Tirkî  |  Erebî

 Sêal DÊRIK 

Wê çaxê tevahî beko, diketin nava tevgerê û dixwestin ku me û rojê, ji hev cuda bikin! Wê çaxê jiyan bibû bêjingek,baş û xirab, rast û derew, ronî û tarî ji hev dida cuda dikir.

Êdî her tişt zelal bû. Neviyên Zerdeşt, .baş diramiyan, xweş dipeyviyan û rast pêkdianiyan!. Ên din jî mîna gurên çavsor û birçî dixwestin bi me xuriniyê xwe bişkînin. Lê gava destê wan negihişt van çiyan û bi me nikarîn, xwestin rojê ji me dûr bixin. Di wê rewşê de herkes, bêdeng bû. Rojava şerim nedikir! Ji bîra wê çûbû ku şaristaniya xwe ji ku girtiye. Saziyên mafê mirovan, li biryarên xwe poşman bibûn. Ew jî mîna afranderên xwe, bibûn bazirganê canê zarokên şaristaniya rojhilat! Lê wan nikarî vî karê bigemar bighînin dawî. Bi sedan zarokên rojê, xwe dişewitandin û dibûn xelekek ji agir li dora roja rojhilat. Piştî roja reş (15 Sibat) herkes li ser piyan bû. Her yekî li cihê xwe tol ji rûreşan distand.

Wê çaxê, wate sal 1999-meha Nîsanê, em li Zapê bûn. Wê demê biryara çalakiyên tolhildanê hate wergirtin. Ew çalakî ên yekem bû ku wê di biharê de bihata kirin. Heya hingî jî ez beştarî nava şer nebibûm. Jixwe paş 15 Sibatê hêrs û kîna me gihiştibû astekî herî bilind. Her yekî di dehma xwe de, xwe ji bo tiştekî ku pê bikaribe dilsoziya xwe bi Serokatiyê re bide nîşan, amade dikir. Jixwe ji bo min beştarbûna nava şer di vê demê de xwedî wateyek pir cuda bû. Ji hêlekî ve heya hingî ez tevlî tu çalakiyekî nebibûm ji hêla din ve her tiştê ku dihat pêkanîn, ji bo tolhildanê bû. Ji her hêlî ve tevlîbûna min a vê demê, watedar bû. Amadekariyên yekîne ya me, ji bo êrîşkirina li ser erebeyekî çetan bû. Şûna ku êrîş wê lê bihata kirin, di navbera Zap û Metîna de bû. Jê re tê gotin .Amediye, Gundê Fileha.. Ew dever dikete sê koşeya Zap, Metîna û Garê de. Herkes ji bo wê rojê bêsebir bû. Pêşî hevalan ez tevlî guruba êrîşê nekirim. Wan hîna ez nû didîtim. Lê ji ber israrkirin û gerimbûna min a ji wî şerî re, hevalan tevlîbûna min a wê çalakiyê pejirand. Zor û zorahiyên rê û çalakiyê tev li hêlekî bû, tevlîbûna min a yekem çalakî di jiyana xwe de, li hêlek din bû. Baweriya ku hevalên yekîneyê didan min, morale min hîn behtir bilind dikir. Êdî her tişt ji bo min bibû ew roj. Bendewariya roja çalakiyê roj li ber min dirêj dikir. Berî roja çalakiyê, komcivîna me ji hêla hevalê Dijwar ve hat lidarxistin. Şêweya çalakiyê bi êrîşa du hevalan û parastina sê hevalan re hat zelal kirin. Her pênc hevalan ji bo ku çalakî serkeftî bi dawî bibe, çekên xwe ceribandin. Êdî em amade bûn. Ji ber ku şûna çalakiyê ji me dûr bû, pêwist bû ku em berî wê bi çend saetan bi rê bikevin. Piştî amadekariya, em saet çarê ber êvarê ji noqta Şehîd Qehreman ku li jêrî girê Hekkarî bû, derketin. Mîna evîndarê ku bi ji wan be û biçe ji wargeha xwe, her gavekî min davêt, min xwe nêzî hêviya xwe hîs dikir. Bi şevê re em gihiştin nêzî Gundê Filehan ku girêdayî Amediyê bû, li nêzî rêya ku ji Amediyê tê wî gundî, me keşifa xwe kir. Heya wir jî her tişt serkeftî derbas dibû. Derdorê me tev girên bilind bû. Tenê dolek hebû ku ji bo di rewşek nebaş de mirov paş de vegere.

Li gor nûçeya ku gihiştibû destê me, erebe wê saet 11 bihata. Berî wê bi saetekî her yekî ji me cihê xwe girt. Di jarjulê çekê me gişan de, guleya ku li destpêkê bû, ji ên din tevan şanstir bû. Ji ber ku a pêşî ew dibû pênûsa ku dest bi xêzkirina vê şevê bike bû. Bi cî girtinê re, rext û çekê me, di ber milê me de bi cî bûn. Her yekî ji me, bi hişyarî tiliya xwe ber bi tetîkê ve bir. Êdî berê çekan tev li rê bû. Katjimêra bêsebiriya me, mîna gûrekî bi dûv katjimêra jiyanê ketibû û jê dixwest ku zû bimeşe. Gava wexta diyarkirî hat em tev amade bûn, lê erebe nehat. Em qederek din li wir man. Mixabin bêfeyde bû. Wê şevê erebe derbas nebû. Tevî wê yekê jî min hêviya xwe qut nedikir. Dema ku erebe nehat, me rê girt û biqasî sê saetan bi girekî ve hilkişiyan. Pêwîst bû ku kes me li wir nebîne, ji bo vê yekê me ew şev li girekê bilind, ku jorî rê bû derbas kir. Me her pênc hevala ku em didu keç bûn û sê xort bûn, me ew şev li wî girî derbas kir. Lê ji bo ku kes me nebîne, em sibehê heyanî saet care pişt nîvro li wir man. Di hêlekî de me bêhna xwe vedikir, di hêla din de, me li ser çalakiyê dan û sitandin dikir. Heyanî piştî nîvro em li wir man. Gava dema pisû avêtinê hat, me xwe berda nêzî rê, cihê ku roja berê em çûbûnê de, wê çaxê mîna zarokê ku li benda roja cejnê be li min hatibû. Her kêliyekî dibû sal li ber min. Tevî ku di şer de şehîtbûn jî heye, lê keyfxweşiya çalakiya yekem, tevahî tirs û guman ji min dûrxistibûn.

Dema me cihê xwe girt, me dît ku du gundiyên jin li jêrî me ne. Bêhnek di wire derbas bû didu yên din jî gihiştin wan. Wê gavê em tirsiyan ku çalakî eşkere bibe. Ji bo ku gundî me nebînin, me xwe veşart. Em li benda wan man ku biçin, lê belê, wan sifre li wir danîn û dest bi nan xwarinê kirin. Gava me dît ku wê dereng bimînin û ji bo komkirina kerengan hatine vir, du hevalên me çûn ba wan. Ji ber ku baran bariya bû, em ditirsiyan ji bo ku bizanin em ka li ku ne, şûna piyên me dîtibin û hatibin. Lê piştî demekî ji mayîna herdu hevalan, û vegera wan gundiyan hin tiştên nû gotibûn! Armanca me ew bû ku em êrîşî ereba çeteyekî ku roleke mezin di şerê li hemberî partiyê de dileyst, bikin. Lê tişta ku gundiyan gotibû, ez di cî de behîtî hiştim. Ger wê çaxê kêrek li min biketa, belkî dilopek xwîn ji canê min nehatiba. Wê gotina gundiyan ji hêlekî ken anî li ser rûçikên min, ji hêla din ve destê min ê ku çek hildigirt weke pela dara li ber bayê bihêje, wisa lerizand. Wan gundiyan ji hevalan pirsî bûn:

-Ma hûn ci dikin?

Hevalan: Karê me heye! Lê em dixwazin bipirsin: ereba mirovekî

dewlemend di vê rêyê re derbas dibe, ma kengî tê?

-Ereba ku hûn qal dikin sibehê derbas bûye, lê a ku wê

gavek din derbas bibe, ew jî mîna wê ye. Lê ne a wî zilamî ye!

Heval: A kî ye?

-Ew ereba ku niha derbas bibe, a zarokên bê dê û bav in! Jinek dewlemend wan xwedî dike û her roj wan dibe mala xwe û vedigerîne şûna xwedî kirinê! Ew ereba ku ev du roj bûn em li bende disekînin, ne ya ê çete bû. Dema min ev yek bihîst di cî de min ji hevalên xwe re got:

-Hevalno baş bû me doh bi şev li erebê nexist! Ji ber ku ereba wan zarokan jî, li gor ku gundiyan gotibû, bi şev derbas bûye. Wê gavê min xwe mîna herî mirovê bişens di vê dinyayê de hîs kir. Ger me wê şevê êrîş bikira û ew zarok tûne biban, heya henaseya dawî a jiyana xwe, minê êşa wijdan bikişanda. Mane em bi xwe ji bo ku zarokên vî welatî bi aramî û azadî bijîn derketin serê çiya. Ji bo ku girî û nexweşî ne be şensê nivşên pêşerojê jî, me çek hilgirtibû. Niha jî ku ew şaşitî bûba, emê ketiban çi rewşê? Ew çalakiya yekem bû di biharê de! Ew çalakî bi tunebûna wan zarokan bi dawî biba, min tu car xwe efû nedikir. Lê piştî me zanî ew ereba zarokên yetîma ye û me erîş nekir ser, min ji hevalên xwe re car din got:

Yekem çalakiya di jiyana min de, bi serkeftinek herî mezin derbas bû! Erê! Ew çalakiya ku gule tê de neteqiya, serkeftina herî mezin bû di temenê min de. Wê çaxê tevahî gotinên Serokatî ên di derbarê zarokan de, di hizirê min de yek bi yek derbas dibûn. Di vî welatî de tişta herî binirx şehîd û paşî jî zarok in ji bo Serokatî. Niha jî hindik mabû ku em wan firişte yên bêtawan bi destê xwe bikujin. Hin ez di nav kêyfxweşî û hizirinê de bûm, erebe hat. Lê ev car hevalan ne bi çekan bi ken û şadî pêşwaziya wan kir. Gava em ji rê dûr diketin, her min li paş xwe dinêrî. Ew rê, ew dever bibû kaniya coşiya min ji wê rojê û şûn ve. Ne tenê ez, her çar hevalên min ji min keyfxweştir bibûn. Tevî ku min ew zarok nedîtin jî, lê ew heya niha di dilê min de cih digirin. Her çend ew çalakî heyf hilandin bû jî û me nekir, lê mayîna wan zarokan li ser rûyê vê dinyayê bi serê xwe tolhildana herî mezin bû dijîm.

 

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla