Tirkî  |  Erebî

Dîcle Cudî

Serokatî di Rojava yê Kurdistanê de xebatekê pir bi wate û mezin da bû despê kirin. Ev li ser gel jî bandorê xwe da bû çêkirin. Girêdan bûyîna gel û xwedî derketina wan yê Serokatî yê bandorê xwe li ser me jî

dida çêkirin. Ez bi xwe jî bi van hestan re mezin bûbûm û hîna di temenê biçûk de bi hestên girêdan bûyîna gel re hati bûm xwedî kirin. Di encamê vê bandor bûyînê de hewildanên min yê ku ez Serokatî bi xwînim û gotinên li ser Serokatî tê kirin guhdar bikim derdiket pêş. Ev di minde meraqa dîtina Serokatî dida çêkirin. Min li ser Serokên gelan  Che, Kastro û peyxemberan lêkolîn da bû çêkirin. Di vê bandor bûyînê re min pir Serokatî meraq dikir. Di dibistanê de li ser serokên Ereban perwerde dihat dayîn û min jî xwendi bû. Lê dema em di çûn malê jî bavê mîn jî hertim li ser Serokatî nîqaş pêş dixist, behsa Serokatî dikir û rastiya PKK’ê bi mînakan re dida diyar kirin. Xebatên ku Serokatî di Rojava yê Kurdistanê de ji bo gel dabû meşandin li ser gel bandorên pir mezin da bû çêkirin. Ji bo vî  jî gel bi Serokatî re pir hati bû girêdan. Pir malbat,dayîk, ciwan, jin, zarok, kal ji bo ku Serokatî bi bînin di çûn  gel Serokatî. Beriya ku ez biçim  gel Serokatî ez ne weke xebatkarek lê dinav xebatan de bûm. Rexne û nêrînên Serokatî li ser xebatên li wêderê hebûn ev ji mere jî di hatin gotin. Cardin di milê şêwazê kar kirinê de û kêmasiyên li hember kar der diketin pêş. Serokatî her tim van tiştan rexne dikir û nirxandin pêş dixist.

 

 

 

 

 

 

 

Di wê pêvajoyê de ez û xwişka xwe bi hevre çûn  gel Serokatî. Di despêkê de ez weke welat parêz çûm  gel Serokatî. Biştê wê min xwe gihand biryar bûyînek xurt min soza kadro bûyînê da û ez tevlî xebatan bûm. Di wê demê de min rastiya gel, rastiya me û yê Serokatî pir zêde nas nedikir. Cihê ku ez têde mezin bûbûm bandorê wê li ser min pir çê bûbû. Di wê demê de em tevahî malbat çû bûn gel Serokatî. Nêzîkatiyên Serokatî li ser min û malbata min pir bandor da bû çêkirin. Hemû hewildanên Serokatî ew bû ku gel fêm bike êşên ku jiyan kirine nas bike û pir giring bûyîn dida nêrîn û hestên gel. Min jî ji hevalên mere got; “Serokatî eve.” Ji min re pir mûtevazî, mirovekê pir mezin û mirov bikaribe pêre hevaltiyê bike di hat xûya kirin. Ev hest di min de coşekê mezin da bû ava kirin. Dema Serokatî gazî me kir ez bi tirsekê mezin ber bi Serokatiyê ve çûm. Serokatî ji min re got; “merheba, tu çima ewqasî ji min di tirsî? Min jî tirsa ku ez lihember Serokatî jiyan dikim yekbiyek got. Min got; Serokê min pir behsa te dikirin, ji bo wê jî dema min we cara yekem dît li ser min tirsek hate ava kirin.” Serokatî bi minre axivî, kenî û min hemêz kir. Ez di wê kêliyê de rehet bûm. Nêzîkatiyê Serokatî, sekna wê, jiyana wî û tevlîbûyîna wî li ser min pir bandor dida çêkirin. Min jî di vî milê de Serokatî dişopand. Dema behsa pir Serokan dikirin piranîn milên wan yê polîtîk didan diyar kirin. Lê, Serokatî hemû pirsgirêkên, ramyarî, leşkerî û jiyanî bi mere par ve dikir û nîqaş dikir. Ya herê bala  min dikşand jî nêzîkatî û hewildanên Serokatî yê mirov qezenç kirin û ji nûde dayîna ava kirin bû. Pirsgirekên ku dinava gel de derdiketin kadro ne dikarî wê çareser bike. Serokatî ji bo xebatan civînek li darwist. Serokatî ji me pirs kir û got; “hûn çawa gel qezenç dikin û çawa nêzî gel di bin?”  Me jî tekmila xebatên xwe da Serokatî. Serokatî aciz bû û ji mere got; “hûn nikarin xitabê gel bikin, hestên gel yê welatparêztî nikarin rêxistin bikin û gel jî qezenç nakin. Hûn her tiştê pir mezin dikin, pirsgirêkan pir mezin dikin. Her wiha cidî nezî xebatên xwe jî nabin. Kesên ku cidî nêzî xebatên xwe ne be wê li ser wê qazince werin. Gazincê gel ji we heye.” Dema Serokatî van nirxandinane kir em hemû pir bandor bûbûn. Serokatî her tim pir giring bûyîn dida karê partiyê û xebatên wê yê despê kê jî xebatên rêxistinê bû. Serokatî got; “ez ji xebatên xwe pir hez dikim ji bo wê ewqasî ti jî kar dikim.”

Min zêde wate ne dida nêrîn û rexneyên Serokatî yê ji bo me dikir. Min di got; “çima Serokatî ewqasî ser me de tê.” Serokatî bi minre diyalog pêş dixist, min jî mijarên ku ez têde zehmetî jiyan dikim yek biyek Serokatî re parve dikir.  Hem ji min re hem jî hevalên dinre di got; “pêwîste hûn li hember çanda gel û şêwazê jiyana wan bi heskirina gel re tijî bin, bi zanist û hestan de xurt bin. Mirov çawa bi zarokan re, kala re, jinan re bi çi awayî tê axiftin fêr bibin. Bila xitabê we pir dewlemend be û uslubê we yê mirovan qezenç kirinê hebe.” Divan milande her tim hevalan rexne dikir. Di şewazê jiyana Serokatî de û meyzekirinê wê yê jiyanê de pir cûdahî hebûn. Di cîhana xwe ya fikrî û hest de jî her tim tekoşîna vejîn bûyînê, afirandinê, morel û coş  ji xwere esas digirt. Di xebatên sahê de me pir rexne dikir û aciz di bû. Lê hertim nirx dida. Ji mere di got; “ez bîrina wa yê kur ve dikim lê ez wan birînan jî ti carî bê derman nahêlim. Bi taybet mirovê Kurd bi salane hatiye tepisandin û zehmetî jiyan kiriye. Ez vê derbas dikim û perwerde didim wan mirovan. Lê hûn min fêm nakin. Hûn uslubek û rêbazek çawa fêm dikin ji minre bi bêjin ez li gor wê nêzî we bibim. Ez weke Ereban û Tirkan şeqam li we nadim. Neyar gule di barîne li ser  we, ez ji we bi perwerdê û bi rexnan re perwerde dikim. Ya hûnê bi bin mirov, ya jî ez ê we bi vê awayî ne pejirînim. Pêwîste hûn ti carî jiyanekê ji rêzê ne pejirînin. Mezin bi fikirin û mezin xeyal bikin.” Serokatî her tim minaka heval Zîlan û heval Egîd dida me. Ji mere di got; “xwe bi gihînin asta wan rêhevalên me. Ji ber ku hûn biçûk di fikrin, biçûk xeyal dikin û cîhana we jî biçûke ji bo wê hûn di kesayetên xwede cûce di mînin.”

Me demekê perwerde dît. Perwerde li ser rastiya Kurd û dîroka Kurd bû. Serokatî  bi pir hevalan re diyalog pêş xist. Ji mere got; “ger hûn dîroka xwe nasnekin hûnê nikari  pêşeroja xwe nas bikin.” Ji hin hevalan pirs kir û di got; “ rastiya we çiye?” wan hevalan ji ber ku xwe baş nas nedikirin ji bo wê nikari bûn bersiv bidin. Li ser vê Serokatî di got; “di temenê zarokatiyê de stranekê Kurmancî pir bala min kîşandi bû. Min jî wê despêkir û ez heya roja me ya îro hatim. Ji vê rastiyê cûdatir rastî afirand, ruhekê bi rêxistin kiri afirand. Hûn jî bi vê awayî nêz bibin . Kesên ku di jiyanê da qezenç nakin di şer de jî nikarin qezenç bikin.”Serokatî her tim bi hevalan re eleqedar dibû. Gel pir ji Seroktî hez dikir. Pir cara min ji xwe pirs dikir û di got; gelo Serokatî mirovek çawane, peyxembere, fîlozofe na mirovekê awarteye? Pir cara li hember tiştên xirab yê ku mirov dikirin aciz dibû û bi tundi serde diçû. Lê, kêleka vê jî wê qezenç dikir û pêre eleqedar dibû. Uslûbê Serokatî yê qezençkirinê pir bi hêz bû. Her tim vê ji mere vegotin dikir; “xwe di jiyanê de û di birdozî yê de kur bikin. Xwe di her milande pêş bêxin.” Sekna Serokatî yê di jiyanê de pir li ser min bandor dida çêkirin.  Li hember guhertin û veguhertina mirovan pir bi bawer bû û bi wê bawer bûyînê re nêzî mirovan dibû. Ango di carekê de mirovan reş nedikir û bi kêmasiyê wanre mirovan tûne ne dikir. Hem rexne dikir hem jî şêwazê eleqedar bûyînê re qezenç dikir. Her tim di got; “mirov, kêmasî dike ya jî dibe ku kêmasî yê wê hebe. Ya girîng ew e ku çawa bikaribe vê derbas bike û cardin ji nûve bikaribe xwe rêxistin bike. Cihê ku di hûndirê xwe de bi ajoyên xwere jiyan bike, bila her tiştî di asta eşq de dest bigre û jiyan bike. Her wiha cihê ku bi lewaz bûyînên xwere jiyan bike, bila bi xwe re bikeve dinav şerekê mezinde. Mirovê xwe pêş nexe wê di dawî yê de ya bireve ya jî xwe bi kuje.” Serokatî di got; “zilamê ku we dikşîne bê rêxistin bûyînê, koletiyê, bê fermiye tê û bi jiyana we dileyze ne pejirinîn. Qurnaztiya dîrokî, rastiya Enkî baş fêm bikin. Serokatî di jiyanê de rastiyê pir baş didît. Nêzîkatiyê jinekê û zilamekê pir baş nas dikir. Vê rexne dikir û tehlîlanre derbas dikir.

Serokatî ji minre got; “tu jiyanê de pir toy û ciwanî. Ji ber ku tu rastiya me nas nakî ji bo wê zehmetî jiyan diki. Hêrsa te pire, lê tu nizanî bi rêxistin biki. Pêwîste di hûndirê me de hêrs were rêxistin kirin. Ger ku neyê rêxistin kirin yê bi xwere zehmetiyan ava bike û mirov ber bi tiştên cûda ve bibe. Ji bo wê jî tu bê zanabûyîn ketî dinava hen tiştan de û te zehmetî jiyan kir. Xwe ji mirovên ku paşverûtî û bê zanistî yê pozber dike dur bike û bi parêze.” Ji bo wê her tim min pêwîstiyê ku ez bi Serokatî re nîqaş bikim didît. Min hewil dida ku ez fêm bikim.

Serokatî di werzîşê de ji hevalên jin re di got; “ xwezayî bin. Ji bedena xwe şerm nekin. Werziş bikin, xebat bikin, bileyzin. Mirovê ku di werzîşê de bi coş û hirs be, di şerde jî bi hêz û hirs dibe. Şerê herî mezin yê jiyanê ye, ger ku mirov di jiyanê de qezenç bike, ji derve jî serdikeve û qezenç dike.” Serokatî di got; “navenda lêhûrbûyîna mirovan çibe encmên mezin jê derdikeve. Dema ez li ser tiştekê lêhûrbûyîn didim çêkirin, desturê nadim tu tişt li ser bandor bide çêkirin. Dema ez li ser tiştekê lêhûrbûyîn didim çêkirin weke çanda Xwedawantiyê, çawa ku Xwedawand li ser tiştekê lêhûrbûyîn dide çêkirin bi teqez wê pêk tîne, çanda min jî eve. Ev çandekê APOCÎ ye, ruhê APOCÎ ye.” Min jî pirs kir got; “ma evna di mede nîne?” Serokatî jî got; “na hîna hûn fêr ne bûne û hûn pir toyin. Heya ku hûn fêr bibin hûnê pir zehmetî jiyan bikin.”

Cardin rojekê min kamelya sererast digir. Mi ji xwere di got; “ev demekî direjê ez têm ji bo wê ez nizama vir nas dikim. Min xwarinê sere rast kir. Dema Seroktî hat xwarin xwar ji minre got; “diyare tu di jiyanê de ne çav vekiriyê.” Min fêm nekir çima Serokatî vê got ji bo wê min pirs kir; “çima Serokê min?” serokatî jî got; “te nîzama kamelya îro baş nekiriye, cihê xwerinan hatiye guhertin.” Ez ji xwe re fikirim min got; “ev mehek bû ez têm  vê kamelya yê xwarin di xwim lê, min qet vê ferq nekiriye. Serokatî vê çawa ferq kir?” Serokatî li min zivirî û ji min re got; “ez keyfa kî çi tê, çawane, kî çawa di kene, kîjan xwarinê dixwe hemûyan di zanim. Ez her tim we di şopînim û we nas dikim. Hişyar bûyîn û şopandin her tim mirovan berbi tedbîr giritinê ve dibe. Ger tu weke gurekê ne bê, tu yê bikevî sofreya gura de û wê te bixwin. Kesên ne hişyar be û bê baldar be weke mihene. Her tim hişyar bin. Weke bizinekê bila serê we dîk be û di jayanê de hişyar bin. Ger ku hûn niha li virde jiyana xwe pêşnexin, hûnê nikaribin di şer de jî serbikevin.” Min her tim ji xwere di got; “em di jiyanê de qezenç bikin jî em ê çawa di şer de serbikevin.” Min fêm nedikir ku Serokatî çi dibêje.

Piştê wê ez hatim welat û ketim nava pratîkê . Ew dem min hîn zêdetir gotinên Serokatî fêm kir. Mirovek di jiyanê de çiqasî bi hez û xulikar be, di şerde jî wê ewqasî serkeftî be. Min vê pir dereng jî be ferq kir. Ji ber ku min rastî bi xwe jiyan kir û  bi çavên xwe dît. Ew dem min xwe lêpirsînê re derbas kir û ji xwe pirs kir; “çima em di cihê wê de û di demê wê de her tiştê fêm nakin û tênagihijin?

 

Kategori: Biranînên Gerîla