ji pênûsa gerîla
bıranına gerılatebax
Roj li ber çiyayên ku şahidê dîrokê dibe, hêdî hêdî hil dida ronahiya xwe. Şeva tarî xwe li ber berbanga rojê nagire, dev ji berxwedaniya xwe berdide û hewirdorê dihêle ji rojê re. Roja nû ya ku di nav pevçûnekî dijwar de derketiye, serkeftina xwe pîroz dike, bi ewrên xwe yên serkeftî ve xwe hil dide ezmanan û tîrêjên xwe bi azweriyekî mezin dide rûyê cîhanê.
Roja nû bi keyfxweşî xwe dirêjê dilê mirovên kedê dike. Bendewariyê xwe bi tîrêjên xwe ve digîjîne rûyê mirovan.

Çiyayê bilind ê Gabar, carekî dinê baskên xwe vedike ji bo mirovan. Himêz dike bi dilên xwe yên birîndar û êş ve. Ewqas êş dîtiye, dîsa jî dilê xwe bi roja nû re dike yek û heta dawî baskên xwe vekirî li benda rêwîtiyên jiyanê ne. Çend sal, çend dem û çend demjimêr derbas kiribûn bi van mirovên jiyanê re. Çend êş, çend keyfxweşî û çend azwerî jiyan kiribû bi van mirovan re. Par kiribûn jiyana wan a leheng û bedew.

Hem êşa wan, hem nalînên wan, hem keyfxweşî û azweriya wan mirovan pir baş dizanîbû. Çend evîn û çend heskirin dîtibû ku ji mirovan re nehatibû gotin. Çend berxwedanî, çend şer û çend efsûna mirovên leheng re şahidî kiribû ku hemû di tarîtiya dîroka reş de hatibû winda kirin. Çend jiyan û çend mirin dîtibû bi wî dilê xwe yê bi êş re. Çend heval, çend hevalbend û xayîn dîtibû… 

Ew her bêdeng disekinî, ew her bi hest bû, ew her rondikên xwe dibarandin hinavê xwe yê ku şahidiya dîrokê kiriye. Lê ewqas dîtibe jî, tu tişt wî hilneweşandibû, çi tişt wê heybet û bedewiya wî neşkandibû, çi tişt wê dilê wî yê ku hezaran efsûn di xwe de dipişkandin tune nekiribû.

Ew her çend bedew, berxwedanvan û leheng bû. Ji dayîka pîroz tiştên girtibû, dîtibû û fêrbibû. Ji bo wê mirovên xwe jî bi vê çandî hildigirt himêza xwe û ew her bi vê çandê ve dijiya. Çiqas dinê bêguhertin, ewrên reş û tarî hewirdorê wê dorpêç bike jî, sermaya qerisî dilê wî dîl bigrin jî, ew her bi vê çanda dîrokê ve dijiya. Ji ber ew şahidê dîroka gel bû, ew şahidê lehengên mezin bû, ew şahidê hezar sal û demên bi mirin û jiyanê bû. Dîsa îro jî bi vê raman û hizrên xwe difikirî.

Wê rojê ez hişedarê rojbaşê bûm. Dema ez ê herim rojbaş ji bo her du tîmên me (yek yên hevalên jin û yek jê yên hevalên xort bûn) bikişînim, min dît hevalê Serhed geh tu dibêjî qey şiyare dinava nivînan de bi rastiyên jiyanê vediciniqe, geh jî tu dibêjî qey xewnekê ecêb dibîne wisa dinava nivînan de xwe digevizîne. Min bi dengekê bilind gazî kir; ‘‘rojbaş hevalno. Ka rabin xwe amede bikin, em ê herin li ser wezîfeyekê’’.

Diyar dibû ku hevalê Serhed xewnekê nexweş dîtibû. Ji ber dema ku ji xew şiyarbû, hîn bandora xewna dîtibû li ser wecîyên wê hebû.

Hevalê Serhed, hîn çav li xew, ‘‘heval em ji bo çûyîna ser her wezîfeyê amedene, lê em ê çend heval herin’’. Piştî ku min bi baldarî guhda gotinên wî, min bi henekî lê bersivand;

‘‘Ka tu destpêkê ji xewê rabe, ez ê pişt re ji tere bibêjim em ê çend heval herin li ser wezîfeyê’’.

Hevalê Serhed, bi devkenî got; ‘‘ê temam heval, me tiştekê negotiye. Ji xwe ez ji xewê rabûme’’.

Hevalê Serhed bê moraliyekê pir mezin jiyan dikir wê rojê. Te di go qey me nanekê xwariye wî jî qetekê. Dinava jiyanê de bêdeng û hinek jî madê xwe tirş bibû. Lê sedemê vê bêmoraliya hevalê Serhed, ew tenê dizanî bû. Me hevalên din ti wate ji wê bêmoraliya wî re nedida. Ji ber me nedizanî hevalê Serhed çi xewn dîtiye?

Xewna wî bê ku em bizanin çi ye, weke ewrên reş, hemû dil û mejiyê wê dorpêç kiribû. Her ku wî dixwest xwe xilas bike, ewrên reş bi hemû hêza xwe ve laşên wî, dilê wî yê ku bedewiya zarokatiyê de dijî dorpêç dikir. Bi berxwedaniyek mezin ket nav liv û tevgerê û xwest xewna xwe ji bîr bike. Ji ber di xewna xwe de dîtibû ku taximekê heval di çuyîna ser wezîfeyê de şehîd dikeve. Ji wê çendê her ku li me dinêrî, ew dîmen di hatin pêş çavê wî.

Di vê wezîfeyê de ne tenê wê taxima me, taximekê din jî wê bi hata, em ê hevre biçûna wezîfeya erzaq anînê.

Roj êdî bi tîrêjên xwe yên germ serwer bû. Di berbanga sibehê de, her du taxim hatin gel hev. Weke her carê bi qasî bêrî kirina mirovan bide ji bîr kirin, me rêhevalên xwe himêz kir û me dest bi bîranînên xwe yên derbazbûyî kir. Geh em bi komî bîranînên xwe ji hevre vedibêjin û geh jî kom bi kom heval bi hevre diketin nava hevpeyvînan. Di aliyekê de coşa hevdîtina rêhevalên xwe em jiyan dikin, di aliyê din de jî hevalên rêveberiyê li hev kombûne, wê li ser çûyîna me ya wezîfeyê de plansaziyekê derxînin holê.

Bi tevahiya rojê em her du taxim li cem hev û li benda wezîfeyê mane. Ji bo ku rêya me bê ewle be, du hevalên ku yek ji wan hevalê Serhed bû, di destpêkê de çûn tevahî rê kişf kirin ka bê di rê de tiştekê heye, an jî na. Piştî ku vegerîn, hevalê Serhed bi rewşa xwe ya westiyayî ku di xuhdana li ser eniyên wî de diyar dibû û bi bêhn çikiyayî agahiya rê da fermandarê taxima me hevalê Bedran;

‘‘Hevalê Bedran, me bi temamî rêyên ku hene kişf kirin. Bi giştî rê ji bo ewlehiyê baş in, lê belê rêya herî dawî ku em têre derbaz bibin, dijmin bi hêjmarekê zêde li ser şîverê xefk daniye. Ji lewra em ê nikarin herin ser wezîfeyê. Di wezîfeya me de ti pirsgirêk derneketiye.” Hevalê Bedran bi rûyê xwe yê ku hinekê bê moralî tê de çêbû, fermanda ku her du taxim kom bibin. Li ser fermana wî em hemû heval kombûn û agahiya ku em ê îro nikaribin herin li ser wezîfeyê da her du taximan.

Wê rojê, jiyan vegeriya mîna her carê, em hemû heval bi ser wezîfeyên xwe yên jiyanî de çûn. Weke her carê yê bezî dar kom kirinê, yê bezî xwarin çêkirinê, yê çay çêkir û yên ku hevpeyvînên xwe berdewam kirin. Her yek ji me, bi wezîfeyekê re rabû. Heya ku me cardin çavê xwe li xewê girt.

Piştî tarîtiyê saetên xwe temam kirin, êdî bi dilnizmî boxçika xwe vepêça û da pişt xwe ku tarîtî ji ronahiyê re bimîne. Ji ber dizanî pêlên tarîtiyê wê ti carî ronahiya rojê dorpêç neke. Bi bê sebriyeke mezin, rojê dîsa bi rengên tîrêjên xwe yên cur be cur, tevahiya dinê ronî kir. Di heman saetên rojbaş ê de, em cardin rabûn û me hemu amedekariyên xwe kir.  

Weke ronahiya tîrêjên rojê yên ji paxilê çiyan vedibûn, hevalê Serhed vê carê ewqasî keyfxweş û bi coş bû. Te digo qey ne Serhedê duh bû. Bi derketina rojê re weke ku qet xewn nedîtibû, di hemû hêlan de bi kelecan bû.

Di kişfa rê ya vê carê de hertişt bi serkeftîbû. Bi hemû amedekariyên xwe, em 22 heval bi rêz ketin li ser şîverêyên ku hemû bi kulîlkan hatibû dorpêç kirin. Dinava wan daristanên sixletî de bêyî ku dîmenên me werin dîtin, tenê xiş xişa ku ji ber lingê me derdiket di hat bihîstin. Em hemû heval bêdeng û guhê me li ser derdor bû.

Pêşevanên rêya me hevalê Serhed û hevalê Qehreman bûn. Bi qasî sê saetan em meşiyan. Ji westandinê qudum li me şkestine, devên me ji tîhna zuwa bûne. Lê ev westandin qet ne di bala me de bû. Ji ber hem ev peywira ku em ê bi ser de çûna ji bo me pir bi wate bû û hem jî em pir fêrî heybeta wan çiyayên ku her yek navê xwe ji şehîdekê girtibû bibûn. Rojên li pêşiya me ji me dixwestin ku em hîn bêtir bibin xwedî biryareke bi coş û hêz. Ji ber ku dijmin destên xwe yê gemar û qirêj dirêjî her deverî dikirin û tehemula wî ji jiyaneke aram û serbixwe re nedihet û xwe ranedigirt ku dengê azadiyê ji navsera çiyayan biherike gund û bajarên roj bi roj serî li beramberî zilm û zordariyê radikirin û bê tirs û xof bi canfedayî canê xwe ji bo welat dikirin gurî û xelat. Ji bo wê, serkeftina wezîfeya me di xendeyên li ser lêvên me de diyar dibû.

Piştî sê saetên ku em meşiyan, sarincekê avê li pêşiya me hebû. Berê vê wezîfeyê jî em hemû heval di wê rêyê de derbaz bibûn. Ji bo wê jî bi kelecanekê me dixwest xwe bigihînin wê sarinca avê. Avekê wê ya pir sar hebû. Di germahiya wê demê de, ma wê kî bêriya ava sar ya wê sarincê ne kiribaya.

Piştî bêhndanekê biçûk, me hemû hevalan ava xwe vexwar û bi bêdengî em di cihê xwe de rûniştin. Li jêrê sarincê gundekê binavê Miştuxe hebû. Gundekê ji zilm û zora dagirkeran hatibû vala kirin. Lê hîn jî, darên spîndarên wê gundî serbilind bûn, wawik bi awaz bûn di gund de, çem û kaniyên wê jî her bi xum xum bûn. Ji vê yekê, dema ku em digihiştin wî gundî, ji kurahiya dilê xwe me dengê qêrîna zarokan, dengê bilura şivan û bêrîvanan dibihîst û hîs dikir. An jî dengê dîkên ku di berbanga sibehê de berê mele bang bide, rojbaşê dikişand ji hemû gundiyan re. Dengê jinên li ser kaniyê tê, an jî ji ked û destê dayîkên bi nasir, li nav gund de, belavbûna bêhna nanê tenura ku ti carî tama wê ji devê mirovan nediçû. Her yek di hizir û bîrhatiyên me de bi wateyeke cuda zindî dibûn. Yek ji rêhevalên me yên ku herî pir vî dengî ji kurahiya dilê xwe hîs dikir, hevalê Serhed bû.

Jêrê sarinca ku me li ser av vexwaribû, hinek darên fêkiya Elîsorkê (kırmızı Armut) ku gihiştibûn hebû. Bi qasî meznahiya xwe, rengekê ecêb yê sor girtibûn. Ji wê fêkiyê pir dar hebûn, lê yek dara ku dinava wan de balkêş û hîn bêhtir mezintir bibû hebû. Ev dara ewqasî sor dikir yekser bala hevalê Serhed dikişîne. Hevalê Serhed bi keyfxweşiyeke mezin û bi dengekê bilind;

‘‘Heval ez ê herim hinekê Elîsorka bînim, em bi hevre bi Elîsorka bileyîzin’’.

Fermandara gruba me hevala Bêrîtan; bi dengekê ne pir bilind û ne ji pir nizm bang li hevalê Serhed kir;

‘‘Hevalê Serhed, em nizanin li derdora me çi heye? Dibe ku dijmin derdora me girtibe û agahiya me pê çênebûbe. Ji bo wê jî ger em pê bileyîzin ji dengê me yê bilind dibe ku dijmin me ferq bike. Ka were jê neke, an jî dema te jê kir bîne em bixwin’’.

Hevalê Serhed her çiqasî guhê xwe li gotinên hevala Bêrîtan bi baldarî hêra be jî, cardin ya xwe kir û bi rûyekê biken hevala Bêrîtan bersivand;

“Ti tirsa min li himberî mirin û vê dijminê hov nîn e. Lê xefk bêbext e heval, li kuderê derkeve pêşiya me ne diyar e. Ji bo wê ez tiştekê nabêjim.”

Piştî hevalê Serhed van gotinên xwe bidawî kir, hilkişiya ser darê û ji me her hevalekê re sê Elîsork anîn. Bi dilnizmî û rûkenî, paya her hevalekî da û bi vî rengî berdewam li gotinên xwe anî,

‘‘Ê heval, em bi çi rengî dest bi leyîstokê bikin. Heval dikarin fikrê xwe bêjin’’.

Deng ji me yekê derneket. Em hemû heval bêdeng û bi rûyekê ecêb û matmayî li hevalê Serhed temaşe dikin.

Dibe ku ji wê hîsê ku me li himberî gundê Miştuxe jiyan dikir jî hîmê xwe digirt. Lê ez nizanim, hevalê Serhed wê rojê hestên zarokatiyê di astekê herî jor de jiyan dikir.

Dema hevalê Serhed dît em bêdeng in, vê carê xwe negirt û Elîsorkekê avête hevala Bêrîtan. Piştî vê avêtinê, êdî me xwe negirt û weke ku em hemû li ser tetîgê bin, me jî dest bi avêtina Elîsorka kir. Te digo qey gilokên berfê ne em di avêjin hev. Hişkbûna Elîsorka her çiqasî giran û bi êş bû jî, lê me dest ji wê leyîstoka xwe berneda. Weke xwezayî em bûn du grub. Ji ber sedemê hevalê Serhed Elîsorka destpêkê avête hevala Bêrîtan, em hemû hevalên jin bûn yek û me weke guleyan Elîsork barandin li ser hevalê Serhed.

Dinava leyîstokê de wextê me çawa derbaz bibû, me nedizanî. Dinava coş, keyxweşî û arîşenê de em êdî fetisiyabûn. Dengê qêjîn û kenê me li ser erdnîgariya Gabarê belav bû. Mirov digot, qey erdhej çêbûye li ser xakê. Ji kelecana me xaka ku teviziya bû, bi dengê me şiyar bû û di cihê xwe de dilerizî. Kî ji lêdana Elîsorka pir êşiya û kî ne êşiya bêyî ku em bizanin, dawî li leyîstoka me hatibû. Lê dema me hemû hevalan li xwe dinêrî, me dît ku cilên me hemû hevalan ji nermbûna Elîsorka, dinava ava şêrîn de mane û hemû nîçek bûne. Di wê meşê de ne dûr bû ku, hemû kelemêş û zirgirtkên li wê xwezayê ji şêrînahiya cilên me, li me kom nebûna.  

Dinava vê xwezaya ku mirov ji her milî ve wate jê digire û hestên xwe ji avzêma bedewbûna wê mişt dike û xweşikbûna jiyanê pê dixemilîne, her dever dibîne, cî û hêlînên egîd û çekdarên doz, vîn û evîna aza û serweriyê. Dinava vê leyîstokê de, em roj bi roj hîn bêtir dinava dilê xwezayê de kûr û dûr diçûn bê ku em haj ji dem û çaxên rabirdû hebin. Weke şemendefera tu rawestgeh û çaxan napejirîne û dixwaze ji gerestêrka gerdûnê veqete berû cîhana xewn û xeyalên bê bend û sînor. Em weke bilbilên ku ji kêf û eşqa di dilê me de lê di de, baskên xwe li ber pêlên henaseyên xweseriyê libadixin û dixwazin di çavgirtinekî de seranserê cîhanê tevlî hev bidin.

Êdî kêliyên me yên ketina meşê hatibû. Me hemû Elîsorkên xwe li şun xwe de hiştin, me rahişt barê xwe û em bi rê ketin. Du saet rêyên me mabûn ku em bigihin cihê erzaq anînê. Weke her carê dîsa jî bêdengî li ser meşa me desthilat bû û guhê me hîn zêdetir li ser derdor vekirî mabû. Ji ber me digo, dibe ku dijmin bi dengê me hesiya be û êrîşê li ser me pêk bîne.

Bi têkuz em gihiştin cihê erzaqê û me her yek erzaqê xwe bi bar kir û me danî li ser pişta xwe. Di derbazbûna me ya rê de ti tişt nebû. Cih bi cih ne bi dengê bilind be jî, di dil de me hemu hevalan qala wê kêliya leyîstokê dikir.

Piştî ku me erzaqê xwe girt, dîsa jî hevalê Serhed û Qehremanê ku pêşvanê rêya me bûn, ketin destpêka meşê û bi navber em meşiyan. Ji cihê erzaqê em bîst xulek dûrneketin, ji nişka de dengê teqîna guleyan li ser gruba me hate barandin. Guleya yekemîn hevalê Serhed ji bedena xwe girtibû. Hevalê Qehreman jî birîndar bibû. Bêyî ku em bizanin ev teqîna dengê guleyan ji kîjan aliyan de tên, me her yek di cihekê de baz da. Bêyî ku kêlî bi ser de derbaz bibin, me dît ku firokên dijmin bi hemû teknîka xwe hatin li ser me û cihê pevçûnê gule baran kirin.

Bi vî dengî, dengê gule û çekan tevahiya bêdengiya şevê qetandin. Dinê di bin barana guleyan de wek ku erdhejekî jiyan bike dilerizî. Tevahî deng û gotin, di bin dengê guleyan de bê watebûnê jiyan dikir. Jiyan tevahî bêdeng û melûl bû. Tevî ku me ne dixwest bibin şahidê dema kirêt, ew kêlî hîn ji zude hatibû. Ew dema kirêt bibû şahidê bilindbûna hêvî, nîvcomayîna lîstok û belavbûna xeyalên me. Tu tişt wate hilnedigirt di bêhna werza payîzê de. Payîz ev car ewqas dijwar bû ku, dilê xwezaya bêkes û bê hêz jî nedikarî vê kêliyê rabike. Ji ber me canekê li pey xwe hêla bû. Belê, tiştê ku me êşand, hevalê Serhed, nekarî vê serkeftinê bi fizîkî bi me re parve bike. Guleyeke xayîn û rênenas xwe li sînga heval xistibû û bû bedelê vê wezîfeyê.

Rastiya ku hinek kesên li pey berjewendiyên xwe yên kirêt ji xwarin û vexwarinê zik diteqînin, li ser xwîna mirovan li hev dikin, bi awayekê vekirî nîşanda bû. Ew li pey berjewendiyên xwe yên kirêt bûn. Lê em jî, yên li pey heqîqeta jiyanê, bi tekoşînê, bi bedeldayînê me pariyê nanê xwe bi dest dixist.

Piştî vê gulebarana dijwar, em hemû hevalên ku bi cihên cuda de beziyabûn, piştî sê rojan em gihiştin cihekê. Berê ku em bikevin rê, me cihekê jîvanê ji hevre dabû ku rewşekê derbikeve, em ê hemû li vê derê hevdu bibînin.

Me bihevre gula azadî û evîna dilê xwe li navsera çiyayan diçand û me bihevre bi fêrmêskên dilşadbûna çavên bextewer ew avdidan. Demjimêran xwe li tixûbê nîvê şevê dida û di ber çavê min de weke ku hevalê Serhed çîroka leyîstoka me, ji min re vedihune li min di hat. Dinava wan êşên ewqasî kur de, min jî wer hîs dikir ku bi baldarî û hizrandinekî kûr li hevalê Serhed guhdarî dikim. Lê dinava vê fikrandina xeyalî de, xewê car caran bitîrê xwe yên şewat û dijwar êrîşî çavên min dikirin û dixwest min bi xwe re berû dinyaya bê giyan û bêjîn birevînin. Min çiqas li berxwe dida, lê heyf û mixabin xewa ketibû çavê min car bi caran ez bi tenê dihiştim.

Di sê rojan de me hemû hevalan xwe gihand cihê jîvanê. Hevalê Qehreman, bi awayekê sivik birîndar bibû. Ji bo wê karîbû xwe bigihîne cihê jîvanê. Lê dinava me de Serhedê ku bi coşa xwe me hemûyan kişandibû leyîstoka Elîsorkê ne dixuya. Em hevalên li pêş, me dizanîbû hevalê Serhed şehîd ketiye, lê hevalên ku hinekê di dawiyê de bûn agahiya wan jê tine bû. Çawa em gihiştin cihê jîvanê, çavê her hevalekê li hevalê Serhed digeriya. Me yê piştî wezîfeyê cardin wan kêliyên leyîstokê bi bîranîba, me yê qala keyfxweşiya hevalê Serhed kiriba. Me yê serpêhatiyên xwe yên bi keyfxweşî û zorahî ku me di rê de jiyan kiribû, bi hevre par kiriba.

Tim dîmenên zindî yê wê dema ku em hemû weke zarokan bûn dihate ber çavê min. Dema ku me bihevre bi Elîsorka dileyîst û em li pey hev diketin heyanî ku em hemû ji revê û bazdanê diwestiyan û me xwe li ser giyayê kesk û nerm li bin siha darên tû û Elîsorkan dirêj dikir. Her ku me li nava çavê hevdu dinêrî, dibû tîqe tîqa kenê me. Ji ber li ser hinarokên rûçikên me weke du dilopên ava hinaran, dilivandin ji sorbûn û perçiqîna Elîsorkan.

Belê, ev rastiya dîroka bi salane em pêre rû bi rû mane. Ev rûyê şîdeta bi lanet hîn ji kûrahiya dîrokê tê roja îro.

Ji bo ku em rûyê gemar yê şidetê ji holê rabikin, îro bi sedan yên weke hevalê Serhed di tekoşîna peyda kirina nan de, canê xwe feda kirine. Îro em jî, weke şopvanê rêya hevalê Serhed wan, ji bo kesên ku em qet nas nakin û me pêre jiyan nekiriye, şer dikin û canê xwe didin. Ti tişt bi ser rêhevaltiyê re nakeve. Ji bo me jiyan di her mercî û her warî de tekoşîneke.

Roj diketin pey hev weke refê qulingan û berû dûwerojê diherikîn. Mehan jî pişta xwe didane hev û li pesara çiyayan dixwestin bibin xwedî cih û war. Serdeman jî govenda zayînê digirtin û serçopiya bizavê û tekoşîna rizgariyê bi hêviyên nû gihiştî dixemilandin.

Wê demê hevalê Serhed bibû henaseyek ji henaseyên bihara dilên evîndarê welat, çarenûsê û her dever ji wî re bûbû hêlîn û baregeh. Ji ber dixwest ku cihê xwe di dilê her hevalekê de bikole û bikaribe bi dilê xwe, dilê hemû rêhevalên xwe himêz bike. Dixwest li ber ronahiya zanyariyê, navê xwe ji nû ve li ser remildana gerdûna bê sînor neqişbike. Wê gavê karîbû bêje, ez bûme xwediyê navekî pîroz û bimbarek ji navên xwedawend û firîşteyan.

Hevalê Serhed ji avzêma jiyanê tîna xwe şkand û rûçikên xwe bi ronahiya azadiyê şûşt. Weke ronahiya hevyvê dil û bîrên xwe bi axê re kir yek û bi awirê deryaya çavên xwe ezman û çiyayên Kurdistanê bihost bi bihost neqişand. Weke karxezalekî di hemû deman de li nava zinar û baniyan hêlîna xwe çêkir. Ronahiya rûyê wî, weke tava şefeqê li ser gerdengaza bejna Çirav û Gabarê, li ber bayê zozanan hemû gav dimilmilî.

Xwezaya Kurdistanê bi gerîllayên xwe bedew e û bedewiyekê wê ya nayê bi lêv kirin heye. Dema dor tê gernasên wê yên şehîd, yên ez nas dikim, min dîtî. Lê, yên min nas nekirî û nedîtî. Wê çend tebatan daqurtîne, wê çiqasî dil bimîne li benda tetîgê û wê çend dem derbaz bike? Ger hun dixwazin efsaneya rêhevalê delal Serhed bizanibin, ji çûkên welatê min de difirin bi pirsin. Ji ber çîrok û efsaneya wî bi qasî ya welatê min bi êş û berxwedêr e. Birîna wî bi qasî ya Gabar û Çiravê girane.

  

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla