Nalîn Dilpak

Ez sala 1995’an derbasê sahê bûm. Gotinên ji bo Serokatî mirov bîne ser ziman pirin. Lê, ez dixwazim mijarekê bînim ser ziman.Mijarekê ku birastî jî min hejandî û dayî lerizandin, li ser jiyana min, hestên min pir bandorê xwe daye çêkirin. Carna niqaşên me pêşdikevin. Bi taybet li ser peyxamberan, mirovan ilimdar hwd. Em di bêjin ev mirovane her tişt fêmdikin û dahûrandin didin çêkrin. Dema ev gotinane pêşdiketin, ji minre pir xeyalî dihat. Min di got mirove, hisdike û jiyan dike. Ev bîranîna min ya bi Serokatîre hatî jiyan kirin hêla ku, ez ê dî xwe nêzî Serokatî nekim. Vê gotinê kîjan wateyê de bikartînim ezê binirxînim. Hem xwe rehet bibîne, lê ewqas jî ne rehet be. Mezîn bûna Serokatî hêlişt ku, ez gav başte bavêjim. Ev bûyer 1996’an berê suîkastê heftiyek pêşket. Serokatî her tim dihat û di çû. Her kes baş dizane ku,  Serokatî bi heywananre pir cûda nêzîk dibe. Li akademiyê kevokên me hebûn. Dema Serokatî hat direk di çû li gel kevokan. Demek şunde Serokatî got; “dû kevok xuya nake, li kurve çûne.” Birastî jî em li wîr bûn, her wiha hevalek jî berpirsiyarê wan bû. Pir bi titiz û ji can meyze wan kevokan dikirin. Duyarsiztiyek pir mezin bû, em ewqas li wir bûn me ferq nekiriye, lê Serokatî di navbera yek hûrdem de ferq kiri bû. Me gazî hevalî ku kevokan meyze dike kir. Serokatî ji wê hevalê pirs kir û got; “ du gevok xuya nake.” Ew heval jî got Serokêmin, dûh du kevok çobûn li ser dara sîpîndarê bawerdikim daneketine. Serokatî li pişt xwe meyzekir. Her dû kevok li ser darê bûn, birastî jî ew herdû kevok wek gul çilmisî bûn. Mejî li gel xwe di got du rojê xwarin û vexwarin ne xwarina ji bo wê yê. Serokatî direk gazî hevalê kordîne kir û got bila zû were li vir. Hevalên kordîne hat Serokatî ji wanre got; “ zû du heval ji bo devriye derxin, bila derdor bi gerin û bi baldarî nêzîkatî bidin raber kirin. wê bûyerek derbikeve, di be ku ne li vir be lê wê derbikeve. Plansaziyek heye şev û roj bila derdorê akademiyê bi hişyarî bigerin.” Em keti bûn dinava gumanan de, Serokatî ji me pirs dikir û di got; “ gor we wê çi çê bi be, wê li ser kîjan cihê çêbibe. Di beku suikast be, teqemenî be hwd.” Lê, bi rastî jî me zêde wate ne daye û me nekarî wate bidêjî. Dema Serokatî me meyzekir ku ji me tu tiştek dernakeve û got; “ emê perwerdeya xwe bibînin.” Despêka perwerdê de Serokatî mînaka wan kevokan da, got; “ev kevokane dû rojin ewlehiya we digrin, lê hun wê şiyariyê nadin diyar kirin nobetçiyê we jî ne duyarlîne ji bo vê yekê ew kevok jî, ji darê nayên xwarê.” Birastî jî dema Serokatî ewlehiyê xurtkir û baldarî nêzî bû, ew kevok li ser darê hatin xwarê, av û xwarina xwe xwarin. Tişta herê bala me kîşandî bu yek jî ev bû. Me got di bê qey wê mejiyê me bi sekine. Serokatî despêka perwerdê de vane hemû anî ser ziman. Ji mere got, “sewal û nebatên ku ez mêze dikim ew min fêm dikin, ez jî wan fêm dikim.” Di hûndirê perwerdê de, bi taybet li ser kesayetên me dahurandin da çêkirin. Rastiya xwe heye ku, em di kêliyê de nikarin wate bidin gotinên Serokatî. Mirov dikare ji bo bi giştî rastiya gelê Kurd bêje, em zû li hember rastiya şiyar nabin. Serokatî pir berfireh li ser van mijarane dahurandin di da çêkirin. Lê, birastî jî ew kevok me pir dabûn mijul kirin. Me di got; birastî jî wê tiştek çêbîbe, ew kevok agahiya çi ji mere anî bû. Me di got gelo Serokatî zimanê wan kevokan bi çi awayî fêmdike. Pişti wê bûyera kevokan heftiyek derbas ne bû, li ser akademiya me a tirkî suikast hat çêkirin. Birastî jî ev bûyer, me matmayî hêlişt. Bi taybet jî ez pir matmayî mam. Di minde ikna bûyînek wisa pêşket ku, min ji xwere di got ezê nikaribim Serokatî fêm bikim, bi taybet jî ev bûyer diminde ev nêrîn pêş xist. Roja me îro jî, hemû hewildanêmin ewe ku ez bi hemû awayî Serokatî fêmbikim û di kêliyê de wate bidimê.

 

 

Ev jî rastiyeke ku Serokatî her tiştê hisdikir. Serokatî wate dida her tiştê, ev sewal dibin, nebat dibe û mirovan dibe ferg nake. Ji bo vê yekê, min li hember  felsefeya Serokatî pir bi hêvî û bawerî jiyandikir. Di roja me îrode jî, ew hêvî û baweriyên min xurtir dibin û kurtur dibin. Bi taybet jîwek jinekê, vane jiyan kirin û wate dayîn pir giringe. Lê, Serokatî mirovek pir sade bû, gotin û hestên xwe de jî pir zelal bû. Pêwîste mirov şev û rojên xwe ji bo Serokatî fêmkirinê bide. Berê biçim li gel Serokaî min li gel xwe di got, gelo ezê bikaribim biçim li gel Serokatî, ezê bikaribim li hember wê rehet bibim. Lê, dema ez çûm min dît ku, di cihanê de mirovê herê xwazayî û rast nêzîkatî di de raberkirin Serokatiye. Min dît ku, Serokatî hevalê herê rast û durûste. Perwerdeya Serokatî pir bi jiyanî bû, tucarî ji jiyanê cûda dest nedigirt. Ji xwe, her kêlî bi Serokatî re jiyan kirin bi serê xwe perwerdeyek bû. Dema perwerdê de jî jiyana ku me jiyan dikir kêlî bi kêlî tanî ber çavên me, û di me de hejandin dida çêkirin. Bêguman ev hejandin di hêla ku çavên me, dilên me û mejiyên me de ronahî û hişyar bûyîn pêşbikeve. Serokatî ji bo di me de zanabûyîn pêşbikeve û me xwedî vîn bike pir hewildan dida çêkirin     

 

 

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla