Tirkî  |  Erebî

Ji Pênusa Gerîla

birranina gerillaSala 1994’an, di meha Adarê de sererastkirina yekîneya me çêbû. Me, gelek hevalên vê yekîneyê, nedixwest ji herêma Uludere derbikevin û biçin herêma Metîna. Ji ber ku sala 1993’an de gelek hevalên ku me nasdikir, li vê herêmê şehîd bibûn, lewma jî di hêla manewiyatê de ji bo me ev der gelek watedar bû. Me, li vê derê, gelek zor û zehmetî bi hevdu re parve kiribûn. Heskirin, bi ked û di rewşên zor û zehmet de tête afirandin. Heskirina me ya ji hev re û ji herêmê re jî, bi van merc û zirufên zehmet de vejiya bû. Ji hev û ji herêmê veqetandina me, weke neynokekî ku ji goşt bête veqetandin, bi êş û jan bû.  

Lê, ev fermana partiyê bû. Her çiqas çavkaniya hestên me, li vê herêmê û hevalên ku me gelek caran bi hev re pira mirênê derbas kiribû de diherikî. Lê belê ji bo me, berjewendî û fermanên partiya me ji hemû tiştan zêdetir giring bû. Lewra em him bi moralekî geş û him jî bi moralekî nîvsar, hatin yekîneya herêma Metîna. Gelek hevalên ku bi me re hatibûn, tevlî konferansê bûn. Tevlîbûna konferansê ji bo me hêzekî mezin bû. Di rih û ramana me de moralekî bilind û hêzekî ku ji çavkaniyekî bêdawî bête xwedîkirin, diafirî. Dîsa berhema moralê me yek jê, ji bo derbasbûna herêmên hundir hêz wê ji vê herêma Metîna yê bihata amadekirin. Ji vê yekê, li Metîna şahî û coşiyekî bêhempa dihat jiyandin. Her çiqas rewşa herêmên hundir zor û zehmet be jî, ewqas rihê hevaltî, îradeya şoreşgerî, heskirin û fedakariyên gelek mezin, di rewşên bi vî awayî de derdiket holê.

Di sererastkirina yekîne yê de, em tevî yekîne ya, heval Êrîş bûn. Heval Êrîş bi nêzikatî û helwestên xwe yê li gorî pîvanên bîrdoziyê ve, xwe dabû heskirin. Yekîneya ku heval Êrîş fermandar bû, hem di aliyê jiyanê de hem jî di aliyê şer de mînak bû. Yekîne ji heval Êrîş moralekî mezin digirt. Pêşengtiya wî yê jiyanê de baweriyekî giring dabû heval û hogirên wî. Cî girtina me yê di vê yekîneyê de, ji bo me şansekî baş bû û di demekî kurt de em hînê wê herêmê û hevalan bûn. Di nav vê yekîneyê de fedakarî û hevaltiyekî ku tu gotin nikare wê bide diyarkirin û taswîrkirin hatibû afirandin. Hemû heval, di rih û raman de yek bûn. Wêneyê hevalekî, wêneyê hemû hevalan bû! Ev rastî, baweriyekî gelek mezin di navbera hemû hevalan de çêkiribû.

Êdî dema tevgerê hatibû. Heval hemû bi bîr û baweriya serkeftinê ve ketin nav tevgerê. Me xwe bi coş û peroşmendiyekî mezin ve, ji bo vê peywira nû, amade dikirin. Ew peywîr ji bo me pîroz bû. Herêma ku em ê biçûyanê, hîn di nav berf û sarma yê de bû. Gelek gir û dol hîn bi berf bûn. Ev, nîşana pratîkekî zor û zehmet bû. Lê belê, moral û vîna hevalan li hember vê rewşê hîn xurttir û bilindtir dibû. Me bi zanebûna berxwedanekî mezin ve, herêm kişf dikirin. Moralê me qet kêm nedibû. Neh-deh rojan em meşiyan. Meşekî gelek zor bû. Li hember bêpêdiviyan, serma û seqema hewayê şerekî dijwar dest pê kiribû. Lewra têkoşîna gerîla tenê bi dijmin re nîn e. Têkoşîna wan a herî mezin yek jî, têkoşîna bi xwezayê re ye. Ew jî, gelek caran di nav me de hin hevalên me yê ku ji parçekî rih û canê me bûn, girt! Di dilê me de şopên gelek bi êş û jan hişt. Lê belê, em li hember wê, ne bi kîn û rik in!. Ew bê me, em jî bêyî wê nabin. Di bêjin ku “heskirin, bê neheskirinê nabe!" !" Gerîla jî, xweza yê him gelek jê hesdike û yên ku herî zêde bi xwezayê re yekdibin dîsa gerîla ye, him jî yên ku li hember xwezayê şerê mezin didin jî gerîla ye. Em bi şerekî bi vî awayî ve ku di her gavekî de li ser rûpelên dîrokê şopên xwe dida diyarkirin, meşiyan. Di bin hewayekî sar û seqem de bi zeraqeyên sibehê re gihiştin gundekî. Hatina me ya gund ji bo me gelek girîng bû, ji ber ku, em nêzî gel bibûn. Belkî ev ji bo mirovekî normal ne tiştekî wisa cuda be. Lê belê ji bo gerîla, ev tişt gelek girîng e. Gerîla, berî her tiştî parçekî ji dilê gel e. Ew bi gelê xwe re, heye. Bingeha berxwedana şerên dijwar û rewşên gelek zor û zehmet ji vir tê. Ew bi hêzên, zarokên ku di nav birçîbûn, tazîbûn û bêmafê jiyanê dijîn berxwedan dikin. Ew bi hêzên, ku dayîk bi şev û roj ji çavan rondikan kêm nakin, xwîna xwe dirjînin. Hatina me ya gund ji bo vê yekê girîng bû û di nav me de gelek hestên cuda-cuda diafirand.

Li daristina ku hinek li derveyî gund bû, em bi cih bûn. Lê, li hember ewqas westandinê, vehesandin û xewkirin nedihat bîra kesekî. Zindîbûnekî bêhempa di nav me de aj dida. Heta sibehê em li wir man, piştî ku roj bişkivî me xwe berda gund. Bi moralekî gelek bilind û bi hestên wekî deryayê nêzîkê gel dibûn. Dilê me bibû weke deryayekî û gel hembêz dikir. Her yekî wan ji bo me ji hemû xezîneyê dinyayê bêhtir bi rûmet bûn. Bi coş û peroşmendiyên bi vî awayî belavî nava malan bûn. Destpêkê gel, bi şêweyekî eceb li me nihêrî. Bi şêweyekî ku bi çi awayî ev sarma û seqem hatibû qelişandin, li me dinêriyan. Piştî demekî behitîbûyîna wan hinek kêm bû, di her malî de giliyê gel, ku dijmin li ser wan zor û zordarî dida meşandin, dihat bihîstin. Ew di nav dîdariya ku hezar salane dereng mabû de bûn. Hêvî û daxwaziyên xwe yê hezar salan, di vê dîdariyê de dianîn ziman. Her gotin û giliyê wan, ji bo gerîla wekî xençerekî jehrî, li ser dilan dihat çikandin. Gerîla êş û jana gelê xwe ji dil de hîs dikir. Gotinên gel, ku digotin; “hûn eskerê me ne. Serê me bi we bilind e. Neçin. Li vir cem me bimînin. Em ê dî ji leşkeran natirsin” li ser me bandorekî mezin dikir. Gund bi gund em di wê herêmê de digeriyan û di her gundekî de malbatên hevalên me hebûn. Dema ku me xwe dida naskirin, ew ewqas keyfxweş dibûn ku êdî nizanibûn me bi çi awayî hilgirin. Ew jî aboriya xwe, bi rojane pêkdianîn. Ji xwe ji bo me pêwendiyên girîng, pêwistiyê me yê bi doxtor û dermanan pêkbihata bû. Ji ber ku em, gelek caran dibûn şahîdên, hevalên me yê ku birîndar ji ber bê doxtor û dermantî bi çi awayî şehîd diketin. Ev rewş ji bo me, êş û elema herî zor bû. Lewra di wê dema zor de hevalekî me yê ku hîn nû tevlî refên gerîla bibû, li Katoyê Marînosê pê lî mayînekî kir û ji lingê xwe birîndar bû. Lê belê, nepeydakirina me yê doxtor û derman, hişt ku ev hevalê me li ber çavên me şehîd bikeve. Dilê me, di bey qey li ser koza agirê bû, dikiziriya, dişewitiya. Lê belê, bêçaretî careke din derketibû pêşiya me. Ango em vê bêçaretiyê ji bo xwe nedikir asteng û kelem. Me ew ji bo xwe dikir sedema hêz û têkoşînekî hîn xurttir û bilindtir. Hevalekî me yê ku warê mîran û dîrokên veşartî li Botanê, Gabara bi nav û deng de mezin bibû, bi tevlîbûna xwe yê karwanê şehîdan ve êdî meşa xwe yê têkoşînê bi awayekî din didomand. Şehîd ji bo me, her tim pêngavên nû ne. Ew pêlên bilindbûna têkoşînê ne.

Wê berdewam bike

 

Kategori: Biranînên Gerîla