Ji Pênûsa Gerîla

b. gerilaEw du sal bû ku ez li nava çiyayên bilind û bi heybet ên Qendîlê de bûm. Bi sala bû ku min navê Qendîlê bihîstibû. Bi taybet jî, di dîroka Têkoşîna Rizgariya Netew a Kurd de, Çiyayê Qendîlê mîna dayîka ku zarokê xwe hembêz dike,

wisa têkoşer û peşmergeyên kurdan hembêz û parastibûn. Heya niha jî li ber her çemekî, latekî, berpal û girekê Qendîlê, bêguman yan şehîdekê Kurd heye, yan jî şûna şerekî, diyar dibe. Dema navên Çiyayên Qendîlê têne bîra mirov, ev rastî pir zelal xuya dibe. Mînaka herî zindî jî, navê Çiyayê Qeletûka, Kanî Cengê û hwd. Ev herdu nav besin ku mirov wateya Qendîlê a dîrokî binase. Belê piştî salên dirêj, êdî gerîlayên kurd li Qendîlê bi cî bibûn.

 

Dema ku cara yekem ez gihiştim refên gerîla, li Çiyayê Qendîl bûm. Hevalên min ên pêşî jî, min li Qendîlê nasîn. Ew çiyayê ku heya meha Temmûz û Tebaxê berf li lûtkeya wî dimîne, mîna dayîkekî bû ji bo me. Dayîk tevî ku gelek caran li zarokên xwe jî dixe, dîsa jî zarok pir pê ve girêdayî dimîne. Tevî zor û zehmetiyên Qendîl jî, dîsa me pir jê hesdikir. Ji hêlek din ve, Qendîl gelek caran mîna dildaran bêxwezginî keçek kezî reş yan jî xortekî çavgeş ji me dûr dixist. Dûrxistineke bêveger! Ew keç û xort, rêhevalên me yên salan bûn. Bi çûyîna her yekî ji wan, girêdana me bi deşt û zozanên Qendîl re hîn bêhtir xurt dibû.

Qendîl ne tenê bi navê xwe navdar e, ew bi deşt û zozan, daristan, kanî, rûbar û keskahiya biharên xwe, mîna bihûşta ferdewsê, tim diyar e. Di dirêjahiya biharê de, zozanên Qendîlê ji reşmalên koçeran tê xemilandin. Mirov li wir bi dengê bilûra şivanan û sitranên berîvanan re xêrhatina biharê dike. Li Qendîlê pêwîst nake ku mirov mîna li bajaran gul û nêrgizan ji bo bêdewiyê biçîne. Bihar bi hatina xwe, tevahî Qendîlê mîna gulîstanekî xwedî her rengê gulan dixemilîne.

Belê du salan li kêleka heval û hogirên xwe, min di nava vê xwezaya yekta de jiyan kir. Piştî wê dema dirêj ji bo tevlîbûna perwerdeya li ser çapemeniyê, pêwîst hate dîtin ku em ji Qendîlê cuda bibin û biçin Xinêre. Min qet bawer nedikir ku ezê rojekî ji Qendîlê cuda bibim. Lê gava min xebera çûnê bihîst, du sal mîna du kêliyan di ber çavê min re derbas bûn. Tevî ku min du salan li Qendilê mîna du pirtûkên çapkirî di pirtûkxana dilê xwe dihiland jî, lê wê xeberê bandoreke mezin ya xemginiyê li ser min kir. Bi wê xeberê re, navê Xinêre ku em rêwiyê rêya wê bûn, mîna dengekî li gûhê min de deng vedida. Êdî her ku kêlî diçûn, rûpelek bi navê Qendîl dihate pêçan û yek bi navê Xinêre vedibû.

Roj 25 îlona 2001 ê, saet yek û nivê piştê nîvro. Piştî amadekariyên du rojan, me xuçikên rêwitiyê datanî ser milan. Piştî xatirxwestina ji rêhevalên/a du salan, bi xemginiya qûtbûyînê, em ketin ser rêya Xinêre. Li dûv du salan ji mayîna min a li radyoyê, ev cara yekem bû ku ez dibûme koçerê rêyek wisa. Hevalan berî derketina me, gotibûn ku heya “Xinêre” 6-7 roj meş e. Lê ji ber ku di rê de heval pir in, hûn zêde zehmetiyê nakişînin.

Jixwe di wê rojê de xemginî bibû koçerê rûçikên me. Min wê rojê bîranînê xwe yên du salan xistin binê xurçika xwe. Dema em bi rê ketin, her ku me gavêk davêt, min li paş xwe, li şûna ku radiyo dima dinêrî. Piştî meşa nîv saetî, em gihiştin girê jora radiyoyê. Ji wir meyzekirina me, cara dawî bû ku me li şûn xwe dinêrî. Tevî kovaniya cudabûnê jî, em bi çûna perwerdê pir dilşa bûn. Ew demek dirêj bû ku, me perwerde nedîtibû. Ji ber vê yekê me bi tevahî daxwaza xwe dixwest ku rojek berî a din, bighên Xinêre. Piştî çend saetên meşê, em gihiştin girê herî bilind ê Şehîd Harûn. Ji ber ku berî niha em li wir diman, min erdnigariya biryargeha Şehîd Harûn baş nas dikir. Hevalê Cihan ku bi temenê xwe ê herî mezin bû di nava me de, tim li paş me dima. Ji ber vê yekê gava em gihiştin serê gir, me navberek da meşa xwe. Wê çaxê roj li ber ava bû. Aso yê sor rengekî bedew dida deşta jêrî me. Hîn me çavên xwe ji meyzekirina wê bedewiyê têr nekiribûn, heval Cihan gihişte me. Heya em ji serê gir derketin dola biryargehê, roj çû ava û hêdî hêdî dinya tarî dibû. Bi tarîtiyê re em gihiştin nêzî çemê dolê. Xûşeniya çem, di dolê de, dengvedida. Hîna em dûrî wan bûn, ji nişka ve dengek hat.

-Ew kîne?..Ew kîne?

Heval di cî de bersiv da:

-Hevalin heval! Em ji Dola Kokê tên!

Wê çaxê nobedarê ku bangî me kir, ber bi me ve hat û got:

-Hûn bixêrhatin hevalno. Kerembikin.

Piştî bixêrhatin û li rewşa hev pirsîn, hevalan şîv ji me re, amade kirin. Lê ji ber ku em westiya bûn û pêwîst bû ku em sibehê zû rabin, paş şîv xwarinê, her yekî ji me betaniya xwe girt û raketin. Ji ber westandina rê, em çiqas raketiban me nedigot bes e. Dema dengê hevalan hat jî: “roj baş. Roj baş” min got ku, ev şev çiqas zû derbas bû.

Ji Şehîd Harûn û şûn ve, min tu deverên din neditibû. Di bin tava îlonê de, em heya nîvro gihiştin “Qeletûkan” Qeletûkan ku gelek caran min navê wê bihîstibû, sed qet ji tişta ku dihate gotin xweştir bû. Ew dever wisa asê ye, bi sedan heval, di nava zinar û dolên wê de, perwerde didîtin. Bi dehan rengê fêkî di Qeletûkan de her sal berhem dide. Xelkên gundê li Qeletûkan jî, xwedîkirina kûfletê xwe, ji dewlemendiya xaka wir digirin.

Ji ber ku heval li wir nemabûn, em çûne gundekî li ser rê. Ew gund ji dûr ve nediyar bû. Dar û bexçeyên gund her dever kesk kiribû. Heya wê rojê jî, ew du sal bû ku, min gel bi giştî û zarok bi taybetî, wisa nêzik nedîtibûn. Vê dîtinê ez ji her hêlî ve dilşad kirim. Min gelek tişt li ser rewşa gelê me yê başûrê Kurdistan bihîstibû. Lê dîtina zarokên pêxwas, dest terikî, cil qetiyayî û rê gemarî ên vî gundî, ew rastiya ku min bi gotin bihîstibû, hîn bêhtir ji min re ronî û zelal bû. Wê çaxê min hîn bêhtir rastiya rewşa vî gelê perîşan nasî. Zarokên wan jî ne mîna ên dinyayê bûn. Te li rûyê wan meyze bikira, te yê bigota qey ev zarok bêdê û bav in. Lê, dê û bavên wan jî hebûn, mixabin halê wan ji ên zarokê wan xirabtir bû. Ew zarok mîna gûlên ku bi zorê di nava xakeke hişk û ziwa de şîn bibin bûn. Gelek ji wan hîna baş nedipeyvîn jî, ketîbûne kolanê vê jiyana zor û zehmet de. Ew hîn di temenekî biçûk de, mîna dê û bavên xwe, yan di bin şivan, yan jî dibinê bexçevan û bi bêrên ku ji qama wan dirêjtir bûn, şînahî av didan. Rewşa wan zarokan, mîna tabloyekî ku tevahî hûnerê ressam ji bo wateyekî tirajedîk were diyar kirin bû. Ew ne sehneyek ji tiyatroyeke tirajedîk bû. Ew rasteqîna rewşa gelê me yê başûrê welat bû. Wê çaxê min ji xwe re got:

-Ger wênekeşek bi mekîna xwe re were vir û wêneyekî van zarokan bikişîne, wê xelata wêneyê herî tirajedîk werbigire.

Hîna min wisa dinêrî û diponijîm, hevala got:

-Hevalno em biçin wê mala hanê xwarina xwe bixwun ji bo ku em zû bighên Kanî Cengê.

Ew mal, li ser rê bû. Gava em gihiştin wir, zilamê malê hîna li ser kar bû. Lê, li malê zarokek mîna ên li kolanên gund dileyîstin hebû. Rewşa wî ji ên din zêde ne cewaz bû. Dema em rûniştin min jê pirsî:

-Tu diçî dibistanê?

Mixabin tiliya xwe ya piçûk ji devê xwe dernexist. Te digot qey, bi xendeya lêvên xwe dixwest biyaniya vê gotinê (dibistanê) di ferhenga xwe ya teng de bide diyarkirin.

Di wê kêliyê de bavê wî jî hate mal û li cıvata me rûnişt. Lê awirên min ji wî zarokî cuda nedibû. Min careke din ew pirsa bêbersiv mayî, ji lawik kir:

-Te negot, tu diçî dibistanê?

Hîna peyva min di pêşwaziya livîna lêvên ê zarok de bû, bavê wî bersiv da:

-Di gundê me de dibistan û fêrgeh tune ye.

Bersiva bav, bû mîna bendavekî li pêş pêlên pirsan. Min gelek pirs amade û rêz kiribûn. Lê bersiva tevahî pirsên min, ji bîra min da revandin. Ponijîna min, şûna peyv û pirsan tevan girt. Heya wê çaxê min pirtûka Apê Musa “Birîna Reş” nexwendibû. Lê rewşa vî gundî ku mînaka rewşa başûr e, bi taybet rewşa wan zarokan, weke ku sed carî Birîna Reş bi min dayî xwendin bû. Wan zarokên, di nava jiyana bi êş û zehmetî, nexwende û di nava tarîtiyê de jiyan kirin, pêlên xemginiyê li ber qiraxên dilê me tevan jor û jêr kir. Her ku diçê min dixwest bêhtir li wir bimînin. Mixabin piştî saetêk û nîvê em neçarbûn ku bi rê bikevin. Lê vê demê kurt gelek caran gaziya Cegerxwîn ji Robsor e bi bîra min dianî.

Ey heval Robso

Dengbêjê cihan

Ne tenê reşik

Mane bin destan,

Ew jî sipîne

Mane perîşan”

Lê êdî Cegerxwîn jî nebû ku, vê rewşê bilêv bike. Tenê me bi awirên xwe, temaşe dikir û êşan par dikirin. Dîmenê wan zarokan, navê Qendîl û Xinêre jî, ji bîra min bir. Dema em bi rê jî ketin, her kêliyekî min li wê malê û bi taybet wî zarokê ku heya bihnekî jî, destê xwe ji me re dihejand, dinêrî.

Piştî wê rojê em pênc rojên din jî meşiyan. Tevî ku min gelê deverên weke Kanî Cengê, Dola Ayşê, Berde Nazê, Berde Sorê, Hecî Umran, Kela Şînê û hwd. dîtin ji ew gund û zarok ji bîra min nediçû. Te digot qey, rûpela bi navê Xinêre jî li ber vê dîtinê winda bû. Êdî ew zarok bibûn desthilatdarên xeyalê min. Eger ez bibêjim; min wê çaxê Halepçe û Filîstînekî nû dît, wê neşaş be.

Ew dîmen bû mîna wêneyekî û dilê min jî jê re bû çerçewek (pîrwaz). Heya niha jî di şûna xwe de ye û wê her di wir de jî bimîne.

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla