ji pênusa gerîla

biranina gerila 2Sala 1995an bû. Kela zereqeyan ya roja Tebaxê zozanên Çiyayê Şehîdan di nava germahîya xwe de dihişt. Apê Hecî ku ev pêncî sal bû dihat serê Çiyayê Şehîdan û nobedariya çilmêrên şehît digirt, destê xwe vekiri bû û ji xwedeya dilovan lava û liyan

dikir ku vê şevê kes ji şervanan şehît nekeve.
Yekiniya Xumaro û Zerzan hatibûn cem hev. Armanca wan; rakirina girê Dûrê bû.
Şervan li pişt gundê Tisê bi cih bibûn. Lê mixabin, di roja dawiya eşkerekirina armancê de cerdevanên gundê Soranser, tîma keşfê dibînin û dijî wan dikevin tevgerê. Di encamê vê bûyerê de hêzên dijmin ji hev bizava şervanan agahdar dibin. Di yekem roja di gulebaran dinê de heval Jiyan pêçiyêkî destê xwe winda dike.
Edî ji vir û şûn ve şer dibû. Du tîm ji bo êrîşê, yek jî ji bo alîkarî kirinê amade bûn. Şervanan tevahî girên bilind girtibûn. Di bernamê de danîna mayînekî du kîlo li ser riya di navbera Durê û Dêmanê jî hebû.
Rojê bi giranî xatir ji gerîlayan û tevahî zindîweran dixwest. Taritî wekî hevalbendekî dibû. Berî her tiştî tîmek mayînên xwe li ser pira Gundê Dêmanê binerd bikirana. Ji xwe vê çaxê ji bo rê girtina Zirîpoşa, pêwist bû ku rêkê bigrin.
Derbasbûna katjimêran re koma şervanan li gor hatibû diyarkirin cihê xwe girtin. Piştî ku komên parastinê cihê xwe girtin di nava ronahiya çireyên gund û giran de deste ya êrîşê ber bi hola şer ve ketin rê.
Hevalê bi navê Mahmudê reş, fermandarê deste ya êrîşê bû. Bilalê Ereb, fermandarê koma milê baregehê, Dijwarê Wan ê jî fermandarê baskê milê gund bû. Her komekî êrîşê ji deh şervanan pêk dihat.
Bi kêmayî şêst leşgerên hêzên dijmin di nava çeperên xwe de, destê wan li ser tetîka çekan danî bûn û bi lerizîna çendekên xwe rê li benda êrîşên gerîla bûn. Şervanan jî bi hişyarî hêdîka xwe derbasî qada şer dikirin.
Tevahî şervanan her keliyekî vê şevê, dikirin pênûsek û dilê xwe de bûyerên ku wê biqewimin xêz dikir. Li aliyê din jî niviskar û helbestvan ê gerîla Wasfî (Hemze Yavuz) li cem rêvebirê çalakiyê rawestiya bû. Ji bo ku wê şeva seyr û kesî nedîtî binivse, temaşeyê cihê ku narîncok wê lê biteqe dikir. Gelo wê çawa biteqe? Hestên wan şervanên li wir wê çawa be? Bi vê ponijina heval Wesfî re ronahiyek fireh belavî nava gelî bû. Ev nişana destpêkirina çalakiyê bû. Lê kesî nizanî çawa dest pê bû. Weke çiyayek ji pîzotê agir diyar bû. Mixabin çalakî ne bi narîncoka ku heval Wesfî li bendê bû destpêkir! Bi teqîna guleyekî roketavêja pencî û heftê destpêkir bû. Tarîtiya şevê hol ji jiyanê re nehiştibû. Şerekî bêhempa Çiyayê Zagrosê dihejand. Di heman demê de sterk bibûn temaşevanên destpêbûna şerê vê şevê. Kesî şeveke wisa dojehî, bi çavên serê xwe nedîtibû. Pêwîst bû ku tarîtî erkê xwe li şûna bihişta û rê bida ronahiyê. Bi wê teqînê re jî wisa bû.
Bi vê dengê re şervanan ji du milî ve gir dan ber xwe, bi narîncok û gulebarandinê sing bi sing şer kirin. Di vê keliyê de mirinê jî ferhenga wan barkiribû. Tenê ji binî de rakirina vî girî, di xeyalê wan de bi cî bibû. Biryar dabûn ku vî girî ji nexşeya (xerîta) Mezopotamya yê derxînin. Di nava guleyan de deng hat;
-Heval Bilal rawest e, tenê neçe.
-Zû werin, zû. Ger em çemberê sist bikin, ew ê me li ber xwe bibin.
Dijwar bi germbûna şer ve ji Şivan re got;
-Şivan em bi hev re herin ser vê sengera pêş xwe û em ên ku tê dene  paqij bikin.
Dijwar ku deh çeper rakiri bû, bi hevalê xwe Şivan re hîn bêhtir pêş de çû. Gelek leşkeran xwe di pişta gir de veşartibûn. Lê ji bo me rakirina gir pir zor bû. Tevî vê yekê  gelek ji wan jî, xwe ji zinaran de avêtibûn xwar  û miribûn. Tenê rêza çeperên li pişt gir li ber xwe didan.
Kesî nizanî bû li ser gir çi qewimiye. Vê çalakiyê wekî şerê salekî dirêj kir. Tenê herkesî dizanî bû ku li wir kuştin pir e û hew;
Hevalê Heval Mehmut;
-Dijwar û Şivan şehît ketin.
Rewş her di çû xirab dibû. Diviya heval Heval Mehmut bi hevalên xwe re maba. Lê her du tîmên êrîşê jî winda dibûn. Hîn wisa bû ji nişkava deng hat:
-Hevalê Artêş gulekî RPG bavêje vê sengera ku MG/3 lê tê avêtin. Pişt re em têkevin êrîş ê.
Êrişê niha sengerên sergirtî bigirta li pêş xwe. Lê diyar bû ku, rewş ne kare serkeftinê bû! Lê êrîş û ji xwe bawerbûyîna Heval Mehmut nedihişt ku paş ve vegerê. Nikari bû ku termên hevalên xwe di nava destê dijmin de bihêle.
Artêş guleyek rokethavêj li nava gir werkir û bi gurminiya gulê re agir ji nav şervanan belav bû. Toz û dumanê her dever nixumand. Heval Mehmut ê dirêj li erdê bû. Tenê Azad, Artêş û Şervan bi çend hevalên din re, li wir bûn. Heval Mehmut bi dîtina vê rewşê fermanên “paş de kişandinê” da bê ku raweste, Şervan hevalê Heval Mehmut da ser milê xwe û kete rê. Hevalê Doxan Osyan di dema êrîşê de ji milê xwe birîndar bibû. Êdî tevahî hewildanên wan ji bo gihandina fermandarê xwe Heval Mehmut yê ku cihekî taybet di dilê wan de girtibû bû. Ji bo devereke ewle ji koma heval Mervan ku ew jî ji ranê xwe gule xwaribû, heval derketin. Bilalê Ereb ku ereb ê sêrtê bû, bi coş û heyecana hevalên xwe, bi mêrxasî êrîşê komên leşkerê dijmin dikir. Lê mixabin ew jî di nava barana gulayan de dimîne û şehîd dikeve.
Dijwar fermandarê bi cesaret hevalê şerê giran, keseyeta bi pîvan, çavkaniya şahî û coşî dîsa bi temen ciwan, çeleng û bi kêyf, bi Şivan re mil bi mil êrîşê ser sengerê dijmin dikirin. Ji ber vê yekê ê en birîndar heval Heval Mehmut jî nikaribûn ji cihên şer dûrbixin. Ên ne birîndar, dest ji şer bernedidan. Li gel vê yekê jî diviya ku berî bibe sibe bigihin pişta gundê Tisê.
Êdî pêwist bû ku ji desteya parastinê henêk biçin alikariya wan. Di taritiya wê şevê de du tîmên parastinê, heval Memo û Welatê Herinkê xwe gihandin tîmên êrîşê. Bi qasî pênsed gavî ji şûna şer bi dûr ketibûn. Lê, pêwist bû lez bikin.
Heval Mehmut nizanîbû çawa birîndar bûye. Bi pêşveçûnê re wî xwe di nava teqînekî dijwar de dîtibû. Di cih de goştê milê rastê tev ji hev bibû û hestiyê ejnoya wî parçe bibû. Ji serê kaba xwe de jî parçeyekî xwaribû û kunekî mezin tê de vekiribû. Di tîma êrîşê de ên ku birîndar nebibûn bi hilgirtina heval Heval Mehmut, ji ên birîndar xirabtir li wan hatibû. Êdî ew jî westiya bûn. Di kêleka rê ve ber bi gundê Dêmanê ve diçûn. Heya gund tev reya katjimêrekî bû. Lê heval Heval Mehmut xwe li ser milan nedigirt. Xwîn mîna kaniyê ji kabok û milê wî diherikî. Heval Mehmut ji ber giraniya êşên birînan, xwe  winda dikir:
-Min li vir bihêlin û xwe bighînin hevalan. Hinek av bidin min;
 Û peyvên xwe didomand. Lê kesî av nedidayê ji ber ku av vexwarina birîndarekî tê wateya; her tişt bi dawî dibe! Lê heval Mehmut jî ji bo ku hevalên wî xwe xilas bikin, xwe ji pişta wan dixist xwar. Hema di wê demê de fermandarê desteya parastinê, Nazim bi riya cihaza bi têl ve bang kir;
-Heval va ye me hesp rêkir, êdî tu pirsgirêk nema, hesp niha dighên we...
 Mazlûm;
-Başe heval, sipas.
 Bi vê yekê hêviyek bêhempa dilê wan dagirt. Wan her tişt ji bo hevalên xwe yên birîndar dikirin. Tevî ku hêz bi wan re nemabû jî, lê wan biryara ku; hevalê xwe bighînin şûnekî ewle dabûn! Hîn ev li ser keviya rê li benda hespê bûn, dumanek, bi teqînekî dijwar re, dol dagirt. Nazim demek dirêj di cihazê de bangkir. Lê Mazlum bersiv nedida. Piştî demekî dîsa dengê Mazlum hat. Ev teqîn dengê mayînekî bû, hevalên ku hesp dianîn, her du çongê xwe winda kiribûn. Herdû hespên din jî reviya bûn. Çavên heval Jiyan, ji ber kel û hilma teqînê şewitîbûn. Tenê heval Mazlum bêbirîn filitîbû.Heval Xelîl ê birîndar hê pêncî gavî nebiribûn, ji ber birîna xwe a giran li ser kêleka rê şehît bibû.
Ev car Welat û Memo hêz dan xwe ji bo ku heval Mehmut ji wir dûr bixin. Lê ji ber ku heval Mehmut nediçû ser milên wan û dixwast ku wî bi tenê bihêlin û herin, wan ji biryar dan ku li wir bimînin û gava şer derket herçar heta saxbin wê şer bikin. Lê dîsa jî Memo bi tevahî hêvî û hêza xwe, heval Mehmut hilgirt û bi rê ket. Piştî demekî ji meş, gihiştin daran. Bi bayê bezê, darbestek çêkirin, heval Mehmut bi şutikê li ser darbestê hişk girêdan û riya xwe domandin. Bi lez û bez, bi ronahiya berbangê re, xwe gihandin pişta gundê Tisê. Êdî ew keyfxweşbûn ji ber ku hevalê xwe gihandin cihêkî ewle. Westandina rê tev li hêlêkî û gihiştina wan a cî li hêlek din bû. Di wê demê de doxtor Ernesto jî gihişt wir û di cih de seromek bi laşê heval Mehmut ve girêda. Memo ji keyfa gihandina heval Mehmut û ji mirinê xilas kirina wî, pala xwe da textê reş û di xew re çû.
 Encamê çalakiyê; kuştina gelek leşkeran bû. Lê mixabin şervanên herî hêja û bi nirx di vê şerî de şehît ketin. Wan heya dilopa xwîna xwe ya dawî, ji bo paşerojekî bi ronî, aram û xweşî li berxwedan. Asîmanên Çiyayên Şemzînan ê, bi stêrkên azadiyê, gerdûn xemilandibû. Her ku canek ji dest diçû biryara wan ji bo têkoşînê bi hêztir dibû. Wê şevê, keserek din ya tolhildanê li ba şervanan zêdetir dikir. Lê piştî keliyekî heval doxtor Ernesto destê xwe li milê Memo xist;
-Heval Memo! Ka rabe, hevalê Mehmut şehît ket

 

 

 

 

 

 

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla