Biranin

Xweza gelek caran bûye sedema êşên mezin, gelek caran jî bi xweşikbûna xwe di tevahî cihanê de bi nav û deng e. Xweza ya Mezopotamya ya Yezdanî, bi hesanî nayê behskirin û taswîrkirin. Ew gelek caran bû helbest li ser zarê helbestvana, gelek caran jî bû sitran û awaza hûnermenda,

lê heya roja îro jî tu tiştî nikariye vê xwezaya pîroz ya ku serdemê Kurd li ser dijin, bi tevahî bînin ziman. Ev xweza ne bi tenê bi bedewbûna xwe navdar e, ew bi dîroka xwe jî xwedî şûnekî herî taybet e di dinyayê de. Lê bi sedema şer û pevçûnên ku heya sedsala bîstan dirêj kir û hîn jî dirêj dike, gelek şûn û cihên wê yê dîrokî, bûne kûrbana şerê lawê mirov.

 

 

Di Têkoşîna Rizgariya Netewî de jî, xwezayê Kurdistan du rolên serekî leyîstiye. A yekem, gelek caran xweza bûye şûneke pir bi ewle ji bo cengewarên (gerîlayên) Kurd. A duyemîn jî, bi sedan û bi hezaran gerîla bi sedema mercên zor û zehmet ên zivistanê şehît ketine. Berfê ku li çiyayên vî welatî dibare ewqas pir e bi metiran berf li ser hev kom dibe. Gelek dever li Kurdistan hene ku, ji ber ku berf lê nahele çiyayên ji berfê çêbûne. Li gelek, deveran jî, çemê avê di bin berfê de dimînin û berf dibe mîna piran li ser rûbaran û gerîla jî mîna rêyan bi kar tînin. Gerîlayên Parastina Gelê Kurd jî, ji bo xwe ji zehmetiya zivistanê biparêzin, hîn di havînê de amadekariyên zivistanê dikin. Ji hêlekî ve şûnên ku lê dimînin ava dikin. Ji hêla din ve ji ber ku di zivistanê de gera gerîla kêm e, amadekariyên ji bo xwe perwerde kirinê tê kirin.

Sal 2001 li herêma Soran, Çiyayê Qendîl, meh meha Sibatê bû. Ev meh di nava kurdan de mîna meha dînik tê nasîn. Car caran reqe-reqa ewran e. Carna roj serê keçelan wisa dişewitîne ku mirov dibêje qey bûye havîn. Carna jî toviyên baranê cihokên avê diherikîne. Lê Sibata 2001 ê, ne mîna tu sala bû. Di wê mehê de takêşên (dengê) yê xwezayê serobino bibûn. Dola Kokê ku xeta di navbera Başûr û Rojhilat a Kurdistanê de ye, wate sînorê di navbera herdu perçayan de ye, bi zozanên xwe yê tazî ku ji goniya pê ve tu tişt lê nîne, tê nasîn. Tenê li qiraxê çemê Dola Kokê de dar şîn dibin. Ev der jî bi piranî cihên gûz, giwîj, hinar, kizwan û çinara ne. Li Qendîlê deverên herî zêde berf lê dibarin yek jî Dola Kokê ye. Ev demek dirêj bû ku heval Çekdar, Ednan, Xelîl, Sîpan, Dana, Sîlwan û hijmarêk din ji hevalan bi hev re li Dola Kokê diman. Wan cihê xwe yê perwerdê li jêr, wate di dolê de çêkiribûn. Her yekî ji wan hevalan, bi salan di çiyan de mabûn û bibûn xwedî tecrûbeyên mezin. Hevaltiya di nava wan de bêhempa bû. Heval Çekdar ji Amadê bû. Ew bi salan bû mîna bazekî, çiya ji xwe re kiribû hêlîn. Kesayetiya wî a şoreşvanî mîna hevîrekî, di tişta zor, zehmetî û rojên giran a şer de hatibû sitirandin û gihiştin. Ew gelek caran di şer de birîndar bibû, cara dawî jî ji serê xwe bi parçek mezin birîndar dibe. Lê wî xebata xwe ya bêsekin û bêhnvedan nedihişt ku kes bizane ku ew birîndar e. Ya rast wî bi tevgera xwe û kena lêvên di simbêlan de, şerekî herî mezin bi bîrana xwe re dikir.

Hevalê Sîpan ji Hewlêrê bû. Dengê wî dema dihat guhên mirov te digot qey “şehîd Serhed li ser Hewlêr dilorî ne.”

Hewlêr qêrîna zarokan

Hewlêr lorîka dayîkan

Hewlêr kilê çavên bûkan

Hewlêr bi xwîna şehîdan....

Ew deng mîna lorînekî bi êş dihate guhên mirov. Ne tenê ev, heval Sîpan di karkirina xwe de jî bêsekin bû. Ger mirov li navekî din ê Sîpan bigere, mirovê navê “karkir” bibîne.

Heval Delîl jî ji Qamişlo bû. Wî bi salan di nava gelê welatparêz de xebat kiribû. Wî civaniya xwe di nava partiyê de derbas kiribû. Dema li Dola Kokê dima, êdî bi kopal dimeşiya. Tevî nexweşî û temen mezin bûnê jî, wî coşî dixiste dilê her hevalekî kêleka xwe de.

Ev hersê heval mînaka wê yekêneyê bûn. Ew yekîne mîna guldanekî lê hatibû. Her hevalekî jî mîna gulekî cihê xwe di gûldanê de çêkiribû.

Belê, meha 20 Sibatê 2001 ê bû. Piştî şerê ku di sala 2000 an de li Qendîl qewimî, partiya me PKK xwest ku xebatên rêxistinî di başûr de bi hêz bikin. Heya wê çaxê gelek rastiyên pîroz ji hêla gelê başûr ve, berovajî dihatin nasîn. Ji bo ku rastî naskirina armancên têkoşîna partiyê ye, di vê demê de li Dola Kokê konferansek dihat lidar xistin. Ji ber vê yekê partî gelek hevalên ku di nava gel de diman, vexwendin vê konferansê di nava wan hevalan de gelek hevalên başurî jî mînak heval Arî, Pola û hwd, gelek hevalên din hebûn. Her di wan rojan de berfeke bêeman dibariya. Pêşî berfê sipî her dever pêça. Paşî te digot qey, herî dibare wisa berfek rengê xwe sor dibariya. Darên guza ên Dola Kokê mîna pîrekî pişt qof, di bin berfê de xwar bibûn.

Şûna ku em lê diman, nêzî cihê wan hevalan bû. Ew çend roj bû ku heval Pola, ji bo çûna konferansê li ba me disekinî. Heya roja ku çû jî, hevalên li kêleka xwe keyfxweş û dil aş dikir. Roja ku ew çû, hîna konferansê dest pê nekiribû. Lê ji bo amadekirin şûna ku konferans lê dihate dest pê kirin, tev di wê berfê de dixebitîn. Roja 23 ê Sibatê dema ew ji şûna xebatê vedigeriyan, hevalê Arî û Pola diçin serdana heval Çekdar, Sîpan û hevalên din. Roj hîna neçûbû ava. Van piştî li rewşa hev pirsîne, dest bi gotina serpêhatiyên xwe ên rabûrdu kirin. Dengê qundê ku li ser dara guzê diwen, dihate nava civata wan, ev bala herkesî kişandibû. Bi taybet di vê mehê de ku mitreyek û nîv berf bariya bû, xwendina qund ji bo herkesî nîşana xeberekî nexweş bû. Xwendina qundan di nava gelê me tê wateya bê siudî û malxirabbûnê! Lewra di zanyarî de jî ev gotin wateyekî xwe yê zanistî jî heye. Qund heywanekî pir hessas e û berî ku di xwezayê de an jî di cihê ku ew dimîne de bûyerekî biqewime ew hîs dike. Ji ber vê yekê jî bi berî bûyerê ew bi dengê xwe agahî dide derdorê xwe. Gerîla ku bi xwezayê re ewqas bûye hevkar, helbet hemû heywanê xwezayê jî dinase û wateyekî dide hemû helwestên heywanan…Xwendina qudê ji ber vê yekê nexweşiyekî di nav hemû hevalan de aj da.

Tevî ku bêr ji destê hevalan nediketin, lê bi hatina evarê re, barîna berfê zêdetir dibû. Deverên ku dihat paqij kirin, piştî çend deqan wek berê lê dihat. Berfa ku dibariya nebes bû, bahozê jî, ji girên jora me berf li dola ku em lê diman kom dikir. Wê şevê heya dema razanê me sê caran berf li ser mangên xwe avêt in. Lê bêfeyde bû. Berfa ku dibariya û a bi bahozê re li ba me kom dibû, tirsa hatina aşûtê di dilan de zêdetir dikir. Wê şevê kes ji me raneza. Ya rast cesareta xew kirinê li ba kesî ji me, nemabû. Her bihnekî hevalek an didu, dibû erikdarê avêtina berfê. Ê ku ji derve dihate hundir, te digot qey bi rengê sor hatiye mekyaj kirin. Poz, lêv û rûçik ji serman sor dibûn. Jixwe sobeya me a ku li ser darên berfê dihate gerim kirin, di wê şevê de rola xwe zêdetir dibû. Mîna zarokên ku di wê şevan de li dora pîrika xwe rûdinin û li çîrokan guhdarî dikin. Em li dora sobê kom bibûn. Ew rewşa me heya katjimêr 1:15 deqe dirêj kir. Wê kêliyê dengê xumêniyek hat. Pêşî me nizanibû çi qewimî. Lê hîna kêliyek di wê navê re derbas nebibû, dengê hawarekî hat. Hingê diçû hewar nêzikê me dibû. Me ji deng zanî ku yê qîr dike û alîkariyê dixwaze, heval Kanî yê Kubanê bû. Dema em derketin derve û ber bi wî ve çûn, me ji nû baş jê fêm kir bê çi bûye. Qêrîn û girî li ser heval Kanî tevlî hev bibû. Tenê gotinek digot:

-Hevalan xilas bikin. Heval di bin berfê de man!

Heval Kanî ji serman re direcifî. Me ji wî zanî ku, manga heval Çekdar, Sîpan, Xelîl Ednan ku heval Arî û Pola jî mêvanê wan bûn, di bin aşûtê de man e. Pêşî kesî nedixwest ku bawer bike. Tevahî hevalên li Dola Kokê diman ji xelaskirina wan hevalan li wir kom bibûn. Bi çirayên destê xwe, em li şûna hevalan digeriyan. Mixabin te digot qey mirov di vê de rê de derbas nebûne. Berfê her dever bin xwe de rast kiribû. Ewqas bi lez û zêde aşût ketibû, darên guzan ku temenê wan ji 100 salî zêdetir bûn, ji kokê anî bûn der û bi ser manga wan hevalan de ketibûn. Hevalên ku ji bo rizgarkirinê kom bibûn, di cî de dest bi avêtina berf û daran kirin. Tilofên berfê nerim, di wê serma û bayê de mîna derziyan li rûyê hevalan ku xebatê rizgarkirinê dikirin, diket. Wê şevê bêrên li wir rane-diwestiyan. Bêr ji destek qerisî diçû destekê din. Kesî ji me li ê din nedipirsî, her kesî bi dil û can xebat dikir. Herkes bi hêviya xilas kirinê wan hevalan li wir diman. Rondikên hevalên bi êşa wê şeva bêbext re, bi ser şûna wan hevalan de diketin. Heya berê sibehê xebata rizgarkirinê berdewam kir. Hêdî hêdî laşê hevalan di nava berfê de diyar kirin. Keyfxweşiyê rûyê hevalan rapêçand. Mixabin keyfxweşî zêde dirêj nekir, bi derxistina hevalên destpêkê, hêviya kesî nema ku kes di bin berfê de sax mabe. Hîna xebat didomiya dengek ji koşeya milê rastê hat. Hevalên ku bi bêran kar dikirin, di cî de û bi lê ew devera ku deng jê dihat kolan. Piştî kêliyekî heval Sîlwan Efrîn û hindirîn ku di bin berfê de ew sax mabûn, hatin derxistin. Wê şevê herdu heval ji rengê mirovan derketibûn. Rûçikên wan tev reş û şîn bibûn. Çavên wan werimîbûn. Tenê şensê wan ew bû ku, gava aşût tê, darek li ser cihên wan disekine û nahêle berf bi ser wan de zêde here. Li ser destê hevala Sîlwan nivîsek hebû. Ev nivîs silav û gotinên dawî ên wan hevalê di bin berfê de mabûn bûn. Berî ku ew heval şehît bikevin, silavên xwe ji Serokatî û hevalan re rê dikin. Heval Sîlwan jî ji ber ku nikariye defterê derîne, her tişt li ser mil û destê xwe nivîsandibû. Tevahî wesiyet û gotin di kêliyekî de li ser wî destê kom bibûn. Lê mixabin di hatina sibehê re û piştî ku xebatê rizgarkirinê bi dawî bû, me xwediyê wan gotinan bi laşê bêgiyan dîtin. Sîpan Hewlêr, Çekdar Amed, Arî Hewlêr, Delîl Qamişlo, Dana Sileymanî, Rêber Kerkûk, Pola Hewlêr, Xelîl Urfa, Ednan Qamişlo, Welat û Mîrxan bûne yazdeh berfînên Sibatê. Ew bûne yazdeh pepûleyên nû di nava artêşa pepûleyên pakrewanan de, bûne yazdeh stêrkên ji ezman rijiyayî. Lê ezmanê di dilê me de bi cî bûyî. Cenaze yê her yazdeh hevalên şehîd li Dola Kokê nêzî şûna mayîna wan hatin veşartin û ew der wekî goristanê şehît hate beyan kirin. Ew êdî dibûn awaz û helbestên ser zarê hûnermendan.

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla