Gürcan Komata

sehit-agit-mahsumkorkmazDema mirov li ser rêhevalên me yê ku, di jiyana me de û dîroka me de guhertinan dane çêkirin dinirxîne di mejiyê mirovan de pirsek zîndî dibe. Pirsa ku gelo, mirov bi kîjan taybetmendiyê wan yê xweşik, baldarî û li ser derdorê xwe guhertinan didin çêkirin despê bike. Dema mirov bi wan rêhevalan re jî jiyan dike, wan anîna ziman de hestên mirovan girantir dibe. Birastî jî, wan rêhevalan me hindav dane jiyana me û dîroka me. Pêwîstî heye ku, mirov wan rêhevalên xwe, rêhevalên me yê ne dîtine bi de naskirin. Yêk ji wan rêhevalê me, Fermandarê me, Rêberê me, mamosteyê jiyana me rêheval Egîde. Dema ji minre di bêjin li ser rêheval Egîd baxive ez pir zehmetiyan dikşînim. Ji minre pir zehmet tê. Min bi xwe pêre jiyan kir û naskir. Ev ji bo min rûmete kê pir mezine. Min tucarî Şahadeta rêheval Egîd hezim nekiriye û nakim jî.

Yê ku heval Egîd kirine Egîd hevalên ku pêre jiyan kirine. Cihana rêheval Egîd, Serokatî, heval Mazlum û Kemal Pîr bû. Di her kêliya jiyana xwe bi van rêhevalan re jiyan dikir. Rêheval Egîd di jiyana xwe de, têkiliyên xwe yê hevaltîde, Fermandartiya xwe de, lêhûrbûyînên xwe de, di nîzam de mirovek pir cuda bû. Di heman demê de, ji gel re jî pir cuda bû. Li hember gel rêzdariyek pir cuda dida raberkirin, tu carî xwe ji gel cuda nedigirt dest. Heval Egîd birdoziya Rêbertî ji bo xwe pir esas digirt û ji bo jiyana xwe û yên hevalên xwe jî li ser esasê jiyana Serokatî pêş dixist. Ji bo vê yekê rêheval Egîd ji bo xwe Egîd bûyînê esas girti bû. Birastî jî rêheval Egîd bi her awayî di me de matmayîn bûyînek dida çêkirin. Salên 1984-85 de derfetên me pir tenk bû. Di aliyê cepxanê de, erzakte, milîs avakirin de û hwd. lê, rêheval Egîd tucarî tu tiştekê de bê çareserî ne dima. Ewqasî xulukar bû, ji hertiştê çareseriyê dida avakirin. Ev ne tinê di aliyê pratîk te di aliyê, fikirde, taktîkte, plansaziyê de û h.w.d. rastiyek xwe hebû ku rêheval Egîd cesaret dida me, pêşengtiyê hertiştê dikir, me perwerde dikir. Heval Egîd, perwêrdê pir esas digirt û girink bûyînê didayê. Ev ji bo kesayetê xwe ji wisa bû. Min ne dît ku tucarî rêheval Egîd gotiye; ev pêdiviyê me pê heye, ev nîne. Di her mijarê de xwe kur dikir. Ji bo xwe, derdorê xwe û jiyanê jî esas digirt dest. Xwe ewqasî avakiri bû ku, heya meşa wê jî perwerdeyek bû. Rêheval Egîd, tucarî bi resmî me perwerde nekir. Ji ber ku kêliya her jiyanê de di me de heskirina perwêrdê û pêdîviyên wê dida diyar kirin. Di derheqê her mijarê de bi mere nîqaşan pêşdixist. Mijarên cur be cur. Mînak li ser Sosyalizmê, Şoreşkerên cîhanê derketine armancê wan, li ser ramayariya dewletan û li ser rastiya civaka Kurdan û hwd. Ruhê Fermandariyek pir cuda û mezin di heval Egîd te hebû. Heval Egîd lingmelik bû, lê min tucarî ne dît ku ji bo xwe kiriye asteng, an jî dawiyê de maye. Her tîmî pêşiya guruban de bû. Tucarî ne di çû dawiyê. Li gor ast û kapasiteya rêhevalan nêzîkatî di da raber kirin. Di milê şêwaz û rêbaz de pir dewlemend bû. Ev şêwaz û rêbazê xwe ji bo gel jî bi kartanî. Jiyana rêheval Egîd pratika wê û teoriyê wê wek hev bû. Li hember jiyanê pir berpirsiyar bû, hîşyar bû. Li hember kêmasiyan û nêzîkatiyên şaş pir baldar bû. Tucarî ne di hewand jî. Hertim li hember ferasetên şaş disekinî û bi wanre tekoşîn dikir. Dinava me de yêk kes hebû, îxanet kiriye nêzîkatiyên axa warî dikir, hevalan re pir cuda nêzîkatî di da raber kirin. ji bo vê heval Egîd pêre nîqaş kir. Di nîqaşê de jêre got; “PKK ne tevgera axa yane. Ji bo vê yekê tu yî hedê xwe bizani bî û tu yê dinava me de rast jiyan biki. Em van ferasetên de û nêzîkatiyên te qebul nakin. Heqê te jî nîne tu jinana me xirav biki.” Heval Egîd parazvanê jiyanê bû, yê nirxan bu, yê fikrê Serokatî bû, bi kurtasî xwe fedayê jiyana azad kiri bû.

Heval Egîd çûye kîjan çalakiyê ew çalakî ser dixist. Ji ber ku rêheval Egîd di kesayet û jiyana xwe de serkeftî bû. Çanda gerîllatî bi her awayî di xwe de da bû rûnişkandin. Dema di çû keşfê ewqasî bi nîzam, plansazî, hîşyar û her kîtkîteyê neyar de jî lêhûrbûyîn dida çêkirin. Mirov çiqasî rêheval Egîd vegotin bike kêm dimîne. Dema em tevlê tevgerê jî bun temenê me pir biçûk bû, piraniya hevalan wisa bû. Ji bo vê yekêe heval Egîd bi her awayî me mezin dikir. Ser esasê berwerde û terbiyeya PKK’ê. Me wê demê Serokatî, birdoziya wê, tekoşîna wê nasnedikir. Me hertiştê di kesayeta rêheval Egîd te naskir. Heval Egîd ji bo me bûbû hertişt. Çavkaniya jiyana me bû. Dema Şehîd jî ket, wek çawa ku çavkaniya jiyana me zuha bibe lime hemuyan wisa bû. Me pir zehmetî jiyan kir. Wê zehmetiyan encex mirov jiyan bike bizane. Neyar hertim di got; me Fermandarê wan Şehîd xistiye, destê APO yê rastê me ji holê rakir.” Dema es vane tênim ser ziman jî ez pir zehmetiyan dikşînim. Dema rêheval Egîd li Gabarê bû neyar tu carî cesaret ne di kir ku şêv bigere. Lê, piştê Şahadeta rêheval Egîd neyar şêv geriya û qereqolên xwe li herderê Gabarê dan çêkirin. Min tucarî ne dît ku rêheval Egîd bê me tiştek bike. Bariyekê nan jî be her hevalê re par vedikir. Di jiyanê de ez ezî buyînê tucarî ne di pejirand. Hevalên ku rêheval re ne hatine girêdan nîn bû. Ji bo vê yekê rêheval Egîd re jiyan kirin bi heqîqeterê jiyan kirin bû. Rihê wek heviyê di heval Egîd te asta jor de dihat jiyan kirin. Tucarî cuda nêzî hevalan ne di bû. Heval Egîd ji bo hevalan her tişt dikir. Ev asta morel dayîna hevalan bigre û ji bo pêşketinên kesayette. Di heval Egîd te pîvan û rêgezên gerîllatî rast jiyan kirin û dayîna jiyan kirin di asta ev ne nebin nabe de bû. Mînak veşartî bûyîn, kamoflaj, şêwazê tevgera wê û h.w.d. mînak rojekê em Besta Meremê de dinava avêde di meşiyan, heval Egîd jî di pêşiyê de bû. Hevalên pişt xwere got; “ pir bi hişyar werin ji bo şop dernekevin.” Em hemû şaş man, me got ji xwe em dinava avê dene çima heval Egîd wisa di bêje. Di be ku wê demê henek dikir, lê hemû hewildanên heval Egîd ew bû ku weke çandek bide rûnişkandin. Ji ber ku ji bo gerîlla veşartî bûyîn weke nan û av bû.

Belê, rêheval Egîd kesayetekê awarte bû. Heval Egîd rast jiyan dikir û dida jiyankirin. Ji ber ku, rêhevaltiye kê rast Serokatî re jiyan dikir.                                  

Kategori: Biranînên Gerîla