Nuda Evîn

BIRANINÇILE2

Min ji xwe re biryarek dabû û ji bo vê jî min li pey wê biryara xwe ket. Ez di wê zanabûyînê de bûm ku min biryarek gelek bi hêz lê di heman demê de zehmet jî girtiye. Lê baweriya min heye ku min biryarek gelek bi wate û binirx girtiye. Gava ez nû tevlê bûm ez derbasê Garzan Sason bûm. Li wê derê yekineyek hevalan hebû. Di nava wê de jî

taximek hevalên jin jî hebûn. Xwe rêxistin kiribûn. Bi giştî hevalên jin weke mangayek tevgerdikirin. Ev ji bo me gelek giring bû. Me di wê demê de ne dizanî ku di aliyê artêşbûna jin de ewqasî pêşketin avabûye. Gava em hatin jî tevahî heval ji mere gotin; “hûn gelek bi şensin ku hûn niha beştar bûne.  Êdî komtanên hevalên jin bi xwe ne. Em bi xwe xwe rêvedibin. Xwe perwerdedikin. Yekineyên hevalên jin yê xweser çê bûne. Hevalên jin li Sason Garzan diman. Di tevahî hevalên jin de coş û heycanek gelek cûda hebû. Di wê demê de min heycan, coş û nêzîkatiyên ku li tu dera ne dîtiye di hevalan de hebû. Her ku wan nêzîkatiyan didît dilê min zêdetir mezin dibû.  

 

 Taxim komtanê me jî hevalek goyî bû. Navê wê Dozdar bû rêheval Dozdar jî şehîd ketiye. Manga komtanên me jî heval Rojîn û Nujîn bû. Piranîna xwe hevalên kevin bû. Tevahî heval jî xwedî ezmûnên gelek kûr bûn. Wê demê destpêka biharê bû, hewa sar bû baran jî dihat. Hevalên ku wir bûn piranîna xwe hevalên ku di nava şerde pijyabûn û mezin bûbûn. Lê ruxmê wê jî tevahî hevalan de hestên gelek cuda hebûn. Bi taybetî jî di tevahî hevalan de heskirinekî yê li hember jiyanê pir cûda hebû. Ev jî gelek bala min dikşand. Em neh heval bi hevre beşdar bûbûn. Piranîna xwe jî derdorê Elîh û Sason ê beşdar bûbûn.

Bêguman ew dem weke vê demê perwerdeyên bi mehane yê şervanên nû nîn bû. Ji ber derfet û zûrifên wê demê weke niha nîn bû. Lê cardin jî perwerdeyên birdozî û leşkerî hebû zêde dirêj nedikir nêzî mehekê me perwerdedît. Em Sason derbasê Muş ê bûn. Di meşa me de me gelek rastiyan dît û jiyankir. Din ava wê rastiya şer de hevaltî, heskirin, morel û coş dayîna hevalê xwe û ji bo hevalê xwe canê xwe feda kirin çawane min tevahiya bi çavê xwe dît, bi hestên xwe jiyan kir. Gelek hevalên ku ji bo partiyê xebat dan meşandin can û dil, bi partiyê re girêdayî bûn min nas kir û bi wan re hevaltî kir. Ew dem ew bûbû mehek û du meh ez beşdarê rêxistinê bûbûm. Hevalên nû li hember hevalên kevin rêzgirtinek bêhempa didan diyar kirin. Birastîjî  gelek ked dabûn raber kirin din ava rêxistinê de. Fermandarê yekîneyê me jî hevalek xort bû navê wê Bager bû. Heval Bager ew çar sal bû beşdar bûbû. Lê mirovekê gelek kedkar û tevlêbûna wê jî gelek bi hêz bû. Hevaltiya heval Bager gelek cuda bû. Din ava tevahî hevalan de dihat heskirin. Bê ku dudilî jiyan bike ji bo hevalê xwe dikarî canê xwe feda bike ji bo hevalê wê tu tiştekê jê neyê. Ewqasî ji hevaltiyê û jiyanê hesdikir.

Ji xwe vesaziya me jî çêbûbû wê heval me biriba Muş aliyê wê yê Başûr. Heval ji me re toren çêkirin û rê kirin. Gruba me gelek ji heval Bager hesdikirin. Heval Bager gelek ked bi mere bir û bi baldarî jî nêzî me di bû. Ev hişt ku tevahî heval jê hes bikin. Gava heval Bager xwiya nedikir me meraq dikir. Gava toren çê bû me wê di torenê de ne dît. Piştê torenê tevahî heval di meşê de hertim pişt xwe meyzedikirin. Em nêzî sed metre meşiyan me dît ji nişkave hevalek li piştme bazdide berme ve tê. Ew dem em sekinin me meyzekir heval Bagere, gihişt me ji tevahî hevalan xwatirê xwe xwast. Ruxmê ku ewqasî bandor jî bûbû lê cardin jî bi hevaltiyê re girêdayî bû. Em gihiştin ber avê ji ber av rabûbû ava Sasonê ji bo wê me nekarî em av derbasbikin. Gund û jora wê jî qereqola Curusê hebû. Gava me dît em nikarin derbas bikin em vegeriyan. Em hatin ber bîrekê em rûniştin û me ji xwe re av dikşand. Tevahî heval jî pala xwe dabû çanteyên xwe û tevahî heval jî ji hevre di got heval di hûndirê me de hisek ne baş heye weke ku wê tiştek çêbibe. Em cardin berbi cihê hevalan ve ketin rê gava em gihiştin cihê hevalan saet bû bû duwazdeh. Gava em çûn tevahî heval xwey kiribûn me jî xwey kir. Gava siharê em rabûn me dît heval agir pê xistine taştî xwarine  ji me re gotin ka biçin çavên xwe bi şûn werin xwarin bixwin. Me dît di carekê de hevalê nobedar gazî kir. Got heval; “neyar ketiye arazî û wê nîv saet şûnde bi gihije gel me. Tevahî heval ketin tevgerê de. Ji xwe wê demê heya hevalên ku diçin keşfê û devriye ne hatiban agir ne dihat pêxistin. Wê demê jî heval weke her tim kiribûn. Hevalê ku çûbûn dewriyê û keşfê hati bûn û heval wisa agir pêxistibûn. Gava neyar hat ew dem agir pêketî bû. Ango me ne dikarî em têşeyekê ku vir kes ne maye ger mabin jî di kevinde mane bidin diyar kirin. Êdî em mecbûr man ku xwe li gor pevçûnê mevzîlendir me bikin. Birastî jî araziyê Sasonê bi taybetî jî noqta Golavê gelek tenq bû û di nava sê çar qereqola debû. Di her qereqolê wê jî hawan tavêtin. Ger neyar bixwaze derbikeve operasyona bejayî gelek rehet dikare nîv saetê de daketiba. Cihekê wisa û. Tevahî heval xwe ji bo pevçûnê amadekirin.

Heval Dozdar fermandarê me yê hevalên jin qîr kir û got xwe mevzîlendîr me bikin. Ji hevalek xort re got ez diçim tepe çend hevalê xort rêke gel min. Me xwe mevzîlendirme kir hêja ji neyar derdorê me dorpêç nekiribû. Em demekê dirêj man. Dengê heval Bager dihat. Demek şûnde dengê heval Bager qut bû. Em hevalên nû jî gel hevbûn çend hevalên kevin jî parastina me dikirin. Gava pevçûn destpêkir di wê demê de neyar sê çember derdorê me çêkiribû. Yek ji ew kesên ku îxanet kirine, ya duyemîn ji çeteyan, ya siye min jî neyar bi xwe bû. Bi vê awayî pevçûn destpêkir. Pevçûn nêzî du seatan bi çekên ferdî berdewam kir, piştê ku pevçûn sekinî du kobra hatin. Kobra nêzî seatek me tereme kir. Di esnayê lê xistina kobra de tu tiştek ji hevalan ne hat, tiliyê yek heval jî xwîn ne bû. Lê piştê wê her ku çû çembera me tengav bû. Neyar xwe nêzî me kir. Êdî wisa bû ku em û neyar ketibûn di nava hev de. Me ji bo pevçûnê xwe amade kiribû. Tevaî heval tiliyên wan li ser tetîkê bû. Di wê kêliyê de me dît ku ji  nişkave yek berbi me ve tê, tevahî heval xwe amadekirin ji bo lê danê lê başbuku heval ji dûrde got ezim heval Ardir li min nedin. Me dît ku ji nişkave heval Adirhat gel me. Ji me re got heval gule bidin min da ku ez şer bikim. Guleyê min ne maye. Ew dem tevahî heval yek jarjorda heval Adir. Gava me ji heval Adir rewş pirskir ew dem heval Adil got; “heval gir ket, heval Bager, heval Dozdar, heval Şoreş şehîd ketiye.” Gava got heval şehîd ketine ew dem hestên ku mirov nikare vegotina wê bike me jiyan kir. Hevalên ku me ji wan hesdikir şehîd ketibûn. Birastî jî mirov nikare vegotina wê bike, ewqasî hestek zehmet bû. Wê demê êşa ku min ticarî ji dilde jiyan ne dikir jiyan kir. Birastî jî wê demê ji nişkave êşek zirav ji dilê min de hat.   

Piştê heval Adir heval Brusk jî hat. Ew jî gule xwast. Hewa jî hêdî hêdî ber bi tarîtîye ve diçe. Ew jî got heval şahadet hene û neyar jî berbi me ve tê. Neyar ewqasî nêzî me bûbûn ku bombeyê wan kêleka me di teqiyan. Lê rûxmê wê jî cesaret û hirsa hevalan hêzek gelek mezin dida me. Di wê kêliyê de me dît  heval Nujîn jî hat. Birastî jî di wê şerê de mirov ji sekin û cesareta heval Nujîn hêz, morel û cesaret digirt. Ser neyarde çûyîna wê, bi hêvî û bawer li ser neyar de qîr kirina wê di me de hêzek bêhempa avadikir. Ev sekna hevalan cesaret, bawerî û hirs dida me. Cardin heval Kemal jî heman tiştê dikir. Ruxmê ku em nû bûn jî lê ew sekin û cesaretê hevalan cesaret dida me. Gava hêdî hêdî hewa tarî bû me xwe paşde kîşand. Birastî jî mermî weke baranê dibariyan. Ew dem hevalên me yên birîndar hebûn. Ew dem heşt hevalên me xwiya nedikirin. Di taritiyê de me çembera neyar qut kir.

Rêhevalên me yên ku şehîd ketibûn jî tevahî hevalên kevin û fermandar bûn. Tevahî heval jî gelek hêja û bi rûmet bûn. Heval gelek ji şahadetên hevalan bandor bûbûn. Lê di heman demê de jî kîn û hirsekê mezin jî li hember neyar hatibû avakirin. Di wê şerê de min gelek tişt naskir. Bi taybetî jî hevaltî, heskirin, bawerî û cesaret. Di hevalan de heskirinek gelek cûda li hember hevdû hebû. Di wê şerê de her kes di got ne hevalên min bila ez bim. Ewqasî li hember hevdû rêzdar bûn.   

  Di meşa me de du hevalên ku ezmûnên wan hebû û di meşê de jî xûrtbûn ji bo ku gruba me nekeve kemînê de, em bi riyên şaşde neçin du heval di pêşde bûn pêşengên me em wisa dimeşiyan. Gava heval di meşiyan gelek bi hişyar û hesas tevdigeriyan. Ew dem min ji xwe re got birastî jî hevaltî çiqasî bi nirxe û pîroze. Bê ku xwe bi fikre hevalê xwe di fikre. Bê ku ji bo xwe jiyan bike ji bo hevalê xwe û jiyana xwe jiyan dike. Erê ew dem min ji xwe re got ez hatime cihê herê rast û bi wate.

   

 

Kategori: Biranînên Gerîla