Tirkî  |  Erebî

Hacer HILAL

Ti caran bi qasî Gelaweja 1995’ê, ez li himberê xwe û ya derve ewqas di navberê de nema bûm. Ji bo min bi xwe, qet gumana min nebû. Ji min çi bihata xwestin, min dikaribû ez pêk bînim. Lê berpirsyartiya ewqas hevalên jin û wan xistina nava şer, barekî giran bû. 

Di nava şer de, weke yekîneyên serbixwe, hinek hêz hatibû girtin. Jin, piştî avakirina Artêşa Jinê gelek pêşket. Lê ev tiştê ku ez qala wê dikim, ne wisa bû. Taxima min 16 kes bû. Piraniya wan, hevalên ku di aliyê fizîkî de zorahiyê dikişandin. Yên ku karîbana tevlî şer bibin, em tenê sê çar kes bûn. Ez fermandara wan bûm, diviya min wan bidaya şerkirin, wan fêrî şer kiriba, ji aliyê wan ve bawerî bihata dayîn. Bi taybet, hevalên xort di şer de zû bi zû bi hevalên jin ya ku fîzîkî lewaz bûn li cem xwe nedixwestin. Di gelek aliyan de, ji bo wan giran bû. Kî, di alî fîzîkî de lewaz baya, ew her tim di demên çalekiyan de, di noqtê de diman. Amedekarî ji bo hevalan dikirin. Me jî wisa pejirandibû, weke teqalût (taklit etmek) di nava me de jî hatibû rûnişkandin. Kesî ji me zêde nedigot “gelo ma wê, her tim wisa bimînin?”. 
Em li Heftenînê bûn. Li Geliyê Pisaxa ciyekî me hebû jêre digotin “Noqteya Ewlekarîyê”. Ev cî, ciyeke di nava daristaneke geş, di nava şkêran, di ciyeke asê de bû. Min bi xwe pir ji wê derê hez dikir. Ava wê derê ku me ji kaniyê vedixwar, pir hênik bû. Ev cî, di berwariyê de bû. Girê ku dijmin li ser bû û me jêre digot Deriyê Dawetiya, dijmin girtibû. Em û wan li beramberî hev bûn. Deriyê Dawetiya di navbera Heftenîn û Qilêbanê de bû. Mesafeya ku dinavbera me de bû, bi rêyên berwariyê ve dora du seat dikişand. 
Fermandarê yekîneyê Hevalê Hesen Heştanî bû, li ser taximê jî hevalê Lezgîn û Fîkret hebû. Fîkret niha ne di nava me de ye. Her du hevalê din jî şehîd ketine. Fermandara hevalên keç jî ez bûm. Fermandara mangayên min yek Hevala Sakîne Kobanî, yek jî Hevala Bahar Mêrdîn bû. 
Di wan rojan de, diviya me çalekiyek li darbixista. Heta wê gavê min her tim digot “ yek du hevalên me yên xurt hebin, em dikarîn yên dîtir jî pê re bimeşînin. Min ew hêz bi xwe re didît. Lê vê carê, hinek cuda bû. Em tenê rêhevalên fermandar di warê fîzîkê de zîrek bûn. Şervanên me, hemû di aliyê fîzîkî de lewaz bûn. Gelek ji wan piştî demeke dirêj di şer de, di êrîşan de şehîd ketin e. Heval Eylem, Heval Hedar, Rojbîn hebû, ew jî niha şehîd e. Gelek ji wan niha şehîd in. 
Em jî weke rêveberê taxima hevalên keç, me di nava xwe de nîqaş dikir. Em jî gelek caran, ji ber lewazbûna hevalên keç neçar diman. Di gelek kar û xebatan de, mecbûrî em bê deng diman. 
Rojekê, em weke rêveberê yekîneyê bi hev re rûniştin û li ser li darxistina çalekiyekî me niqaş kir. Çalekî wê li ser Deriyê Dawetiya çêbibe. Ciyekî pir zor û zehmet e. Dijmin derketiye operasyonê. Dijmin ji Qileban hatiye, di navbera Deriyê Dawetiya û Qilebanê de girek heye, em ê êrîş bibin ser wê derê. Ez bi xwe, li ser gruba keşfê çûbûm. Bêyî min çûndina çalekî ne gengaz e. Hemû karê çalekî hatiye xilaskirin, dora bi rêxistina grubên ku biçe çalekiyê hatibû. Hevalê Hesen, hevalekî pir dilfireh û bi hevaltiya xwe ve girêdayî bû. Di feraseta xwe de bi rastî jî gelek aliyan ve, xwe ji taybetmendiyên civaka zayendperest xilas kiribû. Hevalekî pir cewherî bû. Lê car dî jî, piranî milê parastina jinê derdiket pêş. Bi feraseteke hişk ya wekheviyê ve, nedixwest nêz bibe. Ew Fîkretê ku min berê jî qala wî kir, niha ji me qut bûye, wî xwe xist e navê û got: 
“Hevalên keç yên ku fîzîka wan lewaz be, ez bi wan re naçim çalekiyê”.
Fermandarên manga jî carna wisa nêz dibûn lê mora xwe li ser xebatê nedidan. Min piranî guhdarî hevalan kir, min nexwest di destpêkê de biaxivim. Ji xwe çûndina min misoger bû. Li ser navên ku tevlî çalekiyê bibin qederek nîqaş kirin lê yek navê hevalên keç negotin. Min nedikarî ez xwe bigirim û min bi pirsekî ve berê nîqaşê guhert, min got: 
“Ma wê ev taxima hevalên keç çi bikin?”
Hemû di ciyê xwe de sekinîn. Kesî nedikarî tiştek bêje. Hevalekî xort, bi şewazeke henekî got: 
“Wê di noqtê de bimînin, ma wê çi bikin?” 
Min jî got: 
“Temam, dema ku feraseta we ev be, ez yek hevalê xort bi xwe re nabim, ezê bi taxima xwe re biçim çalekiyê! Herkes ji bo tekoşînê hatiye vê derê. Ma wê kengî fêr bibin?. Fêr bûna şer mafê herkesî ye.” 
Welhasil, civîna me vegeriya ser vê mijarê. Ez rabûm ser xwe û min got: 
“Ger feraseta we ev be, gruba min jî wê hemû hevalên keç bin. Ez yek hevalê xort bi xwe re nabim!”
Vê carê jî Hevalê Hesen got: 
“Ma wisa jî nabe, ez vê berpirsyartiyê ranakim.” 
Min jî got: 
“Ger tirsa te ev be, ez niha raporek dinivîsim û berpirsyartiyê radikim, yek heval di gruba min de şehîd bikeve, ez bi xwe venagerim, îro nebe sibe, sibê nebe dusibe, divê ez van hevalan têxim nava şer de, ev peywira min e, ma ez ê kengî van hevalan fêrî şer bikim, ma wê kengî rê ji wana re vebibe?”
Ez wisa bi biryar rabûm ser xwe, lê min çi kir? Diviya min van hevalan fêrî şer bikira. Lê di vê xalê de, tengbûna min rastî çalekiyekî wisa hatibû ku ji bo van hevalan pir xeter bû. Bi rastî jî çalekî hinek zor bû. Zehmetiyên wê gelek bûn. Ewqas ez sekinîme û di vê çalekiyê de min vê helwestê xwe danîbû holê. Min di wê kêliyê de, berpirsyartiyeke pir mezin girtibû ser milên xwe. Xeteriyeke mezin bû ku ez tenê bi hevalên keç re biçim vê çalekiyê. Nêzîkbûna hevalên xort, ji bo hevalên keç sebra min nehiştibû. Diviya min helwestê xwe danîba, lê ne di wextekî wisan de. Lê çalekî bin bikeve? Ger heval şehîd bikevin? Ez ê çawa di binbariya vê de bijîm? 
Lê car dî jî bi vê hêrsa xwe, min berê xwe da taximê, min hemû hevala kom kir û min rewş weke xwe û bi firehî ji wan re vekir. Di dawiyê de min got: “Ev sînora dawî bû, êdî divê hûn hemû jî fêrî şer bibin. Ez û rêveberiya giştî, her tim ji ber vê yekê dikevin nîqaşan. Divê êdî em van nîqaşan bi dawî bikin. Min jî helwest danî û min got hemû hevalên keç bi min re werin, ez niha dixwazim ji we bipirsim, baweriya min bi min heye ku ez we bidim şerkirin, ger baweriya we jî hebe, him ji bo we, him jî ji bo min, em ê bi hev re vê çalekiyê bikin û em ê bi serbixin jî”.
Lê tiştê ku min li beramberî xwe dît, hişt ku ez bi zorê, hesrên çavên xwe bigirim. Bi coş û dilxwaziyeke mezin hemû gotin: 
“Em amadene”. 
Min pişt re got: 
“Em parastina yekê ne. Divê em hevalên ku êrîş dikin, biparêzin”.
Fermandarê çekên giran, şervantî, hemû tişt em ê bi xwe bin. 
Ji hemû caran cudatir, vê carê bêyî ku ez hinek tiştan bêjim, min dît ku wan hevalan hemû di demeke pir kin de, hemû amedekariyên xwe bi dawî kirin. Di her aliyê de amede bûn. Her carê, min yek bi yek kemasiyên hevalan didît û min serê xwe bi amedekirina wan ve diêşand. Lê vê carê qet wisa nebû. Hemû hevalên keç hatin li dora min rûniştin, li bendê bûn ku em bi rêkevin. Ez gelek caran çûbûm çalekiyan lê hestên vê carê pir cuda bû. Bê sînor şanazî û serbilindî, lê di kêlekê de jî bê sînor tirsa windakirina yek ji wan hevalan. Min cara yekê weke dayîkek xwe hîs dikir. Bi rastî jî tiştê ku dayîk dike dayîk, di serî de ked e. Min di wir de li ser jiyanên ku di buhara xwe de ne, biryarek girtibû û weke jin, daxwaziya serkeftinê dilê me hemûyan diguvaşt. Heta ku me vê çalekî bi sernexista, te digo qey em ê her tim nîvçe bimînin. 
Ez bi van hestan û hevalên dîtir bi coşeke mezin di rê de dimeşiyan. Lê di rê de tiştê ku min dît, pê bawerkirin ne hêsan bû. Ew hevalên keç ên ku qet nedikarîn bimeşin, her tim li dawiyê diman, ketibûn pêşiya min, ez li dawî mabûm. Weke perperîkan difiriyan. Min ji gelek ferasetên xwe yên berê şerm kir. Hevalên xort digotin “ew lewaz in”, me jî digot lewaz in. Wê gavê min fêm kir ku, divê tu rê li pêşiya ti kesî negirî. Çiqas lewaz dibe bila bibe, divê ew jî xwe biceribînin û hêza xwe bibînin. Bela, di wan deman de hêza xwe ya rast nas dikin. Di wê meşê de, min hinek xwe weke fermandareke jin hîs kir. Di rê de, me weke rêveberiya taximê li ser vê xalê nîqaş kir.
Em bi rengekî pir zû gihîştîn ciyê xwe. Me cîhaza xwe vekir û guhdarî hevalan kir. Li ser gruba me nîqaş dikirin. Me ciyê xwe girtibû û hemû heval di kozikên xwe de, li benda destpêkirina çalekiyê bûn. Ez li ser BKC’ê bûm, Hevala Bahar jî li ser B7 bû. Lê Hevala ku BKC anî bû ji min re got: 
“Heta ku ez BKC neşûxilînim, ez ji vir nayêm”.
Min jî soz da wê ku tenê destpêkê ez bidim şûxilandin, piştre bidime wê. Fikirî ku li ser gruba êrîşê diçû, li ser cîhazê ji kordîneyê re digot: 
“Ew grub ji xwe zû nagihêje ciyê xwe, em hêdî diçin lê emê berê wan bigihêjin ciyê xwe. Ewê hebe nebe saet 12 bigihêjin ciyê xwe”.
Lê haya wan nebû ku em berê wan gihiştine ciyê xwe. Ji ber ku meselê gurur jî hebû, diviya em di wextê xwe de çûbana ciyê xwe. Saet di wê gavê de 10:30 bû. Ez jî di wê kêliyê de ketim navberê û min got: 
“Em di ciyê xwe de amedene”.
Wan bawer nekirin. Van tiştan hemû bi şîfre dihate gotin, gava me got: 
“Em roj in”.
Fikret kete navberê û got: 
“Bi misoger te hemû hevalan nebiriye, te çend heval girtiye û gihiştiye ciyê xwe”.
Min jî got: 
“Tu çima bawer nakî, yan jî çima ez rast nebêjim?”.
Çalekî diviya saet 12:00 destpêkiriba. Diviya çalekî herî zêde deh deqe bikişanda û paşde kişandina hevalan de diviya pirsgirêk derneketiba. 
Ew gruba Fikret, bi zorê di wextê xwe de, di ciyê çalekiyê de amede bû. Grub bi lêdana BKC û B7 ê ve wê destpêkiriba. Yanî bi me destpêdike. Em ê bavêjin û heval jî wê di bin re biçin. Çalekî destpêkir, min çend lib guleyên BKC avêt û pişt re min da destê wê hevala ku min soz da bû. Ew hevalên ku cara yekê hatibûn çalekiyê, bi coş û hêzeke mezin didane ber tilîliyan. Çalekî serkeftî bi dawî bû. Ji xwe, hemû cebilxane jî hatibû şûxilandin û bar kêm bibû. Em siviktir zivirîn ciyê xwe. Hilkişandina girê de, me hinek astengî dikişand lê ne di astekî ku em li paş bimînin. Li pey me gelek hawan avêtin lê em hemû ewqas bi coş bûn, qet em lê nesekinîn û em bi lezî gihiştin ciyê xwe. Car dî yê ku li dawî dima ez bûm, hemû li pêşiya min dimeşiyan. Cara yekê min xwe ji dil weke fermandareke jin hîs kir. 
Piştî vê çalekiyê, careke din hevalên xort, qala lewazbûna hevalên keç nekirin. Di meşandina kar û şer de, êdî careke din pirsgirêka li ser bi cî kirina hevalên keç, nehate rojeva me. Di rojên destpêkê de wan hevalan her tim digotin: 
“Hevala Hacer te bi serxist, tu nebaya, nedibû û hwd”. 
Lê min ji wan re got: 
“Ev serkeftina we ye, ne ya min e. We kir, ger yek ji we şehîd ketiba, min soz dabû xwe ku ez sax nezivîrim”.
Evan hevalan cara yekê ketibûn şer û baweriyeke mezin girtibûn, lê ez jî di aliyê feraseta xwe ya jinbûnê de, cara yekê ketibûm nava şerekî wisa û min jî hêzeke mezin girtibû.
Jin di gelek ciyan de dişibin gundên ser sînoran. Weke gundekî ku ji dûr ve Çiyayê Agirî binêre, di nav de lê ji dûr ve dimeyzand. Ketina nava şer, ketina nava jiyana civakî, hemû karan de, ger tu ne bi biryara xwe bî, tu ne di nav de yî. Tiştên ku te bi xwe jiyan kiriye, ji te re weke dîmeneke li ser kaxizan tê. Gava tu bi xwe biryara xwe bigirî û li dû biryara xwe bimeşî, tu bi rastî jî xwe xwediyê wê pevajoyê dibînî. 
Ger biryar ne ya te be, ew meşa tu dikî, ne ya te ye, çavên ku dinêre ne ya te ye, guhên ku dibîse ne ya te ye, bêhna ku diçe kezebên te ne ya te ye. Jin gava serkeftinên hevpar jiyan bikin, dê ji dil hev du jî hezbikin. Ew hezkirina ku em gelek caran weke jin qala wê dikin, bi pêkanîna biryarên hevpar ve çêdibe. Ev tahmkirina azadiya zayendî bû. 

 

Kategori: Biranînên Gerîla