Tirkî  |  Erebî

pênûsa gerîla
BIRANINDAWI
 Ji Sala 1995 bû. Ez bi xwe jî çar Sal bûn ku beşdarî xebatê şoreşê bûbûm. Di destpekê de min çar sal xebatê girse domand. Piştî hêvî û xwestekekî pir mezin, ji bo biçim akademiyê ketibûm rê. Cara yekem min bihîst, ezê biçim li gel Serokatî, hest û ramanekî pir bilind di dilê min de hişiyar bû. Ev ji bo min rûmet û mezinbûnekî pir bilind bû. Ji ber êdî xeyalê min diketin kiryariyê. Ew dem di dilê min de pir pevçûn dihat jiyan kirin. Min tucar tiştekî wisa bawer nedikir. Yanê xeyalê ku ji bo ez Serok APO bibînim pêkdihat. Bi Serokatî re demekî derbas kirin, bi Serokatî re axiftin kirin, bi Serokatî re hest û ramanê xwe parvekirin ji bo min rûmeta herî bi nirx û wateyekê pir mezin bû.

Di destpekê de nêrîn û ramanên min ji bo Serokatî pir cûda bû. Ji ber têgihiştina raman û xeta azadiya Serokatî, pir zor bû. Hest û ramanekî pir mezin ji bo vê mijarê pêwîst dikir. Ez dikarim bêjim ku, piştî dîtina Serokatî, nêrîn û nêzîkatiya min ji Serok APO re pir hate gûhartin. Ji ber dîtina Serokatî di dil û mejiyê mirov de pir wate hişyar dike.

Serok APO nêzîkê bist sal di qada Suriyê de, bi ked û hewlekî pir mezin ve şoreşekî avakiribû. Di nava çanda û jiyana gel de pir gûhartin û di gel de zanistî û zanistiya têkoşîna azadiyê afirand. Girêdan û azweriya gel ji bo Serokatî çavkaniya xwe ji vê rastiyê digire. Weke zarokekî wê gelê, bandorekî pir mezin li ser hest û ramanê min jî kire. Lê di vir de ez dikarim bêjim ku, nêzîkatiya min ji Serok re pir cûda bûn. Di vê nêzîkatiyê de hem nenasîn hem jî ne têgîhiştina rastiya têkoşînê û rastiya Serokatî hebû. Min Serok APO jî, weke serokê din dihasibandin. Yanê Serokekî ji gel dûr, pir jordaye, Serokekî pir bi teng an jî pir girtî xeyal dikir. Dema pir caran heval rastiya Serokatî bilêv dikirin, ji min re pir biyanî dihat. Min pir helwest û nêzîkatiya Serokatî fêm nedikir. Birastî jî min rastiya civak Kurd nas nedikir ez gelek ji rastiyê dur mabûm. Di vir de pir xapandin û biyanîbûnekî min pir mezin hebû. Yanê ez dikarim bêjim ku, ev nêzîkatî çavkaniya xwe, ji kesayet û asta zanistiya min digirt.

Ji bo em biçin gel Serokatî, em komekî pir mezin amade bûn. Ev kom nêzîkê 45 kesan ve dihat ava kirin. Piştî vê amadekariyê em ji bo biçin akademiya Kurdî ketin ser rê. Dilê min de pir hest dihate jiyan kirin. Ji ber xeyalê min ê herî mezin, êdî pêk dihat. Êdî ev xeyalê min, bi hatina devê deriyê dibistana Kurdî ve diketin rastiyê û min êdî bawer kir ku ez diçim gel Serokatî. Piştî vê pevçunên di dilê min de dihat jiyan kirin, em çûn dibistana Kurdî.

Gava cara yekemîn Serokatî me dît got; “Çi hevalê jin pir in.” Bi vê awayî em ketin nava dibistanê. Destpêkê Serokatî di derbarê xebatên gel de, hemû hevalan re yek bi yek dîalog pêşxist. Piştî vê dîalogê, Serokatî ji me re nêzîkê seatekî dehûrandin pêşxist e. Serokatî got; “Dema me dest bi xebatê şoreşkerî kir, me bi şermê ve destpê kir. Min di nava hemû hewirdorê de nedikarî serê xwe rakim. Piştî vê hestê xwedî hewldanek û kedekî pir mezin ve, komekî biçûk hate ava kirin û bi vêya ve xebata şoreşgerî û têkoşîna şoreşkerî hate afirandin. Pêwîste hûn jî bi vê hestê ve destpê bikin û rastiya vê têkoşînê têbigîhîjin. Bi vê nêzîkatiyê ve xwe bigîhîjin asta Serokatiyê.”

Piştî vê dehûrandina Serokatî, yek bi yek hevalan re dîalog pêşxist e. Di wê pêvajoyê de koma başûrê rojava hîn di rê de ne, dikevin nava pevçûnê û ew kom ji hev qût dibe. Wan hevalan ewqas zorî jiyan kiribûn ku, di rê de şûna xarin pelê dara xaribûn. Serok APO vê bûyerê ji bo me hemû hevalan re weke mînak didan nîşandan. Digo; “Pêwîst e hûn jî vê mînakê ji bo xwe hîm bigirin û wisa jiyan bikin.”

Her axaftina Serokatî di min de pir tişt hişiyar dikir. Pir rastiyên ku em jê dûr jiyan dikin, ji me re bi awayekê zelal dest nîşan dikir. Ev jî di dilê min de pir wate û hestên rûmetê avadikirin. Di wir de min fêm kir ku, beranberê Serokatî –her çiqas girêdan û hezkirina mezin jî hebe- pir xapandinên ku min jiyan dikir hebû. Ev xapandin û şaşitiyên min, bi her gotinekî Serok APO re dihate şikandin. Ez dikarim bêjim ku ev rewşekî ne wisa hêsan bû. Di dil û hizrandinê min de pir pevçûnan re rê ve kir e.

Serokatî got; “Te heta niha ji Serokatî çi fêm kir?”

Min got; Serokê min, min pir tişt fêm kirin. Serokatî ji bo min hêz û rûmeta herî mezin e. Di nava têkoşînê de ji bo ku kesayet têbikoşe, pêwîst e her dem xwe nû bike. Heger kesayet xwe nû neke, nikare têbikoşe û jiyana xwe şert û mercên şoreşgerî ve bidomîne.

Serok got; “Ew dem bêje, ew hêza nûbûyînê di kesayeta te de heye?

Min got; Belê Serokê min. Ez bi hêza Serokatî û rastiya rêxistinê ve dikarim her dem xwe nû bikim.

Serok got; “Yanê tu nabî bela?

Min got; Na Serokê min

Serokatî; “Rewşa te yê fîzîkî çawa ye, nexweşiyên te hene?

Min got; Na Serokê min

Serokatî; “Gelo tu dikarî bimeşî”

Min got; Min xwe pir caran ceribandiye, ez dikarim bimeşim.

Piştî vê dialogê, em hemû ji bo ku wêne bikişînin kom bûn. Me bi Serokatî re hem bi awayekê kom, hem jî yek bi yek wêne kişand.

Ji bo min ew dem demekî pir xweş bû. Di hemû jiyana xwe de, demekî ku min pir coş û kêyfxweş jiyan kir, ew demê ku bi Serokatî re derbasbû bûn. Di wir de hest û ramanekî min jiyan kir, dibe ku ez niha bi hemû milan ve nikarim bi lêv bikim. Ji ber rastiya Serokatî bilêvkirin, ew demê bi wate anîna li ser ziman pir zor e.

Êdî dema ji hev qûtbûnê hate. Wê demê Serokatî got; “Her dem hûn ji min xatir dixwazin, nihajî ezê di destpekê xatirê xwe bixwazim. Em hemû bi awayekê fermî ji rêzê de disekiniyan. Serokatî, qasî çend hûrdem pêşiya me çû hat, yek bi yek li me meyzand. Piştî demekî dest bi axaftinê kir; “Êz naxwazim kesayet zû şehîd bikevin. Her şehîdêk li ser min bandorekê pir mezin dike. Pêwîst e hûn jî zû şehîd nekevin. Vê êşê hem ji min re, hem jî ji malbata xwe re nedin jiyan kirin. Dema rewşekî wisa derdikeve holê, ez di dilê xwe de pir êş jiyan dikim. Wê demê ez dibêjim ku, gelo kêmasî û şaşitî çavkaniya xwe ji min digire, çima van mirovana dikevin vê rewşê? Bi van pirsan ve ez xwe pir lêpirsîn dikim. Di vê bingehê de lihûrbûnekî kûr jiyan dikim.”

Ev gotinên Serokatî, hestên ku me jiyan dikir pir kûr kir û di çavê hemû hevalan de rondik bariyan. Tukes di wê demê de nedikarî xwe bigire. Ji ber tiştekî pir bi êşe, lê belê di milêkî de jî rastiyekî me bixwe ye. Ji bo wê pêwîst e em hemû xwe lêpirsîn bikin û li ser erkên xwe baş bisekinin.

Dema di dawî de jî ji me re got; “Dibe ku hûn pir li gel Serokatî neman, lê belê ji bo têgîhîştina Serok APO şeş seat an jî şeş roj jî bese. Heger hûn min fêm nekin, hûn şeş sal jî livirbin, dîsa jî hûnê encam nagirin.”

 

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla