Tirkî  |  Erebî

 MİLİTAN DERSİM

Di demekê de birîndariya me çêbû. Ketina pevçûnê hate çêkirin. Di sala 2005’an de pênç heval ketin pevçûnê ji wana jî çar heval şehîd ketin. Hevala Ronahî Elbîstan bi awayekê birîndarî di erazî de ma. Piştî ku sê rojan me agahî girt ku

şehîd neketiye. Ji bo ku heval Ronahî di destê neyar de ne mîne em çûn me heval Ronahî anî. Pêwîst dikir ku em wê bide sexlemiyê. Ji ber ku birînên wê pir giran bû. Grubekê heval xwest ku hevala Ronahî ji alanên pevçûnê dûrbixin.

 

Me dixwest em noqtê biguherînin. Ji ber ku arazî bi xwe dinava dijmin de bû, me dixwest ku heval bînin eraziyekê sexlem. Yekîne hemû bi hevre tevgeriya. Pişti nîvro bû. Gurubekê me yê keşfê derketin û hinek heval jî li pêşiya me çûn bi vî rengî jî me weke yekîne tevgeriya. Seatên êvarî em tevgeriyan. Di destpêkê pêşeng çûn û pişt re jî keşifçiyên me derketin û bi vî rengî jî me erazî. Quralên meşê çine, me dîqat dikirin, di deng de em pir bi bergirin. Dîsa jî me pêşengên grubê derxist. Di nav bera hevalên me û hevalên birîndar de hinekê heye. Em bi qasî çil û pênç deqîqeyan meşiyan qereqolekê vala li ser rêya me hebûn; Qereqola Rengulê. Em qederêkê çûn û em ketin rê de. Em rê û rê bi awayekê rehet dimeşiyan ji ber ku hem li pêşiya me gruba keşfê hebû hem jî gruba pêşengê hebû. Em bi xwe jî pêşengên li pêşiya gurubêne. Bi awayekê bergir meş hate çêkirin. Di rê de em zivirîn û em gihiştin pêşengê gurubê. Pêşengên grubê jî hem hevalê fermandarî yê ku li ser yekîneyê disekinî bû û hem jî hevalekê fermandare tîmê bû. Em gihiştin li cem wana me jî got em bipirsin ka çi heye çi nîne. Hevalan jî got; “tiştekê di erazî de naxuya ye” lê belê hevalê fermandarê yekîneyê got; “ez ê birîndar bimeyzînim ka rewşa wê çawa ye?

Heval gav avêt ku wê rewşa hevala birîndar bipirse bi wê zivirandinê re dijmin em ferq kirine û hatine li pêşiya me girtiye. Mesafeya ku em ji noqtê derketin û me xwe gihandibû li ser rê, dijmin jî ji tepeya li hember me xwe berdan û xwe gihandibûn tepeyê li pêşiya me. Mesafeyekê pir nêz bû. Ew heval çawa ku li pişt xwe meyze kir em pênç heval gihiştin hevdu. Di wê kêliyê de yekser dijmin me gulebaran kir. Di wê demê de birîndarî çêbûn. Lê belê me di wê kêliyê de ferq nekiribû ku birîndar heye. Grub hemû ji hevdu perçe kiribû. Her hespekê çû cihekê. Hespê ku hevala birîndar jî li ser bû, hespê wê dibe heya cihekê û cardin jî vedigerîne. Di zivirandina wê heywanî de dema ku meyze dike pir gule baran heye, wê hevalê vedigerîne û dibe dolekê rehet de diberde. Di wê demê de li wê derê berdide. Hespê me yê din jî bar li ser piştê ye, ew hesp jî tê dolekê din barê xwe li wê derê datînin. Di vê derê de nêzîkatiyên ku min di wan heywanan de ferq kir hîsên wana pir xurtbûn. Dema ku li me dan em hemû belav bûn. Di wê kêliyê de tiştekê pir hişk hat li min ket û derbaz bû. Min di destpêkê de got qey leşkere ji ber hem tava heyvê hebû û hem jî işildaq pir diavêtin. Min dît hesp bû li min ket û di wê kêliyê de çeka min winda bû. Min xwe dirêj kir gulebaran pir zêde bû û bêyî navber jî leşkeran digotin radest bibin ji ber ku mesafeyekê pir nêz bû. Lê min got heya ku ez çeka xwe negirim ez li vê derê naçim ez bi wî rengî ji xwe difikirîm. Di navbera wan guleyan de jî çeka lav diavêtin cihê keminê. Ez li benda şiltaqê bûm. Dema ku şiltaq avêtin min çeka xwe dît. Min çeka xwe rakir û min xwe hîs kir ku min tiştekê pir mezin bi dest xistiye. Ji ber ku bêyî çek li wê derê mayîn mirin bû. Ez di wê eraziyê de pir mabum. Dolekê hebû min got; “ezê xwe berdim wê dolikê û dol û dol biçim, min dît ku di wê dolê de dengekê hat. Min di destpekê de guman jiyan kirin ku dengê leşkerane lê belê pişt re min bihîst ku hevaleke jin gazî min dike. Min xwe berda wê dolikê û min dît ku heval li wê derêne. Em çend deqeyan li wê derê sekinîn û me got bila heval hemû komî ser hev bibin. Yek bi yek hevalên ku hatin birîndar bûn. Em bi giştî duwazdeh kesbûn û çar bîrîndarên me çêbûn. Em di wê dolê de dest û lingên hevalên bîrîndar girêdidin lê belê bi awayekê lez jî pêwîst dikir em ji wir derbiketina. Hem dijmin li ser serê me bû û hem jî ew rê ya ku em têde hatibûn hîn jî bikardihat. Ger ku bidîtina em li wê derêne wê pir leşkerên din jî bidin ber çavên xwe. Tava heyvê bilind bû seat nêh bû em ketin kemînê.

Di destpekê de hevala Ronahî ne dixuya, yek ji hevalên ku herî pir birîna xwe giran bûn birîna hevala Ronahî bû. Me jî got pêwîst dike ku tavilê hevala Ronahî bibînin. Hevalekê jî got; “hespê hevala Ronahî sere wê ji destê min çû û hevala Ronahî jî çû.” Em hîn jî bi hevalên birîndar re mijulin. Rext û çeken wan hene. Barê me girane. Ez û hevala Sozdar û du hevalên xort mane. Ew her du hevalên xort jî bi awayê fizikî zorahiyan dikişînin û hemû hevalên din jî birîndarbûn. Grub hemû ji hevdu qut bûbû. Grub mezin bû. Dengekê hat. Dînava daran de me dît ku dinava erdê de dixişike tê. Dema ku hespê wî avêtibû dola biçûk ew jî ji wê birêdikeve û tê dola mezin. Li wir jî cihê gomeyên berê hebû. Hevala Ronahî jî difikire ku xwe bide wir. Ger ku heval werin wê bigirin ji xwe wê bigirin ger ku negirin jî wê neçar bimîne ku li himberî bûyerên ku bi qewime pevçûnê bike. Hinekê çal jî ye. Dibe ku li ser xwe çilo bike. Me çawa hevala Ronahî dît me hevalên din yên birîndar ji bîr kirin. Ji ber ku bîrîna hevala Ronahî pir giran bû. Hevala Ronahî neh guleyên MG xwaribû. Hevalên din jî pir moral girtibûn. Cihê kemînê ne uygun bû em bisekinin. Pêwîst dike ku em hemû rêhevalan xilas bikin û barê me jî pir girane. Em jî du hevalên jin û du hevalên xortin. Me hevala Ronahî radestî wan her du hevalên xort kirin û me got hûn hevala Ronahî ji cîhê pevçûnê dûrbixin. Ji ber wê ev kemîn vegere pevçûnê. Leşker bi awayekê giran lê dide. Ev jî nîşaneya pevçûnê bû. Hevala Ronahî li wê derê got; “tenê hûn narincokekê bidin min ji xwe cihekê minê  sexlem nîne. Ew hevalên din yên birîndar hîna jî birînên wana germin wan rizgar bikin.” Nêzîkatiyeke bi wî rengî raber kir.”

Gava ku israr kir helwesta hemû hevalan yekbû. Me got; “hem emê te rizgar bikin hem jî hemû hevalan.”  Dema ku me dît di hola pevçûnê de ew hevalên birîndar li ser xwene û bi moralin me hêzekê pir mezin jê digirt. Bi rastî jî xwe komî ser hev kirîbûn ku alîkarî ji mere bikin. Hevala Ronahî bi vî rengî bi wan hevalan re çû. Sê rêhevalên birîndar bi min û hevala Sozdar re bûn. Ger ku birîna wana sar bibe wê pir pê biêşin. Dema ku me hevalan derxistin jî pir zorbû. Cihê ku em têre derbaz dibin jî li beramberê dijmine. Em di rê re derbaz bibin li pêşiya me rawestgeheke dûz heye û hakimiyeta dijmin jî li ser vê pir heye. Lê belê em neçarin ku li wê tepeyê dîk bidin. Ji ber ku hem dolên xwe yên biçûk hebû û hem jî darên xwe yên hûr hebû me dikarîbû em derbaz bibin. Em hinekê çûn em gihiştin nîvê tepe êdî hevalên birîndar ji hal de ketibûn. Yê me jî ji ber me gotibû; “em tiştekê li wê derê nahêlin. Barê me giran bû û ev ya jî zorê bi me dida kişandin. Ji ber ku ji ling birîndar bibûn hemû neçarmabûn ku navber bidinê.

Kêmek ma bû ku em tepe xilas bikin dijmin li wir jî dîmenên me digire. Gulebaranekê pir yoğun li ser me çêkir. Hevalên pêşeng yên li pêşiya me de dema ku dîtin em ketin pusuyê yekser tepeyê li pêşiya me digirin. Wê tepeyê digirin bersiv dan dijmin. Dema ku çek hat bikaranîn berê guleyan hemû vegeriya tepeyekê din. Me jî texmîn nedikir ku hevalin li pêşiya me. Fermandarê yekîneyê hîn ji dûr ve dîtibûn ku emin berê guleyan vegerandin li ser xwe. Dema ku berê guleyan vegeriyan li ser hevalên din me jî tepe qulipand. Derman jî bi mere hebû me li pişt dolê hevalan tedawî kir. Hespên me ji xwe çûbûn. Lê rêya sê seat ku hîna jî xeteriya xwe heye li pêşiya me maye. Boxazekê heye ku em xilas nekin îhtîmalekê ku dijmin di seatekê nîv de were pêşiya me bigire. Qereqolekê kevin li wê derê hebû. Dijmin carna jî wê qereqolê digirt. Em hinekê din jî meşiyan. Hespekê me berê hebû hevalan bi xwere di birin erk. Lê we hespê me ji ber sedemê ku nexweş bû tiştekê nedikarî rake lê hevalan gotibû em ê yan 25 kîlo yan jî 50 kîlo lê bikin. Herî dawî me got ku em hespê bi ceribînin dibe ku hem hevalekê birîndar jî rizgar bikin û bi wî rengî jî hêdî hêdî bi xwere bibin. Ew hevalên ku di destpêkê de pêşeng bûn ew jî hatin li cem me yên ku li himberî dijmin mermî teqandibûn. Ew jî hatin hesp hebû lê bi kêr nedihat. Hertimî me zorlama dikir. Hevala Ronahî kes nedikarîbû rake ji ber birîna wê, lê hevalên din yên birîndar bi awayekê din di meşiyan. Hesp çû û hespekê ku li gel me tiştekê nedikir, hêzekê di wê hespê de çêbû hevala Ronahî bi awayekê pir hêsanî derbaz kir. Me got ka em birîndarekê din jî lê bikin. Seat neh pusu destpê kir heya ku seat bû du du yê şevê jî em hîna li biniya boxazê ne. Boxaz jî qederekê dûr bû. Me hevalekê din jî lê kir lê ev hesp ewqasî enerjî ji kuderê anî bû ez nizanim. Heval pêre nedigihiştin. Me got; “ger ku cîh li ser hespê hebe em ê hevalekê din jî li ser bikin ku heya em cîhê xeterî bi dawî dikin. Ev hesp heya boxazê qet heval nesekinandin û ne jî êşandin. Bi vî rengî jî heya boxazê çûn. Dema ku me boxaz qulipandin ev bandoriyekê li ser me çêkir ji ber ku me hevalên xwe yên birîndar bi awayekê sexlem xilas kiribûn. Di holekê pusuyê de, bi rûxmê ku dijmin em ferq jî kirin birîndarên xwe rizgar kirin û malzemeyên xwe nehêlana di destê dijmin ev di mede moralekê mezin da çêkirin. Lê belê di warê din de jî em bi kêmasiyên xwe ketine pusuyê, me rêhevalên birîndar daye di warê din de jî ev me diêşine.

Pir caran me qala hespê xwe dikir ku çiqasî alîkarî daye me û me hertimî qala fedekariya wê dikir. Ya rastîn jî hespê herî dawî ku kêrî tiştêkê ne dihat di demên herî zor de kêrî pir tiştan hat. Me digot; “hespên me jî êdî fêm dike zor û zehmetî.” Hem zorahiyên xwe hebûn û hem jî tiştên pir komîk hebûn. Hedefa me em birîndarên xwe rizgar bikin. Di birîndariyên destpêkê de me hinekê tiştên xwe li ser pişta hespê kiribun lê belê weke derman, çek, rext, tiştên ku bişkên û li ser hespê zerarê nebînin me bi xwere rakirin. Çanteyê dermanan li gel me bû ev ya avantaj bû.

Di wê grubê de hêk bimin re hebû. Di çanteyê debin. Ji bo ku zerarê nebînin min li pişta xwe kiri bû. Li ser serê me gule pir di barandin. Lê tişta ku komîk derketin di wê derê de qontrol kirina ew hekên min radikirin. Herî dawî dema ku min nêrî du sê hêk şkestibûn. Bi van du sê hêkên ku şekstibûn pişt min şil bibû min jî digot qey hemû şkestine ji bo wê jî moralê min ketibû lê belê min dîsa jî dest ji çantayê xwe ne berda li pişta min ma. Min çantayê xwe heya ber noqtê neavêtiye. Hevalan got; “te çima çanteyê xwe neavêtiye?” Min jî got; “ez navêjim.” Got; “çi tê deye?” Min got; “hêkin ka ez binêrim şkestîne an jî na.” Min hêk qontrol kirin yek hêk tenê şkestîbû. Ez bi xwe jî şaşmam. Dinava ewqasî guleyan de dinava ewqasî barên giran rakirina birîndaran de, hespê carekê li min da, lê dîsa jî neşkestibûn. Hevalan got; “wê demê çima moralê te ketiye?” Min got; “ji ber ku cilên min qirêj bûne.”

Lê em gihiştin noqtê êrzakê me qet tine bû. Birîndar hemû ji hal de ketibûn û bi sibehê re leşkeran yekser xwe berda bûn arazî de. Ji ber ku wê xwe berdin cihê pusuyê de. Lê belê yoğunlaşma li ser milê din bû. Me ji dûr de leşkeran didît. Birîndarên me jî hemû yek yek me xistibûn dibin daran de. Heval zehf westiya bûn, ji ber ku hem xwîn winda kiribûn û hem jî pir westiyayî bûn. Tiştekê me tine bû. Me şeşalekê tenê qetiya yî ditibû. Dema ku pêwîstiyên me bi tiştekê çêdibe, cihê ku tişt tine ye nirxê pir tiştan derdikeve pêş. Rêya kaniyê jî pir bi xeterî bû lê belê bi wê şeşalê ez neh caran çûme avê û hatime. Her min dianî heval devê xwe şil dikir û ez careke din jî diçûm. Min çanteyê xwe jî vekir hêk qet neşikestibûn. Ez pir keyfxweş bûm. Me agir kir û hêk jî dinava xweliyê de normal me çêkir û me da birîndaran. Hinekê hêdî hêdî me xwarin dida hevalan êdî bi ser xwe de hatin. Berê wê lezoyekê di berîka min de hebû, toza leymon û xwê jî li gel min heritimî hebû. Ew lezo hişk bibû. Ji ber ku pir kevin bûbû. Di viya bû ku me sê dana ev lezo bidana hevalan ku heya derfet çêdibin em erzak bînin. Danê nîvro me lezo dan hevalan.

Êvarî derfetê ku em erzak bi dest bixin hebû. Ji ber ku hem gund û hem ji zom nêzî mebûn. Tenê min digot; “heya êvarî bila hevalên birîndar bi ser xwe de werin bese.” Ji xwe di warê moral de pirsgirêk nîn bû. Lê ji ber ku enerjî winda kiribûn bi ser xwe nedihatin. Hertimî dirêj kiribûn. Dema ku mirov li wana temaşe dikir di pir waran de hem me moral dida wana û hem jî wana dida me. Ruhê dinava şer, zor û zehmetiyan de pir cûda ye. Bi seatan bi salan, rojan jî veke xilas nabe. Di wê kêliyê de tişt pir kême lê heval di wê rewşê de dibêje bide yê din û yê din jî dibêje yê din. Dema ku me tişta li ser hevalan parve dikir herkesê digot; “ji ber ku birîna hevala Ronahî girane bila yê zêde jêre be. Hevala Ronahî jî digot; “na heval wan hevalan nû xwîn winda kiriye bila ji bo wan hevalan be. Nêzîkatî li ser vî bingehî bû.

Xalên ku em kêyfxweş bûn hem malzemeyên xwe yên leşkerî, hevalên xwe yên birîndar rizgar kirin bû. Di rêde pir hevalan digot; “ka narincokê bidin me, ger ku hun bikevin heyfa qilêşê jî em bomba xwe bigirin û em ê xwe li vê derê veşêrin.” Dema bû serê sibê û leşkeran îndir me kir, ew hevalên ku van sozên ka narincokê bidin min me hemûyan kom kir û anî li himberî leşkeran. Me got; “binerin hûn li wê derê bana wê çi ji we kiribana. Ji ber her derê paramparçe kiribûn. Radyoyekê me yê xirabbûyî hebû destê xwe nedabûn radyoya me. Li şuna wê xefk çêkiribûn û danîbûn. Destê xwe nedabûn erzakê me lê pir tişt xistibûn nava wê. Hevalên birîndarin difikirin ku heval pêre zorahiyan nekişînin ji ber wê jî dikevein nêzîkatiyeke bi vî rengî hestiyarî. Ji bona ku heval bi mere zorahiyan nekişînin, dijmin pêşiya me negirin, windahiyên cûda çênebin hemen dest bi gotina “ka narincokê bidin min” dikin. “Çek heyfe lê narincokê bidin min” ev nêzîkatî tê raber kirin. Pêwîst dike ku ev nêzîkatî bi ti awayî ji hevalên birîndar re neyê pejirandin. Hevalekê xort di navbera pusuyê de aciz bû. Ji min re got; “tu çiqasî qebaye, me te di jiyanê de bi vî rengî nas nedikir? Lê piştî ku birîna wê başbû û ev pusu hate nirxandin rexnedayîneke berfireh jî da çêkirin.

Heval rizgar bûn. Lê belê di roja yekê de çar hevalên me tine bûn. Hinek hevalên ku erazî nas nedikirîn her yek bi cihekê de çûbû. Lê belê me digot ew heval şehîd ketine. Ew heval jî her yek li cihekê bûn. Çar heval çar parçebûn. Pişt re em çûn me li wan hevalan jî gerîyan hemû heval jî sexlem bûn. Dema ku hemû heval hatin li cem hev jî heval hîn bêhtir kêyfxweş bûn.

Hevala Ronahî piştî ku hinekê birînên wê baş dibe, heval dixwazin wê bişînin Başur. Hevala Ronahî hevalekê ji Elbîstanê di sala 1999’an de tevlî rêxistinê bûye. Hevalekê pir zêde mektep nexwendiye. Li ber destê parêzer xebat kiriye hevalekê di asta xwendin û nivîsandinê de hevalekê mînak bû. Mirov dibê qey temêne xwe hemû bi xwendin û nivîsandinê re derbaz kiriye lê belê tenê pênç sal xwendiye.  Di sala 2007’an de li maleke kete dest. Birîna wê baş dibe, heval dixwazin bi wesayîtê bişînin. Hevala Ronahî jî dibêje; “heval min neşînin ez deşifreme” lê dîsa jî tê şandin û bi wî rengî jî dikeve dest. Di kesayet de, di warê tevlîbûn, moral, derdor re parve kirin, fedakar hevalekê di hemû warên xwe de nimûneye. Bê hesab tevlî jiyanê dibe, bejna xwe dirêj bû û me carna jî henek pê dikir me digot; “tu bi vê bejnê kêrî sizmê nayê tu yê me deşifre bikî.” Ew jî aciz dibû û digot; “ez ê xwe bi erdê re bixişikînim û bi wî rengî herim sizmê.” Herî dawî dema ku birîndar bû jêre pir giran dihat ji ber ku dixwest bikeve sizmeyekê. Bi giştî tevlî çalekiyan dibû ji ber ku mayînciyê me bû. Xweşikbûna ku di hundirê wê deye, li ser ruyê wê diyar dibû. Timî rûyê wê li ken bû. Dema ku moralê wê diket me yekser ferq dikir. Ji bo wê jî xweşikbûna hundir yansimayê ji derve kirin pir ji xwre esas digirt. Rexneyekê wê hebiya bi awayekê zelal dikir. Qet ferqê nedixist dinavbera hevalan de. Nêzîkatiyên wê yên rêzdar bûnê pir li pêş bû. Hevalên ku kêmasiyên xwe jî hebuyana, lewaztî jî jiyan bikirana ji bo hevala Ronahî ne esas bû. Ya ji xwere esas digirt bi wê hevalê re bûyîna alîkar û wêna ji kêmasiyan rizgar kirinbû. Ji ber ku ev esas digirt hem dihate muhatab girtin û hem jî dinava hevalan de di hate hes kirin. Di destpêkê de nakokiyên me hebû. Lê belê piştî ku em di navendê de man, parve kirinên me pir çêbûn û encamên nakokiyên me hemû vegeriyan hêzê. 

 

Kategori: Biranînên Gerîla