Û Kurdistanê Bi Bexşîne”

biranin-2Piştê bendê mayînekê dirêj û kêliyê ku ez difikirim ma ezê neçim li gel Serokatî? Di encamê fikrandinek wisa de qazî min kirin. Dema ez çûm mangê rêveberiyê gotina despêkê ji min re kirin, “di dawiyê de xeyalên te pêk hat,

tu yê biçî saha Serokatî.” Ez pir ketim heycanê de û ji kêfxweşiyan jî di lerizîm. Piştê gerîlatiya salekê sala 1989’an di pêşengtiya şehîd Rifat û rêheval Seydo de bi komekê heval ji bo ku derbasê sahî bibin em ketin rê. Kuryê me jî şehîd Sîrvan bû. Di encamê meşekê zehmet yê panzdeh roja de em hêdî hêdî nêzî qadê pîroz di bûn. Qandî em nêz di bûn weke her hevalekê ez ji diketim dinava heycanê de. Piştê ku me sinor derbas kir em ketin binçava de. Piştê demekê kinde em hatin berdan. Piştê mehekê şûnde roja ku em Serokatî bi bînin hati bû. Demekê şûnde em di pêşiya avahiyekê de sekinîn. Derî ve bû û em ketin hûndir. Em derbasê hûndirê salonekê bûn. Derdorê me ti jî heval bûn me jî şaş ma yî li derdorê xwe meyze dikir. Bi lê dana deriyê re û bazdana şehîd Orhan yê derî bû yêk. Vekirina deriyê re bê dengiyek kete nava xaniye û ew bêdengî belavê hemû xurfan bû. Dengê axiftinê yê ku ji derve dihatin derbasê korîdorê di bû û dihat salonê. Ev bêdengî her ku di çû kur di bû. Li hember vê bêdeng bûyînê em hemû şaş ma bûn. Tenê yek dengê bilind ew bêdeng bûyînê di qetand û di bû mêvanê salona ku em tê de bûn. Di carekê de me dît ku xwediyê ew denge gur li hember me sekinî.

 

Got, “hevalên nû hatine hûnin.” Yek bi yek merheba da me û me hemêz kir. Dema fêm kir ku em pir ketine heycanê de keniya û ji mer got, “çima hûn ewqasî ketine dinava heycanê de û rûnişt. Serokatî di derheqê qadên ku em jê hatine, derheqê hevalan de û pêvajoyê rê pirsa ji me kir û me jî bersiv da. Serokatî cil û bergên pir xweş li xwe kiri bû, pir sade û aram xwiya dikir. Bi mere nêzî sê demjmêr sohbet kir. Di carekê de li min zivirî û got, “niha dayîka Uveyş bûye sempatîzanê me.”

Dema Serokatî ji min pirsa dayîka Uveyş kir ez pir şaş mayî mam. Ji ber ku min di got Serokatî pirsê nake. Serokatî keniya û got, “te ji minre silav ne anî, dayîka Uveyş çi dike. Min jî bersiva Serokatî da û got, min dayîka Uveyş dît, lê ji ber ku ne dizanî ezê tevlê bibim ji bo wê jî silav rê nekirin. Dema min wisa got Serokatî got, “ma tu eşkere bûyî. Min xwe amadekir ku ez bersiva Serokatî bidim mîn dît di carekê de Serokatî bi xwe got, “tu bi xwezayî eşkere bûyî. Min jî berdewam kir û got, “dayîka Uveyş jiyan dike, tenduristiya wê jî başe. Nexweşiya wê ya şekir heye ew berdewam dike, wek dî bi giştî başe.” Serokatî ji min pirs kir û got, “dayîka Uveyş çawa behsa me dike.” Min jî diyalogên di navbera me û dayîka Uveyş te derbas bû bû vekir. Dema min behs dikir Serokatî pir bi hişyar guhdar dikir û di keniya. Min ji Serokatî re got, dayîka Uveyş girêdayî Serokatî û tekoşînê ye û piştgiriyê dike. Serokatî keniya û got, “ya niha dayîka Uveyş bûye sempatîzanê me.” Biştre Serokatî pirs kir û got ji bo min cûda çi di got. Min jî got, Serokê min dema dayîka Uveyş behsa we dikir peyva dihilbijart û dema di axivî jî û di fikirî û wisa bi dest gotinên xwe dikir. Di heman demê de di got, “zarokekê min yê bi navê Ebdulah nîne, ji ber ku ez di xwede mafê ku weke zarokekê ji rêzê xwedî li Ebdulah der bikevim na bînim. Dayîka Uveyş berdewam dikir û di got, “ew cûda ye, di temenekê pir biçûk de dest ji me berda û çû, ji destê me çû.” Dema min gotinê dayîka Uveyş di da diyar kirin Serokatî keniya û kete navberê de, “ew dem dayîka Uveyş bi dest me fêm kirinê kiriye.” dema Serokatî gotinê xwe xilas kir min berdewam kir û got dayîka Uveyş di got, “dema Ebdulah nû bû karmend min jêre got bi pereyê xwe yê mehane ji minre kirasekê bikire, Ebdulah despêkê got temam lê piştre nekirî.” Dema min wisa got Serokatî hem keniya hem jî hestiyar bû û got, “raste.” Biştê vê jî Serokatî bi xwe bi dest gotinê kir, “min ji dayê re soz da bû, lê min ne goti bû ezê kengê bi kirim. Min goti bû emê rojekê bikirin. Dayîka Uveyş hêja ji bîrnekirye. Way dayîka Uveyş, demek kî hêja vê di bêje. Çawa li me meyze dike.” Dema Serokatî vê pirs kir min jî gotinên dayîka Uveyş vegotin kir û got, dayika Uveyş di bêje; “wê Ebdulah serbikeve. Ewê serbikeve, ez dizanim ew zarokek çawane. Min wê aniye cîhanê.” Min got dema dayîka Uveyş vane dida diyar kirin mirovên derdorê dayîka Uveyş de di giriyan. Lê, dayîka Uveyş ne digiriyan. Min got, Serokê min dema xwîşkên te di giriyan dayîka Uveyş ji wan re di got, “ ma hûn dînin mirov ji bo Ebdulah di girî. Ji bo her kesê mirov bigrî jî lê ji bo Ebdulah nayê giryandin. Weke dayîkek ez ji bo Ebdulah nikarim bigrîm. Ez dizanim Ebdulah ji bo min kiras nekirî lê, wê ji bo we azadî û Kurdistanê bi bexşîne. Wê Kurdistan ava bike.” Dema min vê got Serokatî got, “dayîka Uveyş ewqasî kure. Ewqasî me fêm kiriye tabî dayîka min min nas dike. Dayîka min min pir baş nasdike.” Ev taybetmendî û nêzîkatiyên Serokatî yê ku ewqasî hûrgulî pirs kirin û ser sekinandina wê min bandor kiri bû. Di heman demê de nirxandinên ku ji bo dayîka xwe dikirin jî min bandor kiri bû û di minde lêhûr bûyînek kur da bû avakirin.

Fatma Adır

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla