Rêvan KOBANÊ
 
serokatıtebax2
Demên xatir xwestinê pir zor û giran derbaz dibû, bi taybet dema ku her kes fêr bû ku erkên dîrokî li benda wane, her wiha ev riya ku em tê de derbaz dibin pir zor û zehmete, kî dizane belkî jî piştî vê xatirê emê êdî hev nebînin. Ev tekoşîn; tekoşîna hebûn û tinebunê ye, ji bo kesayet bi xwe û ji bo tevahî gelê Kurd. Şagirtên akademiyê bi çavên serê

xwe dîtibûn êrîşên ku li ser Serokatiyê tê meşandin, lewra hemû bi kîn û hêrs bibûn ji bo ku bi dilekî germ tevlî vê doza tekoşînê bibin.

Piştî ku ez heşt mehan li akademiyê mam êdî xatir xwestina ji Serokatîya partiyê gelek zor dihat, wek ku min xatir ji her tiştî dixwest ewqas ji min re zor dihat ev, lê min di heman demê de jî hêzek mezin hîs kir, ji ber ku Serokatî gelek bi baldarî nêzî mirovan dibû, ez gelek tiştan ji Serokatiyê fêr bûbûm, ji vir û şunde ti kes nikare min bi nezantiyê tewanbar bike.

Di nava partiyê de çend salên min çê bibûn. Serokatî mirovek ewqasî mezin bû ku, gelek bi baldar nêzî mirovan di bû. Serokatî girîngî dide lêgerîna mirovan ya azadiyê, bi taybetî jî ev lêgerîna azadiya jinek be.Tiştê ku ez ji Serokatiyê fêr bûm berpirsyarên min bilind û mezin kirin, soza ku min daye ji bo Serokatiyê pêwîst bû ez bi cîh bînim.

Ez li kêleka Serokatiyê dimeşiyam dema ku ev maşîna hatin û dema ku em berbi maşînan ve diçûn careke din min biryara xwe ber çavan re derbaz kir.

Dema em nêzî maşînan bun; Serokatî li cihê xwe sekinî û hevalan berê xwe dane berbi maşîneyan. Lingê me hemûyan bi gavên giran dimeşiyan, lê dilê me hemûyan jî bi yek awazê lê dida, dilên me li cihê xwe mabûn cemidî û qerisî, ji ber ku dilê me ne dixwest ku ji Serokatiyê qût bibe, lê rastiya jiyanê xwe raxiste ber çavên me û em bi rêketin, di vê demê de destê Serokatiyê li ba dibû ji bo xatirê xwestina ji hevalan.

Em çar rojan li bajarokê Hesekê man, piştî van çar rojan hevala Ezîme Afrîn hat û agahî da min ku malbatê wê ji bo serdanê werin dîtina min.

Vê agahîyê gelek ez hestiyar kirim, min êdî nizanî bû ku ezê çi bikim,dema ku min di  pencerê de mêze kir, min dît ku birayê min Keyfo bi hevalekê re tê, dema Keyfo nêzîk bû bi dengekî bilind bang kir:

Rêvan, Rêvan tu li ku derê ye?

Ez bi keyfxweşî derketim, min birayê xwe himêz kir, birayê min jî Keyfo bi destê min girt û ez kirim maşîneyê.

Em çûn gundekî ji gundên Amûdê, dema ku em gihiştin wê derê seat dihate ber bi sisiyê seharê, her kes şiyar bu ji bo bendewariya me, min bavê xwe û xuşka xwe Sakîne ne dît di nav cametê de.

Xuşka min Azîme gelek dîgiriya, lê min di saha Serokatî de biryar dabû ku êdî ezê negirîm di riya çûyîna qada welat de. Min xwe bi zorê girt, lê ev giryê Azîme ez gelek bandor kirim. Her çend ku bandoriya hemûyan pir bû lê nêzîkatî û bandoriya Azîme pir cûda bû ji bo min, ji ber ku di nav gîriyê xûşka min de êş, azarî, sebir û hişmendî hebû.

Şev borî û roj hilat û hîna nîqaşa me berdewam bû, dibe ku ev hevdîtina dawî be, ev riyeke ji agire, bêyî agir Kurdistan û gelê Kurd ji koletiyê pak nabin, ti hilbijartinên din tune ye di vê riyê de.

Cîran li ser dengê xatir xwestinê li me kombûn. Ew dibûn şahidê xatir xwestina keçeke Kurd berê xwe daye qada cengê, keçeke Kurd a bi çek û tifeng derbazî aliyê sînor yê din dibû, ji bo li dij neyarên welat û gelê Kurd şer bike.

Her kes gelek bandor bû ji ber vê helwestê, her kesî li me temaşe dikir, bi me bandor dibin, helwesta bi hêz a keça Kurd jî gelek bi baldarî dişopînin, êdî Rêvan diçu çiyayên Kurdistanê, ji bo jiyan bike wê têbikoşe, ji bo ku riya kesên din jî ve bike wê şer bike...

Li gelme hêjmarek zêde welatparêz kom bûn. Di nava me de hestê welatparêztî gelek xurte. Bi taybetî jî ev welatparêztî bi fikrê Rêber APO re mezin bû û bû çavkaniya mîrovahiya me. Tev malbata xwe ez çûm gel wan welatparêzan, ji nişkive birayê min Keyfo rabû ji piya û li pêşiya her kesî bi dengekî bilind qîr kir û got: xuşka min diçe welat, diçe qada cengê, ez pir serbilindim bi xuşka xwe. Bijî Rêber APO…

Gel gelek bandor bû, her kes li çepkan dan û dest bi tilîlîyan kir, her kesî hestên malbatê parve kir. Hemû malabatê dixwest ku ez bigihînim armanca xwe. Ji ber gelek baş dizanin ku armanca min armanca wane. Ango em bi hevre girêdayîne. Ez weke jinek pir bextiyar bûm,di dilê min de heycan û coşa ku min ti carî his nedikir jiyan dikir. meraqa min jî her diçû zêdetir dibû. Heya êvarê ez li gel malbata xwe mam. Jiyanek gelek pîroz li benda min bû, ev jî heycana min bilindtir dikir. Berbi êvarê re gruba me ji bo çûyînê xwe amadedikir. Ji bo vê jî gruba me dibin rêvebirtiya heval Cemal de wê şevê me Ava Dîcle derbaz kir. Me şêvek de li xirbeyekê derbaz kir. Di sibeha zû de ez û hevala Sema Yuce me derdor qontrol kir, wê demê  me sê zilam li ser girekê nêzîk dîtin. Gava me wan dît ez û heval Sema me got em biçin meyze bikin ka ev kîne. Gava em çûn gel wan bi awayekî matmayî li me meyze kirin. Ji wan zilaman yek pêncî, yek din jî di sîh saliya xwe de ya sêyemîn jî di hevde saliya xwe de hebû. Gava me silav dan wan ew jî silavên me girtin û bersiva silavên me dan me. Lê jiber ku hevalên jin di nava grubê de cihê xwe digirtin ji bo wan ji wan re gelek ecêb dihat.

Yê herî ciwan di nav wan de rûniştina xwe serarast kir, xuya bû ku mat bû ji dîtina hevalên jin di nava gruba hevalan de, her du yê din jî bi fêlbaziyekê li me temaşe dikirin, gorî xuya bu ku goman ket bu serê wan. Ango keç û xurt çi dikin di serê van çiyan de. Hêvî ne dikirin ku di nava tevgera azadiyê de jin jî  cihê xwe bigre. Xuya bû ku ew nizanin ku tevgera APOCÎ xwe dispêre azadiya jin. Ango weke şoreşên din pirsgirêka jin paşde nahêle.  

Ew kesê temenê wê biçûk hewîlda ku bi mere guftugo bike, lê yê herî mezin di nava wan de bersiv da û got; “hûn jinin, hûn nikarin bi van karan rabin. Na jin, jin nikare van karan bike?”

Piştre min jêre got; “yê me tecrubeyên me yên têkoşînkirinê û cengê di çiyan de heye, hinek hevalên jin şehîd bûn piştî ku demeke dirêj tekoşîn kirin di çiyan de, weke hevala Bêrîvan û Dîcle, her wiha berxwedaniya hevalê Mazlûm, Xeyrî û Kemal heye, evana berxwedaniyên bêhempa li darxistin di zîndanên Tirkiyê de. Serokê me xwedî zanistiyeke berfirehe, hişmendiya wî jî bilinde, di warê teorîk û pratîkê de, di tektîk û stratejiyê de xwedî nêhrandineke mezine, di plankirin û pêkanînê de jî xwedî wêrekî ye.

Wî zilamî jî dîsa bersiv da û got ku; “Hûn keçin, ti zanabûna we tineye, ma hûn dizanin wê rewşa we çawa bibe bi van zilaman re di çiyan de?”

Ew difikirîn ku qey hevalên xort em xapandine û me derxistine çiyan. Piştre hevala Sema bersiv da û got;

“Hûn Serokatiya me, birdozî û felsefeya wê nasnakin ji bo wê van gotinane dikin. Em bi ezmûnên xwe yên jiyanê û yê şer re mezin dibin û li hember desthilatdariya zilam şer dikin. Em tevahî hevalên jin bi dilê xwe û bi zanist beşdar bûne. Di heman demê de tevahî heval jî ezmûnên wan hene mînak ez bi xwe li Mardînê mame, min li wir şer kiriye, di nava me de tu cûdahiya jin û zilam tuneye.Kes kesê ne xapandiye, ji xwe dem ne ew deme ku mirov bikaribe mirovan bi xapîne. Ji xwe di birdoziya me de jî xapandina mirovan nîne.”  

Piştî wan zilaman dîtin ku em zane ne û hêza me ya îqna kirinê heye, êdî bi baldariyeke mezin li me guhdar kirin. Ji ber ku hevala Sema bi Tirkî xwendibû van zilaman baş zimanê wê fêm nedikirin, ji bo wê min wergerê gotinên heval Sema bi zimanê Kurdî ji wan re digot. Wê demê min hêz û baweriya ku Rêber APO di jin de ava kiriye ji nêz ve dît.  

Nîqaş dirêj bû, her sê zilam jî nêrînên wan de gûhertin çêbun, ji henekan vegeriyan cidiyetê, ji ber ku di nîqaşê de binketin li hember hêza me ya îqna yê hebû. Piştre çûn bêyî li paş xwe binêrin, ji ber ku ew mat bibûn li hember me.

Roj diçû ava dema ku me berê xwe da çiyayê Bê Xêr, em nêzî pênç seatan ser hev meşiyan, rêza me li gorî rêza leşkerî bû, dema ku em gihiştin, me dît ku heval li benda me ne.

Xiroşiyeke  (heyecan) geleke mezin ez girtim dema ku min hevalên Gerîlla ên pispor dîtin. Hevalên ku ji qada Serokatiyê hatine silavên Serokatiyê li hevalan kirin, û gotin ku, Serokatî gotiye; “ji bo me jî di wam cîhên pîroz de cîhekî amede bikin.”

Hevalek gelek bandor bu û bi xiroşiyeke mezin got ku; “ez di wê hêvî û baweriyê deme ku wê rojek were emê Serokatî li van cihên pîroz de bibînin.”

Piştî ku roja me di nava liv û tevgerê de derbaz bû, meraqa me ji bo fêrbûnê gelek zêde û bilind dibû, meraqa me îro ji dûh mezin tire, îşev jî xew nekete çavên min, ez naxwazim çavên xwe ji van çiyan, daran, çem û avan bigrim, ev der meskenê gerîlayên ku ji bo azadiya gelê Kurd şerdikin.  

Roja paştir  em berbi biryargeha heftanînê ve ketin rê. Di seatên şevê yê dereng de em gihiştin qampa şervanên nû li Haftenînê, hevalên nobedar em pêşwazî kirin, cihê mangê jî diyar kirin ji bo me, piştre em hemû bi rengê xelekekê li derdora  agir rûniştin, hinek heval di cihê xwe de ketin xewê, yên din jî li ser xeyal û hêviyên xwe yên di jiyana gerîla de axivîn...

Roja din piştî taştiyê, grubek heval çûn ji bo avê bînin ji dolê, hinek hevalê ku westiya bûn ketin xewê, ez û çend hevalên din jî me pêşinyara xwe kir ji bo derketina firinê, her grubek çû bu erkên cûr be cûr, grubek çûn cebilxane (alavên leşkerî), grubek çûn lojîstîkê û yên ku mane jî karê hûrde mûrde yê nûqtê kirin.

Me jî amedekariya xwe ya çêkirina hevîr kir. Me yê pênç torbe ar çêkiriba, ji bo wê hevalên xwedî ezmûn di çêkirina nan de alîkariyê kirin. Ewqasî xweş bû ku tevahî heval alîkariyê hev dikirin. Piştî ku me karê xwe xilas kir, me bêhna xwe da. Erê min bi vî awayî dest bi jiyana xwe ya gerîla kir, lê heya roja îro hêza ku min ji Serokatiyê girtiye, ez li ser piyan hiştim û herdem ew rojên min yên ku bi Serokatiyê re derbaz bûye ji bo min bûye hêza moral, hêvî, bawerî û têkoşînê. Ji bo jinek ya herê giring nasnameya xwe naskirin û bi xwe hesandin bû. Min vê di tevahî ruhê xwe de his kir.   

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla