Tirkî  |  Erebî

Tekoşîn Ozan

bîranîna gerîllaMin cara yêkem Serokatî Şamê dît. Em komekê heval ji heftanînê bi hevre çûn Şamê. Wê demê, jî qadên cûda û ji xebatên cûda heval hati bûn. Dema me nû Serokatî dît, di me de heycanekê ewqasî pêşket ku birastî jî mirov nedikarî wê heycanê şîrove bike. Ew heycan di me de lerizandinekê da bû avakirin, hemû leşê me di lerizî. Lê, dema Serokatî hat, ewqasî coşekê mezin da avakirin ku, ew heycana ku li ser me bû derbas bû. Serokatî nêzîkatiyek wisa pêş xist ku, me got qey ev salane em bi hevre jiyan dikin. Ji ber ku, cara yêkem bû min Serokatî dîti bû ji bo wê min dixwast her gotin û nêzîkatiyên Serokatî hişê xwe de cîh bikim. Me di got, ev şansê ku ketiyî destê me de pêwîste em pir baş pêk bînin. Bel kî carekedin şansekê wisa ne keve destê me de û em Serokatî ne bînin. Serokatî yêk bi yêk me rakir û pirsa ji me kir. Em kengê tevlê bûne, ji kuderêne her wiha rewşa malbatên me jî pirs dikir. Ji me pirs kir got; “ hûn PKK’ê nas dikin.” Henek heval gotin; raste Serokê min em nas dikin. Serokatî keniya got; “bisekinin hûnê vir nas bikin, naskirin vir despê dike. Emê bi xwe PKK’ê we bidin naskirin. Wê perwerdê de zelal bibe.” Heval jî gotin; Serokê me, wê tevlê bûyîna me ya perwerdê li ser esasê fêm kirinê be. Biştê nîqaşan Serokatî got; “fêkî bînin, bila heval fêkî bi xwîn.” Nêzîkatiyên me jî pir cîvakî bû. Serokatî mirovekê pir tasarruflu bû. Dema me fêkî di xwar, di destê Serokatî de mendîlek yê kaxez hebû Serokatî wê mendîlê xist dû perçe, bi yêk perçeyê destê xwe şûşt, bi perçadin jî destê xwe zûha kir. Birastî jî ez bi xwe matmayî mam. Min got, Serokatî çigasî mirovekê tasarrufliye. Ma mendîlek çiye ma çi qiymetê wê heye. Lê, dema min bi demê re Serokatî nas kir, mîn dît ku, tu tiştekê dinava jiyanê de bê qiymet nîne. Bi taybet jî mirov. Ev rêgezekê jiyanê bû. Di PKK’ ê de fuzulî bûyîn nîne. Em wir derketin çûn li Lûbnanê, cihê Beka Vadîsî. Serokatî wê deme jî ji mere got; “ henek pirsgirêk hene ihtimalekê êrişên Îsraîl çê bibe.” Amedekariyên wisa hêbûn. Wê demê YNK û Tirkiye bi hevdure ittifak çê kiri bûn. Serokatî got; “ îhtimalekê em jî di virde bikevin zehmetiyê. Lê, pêwîste em bikari bin vê perçeyê jî bi parêzin.” Serokatî behsa zor û zehmetiyên wê demê bi Filistinre jiyan kirine diyar kir, hevalên ku li wir şehîd ketine jî da diyarkirin. Ew der perçeyek pir biçûk bû, lê jiyanekê pir mezin hati bû avakirin. Serokatî her tim bîranîna wê tanî ser ziman, hevalên li wir şehîd ketine me dida naskirin. Her gavekê ku me tavêt Serokatî behsa hevalan û şerê ku dane meşandin dikir. Her wiha, li wir goristana rêhevalên pakrawan hebû. Birastî jî pir baş hati bû parastin û pir baş jî lê meyzedikirin. Berpirsiyariyê goristanê jî hebû û nîzamekê pir xweş da bû avakirin. Her wiha ewqasî gul û kulîlkên xweş li ser goran çandi bûn, mirov ne dikarî ji xweşik bûna wan çavên xwe jê dûrxe. Pir bi rûmet li goristanê meyzedikir.

 

Wê deme min fêm kir ku, şehîd bûyîn dinava PKK’ê de nemir bûyîne. Xizmet kirina rêhevalên pakrawan û ew goristan jî di bê xizmeta herê sereke û perçeyekê jiyana meye. Em li Mahsum Korkmaz zêde ne man. Êrîşên ku li Kurdistanê û hem jî di hêla Îsraîlê de li ser esasê Bêka dijwartir di bû. Li ser vê esasê, gotin wê Beka were berdan. Dema me ji bo berdana Beka amadekartî dikir heya seata dawiyê jî Serokatî bi mere bû û karê xwe dida meşandin. Wê deme jî hen heval nû hati bûn ji bo wê Serokatî wan rêhevalan re nîqaş pêşdixist. Di wê demê de, Serokatî rewşa min jî pirs kir. Her wiha, li ser wate û girink bûna perwerdeyê pir sekinî. Dema Serokatî bi minre nîqaş dikir jî, her tim çavên wê û guhên wê li ser helweşandina wargehê bû. Dema heval balyoz li wandera dixistin Serokatî wisa xemgîn di bû ku, wek her balyozek canê Serokatî bibe wisa bû. Serokatî wê demê got; “ev wargeha Bêka, ango akademiya Mahsum Korkmaz rola xwe pir di leyst. Gelek leheng û kadro ji vir derketin. Hemû li vir perwerdê dîtin. Di be ku em li vir derketin lê emê her malên Kurd bêxin akademî, her cihê ku kadroyên PKK’ê lêne emê bêxin cihê perwerdê. Ji bo ku me şêwaz û rêbazê xwe li vir pêş xist û xurt kir. Emê ji îro pêde jî belav bikin.” Birastî jî, bi her lêdana balyozê re Serokatî cardin bîranînê ku li wir bi rêhevalên pakrawan re jiyan kirine cardin jiyan dikir. Dinava axaftinê xwede jî kêlî bi kêlî dida diyar kirin. Di hûndirê dû rojan de me qamp valekir û em jê derketin. Du komên mezîn derbasê welat bûn. Hevalên ji bo perwerdê jî li Şamê malan belav bûn. Leşkerên Lûbnanê hatin ketin wê derê. Serokatî got; “ hûn ji bo perwerdê hatine, emê perwerdeya we bidin despê kirin.” Malên ku Serokatî tê de jiyan dikir em çûn li gel wan. Birastî jî, pergala ku akademiya Mahsum Korkmaz de hati bû pêş xistin bi her awayî li wir jî dihat jiyan kirin. Serokatî dinava jiyanê de pir bi nizam bû. Ji perwerdê heya razana Serokatî dinava nîzamekê de bû. Serokatî wê demê her qadên jiyanêre mijûl di bû. Li Avrupa heya, welat. Li ser van karan hemûyan jî Serokatî yêk bi yêk hevalan re plansaziyek pêş dixist û ser pêşketinên wan di sekini. Nêzîkatiyekê ne wisa bû ku, ev heval hatine vir bila perwerdeyên xwe bibînin û bi çin. Dema Serokatî cara yêkem ji min re got; “ em plansaziyek ji bo xwandina te çê bikin. Bingeha her tiştê dîroke, ji bo vê yêkê pêwiste beriya her tiştê tu ji dîrokê despê biki. Ev dîroka gerdunê heya ya mirovahiyê û yê Kurdistanê h.w.d. dîsa dîroka partiyê, felsefe û sekna partiyê çiye pêwîste tu vane bizanî. Bişt re jî ti dikarî lêkolinên cûda jî bidî çêkirin.” Serokatî yêk bi yêk pirtûk dida diyar kirin û hevalan de plansaziyek dida çêkirin. Mirov li gel Serokatî pir bi nîzam û rehet di bû. Mirovande baweriyek pir bi hêz çê di bû. Me pir dixwast ku em her zor û zehmetiyên xwe bi Serokatî re par ve bikin. Serokatî bi xwe jî hem hevalê me bû, hem jî Serokê me bû. Ji bo vê yê kî, têkiliyên pir xurt û ser zana bûyînê peş diket. Nîqaşên Serokatî her timî bi mere, li ser pêşketin û dîroka jin bû. Carna hen pirtuk hebûn Serokatî bi xwe bi mere dixwant, tevlê perwerdeyê me di bû. Mînak carna Serokatî hên pirtûk tanî û beşên ku li ser jin bû di xwand û li ser wê jî nêrînên me digirt. Di got; “ vê beşê de ji bo jinê vê di bêje, ma qey ev raste? Li gor nêrînên we çawa şîrove kiriye hûn ji bo vê çi di bêjin?” Serokatî dema nêrînên me digirt jî di dawîde bi xwe şîrove dikir. Her wiha di got; “ ev tîplemeya ku ji bo jin dikin hûn vane bi çi awayî şîrove dikin.” Serokatî ne tinê perwerde dikir, dinava jiyanê de jî rol dida mirovan. Pir cara li ser mijarên pir peljîn jî nêrînên hevalan digirt. Serokatî ne tinê hevaltî dikir her wiha dinava karên xwe di jî mirovan dixist hevpariyê kar û xebatên xwe jî. Nêrînên Serokatî ji bo mijara jin jî pir dewlemend bûn. Di hişmendiyên me de ji bo şoreşgertî pir berûvajî bûyîn hebû. Me di got; pêwîste em şidya yî bin. Em ji bo şer hatine ya neyar yê me bi kuje ya jî emê neyar bi kujin. Mantixê me yê şoreşgertî de jiyan avakirin nîn bû. Di mantixê me de em jinin pêwiste em jiyanê avabikin û pêş bêxin tu tiştek wisa nîn bû, ji ber ku me ne dizanî. Wê demê de dahurandinên Serokatî ên li ser jin pir berfirehî pêş diketin. Serokatî di got; “pêwîste hûn jiyanê avabikin. Pêwîste di her qadên jiyanê de rêxistinkiri bin, xulukar bin, destê xwe bavêjin çi jiyan bidinê û şîn bikin. Hûn jinin weke jinan xwe meyze bikin.” Serokatî tucarî ne di hêla ku jin serî xwe bi tewîne û xahr bi meşe. Serokatî her timî di got; “ pêwîste hûn tucarî ji bedena xwe şerm nekin, ev nêzîkatiyê ku zilame vê hişmendiyê dayî avakirine. Ji xwe bawer bin û xwediyê vîn bin. Her timî bi ser bilindiyekî bi meşin. Jin bila ji bo xwe xwe meyze bike, jin ne ji bo hen kesên cûda ne, beriya her tiştê bibin yê xwe.” Serokatî pir cara dihat mûdehaleyê me jî dikir. Mînak carna hen heval dema şeklên xwe, pora xwe awayên cûda lê dikir jî, dinava henekan de di got; “ pora te weke bizina bûye. Tiştên ku pergala destihilatdariyê daye we nekin, bi xwezayiya xwe tev bigerin.” Ji bo Serokatî nîzam pir girink bû, ji bo nîzamê jî ferq ne dixist dinava hevalên xort û jinan de. Mala em lê bûn, me ewlehiyê di girt, Serokatî jî her dem radi bû nöbetçiya kontrol digir. Rojekê hevalek xweyde ma bû, Serokatî diçe cihê nöbetê kes nîne heya ew hevalê nöbetçi radi be Serokatî cihê nöbetê na berde. Dema ew heval xwe dihese, meyze dike ku Serokatî cihê nöbetê ye pir ber xwe dikeve. Serokatî jêre di bêje; “ heval pêwîste hûn pir heşyar bin.” Wê demê Serokatî diçe diraze. Serokatî bi giştî jiyana xwe de pir heşyar bû. Wê heşyar bûyîne dixwast di me de jî bi de rûnişkandin.

Ez nêzî du salûnîv li gel Serokatî mam. Birastî jî Serokatî hemû jiyan û kesayetame perwerde dikir. Dema ez sala 98’ an dîsa çûm gel Serokatî wê demê Serokatî ji minre got; “ heval Tekoşîn me te ciwan rêkir tû pîr ziviri li gel me. Tu bin barde mayî.” Dema min Serokatî cara dûye dît, ez pir hestiyar bûm. Serokatî ji minre got; “ emê nirxandin pêş bêxin, ez bawerdikim tiştên ku me dayî we we di pratîkê de rastiya hen tiştan bêtir dît. Emê vane yêk bi yêk binirxînin. Encam û kêmasiyên ku we dîtine emê bi hevre binirxînin.” Meha Tebaxê em ji akademiyê derketin û çûn malê. Li wir perwerdeyên berfirehtir hebûn. Min li wir pêşketinên pir kur dîtin. Li gor salên 91 û 92’yan hêza perwerdê û kurbûyîna wê de ber firehtir û kurtur buyîn hebû. Her wiha hevalên jin ên li wir jî ji perwerdê hên zêdetir xurtûr û zanistir derdi ketin. Serokatî bi xwe jî di got; “cûdahiyê ku tu di bînî çine.” Min jî got Serokê min ez di bêjim nirxên ku we ji bo jin avakiriye pir bingeh bûye û tê de sazî bûyin ava bûye. Salên despê kê ji bo jin nû bû lê niha pir zelal bûyîn hatiye avakirin. Serokatî jî bersiva min da got; “ raste heval wisa bûye.” Bêguman wan salan rewş cûda tir bû. Rewşên pir peljîn hebûn. Ez nêzi 25 rojan li wir mam. Di wê demê de Tirkiye û Suriyê ji bo Serokatî geft dixwarin. Her roj agahiyên ku Serokatî wê ji Suriyê der bikeve, cihê Serokatî li Şamê yê, perwerdeyên cur be cur filan cihê tê danin û h.w.d. Roja ku Serokatî wê derbiketiva wê êvarê hat televizyon pêxist. Ji xwe seatên Serokatî yê ku were perwerdê bide diyar bû. Di nûçeya de berpirsiyarên artêşa Tirk diaxivî, navnîşana ku mala Serokatî tê de bû dida. Serokatî got; “ hûn çi di bêjin wê heya kur werin. Di be ku me bikin gerekçe êrişên Rojhilata navîn jî bikin.” Wê demê hen heval di gotin ihtimale fûzeyan bavêjin heye. Ji xwe wê demê, donanima Amerika korfeza Îskenderê jî xwe cih kiri bû. Mesele ji Tirkiye derketi bû. Birastî jî pir hesas bû, ne diyar bû kû wê çi ji me were. Wê demê ji Almanya hen kes goti bûn Serokatî ji wir derbikevin. Serokatî got; “ hûn çi bigin jî hûn nikarin rexistina me û planzasiyênme belav bikin. Emê perwerdeyên xwe û jiyana xwe bidin berdewam kirin.” Wê demê Serokatî ji me hemûyan re got; “ pêwîste jin weke nan û avê bêje rêxistin rêxistin. Ji zilam û ji her kese zêdetir pêwîste jin li ser rêxistin bûyîne bisekine. Ji ber ku ji bo jin tişta herê giring rêxistin bûyîne.” Serokatî ser vê mijarê pir berfireh sekini. Piştre heval ji Serokatî şîrînahî anîn Serokatî jî got; “werin em bi hevre şîrînahiya xwe bi xwîn.” Serokatî pirs kir û got; “kî dizane tavle bileyîze?” ji min pirs kir min jî wê demê ne dizanî ez tavla bilehyizim. Hen heval dizanî Serokatî ji wan re got; “ tavla bînin em bi hevre bileyizin.” Gazî min jî kir û got; “ ka were tu çima tavla na leyizi, were fêr bibe.” Carna Serokatî ji herdû hevalan re di got; “ hûn hîle dikin. Kevirê min ne vir bûn.” Heval jî di gotin na Serokê min em hîle nakin, heval berxwe didan. Serokatî serkefti bû. Serokatî ji me hemûyan re got; “ şev baş.” Çû raza. Dema sibê Serokatî ra bû ji bo çûyînê xwe amadedikir. Me ne dizanî ku wê Serokatî carekêdin neyê. Di çavên Serokatî de bawerî, bîryar û hêviyên pir kur xwe didan der. Mirov di çavên Serokatî de ji doz û riya ku têde di meşiya biryar bûyîn bawriyekê pir mezin di dît. Lê, kêlekadin jî xemginî jî hebû. Serokatî me hemûyan meyze kir û got; “ ev car rewş cidî ye. Gelo gengaze ku fûze bavêjin vir, ger ku bavê jin jî gengaze ku tiştek li we were.” Birastî jî dinava axiftinên Serokatî de pir xemgin bûyîn hebû. Me ferq kir ku ev çûyîna Serokatî ne normale. Serokatî yêk bi yêk me hemêz kir û ji bo me serkeftinê xwast. Demek şûnde agahî dihatin ku Serokatî ji Suriyê derketiye. Hevalan gotin wê Serokatî bi riya telefone bi mere baxive. Di mede heycanek ava bû. Dema me dengê Serokatî bihîst diyar di bû ku ne li Suriyê bû. Serokatî wê demê pir gotin da diyar kirin. Lê piranîn li ser pêşeroja me, gelê me gotin anîn ser ziman. Ew dem me zanî ku wê pir guhertin were çêkirin û wê pir tişt jî wek berî nebe. Bi gotinê Serokatî re em ketin zana bûyîna wê de ku wê di Kurdistanê de û Rojhilata navîn de guhertinên pir giring bi qewimin.

 

Kategori: Biranînên Gerîla