Tirkî  |  Erebî

Şevîn Dêrîk

Dema ez bîranînên xwe yê bi Serokatî re vegotin dikim di min de hestên pir cuda ava dibin û ez dikevim dinava heycanê de. Ew rojên xwe yê xweş û hêja anîna ser ziman di minde zehmetî dide ava kirin.

Lê, ez wê zana bûyînê de me ku pêwîste ew roj were vegotin kirin ji bo ku ew rojên dîrokî bibe malê dîrokê û ti carî neyê ji bîrkirin. Dema me bi malbatî biryar girt ku emê biçin li gel Serokatî ew dem min di dilê xwede aramiyek jiyan kir, ji xwe dîtina Serokatî di dilê min de bûbû hesretek. Min ne dizanî dem çawa derbas dibe. Ew dem sala 1990 bû. Ew dêm bavê min û birayê min jî hati bûn. Lê, me wê demê Serokatî ne dît, ji ber ku Serokatî ne amade bû. Em vegeriyan malê, dema em vegeriyan jî me got; çi dibe bila bibe emê Serokatî bibînin. Bêguman me weke gotinê xwe kir, sala 1991 em cardin çûn saha Serokatî. Çawa ku dîtina Serokatî ji bo min hesretek bû, ji bo bavê min jî wisa bû bû. Wê demê jî em cardin tevahî malbat bi hevre çûn. Di wan salande pir malbat dihat li gel Serokatî. Malbatên li gel Serokatî dihatin pir behsa Serokatî dikirin, taybetmendiyê Serokatî yek bi yek didan diyar kirin. Lê, ji ber ku di hişmendiyê me de ji bo serokan fikrên pir cûda hati bû avakirin ji bo wê jî min ji xwere di got heya  ku ez bi xwe ne bînim pir zêde gotinan bawer nakim. Roja ku em çûn saha Serokatî wê şêvê seat yazde bû Serokatî gazî kir û got bila hevalên jin kom bibin. Wê demê em akademiya Mahsûm Korkmaz de bûn. Em hemû heval ewqasî ketine mereqêde ku çima Serokatî me di vê seatê de kom kiriye. Cardin ji ber ku ode jî pir bûn me ne dizanî wê Serokatî kîjan xurfê de der bikeve. Çavên me wisa vekiri ma bûn, bi meraq derdorê xwe meyzedikir. Di kêliyekê de me dît ku Serokatî li hember me sekiniye. Lê, me nezanî ku Serokatî di kîjan milê de û çawa hat. Bi dîtina Serokatî re hestên pir cûda jî di dilê min de xwe hewandin. Wê demê min ji xwere got ezê çawa Serokatî hemêz bikim û silavek bidim Serokatî. Dema min silav da Serokatî min Serokatî hemêz kir, ji bo wê jî tişta ku min dixwast Serokatî re bi bêjim, ji heycana min ji bîr kir. Di wir de tişta ku bala min kîşand jî hestên Serokatî yên xurt bûn. Mînak wê de mê al li darde hati bû daliqandin ba dihat ew al jî li hev hati bû alandin ji bo wê jî Serokatî got;  “ew al li hev bala ye rast bikin.” Me hemû derdorê xwe meyzekir lê, me al ne dît. Rûxmê ku Serokatî ne dît lê his kir û got. Sala 1994 an emê bi komekê heval bi çûne welat lê, wexta ku emê bi çûna rê ne da ku em biçin. Ji bo wê jî çûyîna me hate seknandin. Serokatî wê demê gazî me kir dinava mede hevalek din jî hebû em mirovên hevbûn. Ji ber ku di malbata me de jî pir tevlê bûyîn û şahadet jî hebû ji bo wê em di tirsiyan ku me rênekin welat, ji bo wê jî me di got em gundiyên hevin. Dema em çûn li gel Serokatî, Serokatî li me meyzekir û got; “heval hûn mirovên hevin?” Me jî ji tirsa got; “na Serokê min em gundiyên hevin.”

Çend sal sere derbas bû ez ne hatim welat. Serokatî destur ne da ku ez werim, di heman demê de pirsgirêkê min yê tenduristî jî hebûn. Lê, min di Rojava yê Kurdisatanê de xebat dan meşandin. Sala 1997 an Serokatî gazî kir û got bila ew grub werin perwerdeyek bibînin wisa derbasê welat bibin. Birastî jî ev ji bo min şensekê pir mezin bû ku, ezê cardin bi çûma gel Serokatî û perwerdeyê wê dîti ba. Her çiqasî min Serokatî di berêde jî dîti bû lê, cardin dema min Serokatî dît weke ku min qet ne dîti bû heycan min girt. Em bi xwe mala Serokatî de ango mala lêhurbûyînê de man. Rojekê ez xwarinpêj bûm, min tiştên ku nasnedikir ji hevalan pirs dikir. Me derheqê pergal de, qirêj bûyînên wê de taybetmendiyên ku di mirovan de ava dike pir nedizanî. Biştê ku min xwarin amadekir, xist sifrêde û bir xurfaku Serokatî tê de di rûne. Ez ewqasî keti bûm heycanê de ku dilê min weke baskê cûkekê lê dida. Serokatî ji minre got; “heval dizanim tu nû hatî li vir, kî gotiye vane bibe.” Min jî got; “Serokê min, min bi xwe aniye.” Serokatî li min meyzekir û got; “heval birûne.” Ez ne rûniştim. Serokatî cardin got; “heval bi rûne û gotinên min guhdar bike, ji derveyê Serokati ya xwe jî kesêkê guhdar neke.” Min jî got; “Serokê min ji bo min gotin û nêzîkatiyên Serokatî giringe.” Serokatî mirovekê pir xwezayî bû ji bo wê jî tiştên şeklî û biçimsel ne di pejirand û hesnedikir jî. Lê, em pir şeklî û biçimsel nêzî tiştan di bin. Min sifreya xwerine pir bi reng kiribû û cûrbicûr jî xwarin xisti bûyê. Dema Serokatî sifra min meyzekir û got; “tu dizanî heval heya niha jî tama savara dayîka min di devê min deye. Heval tu tasekê dew û pîvaz bîne, ez bi destê xwe bişkînim û bêxim ser savarê de û bixwim wê çiqasî xweş be.” Min jî weke ku Serokatî got kir. Ji wê rojê şûnde min bi gotinê kesekê nekir. Ez pir cara bûm xwarinpêj jî lê, tiştên ku min dizanî min pêktanî. Serokatî bi nirxa ve pir girêdayî bû ji bo wê jî ti carî nirxa berba nedikir. Dema me xwarin zêde çêdikir Serokatî xwe aciz dikir. Her tim di got; “heval xwarin çê bikin lê, bila ne zêde be, xwarina pir zêdebe tê rişandin ma ne heyve. Heval hûn nizanin ev nirxane hemû xwîna rêhevalên şehîdin û yê gele.” Ji bo wê jî Serokatî çi di got , min wisa dikir.

Serokatî cara yêkem mînakek da heya niha jî ew mînak pir li ser min bandor kiriye. Dema mînaka rêheval Heqî yê pênc wereqe dida, wê demê di mede lêhûrbûyînek dida çêkirin. Em çima wisane, çima em her tiştê na fikrin. Serokatî xwe dixist asta herkesê. Mînak, dema zarok dihatin li gel Serokatî, Serokatî weke zarokan nêz di bû. Her tiştên Serokatî ji bo me mînak bû. Birastî jî Serokatî kêlîbikêli me bi her awayî perwerde dikir. Her ku me xwe nas dikir, ewqasî me kêmahiyên xwe di dît û me dizanî ku em çiqasî bê perwerdene. Dema Serokatî bi gel re nîqaş dikir, mirov bi heyranî lê guhdar dikir. Me ji xwere di got em ewqasî dinava gel de ma ne lê, em nikarin ewqasî bi xweşik û bi bandor nêzî gel bibin.

Roja 15 ê Tebaxê de morel hate darxistin. Di wêderê de pir gel jî hati bû û hûnermend jî hati bûn. Weke Aram Tîgran, Merziye Rezazî, Seyîdxan, Şemdîn û Nasir Rêzazî. Lê, birastî jî Merziye weke jinekê xwediyê seknekê pir bi heybet û hêja bû. Ji xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bû. Çand û hûnera xweve jî pir girêdayî bû. Serokatî jî pir bi hûrmet nêz di bû û pir nirx jî didayê. Merziye hûnermendekê û weke jinekê jî pir bi zanist bû. Ji bo wê jî Serokatî re pir girêdayî bû. Serokatî pir bi nirx dida mirovan û bi hûrmet nêz di bû. Serokatî pir nirx dida çand û hûnerê jî. Ji bo mirovan çand pir giringe. Serokatî hewildida ku vê zana bûyînê di me de bi de avakirin. Serokatî ji bo Merziye di got; “çanda jinê di Merziye de hatiye çandin.” Merziye bi xwe jî di demê xwe de peşmergertî jî kiri bû. Serokatî pir ked dida û pir xwe di westand jî. Lê, dema me di got; “Serokê me we îro xwe pir westand.” Di got; “ez ne westiya me.” Serokatî her tiştê xwe da bû partî, doza xwe û gelê xwe. Min rojekê jî ne dît ku Serokatî çend hûrdem ji bo xwe cûda bike. Ti carê jî wisa nekiriye.

Pir cara ji bo tenduristiya Serokatî me hişyariya hen mijaran dikir. Rojekê Serokatî nexweş ket birastî jî pir têşiya. Wê demê jî di her çar perçeyê Kurdistanê de gelê me hati bûn û ji cihên cûda jî rojnamevan hati bûn. Rûxmê ku Serokatî ewqasî nexweş bû lê, di wê rojê de sê civîn çêkirin. Yek ji bo tevahî gel, yek ji bo rojnamevan û yek jî ji bo hevalên qadro çêkir. Cara yekê bû ku Serokatî di bêje ez îro pir westiya me. Serokatî ti carî xwe ne difikirî, rûxmê ku nexweş bû bijîjk jêre goti bû; “ji nîv seatê zêdetir ne axive.” Lê, Serokatî çar seat axivî û ked bi wan kesanre bir. Lê, em karekê pir biçûk dikin û di bêjin em pir westiyan. Birastî jî Serokatî mirovekê pir cûda bû. Serokatî di her kêliyê de me dixist dinava lêhurbûyînan de û lêpirsînande. Serokatî ti carî ne di got ji min mînakan bigrin an min meyze bikin xwe perwerde bikin, na. Ji ber her tiştê Serokatî perwerde bûn ji bo wê jî pir bi xwezayî em diketin dinava lêhûr bûyînan de. Serokatî di got; “heval hûnê biçin çiya ji minre jî cihekê çê bikin ezê jî werim.” Dema Serokatî jî bo çûyînê me rê xist, ji mere di got; “heval ger hûn ne gur bin wê gur we bi xwe.” Wê demê me pir wate ne da gotinê Serokatî. Me ne zanî jî çima Serokatî vê gotinê di bêje. Lê, dema em hatin û me jiyan kir wê de me me fêm kir ku Serokatî çima vê gotinê got. Bi taybet jî weke jinekê. Serokatî her tim di got; “bi cesaret tevlê jiyanê bibin, ne tirsin. Ji bo xwe, dîroka xwe û azadiya xwe her tim tekoşîn bidin meşandin.” Kêliyên ku me bi Serokatî re jiyan kirine ti carî nayê ji bir kirin, ew kêlî bûn sedemê ku em îro tekoşîn bidin meşandin û em azadiya xwe dest bigrin. Pir heval xwastin Serokatî bi bînin lê, ne dîtin pir heval jî Serokatî di pirtûkan de xwandin bawer kirin û hêvî jê girtin. Ev ne ji bo me pir giringin û erkê me jî girantir dikin. Her roj demên ku min bi Serokatî re derbas kiriye weke niha tên bîra min û ez di her kêliya jiyana xwe de jiyan dikim. Cardin roja dawî dema me sond dixwar Serokatî ji mere got; “heval Zap hişk û zûha bûye biçin şîn bikin.” Serokatî got; “mirov ji bo welatê xwe çi bike kême.” Wê demê jî min sonda wê da ku ezê ji bo Serokatiya xwe, welatê xwe, rêhevalên xwe yê pakrawan û gelê xwe her tim tekoşîna xwe xurt, bi hêz û bilind bikim. Ez niha jî vê sonda xwe dubare dikim ku ezê biher awayî û di her milande bibim milîtanê heqîqeta APOCİTÎ. 

 

Kategori: Biranînên Gerîla