HÊVÎ TOLHILDAN

Besta ji bo şerê gerîla herêmekî pir xweşe. Daristanên wê pir di nava hev dene. Di heman demê de neyar di wê derê de di şêwazê tevger kirina xwe de zehmetî jiyan dike. Ji bo gerîla jî cihekî pir bi avantaje. Cihekî ji bo sizma, êriş û kemîna cihekî pir başe. Di erdê Besta de zê de kevir nîne. Ya axe, ya jî axên cûda ne. Kevirên ku hene jî pir zû dişke. Rûxmê ku neyar her tim bi obîs û hawanên xwe daristanan di şewtîne lê Besta jî bi rikekî mezin  xwe ji nûde zindî dike, aj dide û şîn di be. Gelek cara dema min li Besta meyze dikir min di got xweziya zimanê van daristanan, keviran û erdê hebûya ku xweşîk bûna Besta û lehengtiya ku di nava Besta de tê jiyan kirin vegotin bike. Besta weke deryayek xwiya dike. Ji xwe dema mirov nû be û di nava xweşîk bûna welatê xwe de çavên xwe vedike bi çavên mirovan re hest û ramanên mirovan jî ve dibe. Ji bo wê jî dema ez derbarê Besta bûm weke ku ez keti bûm di nava bihûştê de. Ji min re hertiş pir nû dihat. Ji xwe wisa jî bû. Lê ya herê rast jî min cara yekemin ewqasî xweşîk bûnên bedew dîti bû. Ew dem min ji xwe re got; “min jî di got çima gerîla ewqasî xweşîkin di nava ewqasî xweşîk bûna de jiyan kirin, mirov jî xweşîk dike. Di be ku yek sedem jî xweşîk bûna gerîla ev be.”

 

 

 

 

 Her kêliyê ku mirov di nava jiyana gerîla de jiyan dike mirov ew dem ferq dike ku jiyana mirov de çiqasî bîranîn tijî dibe. Bîranînên ku di nava xwe de tijî wate di hewîne. Ez pir nû jî bûm lê jiyana min ti carî ewqasî bi wate ne hati bû dakirtin.  

Ez û heval Şevîn bi hevre bûn. Bi vê wesîlê ez heval Şevîn jî bibîrtînim. Çalakiya min ya destpêkê bû. Li Besta. Çalakiya me jî xweser bû. Tevahî lêhûrbûyînên me jî li ser çalakiya xweser bû. Bi vê awayî plansazî jî hebû. Herêma ku em tê de di man nayar pir bû. Ji bo wê jî me ne dikarî em pir rehet tevger bikin. Lê me rûxmê wê jî di aliyê ewlehiyê de her tim tedbîrên xwe digirtin. Me destur ne dida di ewlehiyê de kêmasî were jiyan kirin. Heval Evîn çû serdarê ji bo derdorê xwe keşif bike. Ewdar darekî bilind û çiqlên wê jî pir asîh bû. Dema heval Evîn derdor keşîf dike meyze dike ku yek tê di bin darê de rûdine. Heval Evîn dikeve gumanan de. Lê fêm dike ku ne hevalin. Ji bo ku ew kes heval Evîn ne bîne heval Evîn xwe li ser darê bêdeng dike. Lê heval Evîn wê kesê baş nabîne ji bo wê nikare zelal bike ka leşkere ya jî gundiye. Demek şûnde ew kesê bindarê ji wir radibe û diçe. Heval Evîn jî cihê xwe sexlem dike û bi heval Şevîn re dikeve pêwendiyê de. Heval Evîn got; “heval Şevîn were vir hen kesên pir cûda li vir hene.” Heval Şevîn çû ew û heval Evîn nêzî panzdeh hûrdem li wir man. Ew dem wan di bînin û fêm dikin ku yekineyên neyarin. Di heman demê de qontra û yekineyên neyar yê taybetin. Roja beriya wê jî çalakî çê bûbû ji bo wê jî derdor girti bûn. Dizanî ku em li wan deranin lê cihê noqteyê me ne dizanîn. Em di noqtê de çar hevalên jin hebûn. Hevalêdin çû bûn karekêdin. Ew dem me her çar heval jî got em lê bidin. Ji xwe me di got emê çalakiyekî xwemal bikin. Ev ji bo me derfeteke ji xwe ew bi xwe hatine ber lingê me. Me amadekartiyê lêdanê kir. Dema me lê da ew dem me dît ku derdorê me tijî neyare. Ango derdorê me dorpêç kirine. Me ew tîmê wan îmha kiri bû. Hevala Şevîn got; “heya hevalên me yên din neyên em nikarin vê herêmê berdin. Ji ber ku hevalên me werin agahiya wan tu tiştê nîne ji bo wê îhtîmalekî pir mezin wê bikevin kemîna neyar de.” Hevalên me jî ji herêma me derketi bûn derbasê herêmekî din bû bûn. Em du roj di nava neyar de man. Ango du roj çalakî berdewam kir. Çalakiya me serkeftî bû.

Nêzîkatiyê heval Şevîn di wê derê de pir cûda bû. Tevahî heval jî pir bi heycan û coş tevlê di bû. Ji xwe ew demekî bû me li ser çalakiya xwemal lêhûrbûyîn dida çê kirin. Ji bo wê jî çalakiya me serkeftî de bas bû. Ew çalakî çalakiya min ya destpêkî bû. Ji bo wê ez pir bi heycan bûm. Ya rastî min pir hestan bi hevre jiyan dikir. hevalên min qandî ku min di parastin ewqasî xwe ne di parastin. Nêzîkatiyên hevalan gelek li ser min bandor da bû çêkirin. Bêguman ew dem min fêm kir ku rastiya şer çiqasî cûda ye. Lê ji ber ku armancê me cûda ye ji bo wê jî nêzîkatiyê me li hember şer zêdetir cûda ye. Heval pir bi hişyar tevdigeriyan. Lê herê zêde jî di çavên hevalan de meyze kirinên ku min ne dikarî ez bi nav bikim xwiya dikirin. Tevahî heval hewildidan ku encamên xurt ji vê çalakiyê derxînin. Bi taybet jî weke rêhevalên jin. Birastî jî weke ku me xwast jî me encamên pir baş ji çalakiyê derxisti bû.  

Ji ber çalakiya min ya yekemîn bû, ji bo wê min hertim hevalan di şopand ka hevalên kêlekamin çawa nêz dibin şêwazê tevger kirina wan çawa ye û çawa nêz di bin. Ji xwe heval jî li ser wê esasê jî nêzê min di bûn. Ji bo min pir baş bû. Kîn û nefretê min yê li hember neyar hebû lê dema ez bûm gerîla û min hen tiştan nas kir ew dem zêdetir bû. Di nava tevahî hevalan de baweriyê serkeftinê pir zê de bû. Dema em çûn li gel hevalan tevahî heval hatin gel min û rewşa min pirs kirin. Ji minre di gotin me rewşa we tevahiya hevalan pir meraq dikir lê herê zê de jî me rewşa te meraq kir ji ber ku çalakiya te ya yekemîn bû. Min jî ji hevalan re got; “rewşa min pir başe.” Heval jî gotin; “wela rewşa heval Hêvî pir başe, pir xwînsar bû.” Birastî jî min bawerî û xwînsartiya xwe ji hevalan digirt.

Dema min li hember wan şer dikir jî ti carî weke leşekerekî ji rêzê ne girt dest. Weke pergalek û dewletekî li hember armanca me, jiyana me, raborî û pêşeroja me min dest girt ji xwe wisa jî bû. Di be ku ez nû jî bûm lê di hûndirê wê salê de gelek hevalên ku min pir ji wan hes dikir şehîd ketin. Ev jî di min de hesta tolgirtinê pir kur kiri bû. Bi demê re ez her tiştê pir baş fêr bûm. Di çalakiyê de min cardin rûyê dewleta qirêj dît. Rûyê PKK’ê yê ronahî û girêdan bûna hevaltiya PKK’ê pir zelal dît. Ew dema min got; “hêvî başe tu beştarê PKK bûyî.”   

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla