ŞEHÎD ROZERÎN PÎRAN

Zagros bi tenê ne hêlîna gerîlayên Kurd e, herweha hêlîna teyrê Sîmir e jî. Teyrê Sîmir, teyrekî efsanewî yê çîrokan e. Bi kurdî Sîmir, cih û warê Sîmir çiyayê Zagrosan e. Sîmir ji du gotinan pêk hatiye: û mir. Li gor van herdu peyvên hevdudanî ku navê sîmir ji wan pêk hatiye, çar wate û texmînên cuda hene. Di bejin ku Sîmir teyrekî pir xweşik, delal û rengîn e.

Loma di wateya teyrê sî (30) reng de navê Sîmir lê kirine. Sîmir teyrekî ku bi qasî sî (30) teyran mezin bûye. Loma jê re gotine sî û mir ango sî (30) teyr. Mir di kurdî û farisî de tê wateya mirîşk û teyr. Gotina sî di etîmolojiya kurdî ya çûkan de jî heye ku di navê çend çûkan de kîteya sî heye. Gotina sîmir jî, ji wan gotinan yek e, wek: sîmir, sîsalek, sîmanok, sîberk û hwd… Hinek jî dibêjin ku koka gotinê ji mirinê tê. Ji ber ku Sîmir teyrekî pîroz e. Di serdema kevir de ew sembola ruh û vîyanê bûye û ruhê mirov biriye bihuştê. Loma li herêma Kurdistanê di serdema me de jî li ser hin tehtên gorên kevn mirov rastî weneyên teyrên Sîmir tê. Sîmir semboleke totemîk e.

 

    Ji sala 1999’an heya 2004’an şer hatibû sekinandin. Hewldanên Rêber APO yên ji bo aştiyê di her warî de di hate meşandin. Lê dijminê me yê xwînxwar di siyaseta xwe a qirkirinê de bi israr bû. Xeteriyên li himberî tevgera azadiyê pir mezin bû. Xeterî di astekê herî jor de di hate jiyan kirin. Li himberî van xeteriyên ku di hatin jiyan kirin pêngava 1’ê Hezîranê destpê kir. Di hat xwestin ku di her warî de çalekî werin pêkanîn.

Ez wê demê li qada Zagrosê bûm. Biryar hate girtin ku yekîneya xweser ya hevalên jin çalekiyekê xweser li darbixin. Yekîneya me li Çarçêla bû. Em qederê 20 hevalên jin bûn. Di wê yekîneyê de hevalên pir hêja hebûn. Yek ji wan jî hevala Marya bû. Di wê yekîneyê de fermandara tîmê bû. Piştî civîna ku têde biryara çalekiya xweser hate girtin hevala Marya keta nava tevgerê.  

Meha  Îlonê bû. Tenê derfetê me yê ku em di meha Îlon û Cotmehê de çalekî li darbixin hebû. Ger di van her du mehan de çalekî neyê li darxistin, êdî derfetên çalekî li darxistinê ne dima. Ji ber wê şertên xwezayê hatibana guhertin. Me yê li nêzî Geverê çalekiya xwe li darbixista. Em pênç heval bûn. Sê ji wan hevalên jin û du hevalên xortbûn. Me her pênç hevalan berê xwe da riya çalekî were li darxistin. 

10’ê meha Cotmehê bû. Em di riya şevekê meşiyan. Şevekê pir sar bû. Hevala Marya jî bi mere bû. Şeva duyem me berê xwe da deşta Geverê. Bi qasî çar seatan em meşiyan. Çalekiya me ya mayîn danînê bû. 30 kg mayîn li Cem meye. Di navbera seatekê de me mayîna xwe bi awayekê serkeftî li ser cadeya Gever û Şemzînanê danî. Bê qeza û bela em vegeriyan cihê xwe yê ku em mayînê lê bi teqînin. Em pênç rojan li wê derê man.

13’ê Cotmeha 2004 seat çar û nîv bû. Ji Geverê konvoya leşkerî derket û berbi Şemzînanê ve diçû. Dinava konvoya leşkerî de otobusekê mezin jî hebû û tije leşker bûn. Di heman demjimêrê de me mayîn di otobusa mezin de teqand. Di encam de çar leşker hatin kuştin û birîndarê wan jî çêbû. 

Di wan pênç rojên ku em li wê derê man de êdî ti hêviya me ya ku wê dijmin were nema bû. Sermayekê pir dijwar hebû û erzaqê me jî nemabû. Êdî em gihiştibûn wê biryarê ku em ê herin mayîna xwe rakin. Lê di heman demê de kedekê mezin bi wan mercên zor û zehmet yên Çarçêla da hatibû dayîn. Li himberî serma, zor û zehmetî de hevalan berxwedaniyekê bê hempa dan nîşandan.   

Bi wê çalekiya serkeftî arîşenekê mezin di hemû hevalan de hate çêkirin. Bi taybetî jî ev arîşen şewqdana xwe ya pir mezin li ser hevala  Marya da çêkirin. Ji ber ku çalekiya wê ya yekê bû. Bi israra xwe tevlî vê çalekiyê bû. Ev çalekî ji bo hevala Marya bû hêz û arîşenekê pir mezin.

Çalekî bi serkeftî bû. Lê belê vegera me ya ji çalekiyê zehmetiyên xwe pir hebû. Bi ser de jî serê Çarçêla wê şevê bi berf û bager bû. Di astekê mezin bahoz li ser lûtkeyê Çarçêla bilind dibû. Mirov xwe li himberî bagera wê bi zorê digirt.

Di rê de hinek heval ketin û pir zorahî kişandan. Lê belê ne bager û ne jî ew berfa dijwar nebû asteng li pêşiya arîşena hevalan ya ji serkeftina çalekiyê. Ger ku mirov di serkeftinê de bi îdea be tu tişt di pêşiya wê de na be asteng. Jixwe gerîlayek bi îdea her tim serkeftiye. Ji bo vê pêwîste mirov her tim bi serkeftinê re jiyan bike.

Em ji deşta Geverê bi rêketin û bi berbanga sibehê re em gihiştin li ser kinteya Çarçêlla. Li Zagrosê tekoşîna azadiyê dayîn û çalekî kirin, hêviya azadiyê ku hatî winda kirin careke din zindî kirin, bi vîn kirina wê ked û hewldanekê pir dixwest. Ji bo ku ev ya were bi serxistin ji aliyê hemû hevalan de kedekê mezin hate dayîn û her yek ji hêza xwe bêhtir jî tevlîbûn da çêkirin.

Li Zagrosan çalekiyekê bivî rengî li darxistin, careke din li cewherê dayîka xwedewend derketine. Ger ku jin nekeve di nava çalekiyên aktîf û têkoşîna azadî yê de nikare dîroka xwe nas bike.

Şehîd Marya hertimî digot; ‘‘çiqasî ez dikevim nava çalekiyê, ewqasî ez xwe nas dikim û heqîqeta jin nas dikim’’.

Hêviya wê ji bo azadiyê mîsoger bû. Ji ber ku hevala Marya xweşikbûn û başbûnê di riya azadiyê de didît û bi wê baweriyê hertimî tekoşînê kir.

Dil û ramana wê hertim bi azadiyê re diavêt. Li himberî rêxistinê ti carî bi nêzîkatiyekê gazincî nêzîk nebû. Ji vê nêzîkatiyê pir dûr bû. Hevala Marya di zanabûnê vê de bû ka bê çiqasî koletî jinê ji cewher, hêz û vîna wê dûr xistiye. Di hemwexte di zanîbû ku azadî jî çiqasî jinê bi hêz û vîn dike. Van her du xetan di kesayeta xwe de zelal kiribû. Kesayetiya zelal kî ye û ya kole kî ye? Baş ji hev derdixist û di zanabûnê vê debû.

Em bi qasî salekê bi hevala Marya re man. Di yekîneya me de fermandara tîmê bû. Di şêwazê xwe yê rêveberiyê de hertimî xuliqdarî esas digirt. Biçûya li ser kîjan wezîfeyî bi israr û biryar bû ku bi serbixîne. Kesayetekê ji pêşketinan re vekiriye.

Hevala Marya hertimî bi felsefeya Rêber APO re jiyan kir. Di jiyana azad de elimandin, fêr bûn û zanabûn hertimî ji bo xwe kir felsefeya azadiyê. Sekneke birdozî hertimî ji bo xwe esas digirt.

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla