Tirkî  |  Erebî

Melsa Botan

biraningerillaMalbatamin malbatek welatparêze, biraye min ê mezin jî di wê demê de li ser dîroka şoreşan lêkolîn çêdikir. Di nava kar û xebatan de bû. Carna wêneyên pir baldar di anî malê , yê Leyla Qasim hwd. Demamin cara yêkemin wêneyê Serokatî dît, ez wê demê deh salî bûm. Ji wê rojê heya ku min Serokatî dît jî dîtina Serokatî ji bo min xeyalek bû. Xeyalêmin ê dîtina Serokatî ji wê rojê despêkir. Piştê wê çend sal şûnde ez tevlî rexistinê bûm. Di sala 1996’an de ez çûm qada ku Serokatî lê dima, beriya wê ez bi reya telefonê bi Serokatî re axivî bûm. Lê min di got, pêwîste ez xeyalê xwe pêk bînim. Em li Botanê komekê heval derbasî sahê bûn. Wê demê hemû heval cixare di kîşandin. Hevalan biryar girtin ku cixare berdin. Dema em çûn ji mere gotin hûnê despêkê biçin çiftlika Kurdî. Dema hevalan gotin hûne biçin gel Serokatî em ketin di nava heycanê de. Dema em ji Botane derketin hevalên jin ji bo Serokatî name amade kiribûn, behivê Gabarê hwd. Xeyalên min her du çû mezin di bû. Agahî çû gel Serokatî gotin hevalen ji Botanê hatine. Birastî jî, mirov nikare heycana wê demê vegotin bike, gotin lewaz dimîne. Em keti bûn di nava meraqande, hevalên li wir mayî me ji wan pirsdikirin. Emê çi bikin, Serokatî çawane hwd. Di demekê şunde me meyzekir ku hevalên ewlehiya Serokatî digirtin hatin, me fêm kir ku Serokatî hat, birastî jî dilê me dilerizî. Serokatî me hemêz kir û xêr hatina me kir. Serokatî yek bi yek navê hevalan pirs kir, dema min meyzekir û ji min re got, “heval Melsa tu bi xêr hatî.” Ew dem ez pir şaş mam, min di dilê xwe de got,”Serokatî navê min ji kur dizanê?” Di welat de bi tinê çend cara ez bi reya telefonê bi Serokatî re axivî bûm. Her wiha dema Serokatî ji min re got ez pir bandor bûm. Wê demê, temenê min jî pir biçûk bû û di asta zanabuyînê de jî zê de kur nîn bûm. Serokatî yek bi yek ji me rewşa hevalan û hereme pirs dikir. Di dawî de Serokatî min rakir û ji min re got, “ka tu çi di bêjî.” Ez ra bûm û min dest bi axiftinê kir, Serokatî jî her di keniya û dawî de ji min re got, “axaftinê te xilas.” Min jî got, “ raste Serokêmin.” Di wê kêliyê de Serokatî pirsa her hevalên li wir, amadekariya lojistikê heya yê cepxane, gav bi gav êrdnigariya wê, her tiştê wê ji me kir. Piştê wê dûzenlema me çê bû, em çûn şaxê bi Tirkî. Çend roj şunde wê platforma Zekî çê buba, Serokatî gazî me çend hevalan kir û ji mere got, “ hunê ji îro pêde cihê xwe di ewlekariya min de bigrin.

Fikrê Serokatî pir sistemlî bû, jiyana wî pir bi nizam bû. Ev bandorê xwe li ser min pir dida çêkirin. Serokatî tu carî ferq û cudahî ne dixist di nava hevalan de.

Cihê xwe di ewlekariya Serokatî de girtin, baweriyek pir mezin dabû min. Wê demê de hevalên ku wêneyan dikîşandin wêneyên hevalan di dan wan. Li ser hevalên ewlehiyê di parêzin jî heval Hamza disekinî, ev heval li Cudî şehîd ketiye. Ewa wêneyê me dan heval Hamza, ez jî li ser reya payêrê bûm. Heval Hamza gazî min kir û wêneyê min da min. Ez jî çûm cihe payêri yê, min cihe payêri yê bê navber li wêneyê xwe meyzedikir. Ji bo min ew wêne pêkanîna xeyalên min bû. Ez jî nizanim Serokatî jî, li min meyzedike, ji hevalan re di beje “gelo ev di xwîne an di nivîsîne.” Kes jera tu tiştek ne bêje. Seroktî jî di bêje; “ezê biçim wê payêriya wê de bigrim.” Ez jî bi meyzekirina wêneyên xwe re dur û kur çû me, min dît careke Serokatî li pişt min sekiniye. Serokatî ji min ra got, “tu çi diki heval?” Ez rabûm li ser xwe min despêkê de nikarî bû ez tiştek bejim, Serokatî jî ji min re got, “tu çi eskerî û tû bi çi awayî payerî digrî?” Dema Serokatî van gotina anî ser ziman, min jî xeyalên xwe ye ji bo Serokatî di malê de û heya niha jiyan dikir yek bi yek anî ser ziman. Ew demê jî Serokatî gazî hevala kir û got, “ bila hevalek were cihê payêrî ye.” Serokatî min bir da runişkandin û ji min re got, “tu çiqasî ji xeyalên xwe bawer biki wê ewqasî pek werin.” Wê demê dest bi dahurandinên birdozî kir. Serokatî, hestêmin yê baweriyê pir xurt kir. Di heman demê de li ser hişyar bûyîna ewlekariye dahurandin da çêkirin. Dîsa ji min re ev gaflet bûyîn di qaden leşkerî de bi xwere çiqasî lewaztî tîne û xeterî tîne anî ser ziman. Ji min re got, “ her timî li pey xeyalên xwe be, lê belê dema te xeyalên xwe pek anî, bila tu nekevî gafletê de.” Be navber nîv seat li ser linga bi min re axivî.

Dîsa me carekê gog di leyîst ez taxima mile din de bûm, dema hevalên jin di çûn li ber lingê Serokatî gog di anîn, Serokatî zêde ser gogê de ne di çû. Di taxima me de, ew Serhedê îxanet kiri hebû. Ji min re got, “biçe gogê ji ber lingê Serokatî bîne.” Ez jî aciz bûm û min jê ra got, “tu biçe bîne, çima tu naçî, ez bi xwazim ez dikarim biçim bînim.” Wê demê Serokatî dît ez û ew bi hevre nîqaş dikin, hat gel me û got, “ çi bûye?” min jî got Serokêmin Serhet wisa di be je, ez jî di bêjim ez na çim hûn bi xwe biçin bînin. Min dî carekê, Serokatî destê Serhet girt û jêre got, “ nexwe tu di şerde jî her timî xwe di dî paş, hevalan jî rê dikî pêşte. Tu çima cesaret nakî bi xwe bi min ra tekoşîn bikî.” Serokatî li ser her tevgerek wateyek je der dixist, Serokatî mirovan her timî komple digre dest.

Serokatî mirovek pir xwezayî bû, di Serokatî de hêzek pir nepenî hebû. Çawa ku fikre Serokatî pir bi nizam bû kesayet û xebatê wê jî ewqas bi nizam bû. Serokatî çawa li hember mirovan timî bi hişyar nezîk di bû, ewqasî li hember xwezaye û şînayetî jî hişyar bû. Baxçeye me pir mezin bû. Serokatî her hevalek kemek baxçe da bûye û di got hunê lê meyze bikin. Di nava me de yek kes hebû niha îxanet kiriye, her wiha qaşo xwendevan jî bû, le baxçeye we pir qirej û be lêhênîr bû. Di nava baxçê de giya şîn di bû, dema ew giya di reh de ne hati ba rakirin, ji nûde şîn di bû, ne di hêliya ku heşînatî çê bibe. Ev giya di nava baxçê wê de pir hebûn. Careke Serokatî gazî wê kir û jêre got, “ te birdoziya me di kok de ne pejirandiye. Min li baxçête meyze kir, ev pir zelal li ber çave, ji ber ku te jiyan û felsefeya me hezim nekiriye, ji bo wê kar û xebatê de ewqas qirej û belaveyî. Ger ku tu ji bingehîn rastiya PKK’ê ne pejirinî, wê meşa te di nava rexistinê de hertimî nîvçe be.” Di nava me de hevalek hebû, navê wê Tekoşîn bû, li Cudî şehîd ket, dema Serokatî kar û xebatê wê meyzedikir û di got, “ cewherê wê jî ewqas paqije.” Di kar û xebatên me de kesayet û lehûrbuyînên me di nirxand û şîrove pêş dixist. Serokatî her timî mirovan de hirsa tekoşîn û serkeftinê pêşdixist. Serokatî tu carî eyba mirovan li rûyê mirovan ne dixist. Li gor psîkolojî ya mirovan nêzîk di bû. Şêwazê Serokatî her timî mirovan perwerde dikir. Her gotinên Serokatî mirovan de pir lêhurbuyîn dida çêkirin. Rojekê Serokatî pir westiya bû wê xew kiriba, ji ber ku xewa Serokatî pir sivik bû, di odayê de mêşek hebû, me got emê wê mêşê derxin me çiqasî hewil da em derxin, lê me nekarî. Serokatî jî li me meyzedikir, min dît carekê de Serokatî ji mere got, “ bisekinin, hun nikarin mêşek derxin, despêkê mirov baş di şopant û meyzedikir û wisa tevdigeriya. Dîsa, Serokatî di aliyê ewlekarî de pir tedbîrlî bû, qaşo me ewlekariya Serokatî digirt, lê birastî jî em tu carî qandî Serokatî hişyar, bi nîzam, rexistinkiri ne bûn. Serokatî re jiyan kirin bi dîrokêre jiyan kirine, bi rastiya xwe re jiyan kirine. Serokatî di hêla ku mirov li hember rehet be û her tiştê xwe pêra parve bike. Ji ber ku Serokatî hêza çareseriyê bû.

Bêguman barê me pir girane, heya nihajî hemû hewildanên min ji bo dîsa carekêdin Serokatî re jiyan kirin û dîtina Serokatî ye. Ev jî di hêle ku hin zêde tir mirov xwe deyndar bibîne.

Kategori: Biranînên Gerîla