Rengîn BOTAN

Çawa ji bo şervanên azadiyê dîtina Serokatî xeyalê herê mezine, ji bo min jî wisa bû. Bi rastî jî, weke evînekê bû. Heta ez çûm jî, min bawer nedikir.

Çawa tiştê ku mirov pir jê hes dike û pêk tê, lê mirov bawer nake, yêmin jî bi wê awayî bû. Çûyîna min li ser esasê kongreya pêncemîn bû. Ango ne çûyîna li gel Serokatî bû. Payîza sala 1994 an bû. Pêwîste em bi çûna kongrê. Em di xeta Şehîdan derbasê xeta Avaşîn yê Zagrosê bûn. Wê demê, rêveberiyên me hemû li wir bûn. Wê demê hevala jin heval Sozan Fereşîn bû. Em hatin wir, nîqaşek pêş ket. Beriya ku em bigijin hevalan Serokatî telefon vekiri bû û ji hevalan re gotû bû; “ hevalên ku asta kadro de, bi kari bin ji bo demê pêş pêşengtî bikin, ango pêşengtiyê re vekirine hûn rêkin vir em perwerde bikin.” dema em gihiştin li gel hevalan, ji mere gotin. Me ne dizanî wê kî biçin. Wê demê rêveberî hemû kom bûn, hilbijartin bi awaye kê demokrat pêşket. Di civînê de hevalên xort hatin diyar kirin. Hevalê Şehîd Medenî, Şehîd Bager û h.w.d. me dixwazt pir heval biçin. Cara yêkemîn bû di herema Zagrosê de wê çûyîn hatiba çêkirin. Hevalên jin jî, me dinava xwe de derxist. Di hilbijartinê de hemû heval gotin bila heval Rengîn biçe. Wan dema jî, me Serokatî re raporek rêkiri bû. Serokatî malbata min jî nasdikir. Ji bo vê yê kê, Serokatî bi xwe hevalan re  goti bû; “ Rengîn wan deranê ger ew were wê başbe. Li ser vê esasê jî hevalan gotin tu biçe. Hestên ku wê demê de min jiyan kiri bû anîna ser ziman pir zehmete. Birastî jî, ji bo min weke xewnek bû. Min qet ne dixwast ku ji wê xewnê hişyarbim. Serokatî got; “ bila hevalekê jin yêk din jî were.” Wê demê heval Sozan Fereşîn jî hat. Ji ber ku payîz bû hewa jî sar bû bû, baran despê kiri bû. Zehmetiyên Zagrosê tê zanîn. Erdnîgeha Zaxrosê pir asiye û zaxore. Bi taybet jî zivistanên xwe zehmettire. Wê deme, riyên me weke niha rehet nîn bû. Me ne dikarî bi eşkere û bi rihet tevbigerin. Wextê me jî pir kêm bû. Ji bo vê pêwîste me xwe gihandiba Heftanînê. Em jî mecburman me erebeyêkê gundiyan girt em çûn Heftanînê. Wê demê, heval Cuma li Heftanînê bû. Ji ber ku wê demê wê kongre çê bûba, heval Cuma wisa fêm kir ku em ji bo kongrê çûne li wir. Me got emê biçin saha Serokatî, heval Cuma civînek çêkir. Di civînê de piranîn li ser çûyîna me û li ser sekna me yê sahê de wê çi awayî be sahê de emê bi çi awayî nêzîk bibin, tevbigrin cardin emê çawa nêzî Serokatî bibin h.w.d di van milanê de perspektîv dane me. Li hember şert û zurufên xwezayê zehmetî çê bû lê, ev pêşiya me de tu astengî çênekirin. Dema em gihiştin saha Serokatî heycanek ewqasî di min de pêşket ku min di got qey wê dilê min ji cihê xwe derbikeve. Bi taybet jî dema heval gotin Serokatî hatin we bihistiye wê were we bibîne. Li ser me heybeta Serokatî pir he bû. Ya din jî min di got, ezê xwe bavê jim hemêza Serokatî. Li gor şîroveyên hevalan, me xwe xist qalibande. Roja din Serokatî gazî me kir em çûn li odeya Serokatî, Serokatî odeya xwe de me pêşwazî kir. Çavên me hemûyan di Serokatî de mifte bûbûn. Ji ber ku me Serokatî nasnedikir, ji bo vê yê kê, em matmayî ma bûn. Dîtina me ya yêkê de bala me hemûyan heybet bûna Serokatî û rehet bûyîna wê kîşan di bû. Rehet bûna Serokatî di hêla ku ew mesafeyên kes avadikin were girtin. Her wiha Serokatî yêk bi yêk silav dame û xêr hatina me kir. Dema sire hate min Serokatî ji minre got; “ ma qey Zagrosê de xwarin nîn bû, ez niha pif lite bikim tuyê bi firê.” Min jî got na Serokê min heye. Serokatî got; “ na na pir kur li ser we ne sekinîne.” Min wê demê fêm nekir lê, Serokatî wê demê de gotinên pir zanist û ramyarî bi kar anî bû. Ango  xwe xistina vîn, li hember pirsgirêkan bi hêz sekinandin û tekoşîna xwe xurt kirin. wê deme, min di aliyê fizîkî de dest girt. Lê, ne wisa bû. Serokatî di derheqê Zagrosê de ji me agahiyan girtin. Serokatî çiqasî bi mere nîqaş pêş dixistin, em ewqasî rehet di bûn. Wê deme, rexneyên Serokatî ji bo Zagrosê hebûn. Di şerê me de, rolê Zagrosê herê kêm qandî Botanê bû. Pêwîst bû ku di Zagrosê de hemleya vegirtinê pêş ketiba lê, ev pêş neket. Bêguman, berpirsiyarên vêjî rêveberin. Serokatî pir rexne kir û şîroveyan pêşxist. Wê deme, me fêm nekir. Me li gel xwe digot; “dinava wan şert û zurufan de, çi ji destê me hatiye me kiriye.” Lê, Serokatî bi nêrînên xwere mirovan dixist dinava rastiyan de, ev jî di hêla ku mirov şaşitî û kêmasiyên xwe bi bîne. Biştê nirxandinên xwe Serokatî ji mere got; “ lêhûrbûyîn bidin çêkirin, ji xwe hûn virin emê perwerde û tehlîlatên berfireh bibînin. Ji min û hevala Sozan re jî got; “ hûn henek di nêz debi mînin, emê tehlîlat li sêr jinên Zagrosê jî bidin çêkirin.” Li ser vê esasê jî, me xwe amadekir. Biştê çend roj şûnde em ketin perwerdê de. Di perwerdê de pirsa yêkemin ê Serokatî ji min kiri bû jî ev bû; “ te di Zagrosê de xwe li ser kîjan esasê pêş dixst, weke jine kê, hedefên te çi bû?” min jî got; “ Serokê min, ez dixwazim bibim fermandarekê leşkerî.” Serokatî ji min re got; “ te kîjan erk girtiye?” min jî got; Serokê min fermandariya yekineya. Serokatî wisa min meyze kir û got; “ te kiriye?” Min jî got raste Serokê min. Hevalan re got meyzekin em ketine kîjan astê de ku, zarok tên ji bo me fermandarî dikin. Min Serokatî re jî nîqaş kir. Dema mirov Serokatî baş nasnekê mirov ji xwe dikeve gumana. Dema Serokatî ji min re wisa got birastî jî dilêmin min şewîtî. Serokatî ji min re got; “ ma qey hêza te heye ku tu berpirsiyartiya çarenûsa mirovan rakî. Ewqasî mirov di keve bin denetima te de, tu çiqasî ferqa vê deyî?” Rastiya xwe hebû ku, di wê de mê de zanabûyîna me ewqasî nîn bû. Raste, me hen tiştan dizanî, lê ew jî li gor asta fêmkirina me di ma. Min her tim jiyana Serokatî û sekna wê di şopand. Ji  ber ku, min pir meraq dikir. Min bi xwere di got gelo; çiye Serokatî ewqasî me dikşîne xwe, heybeta xwe ji çi digre. Bêguman, ji bo vê şîroveyên min pêşdiketin. Min di got; girê dayî hêza Serokatî ê zana bûyînê ye, ya polîtîke, yê ramyariye, birdoziyê, rêxistinê û yê leşkertiyê. Min ji xwe re biryar da ku ezê Serokatî bi nivsînim. Ji bo vê min roj nîvisa xwe despêkir.  Her wiha min got ezê pirtukên Serokatî bi xwînim. Dema em çûn perwerdê Serokatî ji me pirs kir û got; “ hûn ji dervey perwerdê bi çi awayî xwe plansazî dikin.” Dema sire hat min min jî got; “ Serokê min ez hem di nivîsînim hem jî,ji dervey dahûrandinên we , pirtûkên we jî dixwînim. Serokatî ji min pirs kir û got; “ ma qey dahûrandinên min têri nake.” Min jî got; “na Serokê min ne ji bo wê, min ji bo xwe weke pêwîstiyekê dît.” Serokatî got; “ başe.” Beriya ku em bikevin dahurandinê, ji lezan min lênusa xwe li ser masê ji birkir. Em ketin perwerdê de piştê perwerdê em çûn li malê, min bêrika xwe meyzekir ku lênûsa min nîne. Ez çûm dibistanê ji bo ku ez lênûsa xwe bînim lê ne li wir bû. Min ji hevalan pirs kir, hevalan got me ne dîtiye. Birastî jî min pir jî nivîsandi bû. Beriya ez biçim sahê û ew rojên ez sahê bûm min nivîsan di bû. Wê demê hestên min pir tevlêhev bû û ez aciz bûm. Roja din jî min nedît lê, ez pir têşiyam ji bo lênûsa xwe. Roja çaremîn Serokatî hat dibistanê, ji hevalan re gotû bû; “ çima rengê wê zer bûye, ma nexweşe.” Wê demê rêveberi yê me rêheval Mordem bû. Heval Mordem şehîd ketiye. Wê demê heval Mordem ji Serokatî re di bêje, Serokê min; lênûsa xwe winda kiriye ji bo wê diqehire. Serokatî jî di bê je; “ ma rojnivîsa xwede çi nivîsandiye ku ewqasî xwe diqehrîne.” Heval Mordem jî di bê je; ez nizanim Serokê min, bawer dikim ku hestên xwe nivîsandiye. Wê demê Serokatî ji heval Mordem re di bêje; “ rojnivîsa wê  li gel mine jêre ne bêje, ezê bi xwînim û bidimê”. Min wê demê çi dikir jî, min nedikarî ku ez xwe komê ser hev bikim. Berê Serokatî biçe ji min pirs kir; “heval tu ne xweşî, ma heval baş te meyze nakin, ango dahurandin ji tere pir zehmet tê?” Min jî got na Serokê min, ez di şopînim û merheleyên fêrbûyînê deme, meyze dikim dixwazim tehlîlên rast pêş bêxim. Serokatî dengê xwe nekir çû. Çend roj şûnde Serokatî hat got; “ bila heval amadebin emê tehlîlatên xweser çêbikin. Ser welat, li ser jin û rewşa we ya li vir.” Me jî li ser vê esasê xwe amadekir û em çûn. Min hêvî ne dikir ku, wê Serokatî despê kê de min rake. Min di got hevalên ku hem di rêxistinê de hem jî li gel Serokatî pir mane wê despê kê wan rake. Ji ber ku demekê dirêje li vir lêhûrbûyîn didin çêkirin. Min carekê dît ku Serokatî min rakir û ji min pirskir; “ te çend sal dibistan xwandiye?” Min jî got Serokê min min dibistana seretayî xwandiye. Serokatî ji hevalan re got; “ ev heval derew di bêje.” Dema Serokatî wisa got, ez cihê xwe de hejiyam. Min got çima Serokatî wisa di bêje ezê çima derew bikim. Serokatî got; “ emê li ser nêzîkatiyên vê hevalê bisekinin û tehlîlatan pêşbêxin.” Serokatî wê demekê li akademiye maba. Wê demê hevalên jin bi tabancê, hevalên xort jî bi qilêşê zîrevantî digirtin. Heval pir bawarî didan hevalên ku ji welat dihatin sahê. Dema Serokatî şêv li gel me dima, piranîn zîrevanî li gel manga Serokatî di hat girtin. Ji bo vê yê kê hevalan ji mere gotin tu û heval Sozan Fereşîn wê sabît zîrevan, bin hevalên ku bi were dibin zîrevan wê werin guhertin lê tu û heval Sozan hûnê sabît bin. Di gotin ji ber ku heval nizanin çek bikar bînin.  Ji bo ewlekariya Serokatî pêwîste hûn pir şiyar bin. Ez û hevalek ji Avrûpa hati bû bi hevre zîrevan bûn. Me dît ku Serokatî carekê de hat eli gel me, wê demê tava heyvê hebû. Serokatî me bir cihe kê da rûnişkandin ji me pirs kir got; “mêyze heyvê bikin, hûn heyvê de çi di bînîn û heyv ji bo we çi vêgotin dike.” Despêkê ji heval Rewşen pirs kir. Heval Rewşên jî romantîk romantîk kete nav de, pehsa nepeniya heyvê kir û h.w.d. Serokatî ji min pirs kir û got;“rengîn ji bo te heyv çi vegotin dike?” Min jî got Serokê min, di welat de ger ku heval di meşê de bin ev heyv başe, ji bo keşfa çalakiyê pir başe, mirov dikare pir rehet keşfa xwe bike û pir nêzî neyar jî bibe. Serokatî got; “ erê raste pêwîste di welat de ev tava heyv ji bo hevalan bibetav, fener û bibe ronahî.” Gulekê di destê Serokatî de bû, serî heval Rewşan de û got; “heval kêmekê hevalên çiya bi fikrin, bila lêhûr bûyînên we li ser çiya bin.” Ez wê demê jî dîsa ji Serokatî şaş jî mam û bandor jî bûm. Di milê serokatî ê wêje pir pêş te bû, heskirina wê ya xweza yê, meraqa wê yê ji bo gerdûnê jî pir bala mirovan dikşand. Cardin Serokatî ji xwey ra bû û hevalên welat, bi gerîlla difikrî, ev min pir bandor kir. Min wê demê de hêza  Serokatî dît kû, Serokatî her tiştê xwe daye vê tekoşînê, jiyanê, hevalan zanist kirin pêşxistin. Roja din Serokatî beriya bikeve perwerdê de gazî min kir û got; “ heval bala min kîşandiye tû van rojane pir xemgînî ma çi bûye?” Min jî ji Serokatî re got Serokê min, kesek lênûsa min biriye, çi jê hatiye nizanim ji bo çi biriye. Serokatî di despêkê de keniya û got; “ ma çima birine, armancê wan kesan çiye.” Min jî got Serokê min ez jî nizanim, xweziya min bizanîba. Min ewqasî nîvis nivîsandiye. Hestên ji bo min pir qiymet lî bûn. Serokatî got; “ temam heval ewqasî xwe aciz neke, ki biriye emê derxin holê, emê soruştur me vebikin, tu xwe teng neke.” Serokatî dîsa ji minre ne got, min jî got wele hesap jê were pirsin wê başbe. Em ketin perwerdê Serokatî ji min pirs kir û got; “ me bihîst te lênûsa xwe winda kiriye?” min jî got raste Serokê min hatiye dizîn. Ez li vir jî di huzura wede cardin ji hevalan pirs dikim, bi rastî jî kî biriye bila bîne. Serokatî jî got; “ heval no ez di huzura we de di bêjim ku lênûsa heval Rengîn li gel mine, bala min kîşand ji bo vê min bir, min xwast fêm bikim ku keçkên me li ser çi lêhûrbûyîn didin çêkirin.” Ji min re got; “ hestên te xweşe, hêza te jî heye lê, pêwîste xwe xurtir bikî. Naveroka nivîsên te jî balkêşe, daxwazên fêm kirinê jî hene. Te behsa heskirina xwe ya ji bo Serokatî kiriye, hêza te ya ji bo rastiya Serokatî de kur bûyîn û xwe zanist kirin heye?” Wê demê min bersiva pirsên Serokatî ne da ji ber ku min di lênûsê de da bû. Serokatî ji min re got; “ ew dem pêwîste tu ji mere û huzura van hevalan de soza nivîsên xwe xurt kirinê bidî, li ser pêşketinên xwe jî bisekinî. Tu yê nivîsên xwe ji mere rê biki. Her wiha keçikên  ku ez dixwiligînim, dema ez hêza wan dibinim pir şad di bim û ev hêza mejî dide diyar kirin. jina Kurd îro me gihandiya asta tekoşînê, irade bûyîne. Jin bi xwe jî gavên ber bi azadiyêve tavê jin, ev pir giringe û watedare”. Nirxandinên Serokatî hêla ku atmosferek hestiyarî pêş bikeve, min vê jî dît ku Serokatî çigasî ji bo pêşketina jinê xebat pêş dixe. Ev nêzîkatiyane hêla ku di minde hestiyariyeke pir kur pêş bikeve. Min xwe negirt û ez giriyam. Min wê dahûrandinê de soza, şêwaz, fikir, raman, hêz, heskirin û hewildanên Serokatî di xwe de kur bikim û zana bûyîna xwe pêş bêxim da. Em civakêk pir feodal hatine, nêzîkatiyên pir çewd ji bo jin tê kirin. Lê, li hember ewqasî nêzîkatiyên şaş, dema mirov nêzîkatiyên Serokatî di bîne, li ser mirovan bandorên pir mezin dide çêkirin. Serokatî hevaltiyê herê rast bi jin re dikir, di bû rêhevala jiyana jin. Jinê hezdike, bawerî dide jin. Nêzîkatiyên Serokatî bi mirovan re pir cûda bû. Tijî heskirin û bawerî hebûn. Her wiha şêwaz, rêbaz û plansaziyên Serokatî hemû li ser pêş xistina tekoşîna azadiya gelê Kurd û jin bû. Ne gengaze ku mirov di dema xwe de Serokatî nas bike û di kêliyê de nas bike. Divan salên dawîde jî ez pir difikirim û pir di bêjim jî xweziya mirov pir milande bi bijya ba û paşê bi çû ba li gel Serokatî. Lê, ji bo me pir şansekê mezin û binirx bû. Ji ber ku pir heval di xwastin Serokatî bi bînin lê, nekarîn bibînin di dilê wande man. Birastî jî hêza ku di Serokatî de hebû, mirovan ber bi xweve dikşand. Ewqasî hêzek balkêş bû. Heya niha jî hemû hewildanên min ewe ku, soza min ji bo Serokatî da bû pêk bînim. Xwediye keda Serokatî derbikevim.

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla