Tirkî  |  Erebî

ROJDA DERSÎM

paradigmaDema ez bîranînên xwe yê bi Serokatî re didim diyar kirin, ew dem û kêliyên ku min bi Serokatî re jiyan kirine yêk bi yêk tên ber çavên min. Ji xwe yê ku mirovan bi hêz dike kêliyên ku me bi Serokatî re jiyan kirine. Ew her tim li gel min zindîne û kêlî bi kêli em bi hevre jiyan dikin.

Ez sala 1997’an ji Amad’ê derbasê sahê bûm. Me bi heycan û coşekê pir mezin gava xwe avêt sahê. Bêguman em pir keti bûn heycanê de. Bi hatina me re jî Serokatî ji wir çû bû. Ji ber ku me Serokatî pir meraq dikir ji bo wê me dest pirsan kir. Pirsên me jî weke, Serokatî mirovek çawane, çawa nêzî mirovan dibe, dema hevalên ji çiya tê çawa nêz dibe û çi di bêje bû? Hevalan jî despê dikirin behsa Serokatî ji mere dikirin. Hevalan di gotin; “dema serokatî tê dibistanê her tişt tê guhertin.” Heval di gotin; “dengê maşîneyê Serokatî pir cûdaye rengê wê cûda ye, demê maşine tê mirov hisdike ku Serokatî hatiye dibistanê.” Her roj çavên me rê bûn, guhên me jî li ser dengê maşînê bû. Em benda hatina Serokatî di man. Ew heftiyek bû em hati bûn, em jî keti bûn perwerdê de, perwerdeya me ya wê rojê jî dahurandinê Serokatî bû. Çend cara dengê maşîne dihat, me di got; “ha Serokatî hat.” Hevalan jî di gotin na ev ne dengê maşîneya Serokatî ye. Ewqasî me di xwast em Serokatî bi bînin ji bo wê guhê me her tim li ser dengê maşînan bû. Dîsa rojekê em dibistanê de bûn, me dît ku dengê maşîneyek tê, dengê wê jî pir cûda bû, cardin dengê vekirin û girtina deriye wê jî pir cûda bû. Ew dem me fêm kir ku Serokatî hatiye. Çavên hemû hevalan di biriqiya. Em bi xwejî hem pir kêfxweş bûn, hem jî ketin di nava heycanê de. Birastî jî min di got, herkes dengê dilê min di bîhîze, ewqasî lê dida. Me perwerdeyê xwe berdewam kir. Çend hûrdem şûnde hevalê kordîne hat got navber bidin perwerdê, bila hemû heval derbasê cîhê kamelya bi be wê Serokatî dahurandin çê bike. Dema Serokatî dihat hemû heval yê ku Serokatî dîtine jî di ketin nava heycan û coşek pir mezinde. Dema Serokatî hat em hemû ra bûn li ser linga Serokatî roj baş kîşand û got, “bi rûnin.” Serokatî despêkê xêr hatin dide komên ku nû hatine. Tehlîlet bê navber çar seat berdewam kir. Birastî jî her çavên me li ser Serokatî bû, hemû tevger û nêzîkatiyên wê bala me dikşand. Piştê ku dahurandin xilas bû Serokatî gazî hevalên ku nû hatine kir û bi wanre nîqaş dike. Ev şêwazekê Seroktî bû, bi hevalan re yêk bi yêk nîqaş dike û wan nas dike. Dûv re hevalan gotin hûn jî xwe amade bikin hûnê bi Serokatî re xwarin bi xwîn. Niha em hevalên ku ji welat çûne fêrî yêlek bûne, ji bo wê jî me ne xwast em bê yêlek derbasê li gel Serokatî bibin. Ev hem fêr bûyîn hem jî weke hûrmet dayînê bû. Her hevalek yelekek wergirt û em rê ketin. Niha weke kom jî me dinava xwe de axivî bû. Ji ber ku dema em nû hatin, hevalan ji bo hen mijaran me hişyar kirin. Weke pêwîste em Serokatî re ne bêjin heval bi bêjin Serokê min ya jî Başkanim. Me ji got temam emê wisa nêz bibin. Dema em çûn odeyê Serokatî, Serokatî ra bû yek bi yek me hemêz kir û xêr hatina me kir. Serokatî ji mere got; “heval bi rûnin.” Me jî got; na serokê min wisa xweşe,” cardin Serokatî got, “bi rûnin” me jî got na Serokê min wisa xweşe. Êdî serokatî got; “heval ez ji were di bê jim bi rûnin.” Em rûniştin Serokatî yek bi yek navê me û em ji kur hatine pirs kir. Dor hate hevalekê ew heval niha şehîd ketiye. Serokatî ji heval Newroz pirs kir got; “navê te çiye heval?” Heval Newroz jî her bersiv dayînekê de di got heval. Em jî di hûndirê xwe de di keniyan me di got em wisa nêz ne bin. Serokatî jî pir rehet nêz di bû. Me di got di be ku Serokatî aciz bibe. Lê, qet aciz ne bû. Piştre Serokatî got em biçin hundir ji bo xwarin xwerinê. Ji hevalên xort re got hûn biçin jêr bila hevalên jin jî kêlekê bin. Birastî jî Serokatî re xwarin xwarin jî ji bo me meseleyekê bû. Lê, ji ber ku Serokatî dizanî em ketine heycanê ji bo wê hem xwerin dixwar hem jî bi me re nîqaş dikir. Serokatî hevalên xort meyze kir û got; “meyze bikin we hevalên jin di welat de pir zeyif xistiye hûn baş wan meyze nakin.” Wisa li ser sifrê henek dahurandina pêş xist. Di wê kêliyê de jî hestên pir cûda mirovande dihat ava kirin. Biştê xwarinê jî Serokatî qederekê li ser rewşa welat û eyalêtên ku em jê hatine diyalog pêş xist. Serokatî got, “dewreya perwerdê ji bo xwe weke şansek bigrin dest, me van ciha ewqasî hesanî dest negirt, hemû bi xwîna şehîdan hatine avakirin. Nirxên me yê pîrozin. Ji bo wê, xwe rast tevlê bikin û encaman jê der bêxin.” Bi vê awayî em tevlê dewrê bûn. Dema Serokatî dihat dibistanê atmosferek pir cûda dihat avakirin. Ji xwe akademî pir bi nîzam û bi bername di meşiya. Lê, hatina Serokatî pir cûdahî dida avakirin. Serokatî dihat ne dihat dahurandin çêdikir, di navbera nîvrode jî ne disekini xebatên cûda dida despê kirin. Cardin cîhbicîh voleybol, futbol dihat leystandin. Serokatî vane jî weke perwerde digirt dest. Me hemû nêzîkatiyên Serokatî di şopand. Serokatî her tim digot, “ez di top de şêwazê hevalan tehlîl dikim. Ez wê demê hevalan nasdikim ku kî însiyatifliye, çalake, destê xwe bavê je çi dikare zû dest bêxe û h.w.d. Cardin Serokatî qalibên me jî dij kand. Ew nêzîkatiyên me yê dogmatîk û girtî perçe perçe dikir. Carna jî Serokatî şêv bê ku agahiyê hevalan hebe ji nişkave dihat li gel hevalan û hevalan di şopand. Kî heval çi di xwîne, çî fêm dike, plansaziyên hevalan çiye hemûyan di şopand. Her wiha Serokatî ji bo jin jî perwerdeyên xwemal jî pêş dixist. Jiyana Serokatî pir bi nîzam û plansazî bû. Sala 1998 tan 8’ tê Adarê Serokatî dahurandin pêş xist. Pir berfireh jî ser sekini. Wê demê Serokatî got emê bi jin re di akademiye de meşa azadiyê bikin. Biştê dahurandinê şûnde em derdorê Serokatî kom bûn, Serokatî hem di axive û hem jî di meşe. Em hatin sahê serokatî qederekê axivî. Li ser wateya rojê, pêwîste jin bi çi awayî tekoşîn bike, ji bo jin azadî tê çi wateyê û h.w.d. di derheqê vane de dahurandin pêş xist. Carekê de Serokatî serê xwe rakir û henek hevalên xort me guhdar dikir. Serokatî got “meyze bikin hevalên xort hezim nakin di hesidin, meyzekin me guhdar dikin.” Di wê kêliyê de em hemû keniyan. Wê demê heval Nucan jî wê devrê de bû. Serokatî pir nirx dida rêheval Nucan, ango ji bo pêşerojê wê bikaribe pêşengtî ji tevgera jin re bike. Ew roja me wisa derbas bû.

Dema heval wê bi çûna welat Serokatî bi xwe wan rê dikir. Ji xwe beriya wê Serokatî pir bi wanre eleqedar di bû, dahurandin dida çêkirin yek bi yek hevalan radikir û rexne pêş dixist jî. Lê, qandî ku Serokatî hevalan rexne dikir ewqasî jî hêz û baweriya dida mirovan. Carna di nirxandinên Serokatî de hen tişt me zêde wate ne didayê ji bo wê jî mirovande hestiyartî jî ango di milê wicdanî de êş dida avakirin. Her heval ji xwe re di got, Serokatî ewqasî qedrê me dizane û nirx di de me lê, em çima di welat de lêpirsîn, erk û berpirsiyartiyê xwe pir bi hêz naynin cîh. Serokatî her tim ji mere di got, “pêwîste dema hûn çûn welat, tu tiştek ne wêre we, ango hûn ewqasî xwe xurt bikin.” Serokatî bi vê awayî hevalên ku di çûn welat amade dikirin. Ez bi xwe wê rojê zêrevanê Serokatî bûm. Di kêliyê ku heval biçin atmosferekê hestiyarî ava di bû. Serokatî hevalan hemêz dikir û ji hevalan re di got; “negrîn çima hûn digrîn, hûn çiqasî xwe xurt bikin hûnê ewqasî azad bibin. Meyzekin ez tucarî nagrîm ez hêz digrîm û coş jê digrim.” Dema serokatî hevalan rê dikir, heya ku heval ji akademiyê dur diketin jî destê Serokatî hewa de di mîne. Wêneyên Serokatî yê wisa jî hene. Ji ber ku, ez zêrevan bûm ji bo wê ez ber derî disekînim. Wê demê heval Amed jî bi mere hati bû sahê. Ew roj jî heval Amed qordîne bû ji bo wê bi Serokatî re di meşiya, min jî Serokatî meyzedikir ku wê Serokatî biçe kur ji bo wê ez jî pêre biçim, mîn dît ku Serokatî ber minve tê, Serokatî ewqasî biheybet bu ku mirov nekeve heycanê de nabe. Serokatî hat ber deri serê xwe hêdika ber derîre derxist meyzekir ku kîjan heval heye. Ez bi xwe şaş mam. Serokatî tenê serê xwe derîre derxisti bû, ew tevgera Serokatî pir kêyfamin jê re hati bû. Ew heycana min jî kêmekê der bas bû. Mîn dît ku carekê de Serokatî kete hewşê, hevalên ku Serokatî dîtin xwe amadekirin. Wê demê jî zekî vepirsînê de bû girtî bû. Serokatî wisa min meyze kir, ez jî sor bûme û di nava xwehdanê de mame. Serokatî navê min pirs kir û ji minre got “tu ji kuderê hatî” min jî got, Serokê min ez ji Amed’ê hatime. Serokatî got, “ya başe.” Heval Amed jî got, Serokê min di guruba me de bû em bi hevre hatin. Heval Amedî jî li garzanê şehîd ket. Di derheqê min de agahî dan Serokatî. Serokatî jî min meyze kir û got, “tu dizanî zekî girtiye.” Min jî got dizanim Serokê min. Serokatî cardin got, “ez bawerim pir zehmetî li we daye kîşandin.” Min jî got raste Serokê min. Serokati cardin got, “ez bawer nakim pir li ser we bandor dabe çêkirin. Pêwîstê hûn wate bindin vê rewşê bi taybet jî weke jinekê hên zêdetir tehlîl bike û wate bidiyê, bi taybet jî dahurandinên min çêkiri bi xwînin, li ser bi fikirin.” Dema em Bakur bûn zekî jî wir fermandar bû. Dema di mirovande zanistiya rêxistinê nîn be û mirov rêxistinê jî nasneke pir tiştan nizane. Birastî jî me qet ne dîti bû ku fermandar tên girtin. Min da fikrandin, ew nêzîk bûyîn hişt ku ez henekê Serokatî nas bikim û fêm bikim. Rêxistinê û tiştên ku dinava mede derdikevin fêm bikim. Hevalên gel me jî axivîn. Serokatî nêrînên wan hevalan jî girt û guhdar kir. Taybetmendiyê Serokatî ew bû ku bi yêk peyvê jî mirovan dixist di nava lêhûr bûyînê de, bi yek gotinê mirov diket dinava lêpirsîn û ji xwe pirsînê de. Min hewilda ku ez tehlîlatên serokatî bi xwînim û fêm bikim. Di pergala akademiyê de hevalên jin tevlê karên xwarinpêş ya jî karên jiyanî ne di bûn lê, hevalên din bi giştî tevlê di bûn. Ev pergal jî Serokatî da bû avakirin. Ev jî bala min dikşand, di welat de hen kes hebûn destê xwe ne dikirin di nava ava sar de lê, wê dere tevlê her karê di bûn. Bêguman kesên ku wate ne didanê jî hebûn. Birastî jî rastiya pir kesan di welat de dernediketin lê, di sahê de her tişt derdiket. Serokatî pir perspektîf dida fermandarên ciwan. Heval îsmail jî ji Erzerum’ê hati bû sahê. Serokatî cardin wê ji bo Erzerum’ê perwerde dikir. Hevalek ciwan hebû navê wê jî Adil bû, wê demê Serokatî ji heval Îsmail re got, “heval İsmail, heval Adil emanete te ye, tu yê wê di her milande perwerde biki û bi parêzî. Rastiya şer û neyar lê bide naskirin. Bila zû şehîd nekeve.” Çend sal şûnde heval Îsmail şehîd dikeve, heval Adil jî pêre şehîd dik eve. Ew dem gotinên Serokatî hatin bîra min ez pir ser fikirim. Ev nêzîkatiyê Serokatî bi giştî bû, ne ji bo hen kesan bû. Ne peyv, ne gotin, ne jî hest têre nake ku mirov rastî û heqîqeta Serokatî bide diyar kirin. Serokatî pir cara di got, “ dîtin tenê têrê nake, ya giring fêm kirine. Mirov çiqasî fêm bike wê ewqsî bi hêz bibe û nêzî azadiyê bibe.” Her tim mînaka heval Zîlan dida. Di got, “heval Zîlan min nedît û zêde di nava refên gerîlade jî ne ma bû lê, herê zede ew min fêm kiri bû û tiştên ku em dixwazin jî his kiri bû.” Ji bo wê di got, “hûn tên vir em hemû derfetên xwe di daynin pêşiya we, pêwîste hûn ji bo her tiştê vekiri bin.” Serokatî dayîna jiyan kirin pir giringe û watedare.

Dema Serokatî tenê di ma bi xwere stranên gelerî di got. Rojekê em ekdar bûn, ji durde dengek pir xweş dihat, me hemûyan derdorê xwe meyzekir ku ev deng ji kur tê. Ji ber ku deng pir kur bû me fêm nekir ku yê Serokatî ye. Carekê de me dît ku heval gotin xurfa Serokatî de deng tê, hevalek jî revî çû teyb anî got emê dengê Serokatî bigrin. Em çûn ber derî, piştre me got wê Serokatî niha derî veke wê bi bêje hûn vir çi dikin. Ji bo wê em heya dawiyê ne man. Nêzîkatiyên Serokatî pir xwezayî bû, mirovan bê ku bêxe qaliban de di mirovan de lêhûr bûyîn dida avakirin. Bi taybet jî ji bo rêhevalên jin jî rêbazên pir cûda bikar tanî. Mînak, hen heval hebûn, di nava gelê Kurt de ne ma bû û nas ne dikir, her wiha zimanê xwe jî ne dizanî lê, Serokatî ji bo çanda xwe, gelê xwe, zimanê xwe nas bike û fêr bibe rêdikir xebatên gel cihên cûda cûda. Di heman demê de ji bo hevalên xort jî rêbaz pêk tanî. Ji bo xwe perwerde bikin, hişmendiya zilam rast tehlîl bikin şêwazan pêk tanî. Birastî jî mirov ji Serokatî pir hêz digre, Serokatî ber mirovande kedên pir mezin û bêhempa daye kirin. Serokatî her tim di got, “bila tu kes ji ked qut ne be, mirovên ji ked qut bibe ber bi koletiyê ve diçe. Bi her awayî, pêwîste heskirin û hûrmet dayîn mirov bi xwe ava bike.” Soza meya ku me li hember Serokatî dayî, ew soz ji bo me her daîmî derbas di be. Serokatî rast dayîna jiyan kirin wê bi hêle ku em mafê her tiştê bidinê. Em pêvajoyek zehmet de derbas dibin, ji bo ku em rast bersivek bidin vê pêvajoyê pêwîste em rastiya Serokatî bidin jiyan kirin û tevlê bûyînek rast bibin çêkirin. Ew dem emê bikaribin bi bêjin me jî hen tişt kiriye. Ji derveyê rastiya Serokatî em tu rastî nas nakin û ji bo me tu rastî jî nîne.

Kategori: Biranînên Gerîla