Tirkî  |  Erebî

Evîn  GOYÎ

Sal 1994 bû. Nêzî salekî çêbibû ku dijmin neketi bû Gabar ê. Hevalên wê demê yê ku li Gabarê bûn, piraniya wan hevalên jîr û zîrek bûn. Bihareke hênik ku mirov dikare bêje bihareke sar, bi keskayiyan derdor xemilî bû. Gabar, cihek bi

çi rengî ye herkes dizane, pewîst nake ez zêde qala xweşikbûna wê derê bikim. Lê bi kinasî hûn dikarin bêjin “Bihûşt”. Gulanê de bihûşt çawa be, Gabar jî wisan bû. Nû nû em germ dibûn. Her dîmenê ku çavê te lê diket ne gengaz bû ku were jibîrakirin.

 

Sê hevalên xort çûne gund, ew dê erzaq bianiyana. Gava ev heval diçin gund, di rê de leşkerên Tirka dibînin. Li ser wan gule diberdin, lê leşkerê Tirkan dengê xwe dernaxînin, ji ber dixwazin werin ser ciyê ku em giştî lê disekinin. Dixwazin werin ser wargehê û me hemûyan îmha bikin. Bi hevalên me re nakevin nav şerê de. Piştre, hevalên me çûbûn dewriye, ewan jî dijmin dibînin lê bi wan re nakevin nava şer. Van her du grubên me hatin wargehê, me û ji hevalan re rewş vegotin. Tekmîlê xwe bi vî rengî dan. Ewraziya Gabar pir bi şkêr û dar e, loma jî di tariyê de ne gengaze ku pir bi hesanî rê ve biçî.

Li ser sirtekî biçûk ez û çend heval nobedar bûn. Hevalên ku girê digrin, çûn ciyê xwe girtin. Pênc heval çûbûn girê. Ciyê gir, çariyek dûrî me bû. Ciyê nobedê jî li ser gopikekî ser wargehê re bû. Ji xwe ewraziya Gabar tev de bi gopikên biçûk û di nav hev de tije bû. Gopikên biçûk weke xelek digihaştin hev û navîna wan jî rast û ji bo wargehên me guncaw bûn. Ji xwe piraniya ciyê wargehên me wisan bû. Wek mînak, gireke mezin lê berwariyên wê  ji gopikên biçûk pêk dihat û navîna wan rast bû. Em jî di berwariyeke wisan de bûn. Ew gopikan jî ji şkêran pêk dihat.

Em sê hevalên keç zîrevan bûn. Ji xwe, ger tu biçûya ser kîjan gopikî, te derûdora xwe tev de didît. Ewraza Gabarê de girên pir bilind nebû. Giştî ewraz weke hev bû. Te çûbaya ser kîjan gopikî, te dikarîbû hemû gopikên dîtir jî bidîta. Ji ciyê nobeda me, serê TRT ê xuya dikir. Gava hevalên me yên ku çûne girê bigrin, berî ku dinya ronî bibe, dibînin ku dijmin tê. Ew hevalan bi zorê xwe xilas dikin. Hevalê ser wê grubê Harunê Harunî bû. Ew dibêje “em xwe bigînin hevalan. Ger leşker bikevin navbera me û wan ew dê tev de werin kuştin’’. Ji ber wê ev hevalan pir zû û zîrek dikevin pêşberî wan û nahêlin ku leşker têkevin navbera me û wan de, ji berwariyê re xwe gihandin cem me.

Berbanga sibê, derûdor nû ronî dibû. Ji her du aliyên wargehê me ve hatibûn. Sirtek li beramberî me ku hinek bilindtir e, ji wir dihatin. Ji xwe di ciyê xwe ya nobetê de, gava min dengê zîncîrê BKC bihîst, min fêm kir ku em û dijmin êdî di nava hev de ne.

Ciyê ku em lê bûn, yanê ez û her du hevalên keç ê dîtir, em diketin beramberî hevalên xwe yê dîtir. Gopikên weke zîncîr û bi şewaza xelekê hevgirtî de, ew li aliyekê, em li aliyek bûn. Navbera me jî dûz û rast bû. Gava ku rêveberî dît ku em û dijmin pir ketine nava hev de, gote me “xwe paş de bikşînin”. Li gorî vê, diviya me ew ciyê rast û dûz derbas bikira û xwe gihandiba gopika beramberî xwe. Heval piranî xwe bi wî ali ve kişandibûn û gotibûn “bila du-sê heval jî parastina me bikin”.

Ez dikarim wisa salox bidim ku; gopika yekem de em hene, li beramberî me dijmin heye, li pişt me jî gopika ku heval xwe paş de kişandine heye, lê di navbera me de ew ciyê dûz heye. Ger em biçin wê derê, divê em pir zîrek û atîk bin, nexwe wê dijmin ji paş ve bikare li me bide û me bikuje jî, dikare me bigire jî. Ji paş ve parastina me kirin, ewqas hêsan nîn e, gava hevalên me qlêşên xwe bidin şuxilandin, dikarin me jî bikujin. Rewşeke wisa asê bû. Şer û xwe paş de kişandina hevalan dora nîv saet an go çil û pênc deqe ajotibû.

Ez û du hevalên xort mabûn. Leşker ketin noqtê me jî. Me hê jî li ciyê nobetê şer dikir. Ew deştika biçûk ku di navbera me û hevalan de ye, bi qasî pênce mîtro hebû.

Wê demê ji ber ku cîhaza me hemûyan nebû, me bi xwe biryara xwe da ku em jî di vê êdî xwe paş de bikşînin. Ez pê nehesiyabûm lê toqa li ser pora min sipî û bireq bû, hevalekî gote min: “Wê toqê jêveke ku dijmin serê te nîşan negre”

Min toqa xwe derxist. Piştî çend deqe me biryar da ku em bazdin û xwe bigînin hevalan. Me xwe da aliyê sirtê ku ber bi hevalan ve dirêj dibe û digêje deştika biçûk, hevalên xort bazdan. Hevalên xort pir zîrekbûn. Ji min qederek dûr ketin. Diviya ez pir atîk bibim û berî dijmin xwe bigînim ciyê hevalan.

Taybetmendiyeke min hebû ku, gava min dengê hevalan dibîst, min hêzeke mezin ya wêrekiyê di xwe de didît. Min berê xwe da deştika biçûk û bi hemû hêza xwe ve ez bazdam. Gava min dengê leşkeran jî bîst, êdî min wisa lez da lingên xwe ku, min nema pêşiya xwe didît. Firset nebû ku ez bêhnek li pêşiya xwe binêrim. Cerdewan û leşker li pey min dibezin, ez tenê bi vê rastiyê hesiya me û tenê ji bo ku bi saxî nekevim destê wan, tu bê qey lingê min ji erdê qut bibû.

Leşker û cerdewan bi hev re dabûn pey min û dibeziyan, da ku min bi destbigrin. Bi beza xwe re jî qîr dikirin. Wê gavê çavê min, te di go qey nînin. Ne pêş, ne jî paş nabînim. Tenê weke ku bifirim, bêyî ku lingê min bi tiştekî ve asê bimîne, ez dibeziyam. Her ku rewşa min a bi destê wan ketiye dihatin ber çavên min, ez dibeziyam. Derfet nebû ku ez rawestim. Carê ji ber bayê ku bi bazdanê min çêdibû, pora min dihate ber rûyê min ve dihesiyam. Wekî din, êdî min nedizanî hevalên me li kîjan aliyê ne, ji xwe re tenê direviyam, dibeziyam. Bazdanek ji dijminê welatê me, deshilatdaran, qirkeran, bazdanek ji xwefiroşan, bênamûsan, xayînan, bazdanek ji mirovên xwe jî. Ew gav, ew kêlî, ez bibûm daxwaziyeke azadiyê û hemû koledarî û deshilatdarî ketibû pey min. Dîroka jinê û gelan de xilasbûyîn, mabû ser pişta hêza lingên min. Sekinandin ango xwe radestî wan kesên ku li pey min dibeziyan kirin, qet nedihat bîra min. Wê gavê, bi rastî jî, min xwe weke çûkek hîs kir. Çûk tu caran xwe radestî nêçîrvanan nakin.

Kesên li pey min dîtibûn ku ez keç im. Ev yeka dihîşt ku zêdetir bi hêrs bibin û bi hêztir bibezin. Min di dilê xwe de digot “ ger ez li pişt xwe bizîvirim, wê min bigrin”. Dengê wan dihat, yekî digot:

“Keçikê!, keçê raweste!, ha hooo, keç e!”

Bîstekê dengê wan pir nêz hate min û pê re jî gule diketin ber lingên min. Wê kêliyê de lingê min, li ber kevirekî ket û ez pekiyam, gindorî pişt tehtekî bûm. Kevira ku ez lê qelibîm û pekiyam ketim pişt wê, gelek mezin bû lê ewqes bi lez dibeziyam ku, ew leza min hişt ku ew çend bilind bipekim. Min ji pişt kevirê serê xwe rakir, min dît ku dijmin paş de dizivirin, hev diparêzin. Wê gavê jî her çavên min girtî bûn. Min qet çavên xwe venekiribû. Cerdewanên Qilêbanê pir dijwar dihatin ser me. Ji eşîra me bûn lê min li wir fêm kir ku gava mirovek nasnameya xwe ya netewî firot, nikare keç û jina xwe jî biparêze. Di rastiya xwe de Kurd, bi namûs û şerefa xwe ve bi nav û deng in. Gava min ji dûr ve li wan nêrî, min di dilê xwe de digot “heyfa wan şaşiyên reş û spî ku Kurd didin serê xwe, di serê wan de qirêj dibin.” Bi rastî jî di wan gavên xwe ya bazdanê de, min dît ku paşverûtiya Kurdan jî ketiye pey min, dixwaze min radest bigre.

Weke jin, di wê gavê de dewsa tirs û xwe bi hundirê xwe ve qurmiçîn zêdetir, min dît ku biryara min ya şer û tekoşîna li hemberî deshilatî zêdetir bû. Lingê min wisa dibeziyan, min bi xwe jî bawer nekir ku ewê wisa dibeziya ez bûm.

Di wê kêliyê de, ez gihaştime biniya gopikê ku heval lê ne, lê min nedizanî. Gava ez gihaştim wê derê, hevalan dikarîbûn parastina min bikin.

Gava ez gihaştim gel hevalan, hestên min çawa bû, divê hûn bi xwe hinek pê bizanin. Ji bo min, weke vegera jiyanê bû. Berî çend deqe min dikaribû, êdî nema hevalên xwe bibînim. Ger ez ketibama destê dijmin, wê çi bihata serê min, car dî hûn bifikrin.

Piştî ku min behna xwe veda, ji bo wê rojê, bûyera ku bi qasî wê bazdanê bandora xwe li ser min çêkiriye, mukirhatina hevalan bû. Belê, hevalan, ji bo ku ez bi saxî neyêm girtin û min zêde nêşînin, bi dehan guleyê qlêş li ser min û leşker û cerdewanan, bi hev re reşandibûn. Hevalên me jî bawer nekiribûn ku ez ji nava lepên dijmin bifilitim. Lê gava min ji wan re got: “ Ez, tu caran, di wan kêliyan de ketina nava destê wan, ji bo xwe nefikirîm, min di go qey, ez difiriyam.”

Êdî min dixwest zêdetir biçim ser wan û bila bibînin ku jinên Kurd çawa li hemberî wan şer dike, serê xwe natewîne. Piştre gelek çalekiyan de, ez bi xwe jî tê de, em çûn ser wan, her ku wan li hemberî me bi paşverûtiya xwe ve hatin, em zêde bûn, em bi biryar bûn.

Di çiyayên asê ya Botanê de, hemû dar û ber, av û ax, kevir û lat bûne dîtiyên bûyerên weke vê bi sedan in. Ez niha jî difikirim, gelo, berê me dikaribû ji ber hezkirinên xwe, kesên ku em jê hez dikin bikujin?

Di be ku ji were balkêş were, lê ez dixwazim vê jî ji we re bêjim; berî gelek salan, min filmeke biyanî temaşe kiribû. Jineke Hindî bi zilamê wê re dişewitandin. Li gorî teqaluta wan diviya wisa, jin jî bi zilamên xwe ya ku miriye, bihatana şewitandin. Ji ber ku jin weke milkê wî dihate dîtin. Zilam gava ku dimir, milkê wî jî pê re dişewitandin, dikirin xwelî û diberdan nava çem. Lê di nava wan kesên ku tevlî vê bûyera şewitandinê dibê, yek ji wan dil nedida ku ew jin ewqas êşê bikşîne, radikir çeka xwe û ji dûr ve dilê wê jinê nîşan digirt. Berê ku bişewite wê dikuşt. Ji bo ku tenê ew jin nêşe. Lê em ne dixwazin biêşin, ne jî bimirin, em ê ji bo doza gelê xwe, bibin jinên xwedî jiyaneke azad. Em ji bo azadî yê şer dikin. Emê mafê xwe û yê gelê xwe destbêxin. Bawerî û vîna me pir mezine. Bila tevahî neyar bi bihîze û bibîne jinên Kurd çiqasî lehengin. Wê ticarî destur nede paşverûtî yê.

 Gava tu jin bî û di nava şer bî her tişt bi te re diaxive. Ez hê jî bi xweza û jiyanê re diaxivim lê hûn?

 

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla