Tirkî  |  Erebî

 Ji Penûsa Gerila

haziranŞoreş ji bo min xewnek bû. Azadî ji bo min armanc bû. Lewra di her rabûn û rûniştina xwe de min behsa welat, gerîla û şer dikir. Sal 1988 bû. Şoreşa Rizgariya Netewa Kurdistan ku agirê zayîna wê nû belav bibû,

bi germahiyekî bêsînor dihate guftugoh kirin. Li kolanan li bajaran li gundan her roj gel di nava xwe de behsa şerê gerîla dikirin. Wê demê ji wan re dihat gotin; “Apocî” û hineka jî digot “yên ji me çêtirin.” Ez jî di wê demê de ciwanek bûm. Heskirinekî min ê mezin çêbû ku ez tevlî refên şoreşê bibim. Lê wekî ku herkes dizanî di wê demê de zêde tevgera hevala nebû. Ji ber ku hîn gel di nava wê tirsa ku dijmin bi darê zorê di nava wan de dabû rûnişkandin. Çûn û hatina hevala jî zêde li gundê me nebû. Fikrê min her timî belav bû û ez difikirîm; “ez ê çawa xwe bigihînim serê çiyan. Xeyalên min dûr diçûn. Min carna xwe weke bazêkî didît, ku li ser Çiyayê Cudî  difiriyam û li ser lûtke ya wî datînim.” Demek bi vî rengî derbas bû.

 

Min berê xwe da “Îstanbul” lê ez çi biçim...Min nefret ji xwe kir. Dinya li ber çavên min tarî bû, ji ber ku li wê derê tu rûmet nedidan kurdan. Berde kurd heger bizanibûyan ku tu rojhilat a Anadolêyê, wate bakurê Kurdistan kesekî kar nedida. Bi çavsoriyekî tijî kîn mirov temaşe dikirin. Lê tişta ku herî bandor li min kir ev bû. Şevêkî dema em li ber ekranê televîzyona Tirkan rûniştibûn, laşê bêserî hatin ser ekrana. Serî   li derûdora laşan bûn. Min got qey hinek dîmenên filiman amade kirin. Lê ne wisa bû. Ew dîmen bi rastî bûn. Ew serê gerîla bûn. Piştî ku ez tevlî bûm min navê yek ji ew hevalana jî fêr bûm. Ew serî yek jî ê  heval Adîl bûye.

Min ji wê rojê ve xwe nema girt. Ez hema vegeriyam gund. Min ji bavê xwe re got; “belkî ev cara dawî be ku em hevûdu bibînin.” Malbata me zêde di nava ramanên kemalîzmê de nehatibû helandin. Ji ber ku di rabûn û rûniştandinên xwe de wan silav didan Çiyayê Cudî. Lewra aliyê welatparêziyê her li pêş bû. Bavê min jî wiha bersiv da;

-Kurê min rê li pêşiya we vekiriye. Hûn çawa ji bo xwe baş dibînin. Wisa bikin.

Bi wê dilşewatiya xwe û xemginiyekî ku ez di vê nivîsîdê nikarim xîz bikim lewra hestê min tevde wekî di nîva agir û çiyayekî berfê de mabû. Min dest bi lêgerînê kir. Dem payîz bû, meha Îlonê bû. Daran kirasê xwe ji xwe kirin.

Min mîlîsan dît û ez bi wan re axifîm. Her çendê min partî bi şêweyekî zanistî jî nas nekiribû. Lê ez di wê baweriyê de me ku xewnê mirov çi bin ew ê bixwazê di jiyanê de heyanê ku derfetê wî hebe pêkbîne. Ji 11 Îlonê heya 16 yê Îlonê em li malekî man. Gelek guman di serê min de diçûn û dihatin. Em dihizirîn gelo ev mîlîs me nexê dest dijmin em ê kengê ji vir biçin?...Ber êvar bû mîlîs hatin û em ber bi çiyan ve ketin rê de. Ez gelek keyfxweş bûm û hîn bêhtir dema em gihiştin gerîla û bi çavan me ew dîtin. Lê bi rastî tiştek bi min nexweş hat ku ew jî ev bû; gerîla gelek pirsan dikin. “tu ji kû yî? Navê te çi ye? Ji kîjan gundî yî?...” Min hinekî bêhna xwe veda, lê nalînek bergohê min ket. Min temaşekir ku sê heval birîndarin. Di wê tariyê de firmêsk ji çavên min hatin xwarê, hestên min serûbin bû, agir bi dilê min ket. Min di hundirê xwe de got; “gereke ez tola van hevala rakim. Xwîna ku rijandine ez ji cendekên dijmin peyale bi peyale bigrim. Min destê xwe dirêjî riwê xwe kir û firmêskên xwe paqij kir.

Min serê xwe danî ser çenteyê xwe li asîmanan temaşe kir. Stêrk wekî pezekî bêşivan di bedena asîman de diçirûsîn. Çiyayê Cudî jî bi bejn û bala xwe wekî xortekî çardeh salî bû. Qet kalbûn lê nedixuya û ba taybet di wê mehê de xurt bû. Berf zêde nema bû. Tenê di bilindahiya çiyayan de kêmek hebû. Berê ku çivîk û bilbil awazê xwe bi xwunîn dengê “rojbaş hat” em rabûne ser xwe. Piştî xwarin û vexwarinê hevalekî çek anîn û bi me dane nasîn.

-Ev klaşnîkof e.., Ev BKC ye...Ev bisivîng e...

Me çek û rextên xwe girtin. Pratîgî ketin Çiyayê Cudî qada şer. Bi grubek hevalan re em ber bi Çiyayê Cudî ve çûn û li cihekî ku jê re dibêjin “Girê Hirmo” em lê sekinîn.

Piştî ku me şevbêrka xwe bihurand, me dest bi xewê kir. Sibehê heval ji xew şiyar bûn. Hevalê Sefkan bi xemginiyekî ku lê diyar bû, rûnişt û wiha ji me re got; “

-Hevalno min xewnek dît. Min dît ku em hemû bi hev re ne. Ken li ser lêvê me ye. Bi hev re yariya dikin. Lê ji nişkêve, mij û dumanek çêbû. Keskesî nabîne...Em tev de li hev kom dibûn û ji her aliyê ve gule wek kevirên agirîn ku ji devê volkanê derkevin bi ser me de dibariya. Min hew xwe nedît destê min li tiştekî germ ket. Heya wê demê min nizanî çi ye… Lê dema ku min destê xwe anî ber çavên xwe, min fêmkir ku rûyê min ji xwîne bibû gol. Ez birîndar diketim.

Bi wî şêweyî hevalekî din jî wek wê xewnê, xewnekî dîtibû. Lê belê, şerm dikir ku xewna xwe bibêje. Lê me hemûyan a xwe xiste yek ku bêje û got;

-Gelî hevala ez naxwazim dilê we bi xewna xwe ve bihêlim. Bi kurtayî min didît ku em ketin şer de. Gule li ser çeka min nedima, ji pişt min gulek dihat û di singa min de bi cih dibû. Tişta ku tê bîra min, min çend hevok digotin û min xatirê xwe dixwest. Ez şehît diketim.

Bi rastî jî em ketin nava gumanan de. Me li hev temaşe dikir. Deng ji kesekî derneket. Bêdengiyek sar bû. Hinek hevalan ji ber kela hestan titûna xwe derxistin û cixare li dûv cixarê kişandin. Her çendî ew xewn jî bûn, nedixwestin ku bawer bikin. Piştî ku em bi hev şêwirîn şûna ku em lê diman me bi cî hişt. Navberêk tê re derbas nebû, dijmin Girê Hırmo dan ber hawanan. Em wê demê gihiştibûn Sirtê Hasana, beranberî deriyê Dêra Kemalî ê ku li ser deştê ye. Tiştek nebû em bixwun. Saet 12 nîvê şevê bû. Hevala got em ji vir jî biçin. Her kesek ji me meraq dikir, gelo çi heye lê di vê saetê de. Me di cih de amadekariyên xwe kirin û em bi rê ketin. Meşekî dûr û dirêj di bin tava hêyvê de em meşiyan. Te digot qey neşev e. Ez hinekî li pêş hevalan bûm. Tiştekî ku diçirûsî hate ser rûyê min. Min lê niherî ew kêzikekî ku bi şevê ronahiya wan heye bû. Min ji xwe re digot;

-Gelo ev çi dixwaze bibêje. Qey kes li van waran nemaye.

Lewra ew bi xêr hatinê li me dike yan dixwaze bibêje ezê rêka we ronî bikim. Saet pênc û nîvê sibehê bû. Tenê stêrkek dihat xuya. Her çendî di meşa xwe de em bi hişyarî jî tevdigeriyan, lê me nedizanibû ku dijmin derûdora me girtiye. Bêhnekî em sekinîn. Ji nişkê ve dengê çekan hat. Gule wekî ku tovê genim biçinî bi ser me de barandin. Erdêkî rût bû, mirov nikarîbû xwe biparêzî jî. Gelek heval nû bûn. Zêde şer nedîtibûn. Dengek bilind bû û got;

-Xwe bavêjine erdê.

Me hemû ya bi hev re xwe avete erdê. Te digot qey em aşiqê axê bûne û em wê bi çekan radimusin û bi guleyan dixemlînin. Gule ji her hêlî ve dihatin; paş, pêş, çep, rast... Di nava wan de wekî gêja li min hatibû. Min berê xwe da aliyê ku gule ji pişt min ve dihatin. Hîna ez zêde nemeşîbûm. Hevalekî ez girtim û got;

-Bi sekne tu yê bi kû ve biçî?

Min jê re got;

-Ez ê herim cem hevala.

Wî bersiva min da û got;

-Ew nehevalin heval Cihat. Ew jî dijminin. Were bi min re be û ji min dûr nekeve.”

Ji her hêlîkî ve pizotê agir dihatin. Her hevalek li cihêkê bûn, li şûnêkî bûn. Barê min hinekî giran bû. Lê dîsa min berxwedan dikir. Me hewil da ku em xwe ji çemberê rizgar bikin. Hinekî em ber bi jor ve çûn hêza me zêde nemabû, û bi taybet piştî ku sê hevalê me li wir şehît ketin. Lê her yekî hevalê me wekî gurê har lê hatibû. Xwîna hevalên şehît bi dest û cilên me ve hişk bibû. Her ku me çav lê dikir, hêrsa me hîn bêhtir zêde dibû. Lê çi bibêjim. Her peqrewanek, her şehîdekî me ku xwîna xwe rijandiye ser vê xaka pîroz, ew ê rojek were û destanê wan ê qehremaniyê were nivisandin. Ew her sê heval qet ji bîra min naçin. Belkî demê ez wan hevokan dibêjim pir bi hêsanî tînim ziman. Lê ew bi kela hinavên min, ji kûrahiya kezebê bi zorê derdikevin. Li milê din, eynî van hevalên ku xewn dibînin, birîndar bûn. Şer giran bû. Guleyê min zêde nemabû. Hevalekî me yê birîndar mabû. Min ew jî dît. Birînê her sê hevala kûr bû, lê dîsa jî bi coşekî mezin dimeşiyan. Hinekî me xwe ji çemberê dûr xistin, hevalekî ji wan zêde nikarîbû bimeşe. Em du heval ketin ber pala wî de û me bi xwe re meşand.

Em gihiştin binya gundekî zêde ne mezin bû. Malên wî kevnare bû. Te digot qey ev sedsale hatiye avakirin. Bênderê kunciyan jî li nêzî gund serê xwe hildabûn. Rewşa hevalên me yê birîndar ber bi xirabûnê ve diçû. Lewra hevala ku emê hevalê Sefkan di nava bênderên kunciyan de veşêrin. Lê me nepejirand û me got em hinekî din wî derbixin ji ber ku şopa xwînê li dûv me diyar bû. Saet bibû sisê û nîvê şevê. Yan emê xwe ji wir dûr bixin yan jî şehadet li benda me hemûyan e. Di wê navberê de ez li ber pala hevalê Sefkan de bûm. Bi deng nizmiyekî bi hev re diaxifîn. Her çendî gelek xwîn ji canê wî çûbû, lê dîsa jî dixwest bi min re riya xwe bidomîne. Lê zêde nema dikarîbû. Lewra me ew li şûnekî veşart û du bombe danê. Lê wî xwest ku ez pê re bimînim. Hevalan ji min pirsî, çima hevalê Sefkan vê daxwaziyê ji min dike. Bi rastî min nizanîbû çi bersivê bidim? Lewra min got; “ez û hevalê Sefkan du rûpelê gulekî ne. Dergehê şarêkî ne. Ava çem û rûbarekî ne. Du tîpên navêkî ne. Giyanek û du bedenin. Du dilopê ava kaniyekî ne. Du firmêskên çavekî ne. Lê dîsa jî em hevalê hevûdu ne.” Min jî xwest ku ez li cem wî bimînim. Lê hevala nepejirand û me ew bi cî hişt û me rêka xwe domand. Şefaqa sibehê diyar bû. Zerîqeyên rojê hêdî hêdî ji ser çiyan ve derdiketin. Em jî mecbûr man ku em xwe ji ber çavan veşêrin. Di nava daran de me xwe veşart. Heya êvarê me ne av, ne cixare vexwar. Ji bo ku em xwe xilas bikin, aramiyekî gelek mezin dihat xwestin. Ez bi vê sekname zêde neêşiyam. Tişta ku ez pê êşiyam ew bû ku hevalekî birîndar bi me re bû. Lê qet jê deng derneket. Te digot qey, ew birîn di canê wî de nînin. Min bi dengekî nizim jê pirsî;

-Heval ma qey tu naêşî?

Ewî wiha bersiv da min û got;

-Hevalê Cihat birîna min gelekî diêşê. Lê dema ku ez li wê temaşe dikim ez jibîr dikim.

Şivanên ku nêzî me bûn, berê xwe dan gund. Êvarê perdên xwe yê reş li ser gerdûnê ve berda. Hêdî hêdî em bendewarê wê bûn. Belkî ji bo gelekan şev tê wateya tarîtiya jiyanê ango mirina bi lez, lê ji bo me şev mizgîniya hebûnê ye. Me bi baskên teyrekî şikestî, şalûrekî bêziman ew hembêz kir. Ji ber ku şev kirasê gerîla ye û tê de her şahî û kêfa xwe dike. Ew şer, şerê min ê yekemîn bû. Ji bo min, bû ezmûna herî mezin di jiyana gerîla de.

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla