîne. Lê me jî gelek pozber kir ji bo em başdar bibin li ser vê bingehê jî em kirin du grup. Tabî gruba me sê heval bû. Ez bûm, rêheval Elî Xebat û şehîd Elîşêr bû. Navê gruba me kirin gruba Eliyê hate gotin. Ji ber navê hevalan Elîşêr û Elî xebat bû ji bo wê jî heval di wê çalakiyê de navê min ji xistibûn Elî Zelal. Bi vê rengê grubê Eliyan hate avakirin. cihê ku em lê diman cihekê gelek xweş bû hem di aliyê kamoflajde hem jî di aliyê erdnîgarîde cihekê bi ewle bû. Ew dem jî balafirê keşîf li wandera gelek di geriya. Em bi giştî di wê noqtê de civînên xwe pêktanîn û me amadekartiyên xwe yên dawiyê dikir. Piştê du rojan em ketin rê. Me tiştên xwe li ser hestir barkir û em ketin rê, lê di rê de hestir ne dikarin bi meşin, em qederek meşiyan hestir barên xwe avetin erdê û ne karin rêya ku emê têre biçin derbasbibin. Ji wê dolê re di gotin dola Xusro. Em wê demê mecburman me barên hestira di devê dola Xusro de daynin erdê. Ew bar min û rêheval Elîşêr bi hevre rakir. Piştê du rojan me xwe gihand Geliyê Zap. Noqteya jê re di gotin noqtayê Şehîd Egîd diket binya girê Samûray. Samûray heybetekê xwe gelek cûda bû. Ji xwe erdnîgariya ku herê zêde me dixwast em lingê xwe bavêjin jî ji bo me gelek giring bû. Herê zêde jî me dixwast em di vê qadê de çalakî pêkbînin. Çûyîna wê kêmek zehmet bû lê ev çalakî bû wesîleya ku em derbasê wir bibin. Me li wê derê gelek bîranînên xweş jiyan kirin û rêhevalên ku me bi hevre jiyan kiriye û li wandera şehîd ketîne yek bi yek hatin bîrame û me cardin bi wanre jiyan kir. Birastî jî alanbixwe gelek hişk bû di aliyê erdnîgarî de jî aliyên xwe yên gelek zehmet jî hebû. Rûxmê ku barê me giranbû, me zehmetî jî jiyan dikir lê, gava me rêhevalên xwe yên pakrawan difikirî, berxwedan û têkoşîna wan û bi wanre jiyan dikir em bi coş, heycan û bi heskirinekê mezin di wan rêyan de dimeşiyan. Li ser her şîverêyek û girekê gava em di meşiyan weke ku tevahî heval li kêleka me ne û em bi hevre di meşin. Ji bo wê me tu westandin û giraniya his ne dikir. Em her tim rêhevalên xwe yên şehîd jiyan bikin û bidin jiyan kirin. Piştê ku em derbasê wir bûn xebatê keşîf û naskirina wan deran hate çêkirin, hema nêzî deh, panzdeh roj sere derbas bû. Gelî bi xwe cihekê biçûk bû lê hêjmara hevalan zêde bû. Gava em wir bû pirsgirêkê me yê erzaq û av pir derdiket. Çend gundên biçûk wir hebûn, gava dibû êvar em bi awayekî çend grup daketin di nava gundande ji bo erzak û av bigrin. Kîjan grup zûrek bûya, ew grup erzaqê xwe zû komdikir û di çû noqtê. Gelek cara gava em diçûn me deriyê malê dixist dayîka dihat me ji dayîkê erzaq dixwast, dayîk ji me re digot wele niha hema beriya hen hevalêndin jî hatibûn me erzaq dane wan. Bi vê rengê em mal bi mal digeriyan heya ku me erzaqên xwe yên rojekê derbêxin. Kêleka vê jî pêngava Şemzînan hatibû destpêkirin. Ji bo wê jî li ser gundên aliyê Çelê, Geliyê Zap ambargo hatibû danîn, rê hatibûn girtin û hatin çûyîn hatibû qedexekirin. Ji bo wê jî di aliyê xwecîhkirinê de zehmetî dihat jiyankirin. Çalakî wê êdî destpêkiriba di tevahî hevalan de heskirin, hêvî û baweriyek bêhempa hebû. Bi taybetî jî ruhê serkeftinê di çav û gotinên tevahî hevalan de xwe didader. Di wê demê de piranîna hevalan şehîd ketin. Hevalên şehîd ketin jî di baskên êrişê debûn. Weke rêheval Jîn, Evîndar, Zerdeşt, Delîl Çirav. Gava em çûn emê destpêbikin ber êvarê bû. Em ketin tevgerê de ew dem çalakî aşkere bû. Beriya em biçin neyar tepeyê me girtibû. Em weke baskên parastinê bûn. Gava em çûn me şopên lingên leşkera dîti di heman demê de agirê wan hêja germ bû. Gava neyar pê dihese emê bidest çalakiyê bikin ew dem neyar tê pêşiyame kemîn tavê je. Hedefên wan ew bû ku baskên êrişê têxin kemînê de û yê parastinê jî bidest bigrin. Di gruba me de piranî çeka giran hebû. Weka çeka, 57, bombe atar, çeka doçka 12.5 hebû, cardin çeka Karnas û kleş hebû. Gava em gihiştin wê derê seat şeşê êvarê bû. Ew dem meha tebaxê bû, germahiyek gelek tûj hebû. Tevahî heval jî gelek tîh û bê halbûbûn. Tevahî heval rojekê tevahî çekan bi pişta xwe bi merhele merhele me rakiri bû û birûbû cihên wan.  Gava me xwe gihand girê xwe tevahî heval gelek westiya bûn û ji têhbûnê jî lêvê hevalan qelişî bû. Hevalek jî her tim dihat û digot; “heval wele av psîkolojiye ma mirov av nevaxwejî dibe.” Bi vê rengê heval henek dikirin û morel didan hevdû.

Me çekên xwe bi cîh kirin û em benda destpêkirina çalakiyê man. Ew dem jî rêheval Elî Xebat got ezê biçim ew girê li hember me meyze bikim ka em çend rêyên paşde vegerê bibînim. Gava paşte vegerê ji bo em di wê rêyêde biçin. Heval Elîşêr jî bi çekê re mijûl dibû. Me dit di carekê de ewrekê reş û tarî hat. Tevahî heval şaş man gotin divê demê de ev çi ewre. Gava em dît ku çend dilop baran hat wê destpê bike em gelek kêfxweşbûn û me ew şemsiye yên ku gel me hene berovajî danî ji bo ku ava baranê bikeve hûndirê wê de. Di carekê de min meyzekir rêheval Elî Xebat di baranê de bûye av û di beze tê û lingê wê di herîde di şemite û dikeve. Min ji got kesîn neyar hatiye min bi heycanekê mezin got; “heval Elîşêr çi bû neyar hatiye?” Rêheval Elî Xebat got; “na na neyar ne hatiye ka şemsiye ka we çi ji şemsiye kirine?” Me jî got; “heval Xebat me daniye ber baranê ji bo tijî bibe.” Heval Xebat jî keniya û got; “wele ez jî ji bo wê hatim û min lez dikir.” Baran ewqasî lêdikir ku hem şemsiyê me tijî av bû hem em şil û pilbûn. Lê me du şaşal tijî ava baranê ji bo xwe kom kiribû. Gava mirov di nava hûndirê avê meyzedikir her tişt di hûndirê wê de hebû. Ji bo wê me got heval gava we av vexwar bê ku hûn meyze bikin hema vexwûn.

Seat heftê êvarê bû, me yê seat nehande bi dest çalakiyê kiriba. Kordîna gazîme kir ango bi destikê biçûk ji mere got Amanos, ev jî kodê paşte vegerê bû. Ew dem hevalê ku li ser baskê me di sekinî got; “heval çima Amanos ev nabe şaşe.” Hevalê din jî digot ne Amanos û Amanos. Cardin heval dibêje; “tu neyarî wisa dibêjî ev nabe.” Piştê wê gava heval pirsa nevê wê kir û heval jî got; “ez heval Dilxwazim pêwîste hûn Amanos esas bigrin.” Ew dem me fêmkir ku pêwîste em paşde vegerin. Me çekê xwe girtin û lez û bez me xwe berda jêr, bi daketina me re deh deqîqe derbas nebû me ji nişkave dît li ser me gule tên reşandin gava me pişt xwe meyzekir em çi bibînin, neyar ketiye cihê ku me berdaye li wir gule li ser me di reşînin. Di heman demê de çekên ku me di rojekê de li pişta xwe kiribû heya li wê girê, di nava nîv seatê de me tevahî çekên xwe girtin sexlemiyê. Piştê ku em hatin jêrê jî di aliyekê de em gelek hirs bûbûn ku me çalakiya xwe pêkne anî û çalakiya me aşkere bûbû. Lê di aliyêdin de jî gava me xwe ji wê girê berdida bi ew çekên giran ve bazdanên me, di wan cihan de gindirbûna me û me rêya rojekê kiri bû seatek. Ji bo wê jî gava ew kêlî dihatin berçavên me gelek kenê me bi hev dihatin. Piştê wê demek şûnde me cardin ev çalakî 4’ê Tebaxa sala 2012’an de bi serkeftî pêk anî û encam jî girt.

Bêgûman di vê çalakiyan de û van rojande gelek lehengtî û fedekartiyên mezin ji aliyê hevalan de û bi taybetî jî di aliyê hevalên şehîd de pêşketin. Di pêvajoyê şerê gel ê şoreşgerî de ya ku mohra xwe li wê demê jî da çalakiya Rindikê bû ya din jî çalakiya rêheval Jîn bû. Demên amadekartiyan de, di nava çalakiyan de jî herê zêde xwe dida pêş jî tevlê bûn û morelên van rêhevalên me yên pakrawan bû. Me hêvî, bawerî û ezmûnên gelke mezin ji van rêhevalên me û ji jiyanê girtin. Li ser vê bingehê jî em meşa xwe ye di hûndirê vê jiyana pîroz de bi awayekî serkeftî dixwazin bimeşin. Wê tevahî meş û jiyana me jî li ser ruhê serkeftin ê be.  

Kategori: Biranînên Gerîla