Tirkî  |  Erebî

Bengî Muş

paradigmaHer çiqasî Serokatî anîna ser ziman û vegotina wê kirin zehmet bêjî, lê qandî hêza xwe û fêm kirina xwe Serokatî vegotin kirin ji bo me jî erkê sere keye. Mijara ku min cara despêkê ji Serokatî fêm kiriye jî “Serokatî ji her kesê re vegotin kirine.” Ez wê baweriyê de me ku hemû rêhevalên ku li gel Serokatî mane ev mijarê serekeye. Mijara dî jî dema ez şert û zurifên ku Serokatî niha tê de jiyan dike di bînim jî ji bo vegotin kirina min di be zehmet. Lê, ez wê baweriyê de me ku Serokatî rast vegotin kirin jî pir giringe.

 

Ez di navbera salên 97-98 an de li gel Serokatî mame. Nêzî salê kê di akademiyê de mam piştê wê jî ez li malê de dewreya lêhûrbûyînê de mam. Ji bo vê jî min Serokatî hên zêdetir ji nêz de naskir. Ev ji bo mirovekê tê wateya çavkaniya hêzekê mezin. Weke kesayet her çiqasî min zehmetî jiyan kiribe, her tim min ji Serokatî hêz girtiye û her tim Serokatî fikirye.

Di rastiya Serokatî de, li hember mirovan her timî bi rêzdarî nêz di bû, pêşketinê esas digirt. Mirovan ji qirêjiyê derxistin ji bo Serokatî pir giring bû. Ger ku di mirovekê de tenê yek milê wê yê bagij ma be jî di wê milê wêde digirt û mirovekê nû di afirand. Ev taybetmendiyê Serokatî li hember hemû rastiyan û bûyeran wisa bû. Serokatî di jiyana xwe de ewqasî bi pergal û bi bername bû ku, şopandina Serokatî û tempoya wê girtinê de zehmetî jiyan dikir. Her çiqasî malekê sabît be jî û li çend ciha xuya dikir jî lê me ne dizanî dem çawa derbas di bû. Em sêzde hevalên ku akademiyê bi hevre bûn cardin li gel hev bûn. Her çiqasî hen heval berê jî li gel Serokatî ma bin jî lê piranîna me cara yekem bû ewqasî di nêz de li gel Serokatî di man. Bêguman heycan û coşa ku bi xwere tîne jî pir cûda ye. Bi Serokatî re 24 seat parvekirin li ser me qandî milê wê yê psîkolojî heye ewqasî bi xwere giran bûna berpirsiyartî jî tîne. Lê rûxmê her tiştê jî me dixwast di her milê de Serokatî fêm bikin. Serokatî ji derveyê ku rojane dahurandinên dida çêkirin di jiyanê de her tim bi mere dinava diyaloxê de bû. Bi mere têkiliyên pir xwezayî di tanî. Tê bîra min Serokatî ji bo vê çend cara vê gotinê dida diyar kirin, Jiyane kê beredayî û bê nîzam ti carî ne di pejirand. Pîvanên ku Serokatî re jiyan kirinê hebû. Ji bo vê jî her tim di got hûnê li vir bibin xwedî pîvan. Serokati dahurandinê xwe yê despêkê de ji mere gotu bû, “hûn weke werdekên şaş mayîne.” Piştê vê got li me meyze kir kenî û got, “lê piştê devrê hûnê bizivirin xwe meyze bikin û hûnê jî xwe nasnekin.” Bêguman pêvajoyê despêkê de me pir zêde wate ne dayê lê biştê perwerdê me dît ku hêza Serokatî çiqasî bi qedre û qiymete çiqasî guhertinan re rê vedike. Di despêka dewrê de gotu bû “hûnê weke hewariyên Îsa bibin.” Ev gotinane dida diyar kirin ku Serokatî ji bo pêşerojê çiqasî planê wê yê bingehîn heye.

Serokatî qandî ku nêzî jin bû ewqasî jî nêzî xwezayê bû, her tişt bi ziravî ya were des digirt. Ji bo vê jî ne mûmkun bu ku nêzîkatiyên wê yê bi sewalan re mirov şaşmayî ne ma ba. Di baxçê de ti jî gevok hebûn. Dema em di çûn li gel wan gevokan hemû di reviyan. Lê, dema Serokatî di çû li gel wan hemû di hatin li gel Serokatî û di derdorê Serokatî de di reqisiyan û fir didan ser dest û mile Serokatî alifên xwe dixwarin. Ev dîmen bes bû ku ji bo mirov têkiliyê Serokatî yê bi xwezayê re vegotin kiriba. Di roja me ya îrode jî dahurandinên ku ji bo ekolojiye kirine pir zelal vegotina vê ye. Dema min cara yekem Serokatî dît hen taybetmendiyê wê pir bala min kîşan di bû. Em bi komekê heval ji bo ku Serokatî re hevdîtin çê bikin çûn kampê mala Serokatî. Ji ber ku ez pir keti bûm kelecanê de ji bo wê dawî ya grubê de di meşiyam. Dema em hên salonê de bûn dengê Serokatî hat û kelecanê min hên zêdetir bû. Biştê ku yek bi yek silav da me hemûyan em rûniştin. Serokatî di aliyekê de nuçeya guhdar dikir, di aliyê din de jî bi mere nîqaş dikir. Du hevalên Alman gel me bûn Serokatî bi wanre eleqedar di bû. Me hemû jî pir bi hişyar Serokatî guhdar dikir û di şopand. Kelecana ku dîtina cara yekem jî hebû. Serokatî kelecanê me his kiri bû ji bo ku em rehet bibin jî car cara nîqaşên pir xwezayî pêş dixist. Bi vê awayî zemînê ku pir bi rehet diyalog pêşxistinê ava dikir. Di şêwazê Serokatî de hêza ku psîkolojiya mirovan zû tehlîl bike û li gor wê nêzîkatî bide raber kirin hebû. Serokatî pir bi alî bû, wek min dayî diyar kirin hem bi mere diyalog pêş dixist hem jî nûçeya guhdar dikir, dema vê jî dikir lêhûrbûyînên wê qet belav ne di bû. Serokatî ji bo ku bala me bi pîve ji me pirs kir û got, “ li gor we çima serkanê giştî daxuyaniyek bi vê awayî da? Em şaş man bi çi awayî bersiv bidin. Ji ber hemû bala me li ser Serokatî bû. Serokatî taybetmendiyê mirovan yê ku diyar pêş bêxe rê û rêbazan pêş dixist û mirovê nû di afirand. Hemû hewildanên Serokatî ew bû ku me li hember rastiya pergala bavik salarî hişyar bike, li ser kesayetên me, hestên me, çand û rastiya me çiqasî tahrîbat danê çêkirin nîşa me bide. Ev nêzîkatî li hember mirovahî yê û li hember hertiştê de xwe dida diyar kirin. Ya bingehîn jî “rastiya mirov”esas digirt. Pir giringî dida ku pir pêşketinan li ser rastiya mirovan pêş bêxe. Rojekê ew amorê ku hewûza avê vale dike xirab bû bû ji bo wê jî me bi sitilan avê valedikir. Em di hewûzê de bûn me dît ku Serokatî hat li gel me û ji me pirs kir û got; “hûn çidikin.” Hevalek jî rewşê Serokatî re got. Serokatî jî got, “tiştek na be amorê herê mezin mirov bi xwe ye.” Bi vê awayî di da diyar kirin ku hêza mirovahiyê li ser her tiştê re ye, pêwîste mirov hêza xwe ya cewherî bawer bike. Ferdên ku perwerdeyên Serokatî di bînin, perwerdeyê Serokatî yê bi fermî hişyar di bin ku perwerdeyên pergalê û hişmendiyên wê çiqasî bi xwere bê ahengtiya ekolojiyê çiqasî bi xwere tahrîbatan aniye, di milê maneviyatê de çiqasî hatine vale kirin û rastiyên dîrokî û rojev hên bêtir di bîne, dikare rast tehlîl bike. Ev jî di hêle ku mirov xwe rast nas bike, hêza xwe derxe holê û baweriya cewherî pêş bêxe. Lê mixabin, ji bo me jî mijarê herê sereke ewe ku em çiqasî perwerdeyên Serokatî rast fêm dikin, li ser esasê bingehekê rast çigasî di nirxînin. Bi taybet jî ji bo jin Serokatî fêm kirin hên giring tire. Ji ber jina ku di cavakê de her tim mahkumê perciqandinê di mîne, tê kolekirin, li gel Serokatî rastiya pir tiştan di milê dîrokî de, rojev de pê dihese, nas dike û digihije hêza jiyana xwe watedar kirinê. Rastî di gihije cewhera xwe, di be xwedî vîn û di ragihe nasnameya xwe. Serokatî di van mijarande hêz dide jin û tevgera jin jî gihandiye asta herê jor. Tişta ku dikeve li ser milê me jî xwedî vê mîrasê derketin û pêşxistine.

Em hemû jî nêz de di şopînin ku Serokatî di pêvajoyê Îmralî de di asta herê pêşte ji bo mirovahiyê û bi giştî li ser gerdunê tahlîlat pêş xistine. Niha Serokatî gihiştiye astekê wisa ku tu mirov nikare xwe bigihînê. Weke gotina Serokatî yê ku di bêje, “mirov di kêleka kortalande bi bask di be”pir tişt fêm dike. Serokatî bi xwe jî di bêje “ne bû mirovê serdema ku tê de di jî.” Ji ber ku serdemên hên pêştir jiyan kir û jiyan dike. Hêzên paşverû, xwediyê hişmendiyê hiyarerşîk yên ku ji birdoziya Serokatî û kedên wê yê ji bo mirovahî yê dike di tirsin hertim astengî çê kirine wê çê bikin jî. Lê, bi vîna Serokatî û nirxê ku ji bo tekoşînê dayî avakirin wê bi hêle ku tekoşîna demokratîk jî ser bikeve. Bêguman em jiyanekê bê Serokati na pejirinîn û demokrasiye kê bê Serokatî jî ti carî na pejirinîn. Serokatî mîmarê şoreşê û yê azadiyê ye. Em bi her tiştên xwere heya dawî yê bi Serokatî re girêdayîne. Ji bo em soza xwe pêk bînin emê her tim dinava tekoşîn û berxwedaniyê de bin.

Kategori: Biranînên Gerîla