Tirkî  |  Erebî

Ji pênûsa gerîla

gerila birRoj bi roj em zêdetir diketin ferqa hem xweşikbûn hem jî zor û zehmetiyên vê herêma efsûnî. Me bi ezmûnên xwe ve bêhtir nas kir ev herêm. Her wiha her ku diçû xebatên me jî berfireh dibûn û pêş diketin. Dijmin bi agahiyên ku li ser xebatên me digirt, zêdetir tirs û xof jiyan dikir. Ji ber vê sedemê wî jî xebatên xwe li herêmê kûrtir dikir. Tirsa wî ya li hember gerîla dihişt ku bi lez û bez xebatên dijberî me bide meşandin. Armanca me jî ew bû ku li hember hemû tiştên neyînî û dijber, bi îradeyeke bêhempa, hedefên xwe pêkanîn û rastiya Apocîtî dayîna naskirin bû. Hêviyeke bê sînor di me hemiyan de hebû. Parvekirina me ji hev re, rêz û heskirina di navbera hemû hevalan de, nîşaneya wan biryarên dîrokî û rihê Apo’yî bû.

Li ser bingehê van biryaran, hevalên rêvebiriyê yek bi yek bi hevalan re nîqaş dikirin, raman û nirxandinên me yên di derbarê bûyeran de digirt û bi vî rengî dixwest bighêje biryara herî baş...

Ev bûbû demeke dirêj ku yekîneya me li herêma Şîrwanê bû. Heval Mizgîn û heval Xeyrî wê biçiyana herêma Tatwanê, lê heval Mizgîn, demekê li gel me ma. Wê demê bi pêşengiya heval Mizgîn, moralek hat çêkirin. Moral pir bi coş, bi şadî û kêfxweşî ve derbas bû. Heval Mizgîn bi wî dengê xwe yê ku ji çiya û ber, ji av û lîlav, ji çûk û bilbilên xwezayê re dibû çavkaniya senfoniya giyanê, moral rengîntir dikir. Carek din bi dengê heval Mizgîn re, di rih û ramanê me de, şewqa serkeftinê bi awayekî bêemsal beriqî. Ew deng dengê hemû xwezayê di nav xwe de kom kiribû. Ew deng dengê serkeftinê û azadiyê bû. Xwîna ku di damarên me de derbas dibû, bi dengê heval Mizgîn re gur bibû kelagerma dilê me, pola û hesin dihelandin. Ev germahî û hêza me ya ku pênaseya wê nîne, tu asteng û keleman nas nedikir. Ji ber wê jî di vê herêma ku me hê bi temamî nas nekiriye, çavên me yên bêtirs û dilê me yê wekî agir ji me re dibû rêber. Roj û dem derbas dibûn, diviyabû ku em êdî bikevin nava amadekariya çalakiyeke xurt. Ji lewra jî di vê herêma ku dibû şahida pevçûn û nakokiyên di navbera me û dijmin de, diviyabû ku em perdeya van pevçûn û nakokiyên bêdeng biçirînin û bi derketinek xurt ve bighînin her deverê...

Hevalên rêvebir demek dirêj li ser amadekariyên çalakiyekê plansazî pêş dixistin ka wê li ku derê û bi çi rengî pêk were?... Di encama van plansaziyan de grubek heval ji bo çalakiyê hate amade kirin. Ji ber ku wê ev çalakî li herêmê bibûya çalakiya me ya yekemîn, gelek girîng bû. Hemû heval bi baldarî û heyecaneke mezin kêlî bi kêlî amadekariyên çalakiyê dişopandin. Ji heyecana wisa li me hatibû ku, te digo qey ev çalakî wê bibe nîşaneya me ya hebûn û nebûnê!....

Wateya vê çalakiyê hem di warê siyasî û hem jî di warê leşkerî de gelek girîng bû. Ger ev çalakî di aliyê me de serbiketa wê înîsiyatîfa herêmê biketa destê me, lê ger vala derbiketa û em binketibana, ji bo dijmin wê biba avantaj. Ji ber van hesasiyetan hemû heval ketibûn nava lêkolîn û amadekariyê. Gruba çalakiyê di fermandariya heval Seîd de hatibû amadekirin. Heval Seîd, hevalekî şerker, wêrek û di şerê xwe de gelek xwînsar bû. Bi vî awayî di encama lêhûrbûn û nîqaşan de, “Şîrvan” wek Cihê çalakiyê hat pejirandin. Her biryarek ji bo çalakiyê girîng bû. Lê belê her çendî di aliyê fedekarî, coşî, tevlîbûn û şerkeriya hevalan de tu pirsgirekên me tûne bûn jî, di aliyê serweriya li ser erdnîgariya herêmê de, dîsa naskirina gelê herêmê û sazkirina binesaziyan de gelek kêm û lewaziyên me hebûn.

Wê çalakî çawa bihata çêkirin, kîjan cih bêhtir saxleme ji bo ku were şixulandin, dijmin di kîjan deveran de çeper girtiye û asta amadekariyên wî çawa ye ji milê me ve baş nedihat nasîn. Lê, li hember van dezavantajan me dîsa bi hêviya serkeftinê re dest bi amadekariyên çalakiyê kiribû. Lê mixabin, di encama îstixbarata ku me girtî de, ev çalakî hate betal kirin û bi vî awayî vegeriyan cihê xwe. Em hemû hîn bêhtir bi hêrs bûbûn û serkeftin hîn behtir ji bo me bibû wekî azweriyekê.

Heval Mervan civînek li darxist û pêwîstiya pêkanîna çalakiyê nirxand û careke din ji bo çalakiya Şîrwanê grubek nû hat ava kirin. Ji ber ku çalakî û hevalên ku vê çalakiyê pêk bînin ji aliyê dijmin ve hatibû nasîn, diviya ku guhertin bihata çêkirin. Cihê çalakiyê dîsa Şîrwan bû….

Lê belê dijmin di serî de cerdevanî li Şîrwanê pêşxistibû. Jiyan û çanda eşîretî li vir gelek bi cih bûye. Ji ku dijmin van eşîretan dûrî cewherê Apocîtî bixe, destpêkê serokê eşîran parast û tevahî eşîr bi xwe ve dabû girêdan. Her wiha ji aliyê me ve jî, ji ber ku wê ev çalakî biba çalakiya me ya yekem, pêwîst bû ku cihê çalakiyê hem di warê bîrdozî de, hem jî di warê stratejîk de cihek baş ba, bi vî awayî jî Şîrwan wek cihek guncaw hate dîtin. Bi lêdana Şîrwanê ve wê bersiva jiyana paşverû û hevkariya sexte bihata dayîn, her wiha meyê di herêmê de hebûn û hêza xwe nîşanê dijmin û hêzên hevkar bidaya. Ji ber van sedeman, Şîrwan careke din bû cihê me yê çalakiyê. Gruba çalakiyê bi hesasiyetek mezin ve hat amade kirin.

Heval dîsa ketibûn nav tevgereke bêaman. Ji coş û atîkbûna wan re ti gotin tunebû. Lê belê, ji ber ku em li ser erdîngariyê ne serwer bûn û me cerdevan û sîxurên li wir nas nedikir, di kûrahiya dilê me de, dîsa hîseke ku nedihat pênase kirin hebû.

Êdî plansaziyên çalakiyê bi dawî bûbûn… Li hember hemû astengî û metirsiyan me dîsa jî dixwest vê çalakiya bi xeter pêk bînin. Ewr û asîman, dar û berên ku şahîdî ji gelek gavên dîrokî re kiribûn, carek din bi dilcoşî û heyecanek mezin li amadekarî û nîqaşan tamaşe dikir. Di her lebitandinekê de me, çavên me li wan asoyên bêsînor ve eliqî dima. Bihar tenê ne ya xwezaya bêhempa bû, bihar, bihara dilê me û armanca me bû jî. Dilê me bi meriyeta vê çalakiyê ve, wê bihara xwe bi kelecanek mezin bijiya. Bi vî awayî em êdî ketibûn rê. Di rê, te digo qey em nedimeşiyan, piyê me ne li ser erdê bû, me ewqas coşî jiyan dikir ku em bi tu westandin û zorahiyan. Tu metirsî, nedikarî me bide seknandin. Metirsiya nenaskirina erdnîgarî û gelê herêmê ne xem bû… Me carekê biryar girtibû û ev ji bo me bûbû biryarek dîrokî… Di xeyal û ramana me teva de serkeftina vê çalakiyê hebû. Bi van xeyal û ramanan ve em sê rojan meşiyan. Her gaveke me bi gelek hesab û hesasiyetan ve dihat avêtin. Me bi hişyarî û baldarî li derdorê xwe dinêriya. Me dixwest em her tiştê vê xwezayê di ramana xwe de xêz bikin. Em, hem ber bi cihê çalakiyê ve dimeşiyan, hem jî me bi vî awayî derdorê xwe dinasî. Bi ruxmê ku me baş dizanibû ku ev rewş ji bo me çiqas metirsiyek û dezavantajeke, lê dîsa jî me her tişt girtibû ber çavê xwe. Bi vî awayî piştî meşa me ya sê rojan, em nêzî cihê çalakiyê bûn. Hem di warê zindîbûna hevalan, hem jî di warê plansaziyan de amadekariyên çalakiyê temam bûn.

Heval hemû ji bilî nobedaran, piştî vê westandinê ketin xewek şîrîn de. Xewa biharê û germahiya nîvro, mirov ewq dikşande nava xwe ku te digo qey em li ser purtên kevokan xew dikin. Heval hemû bi xeyalên çalakiyê xew kiribûn. Piştî demeke kurt, ez jî bi xeyal û heyecana çalakiyê ketibûm bin bandora xewa şêrîn.

Bi bangkirina hevalên me yê nobedar re, em hemû ji nişka ve ji xew hilpekiyan. Dijmin me xistibû çemberê, derdora me hatibû girtin. Paşverûtiya hevkaran û îxanet careke din bi hemû talbûna xwe ve derketibû pêşiya me. Meşa me ji destpêkê ve heta niha ji aliyê qelhên cerdevan û hevkaran ve hatibû şopandin. Hîsa me ya di vê derbarê de bi awayek berbiçav li ber me disekiniya. Cerdevanan rêya me şopandibûn û agahî dabûn dijmin. Dijmin jî bê ku firsendê winda bike, ketibû nava tevgerek mezin de. Bi hêzeke xurt ve li benda firsenda me xistina kemînê ye. Ew di vê xalê de ji me bêhtir bi avantaj bû. Ji ber cerdevanên ku vê erdnîgariyê weke kefa destê xwe nas dikin pêşengtî ji wan re kiribû.

Em hemû di kêliyekê de gelek tişt fikirîn û hema ketin nav tevgerê, me ji bo şerkirinê çeperên xwe girtin. Hêrs û kîna me bibû wek volqanekî teqiyayî, diviyabû ku em bi vê hêrsa xwe ve dijmin û îxanetê bihelînin û bişewitînin. Armanca me qelişandina çemberê bû. Bersiva me ji dijmin re, teqandina guleyan û heta dawî berxwedan bû. Bi her awayî di çavên hemû hevalan de werektî û fedakariyeke bêdawî dixuya. Dibe ku avantaj di her alî de ya dijmin bû, lê belê tiştekî wan tunebû ku ew ji bo wan darbeya mirinê bû, ew jî fedekarî û netirsiya mirinê bû. Ji ber ku ruhê Apo’yî mirin veguherandibû jiyanê... Xwîna her şehîdekî bi vî ruhî bûbû giyana hezar û mîlyonan. Bi vî ruhî mirovên nemir hatibûn afirandin. Me 16 hevalan ji ber vê yekê, bi wêrekiyeke bêemsal ve hêviya xwe neşikand û me biryar da ku girê li ber me -ku cihekî stratejîk bû- destbixin û çemberê bi vî awayî biqelişînin. Bi fermana heval Zeydîn ku ew dengê wî yê ji xwe bawer tu car ji bîra min naçe, em ketin nava pevçûnê de. Bi vî awayî di bin barana guleyan de em ber bi gir ve diçûn. Leşker, cerdevan û sîxur li ser rêya me wek xweliyê bûn. Di bin her latekê û tehtekê de bi hejmarek zêde hebûn. Her yek ji me li ber hevalên xwe, xwe dikir sîper. Ji bo ku em şehadeta hevdû nebînin, ruhek fedaî yê bêhempa xwe dabû pêş.

Şer ewqas xurt bibû ku her hevalek bi hêrs û kînek mezin ve dixwest tola xwe ji dijmin hilîne. Gelek heval ji hev qut bûbûn. Gelek caran me bang li hevdû dikir, lê pir caran bangewaziyên me bê bersiv diman. Dengê heval Mustafa yê ku fermandarê grûba me bû jî nema dihat... Ew dengê wî yê ku bi berpirsiyariya şoreşgerî û germahiya hevaltî ve hatibû pijandin, nema dihate guhê min. Heval Mustafa dema ku li cem Rêbertiyê bû, Rêber Apo bi wêrektî û dirûstbûna wî ve ew mînak nîşan dida. Lê niha ew bi wêrektiya xwe ve wek stêrkekê xurucî ji çiyayên Kurdistanê û koçî cîhana nemiran kir.

Di wê heyecan, toz û duman de, her wiha di bin barana fişekan de ez û heval Zekî nêzê hev bûn. Dema min ew dît, min wiha hîs kir ku te digo qey min hemû hevalên ku ez nema dengê wan dibîsim dîtiye. Ez û heval Zekî em li Botanê jî bi hev re mabûn. Şerkeriya wî, kenê wî yê ji dil, di nava pevçûn, toz û bombarduman de jî xûya dikir. Lê ew guleya îxanet û paşverûtiyê li heval Zekî jî ket. Di wê kêliyê de bîranînên me wek şerîdeke sînemayê li ber çavên min zindî bûn. Ji nişkêve gurbûn hestên kîn û tolhildanê. Ji milekî ve dibarînim guleyên xwe li ser dijmin, ji milê din de jî hewl didim xwe bighînim heval Zekî. Bi gelek metirsiyan re min xwe gihande cem heval Zekî. Lê belê heval Zekî bi giranî birîndar bibû û tenê dixwest ku ez xwe ji nav pêvçûnê xilas bikim. Lê kîjan dil di wê kêliyê de dixwest dest ji hevalê xwe berde. Kîjan şoreşger wê vê xwestekê bicih bîne. Tu hêza heval Zekî nema bû û nikaribû xwe bilebitîne. Cara dawî li nihêrî û bi gotina; “Daxwaza min ewe ku tu ji vir biçî û xwe bighînî hevalan, ez êdî nikarim zêdetir bijîm...” Femanek hişk û pêwîstiyek şoreşgerî da pêşiya min. Bi dilek şikestî û bi êşeke ku pênase jê re nîne, min çente û çeka heval Zekî girt û bi lez berve hevalên din ve çûm. Em heft heval mabûn. Êdî derbaskirina çemberê gelek kêm mabû. Lê belê em, li ku derê ne, erdnîgariya vir bi çi rengiye me nizanibû. Lê hîn jî em di nav şer de bûn. Carna ji hev vediqetiyan û dîsa dihatin cem hevdû. Ez û hinek hevalên din em ji çemberê xilas bûn.

Pevçûn êdî bi dawî bû. Di encama vê pevçûnê de 11 hevalên me bi qehremanî şehîd ketin. Ew roj 11 stêrk xuricîn ji asîmanên welatê me. 11 stêrk êdî bûbûn tîrêjên rojê û şewqa xwe bi germahiya rojê re digihandin me. Hevalên me Mustafa Gulo, Salîh Kiçî, Resûl Şirnax, Rêzan, Bişar Didêrî, Ferhad Dîdêrî, heval Adîfe û Sîdar, dîsa du hevalên ji ber ku em gel hevdû nemabûn navê wan nizanim, di vê pevçûnê de tevlî karwanên şehîdan bûn. Ew bûbûn efsaneya qehremanî û fedekariyê. Her yek ji van stêrkan efsaneyek bi serê xwe bû. Ew ji bo min û hemû hevalên me, bûn çavkaniya hêvî, bawerî, fedekarî û berxwedaniyê. Ew bi ruhê Apocitî, di dil û ramanê xwe de bûbûn yek. 11 hevalên nemir di ronahiya rojê de xwe ji tevahî paşverûtiyan rizgar kirin. Di herêmê de ji bo me bûn bingehê serkeftinê. Çawa ku em bi qehremanî û şerkeriya hevalan bandor bûn, gelê vê herêmê jî ji berxwedaniya hevalan bandor bûbûn û rastiya ruhê Apocîtî naskiribûn. Dibe ku di kêliya pevçûnê de avantaj di destê dijmin de bû, lê belê di aliyê serkeftin û qehremaniyê de avantaj ya me bû. Piştî van qehremaniyan gelê herêmê bi ruhek germ û bi rêzdarî nêzê me bûn. Cerdevan û hevkar jî êdî xofek ketibû hundurê wan de. Bi vê wesîlê ez soza xwe carek din li beramber şehîdên me yên şoreşê nû dikim. Ji ber ewê ji bo me her tim bibin pîvana jiyan û mirinê.

Kategori: Biranînên Gerîla