Tirkî  |  Erebî

Gûneş  Sîwas
Meha ilon2
Dema ku ez nû beşdarê di nava refên gêrîla bûm, ew dem her tiş ji min re balkêş dihat. Ji ber ez bi xwe ne di welatê xwe de mezin bû bûm ji bo wê gava min welatê xwe dît ew dem ez li hember xweşik bûna welatê xwe mest bûm. Wê demê min ji xwe re got; “birastî jî welatê min gelek şoxûşenge.” Weke ku hertişt bi min re di nava axiftinê de
bû. Min wisa hîs dikir ku welatê min ji min re digot; “wey tu xêr hatî di nava welatê xwe de.” Belê ez hati bûm di nava raborî, pêşeroş û dahata xwe ango di nava xaka xwe ya pîroz de.  

Ji bo ku mirov rastiya jiyana PKK’ê vegotin bike pêwîste mirov di nava wê de jiyan bike. Ji bo min jiyana PKK’ê jiyanek gelek awarte û nû bû. Piştê ku ez derbasê cihê hevalên nû yên ku li wir perwerde dibînin bûm ew dem ez fêr bûm ku ji mere tê gotin şervanê nû. Ango hevalên nû re tê gotin. Di şervanê nû de herê zêde jiyanê li me didan fêrkirin. Hewildidan ku em jiyana xwe bi rêgezan bi afirînin. Jiber jiyana PKK’ê bi rêgezên bingeh tê afirandin. Ya din jî nîzam ji bo me gelek giring bû. Di şervanê nû de ev mijarane gelek dibin mijarên perwerde. Ji ber pêdîvi heye ku gêrîla bi nîzam tevbigere. Ji bo wê jî nîzam di her qadên jiyanê de mijara herê serekeye.

Di nava şervanê nû de ji jiyanê bigre heya meşek me jî mijarên perwerde bûn. Ji ber em ji nû de fêrî jiyanê dibin û pêwîste em her tiştê xwe ji nû de bi afirînin. Ya herê zêde bala min dikşand jî gêrîla tevahî rêgez û ezmûnên xwe ji jiyanê û tiştên ku jiyan kirine girtiye. Mînak gava gêrîla dikeve meşê ev şev jî dibe û roj jî dibe pîvana herê bingeh jî pêwîste axiftin pêş nekeve. Ji ber em leşkerin. Em nikarin êdî weke mirovekê ji rêzê tevbigerin. Ev destpêka jiyanê heya roja me ya îro jî berdewam dike.

  Di sala 1997’an de neyar bê navber li ser gêrîla de êrîşên xwe pêktanîn. Ji bo ku em êrişên neyar yên ku pêktînin bê bersiv bihêlin pêwîst dikir ku em parastina xwe xurt bikin. Neyar her tim dixwast ku lewaztiyekê gêrîla bibîne û derbe li gêrîla bide. Ji bo wê jî em gelek hişyar tevdigeriyan. Ji bo me li hember neyar xwe parastin dîroka xwe û fikrê xwe parastine. Bingeha xwe parstinê ji nîzam û zanabûnê tê. Ger ku tu xwe zana nekî, bi nîzam nekî û rêgezên gêrîlatî pêkneynî ew dem tuyê windahiya bidî. Mirovên bê zana nikarin parastina xwe jî bikin. Di heman demê de ger ku yekineyêkê gêrîla xwe bi nîzam neke jî wê her tim rû bi rû belavbûyînê re bi mîne. Ew dem jî tuyê li hember derbeyên neyar re vekirî bibî. Ji bo wê jî nîzama gêrîla pêwîste weke henase ya ku mirov dide û distîne hertim berdewam bike. Ji ber nîzam ji bo mirovan mijarekê bingehîne. Bi taybetî jî ger ku mirov xwedî neyar be û gêrîlabe ev zêdetir giringiya xwe heye. Di nava gêrîla de pêwîste ji nîzam bigre heya her tiştê mirovan bi cewherî be.

Her çiqasî nîzam ji bo gerîla girîng be lê ya rast pêdivî heye ku beriya her tiştê kesayet bi xwe xwe bi nîzam bike. Ev di her kêliyan de û di her rewşande jî derbasdare. Pêwîste her tim rêgezên gêrîla bibe çavkaniyê jiyanê. Ji bo wê hevalên nû gava tên yekser fêrî rêzgez û jiyanê tê kirin. Ji ber ku ew heval hem nû rêxistin û partiyê nas dike ji bo wê pêwîste beriya her tiştê jiyana wê nas bike. Ji bo wê pêwîste di destpêkê de bizanibe xwe biparêze. Ji xwe zanabûyîn bi riya perwerde, ezmûnên jiyanê û naskirina partiyê re tê qezenckirin. Destpêkê dema ez hatim şervanê nû rêgezên ku bi me dane nîşandan li ser van esasan bû. Çawa ku me li ser jiyanê perwerde dîtin di heman demê de li ser çanda leşkertî jî me perwede didît. Mînak, bikaranîna çekan bigre heya meşa şevekê bigre. Cardin keşîf çawa tê kirin, di meşa gerîla de rolê pêşeng û yê paşhatî çî ye tê fêrkirin. Cardin bikaranîna erd bigre tevahiya mijaran de em dihatin perwerdekirin.

Gelek mijar hene ku mirov di demê wê de zêde wate nadê. Lê bi zanabûnê re û naskirina rastiya neyar re hêza mirov yê watebûnê avadibe. Ji ber ku PKK xwedî ezmûnên çilsaliye, ji bo wê tevahî ezmûnên wê yê jiyanê ne ji jiyan kirine fêrbûna û bûne xwedî ezmûnên bingehîn. Li ser vê ezmûnên xwe jî heya roja me ya îro li hember neyar parastina xwe pêşdixin. Li gor tevgera neyar xwe bi nîzam kirin û çanda leşkertî xwe de dayîna avakirin mijarên jiyanîne. Çawa ku lêhûrbûyînên me li ser neyarê me pêşdikeve, yê neyar jî li ser me pêşdikeve. Di meşa gerîla de, parola, li gor pêşeng tevgerandin, pêşeng li ku derê û çawa navber bidê, di kîjan xetê re biçe û hwd. pêwîste grup li gor vê tevger bike. Ger ku bi vê awayî tevger neyê çêkirin ew dem ji windahiya re rê tê vekirin. Ji bo me çeka xwe heskirin, çanda leşkertî di xwe de dayîna rûnişkandin gelek giringe. Tevahî perwerdeyên ku şervanê nû de tê dayîn jî ji bo ku mirov fêr bibe û demê pêş zehmetî jiyan neke. Li ser vê jî di meşê de bi çeka xwe û bi çenteyê xwe ketina meşê jî ji bo me pewerdeyê yekemîn bû. Pêwîste gêrîla tu carî çeka xwe ji xwe dûr neke. Weke perçeyekê ji canê xwe bigre dest û bi vî awayî jî nêz bibe. Mirov di destpêkê de çawa fêr dibe wisa berdewam jî dike. Ger ku mirov rast nêz bibe wê bikaribe gelek mijarên bingehîn jî fêm bike. Ji bo şervanekê nû her tişt nû ye. Gelek cara çenteyê xwe, çeka xwe cihê cûda jî tê ji bîrkirin. Ji ber hîn perçeyek ji bedena xwe nabîne, hîna hîs nake, yê xwe nabîne û bedena wê/î fêrnebûye.

Bêguman di nava perwerdeyên şervanê nû de hem teorî hem jî pratîk di nava hevde tê kirin. Piştê ku me perwerdeyên leşkerî dît rêveberiyên me plansazî çêkirin ku em derkevin meşa gerîla. Dema em derketin meşê hem çente, hem jî çeka me li pişta me bû. Gava me xwe amadekir ku emê bi rê bikevin pêşengê meşê ji bo meşa me hen hişyarî anî li ser ziman. Wê paroleyê me çi be, mesafeya di navbera me de wê çiqas be ji me re got. Tişta ku herê xweş ewe ku di meşê de tu carî hevalê xwe li peyxwe nehiştine. Her çiqasî zehmetiyên xwe hebe jî lê xweşikbûna wê zehmetiyên wê di nixûmand. Ji ber vê yekê em hev li hember her zehmetiyan di parêzin. Ev rêgezên hevaltiya PKK’ê ye.

  Em bi vê awayî ketin meşê. Meşa me li gor pêşengê me bû. Ango pêşeng çi talîmat dida me jî wisa tevger dikir. Piştê ku em qederek meşiyan min dît ku di carekê de hevalê pêşiya min di cihê xwe de rûnişt. Wê demê min fêmkir ku navber danê. Ew dem ez jî di cihê xwe de rûniştim. Dema ku yê pêşya te radibe ew dem tu fêm dikî ku navber dawî bûye û tu jî li gorî wê radibî. Gava ez cihê xwe de rûniştim min ew dem çeka xwe ji milê xwe derxist danî kêleka xwe. Piştî ku navber bi dawî bû hevalê pêşiya min rabû, ez jî piştî wê rabûm bi vê awayî tevahî heval rabûn û em cardin bi rêketin. Gava em rabûn ser xwe min destê xwe avêt kemera çenteyê xwe. Ji min re wisa hat ku min destê xwe avetiye kemera çeka xwe. Lê tu ne bêje çeka min li erdê maye min jî destê xwe avetiye çenteyê xwe. Ji ber ku li gor rêzikên meşê paşhat(artçı)piştê ku heval dikevin meşê ew herdem li derdor qontrol dike. Di meşa me de jî paşengê me li derdor qontrol dike dibîne ku çekek li erdê maye. Ji hevalê pêşya xwere  pirs dike;

-“Ji hevalan pirs bike kîjan heval çeka xwe li şûna xwe hiştiye?”

Bi vê awayî tekmîl digihije li gel min. Gava ew hevala li piştmin destê xwe li min dide û ji min re dibêje ji pêşiya xwe re bibêje; “kîjan heval çeka xwe ji bîr kiriye?” Di wê kêliyê de hêja jî kemera çenteyê min di destê min de bû. Ji ber ku ez kêmek jî be di aliyê perwerdeyê leşkerî de baş bûm ji bo wê ji xwe bawer bûm. Li ser vê jî ez ji bo xwe qet ne ketim gumanan. Ez bi awayekî ji xwe bawer reviyam min destê xwe pişta hevalê pêşiya xwe xist û bi dengekî hêdî jêre got; “ji hevala re bibêje hevalek çeka xwe ji bîrkiriye.” Tekmîla meşê bi vê awayî gihişt heya serî. Piştre bersiva vê tekmîlê jî gotin ku kes çeka xwe ji bîrnekiriye. Gava tekmîl bi vê awayî gihişt dawî, hevalê dawî cardin got; “heval, ma ez ji kîre dibêjim min çekek li erdê dîtiye,cardin ji hevalan pirs bikin ew yê kî ye? Gava heval cardin gotin ez jî aciz bûm û min got;

-“Ew kî ye û çi leşkere çeka xwe ji bîrkiriye.”

 Ji ber min aciz bûn axivî dengê min bilind derket ji bo wê heval jî gotin dengê xwe bilind neke! Lê ne min dizanî ne jî heval dizanîn ku ew leşkerê çeka xwe hiştiye ez bi xwe me. Tekmîl dîsa dizivire û tê gotin; “tu heval çeka xwe ji bîrnekiriye. Ji bo vê tekmîl hat dayîn ku her hevalek li milê xwe meyze bike. Min jî li gor tekmîla hatî gotin li milê xwe meyze kir. Ez çi bibînim min dît ku çeka min ne li milê mine. Min heya wê kêliyê ferq ne kiribû ku çeka min ne li milê min e.  Di wê demê de ez matmayî mam û min pir şerimkir. Min got;

- “Heval, bila ew çek were, leşkera ku çeka xwe ji bîrkiriye ez im.”

Kêliya ku min vê gotinê bi rûyekê şerm got ew dem tevahî heval bi hevre dest bi ken kirin. Gava heval bi dengekê bilind keniyan tu rêzikên meşa gerîla ne ma. Bi vê awayî em cardin ketin meşê. Gava ez çûm heya demekê ez bûm pêkenokê hevalan. Ji min re di hate gotin leşkerê ku çeka xwe ji bîrkiriye. Ji xwe piştê şervanê nû vesazkirina min li herêma Zapê çê bû. Gava min di wê meşê de ew kêmasiya xwe dît, ew dem ez ketim di wê zanabûyînê de ji xwe bawerbûna ku tu bingehê wê nîne valeye. Ez ketim di wê zanabûnê de ku hişyarbûyîn û nîzama cewherî di min de hîna ne hatiye rûnişkandin. Ji ber ku hêja ji lêhûrbûyînek bingehîn di min de ne hatibû avakirin ji bo wê xwe ji bîr kirin jî carcarna derdiket. Ev bûyer di min de lêhûrbûyînên gelek kûr dan pêşxistin. Hem ji bo kesayeta min hem jî ji bo çanda leşkertî ji bo min bû binghekê mezin. Gava di gotin pêwîste hûn çeka xwe weke perçeyek ji cane xwe bibînin û hîs bikin ew dem ez ne ketibûm di wê zanabûyînê de. Lê ev bûyer weke şeqamek li rûye min ket û hişt ku ez bi çeka xwere yekbûnek ava bikim. Ji bo wê di şert û merc çi dibin bila bibin ez gava destê xwe tavêjim çeka xwe ez nasdikim. Bi rastî di wê demê de cudahiya kembera çekê û ya çente min ji hev cûda nedikir. Ji bo gêrîlayekî eger wê ziravtiyê nasneke xeteriyekî pir mezin e. Di heman demê de bê nîzamtiye. Ger ku di wê kêliyê de em ne di meşa perwerdê de ban, em di cihekê xeterî de ban û hevala min çeka min ne dîtiba wê ew dem bi xwe re gelek xeteriyên ku tu telafiyê wan neyê çêkirin hatiba jiyankirin. Ji bo vê yekê di nava jiyana gêrîla de kêmasiyek herî biçûk dibe sedemên pir windahiyan. Ji bo wê jî pêwîste bi nêzîkatiyên tiştekî nabe nêzîkatî li hember tu tiştekî neyê raber kirin. Pêwîste gêrîlayekî her tim di nava lêhurbûnekê debe. Ji bo vê yekê nîzam di jiyana gêrîla de şerte. Mirov di hêla lêhûrbûyînê de çiqasî kûrbûyîn ava bike wê ewqasî encamên xurt bigre. Tê wateya ku ewqasî bi ziravtiya difikire.

Ez mînak ji jiyanê bidim. Di jiyanê de pêwîste tu tişt ji ber çavê gêrîla derbas nebe. Pêwîste bibîne kîjan kevir li ser kîjan keviriye. Dareke li ku derê ye gereke bi zanibe. Dema ku tu li hevalekî binêrê piskolojiya wî rehet ne rehete gereke bi zanibe. Bi rastî ev hemû ziravtîne. Ev bi hezkirin, berpirsiyartî û fikrandinê ve girêdayî ye. Lê belê, eger di lêhûrbûna te de belavbûyîn hebe tê wateya ku di jiyana te de jî belavbûyîn heye. Ev tê wateya ku tu ziravtiya zêde naşopînî. Ziravtî di her tiştî de pir girînge. Ji ber ku rastî di ziravtiya de veşartiye. Eger ziravtiyekê herî biçûk  di nava şer de tu nexî hesabê de dibe sedemê şehadeta. Bê hişyarbûna di ewlehiya te û yê hevalê te de wê bi xwe re xeteriyên dîrokî bîne. Pêwîste gerîlayek her tim li ser ziraviyan fikarandina pêşbêxe.

Di parêznameya pênçemîn de Serokatî bal dikşîne li ser mijara Estetîk. Ziravtî tê wateya estetîka karê teye, estetîkbuna fikir û jiyana te ye. Estetîkbûna jiyanê û li her tiştêre bi fikrê estetîkbûnê nêz bûyîn ji bo şoreşgerek bi taybetî ji bo jinekê mijara bingehîne. Ew dibe encama karên serkeftî û estetîkbûna lêhûrbûyîna te. Dema fikradinê mirovan kûr be, zêdetir li ser ziravtiya lêhûrbûyîn pêşdixe. Ji xwe tê zanîn jî mijara estetîk di birdoziya rizgariya jin de rêgezeke. Mirov di wê xwaşikbûnê de dikare fikrê xwe nasbike. 

 

Kategori: Biranînên Gerîla