Tirkî  |  Erebî

Esma Bêzar

Ez ji Avrupa meha yekê sala 1990’an derbasê saha Serokatî bûm. Ew dem mal bû. Hevalê ku, ez ji balafirgehê girtim ji min re got; “ezê te bibim li mala Serokatî. ”Ez wê demê pir

ketim heyecanê. Dema em çûn Serokatî em pêşvazî kirin. Serokatî pir berfireh rewşa hevalên Avrupa ji min pirskir. Herî dawî jî, ji bo salvegera damezrandina partiye, li Avrupayê  pîrozbahî çê bû bûn. Serokatî pirsa wê ji min kir. Got; “ çawa derbas bû?” Min jî got “baş derbas bû Serokê min.” Serokatî dîsa got; “çawa baş bû?” Min jî, ji Serokatî re behsa pîrozbahiyê kir. Serokatî ji min pirs kir û got; “ peyama min hate girtin, we guhdar kir?” Serokatî peyamek bi dîmen rê kiri bû. Min jî got, “Serokê min, gel pir bi heycan temaşe kir û bi coşekî mezin pêşwazî kir.” Serokatî got “ çawa bi heyecan pêşwazî kir? “ Ez bawerim cara yêkêm bû, di Avrupa’de tiştek bi vî awayî çê di bû. Gel ewqas ketibûn di nava heyecanê de ku, bîst deqîqe li ser linka çepiga xistin. Min vê mijarê got. Serokatî pir kewfxweş bû bû. Serokatî got; “tu di bê jî, gel min di ecibîne.” Ez şaş mam û min got, Serokatî çima gotinek wisa di bêje. Min got; “Serokê min, gel we di ecibîne.” Serokatî pir kewfxweş bû bû. Birastî jî, ez li wir kemekê şaş jî mam. Min di dilê xwe de di got, Serokatî çima vê pirsê dike. Niha her hevalek li gel xwe, ji bo Serokatî nêrînek û dîtinek dide çêkirin. Lê Serokatî, di kêliyê de van nêrîn û dîtinên me li gel xwe dane çêkirin di kuje.  Di mirovan de, ji bo Serokatî nêrîn û dîtinên nû di de avakirin. Mînak min li gel xwe Serokatî pir otorîter,  dengegaz û hişk di fikiri. Birastî jî, ez li benda Serokek wisa bûm. Lê min dît ku, Serokatî pir germ, bi hevaltî û bi heskirin nêz dibe. Serokatî ji bo xwe pêwîstiya pênasekirinê pir didît. Her car pirs dikir û di got; “ li gor te ez mirovek çawanim, tu min çawa di bînî, ez di şibim kî û ez kî me? hwd.” Bi rastî jî, Serokatî hem bi xwe xwe pênase dikir, hem jî di got, pêwîste hun jî min pênase bikin. Min wan salan de zêde ne dikarî ez pênase bikim. Lê piştî paraznameyên Serokatî bi taybet jî yê “civak nasîya azadiyê” de min pir baş fêm kir. Serokatî, di kêliyê de xwe tehlîl dikir, di lêpirsînare derbas dikir û di kêliyê de derbas bûyîna wê dida çêkirin. Ji bo vê, min kuantim di kesayeta Serokatî de bêtir fêmkir. Serokatî di derheqê Avrupa de her pirs ji min kir. Mirovên ez nasdikim û nas nakim jî ji min pirskirin. Welatparêzêk li kîjan cihê yê, Serokatî dizanî û pirsa wan ji min dikir. Bi rastî jî, ez pir şaş ma bûm. Ruxmê ku me li Avrupa kar dikir, lê me qandî Serokatî mirov nasnekiri bû. Serokatî, pirsa welatparêzêk ji min kir. Min jî got, “ez nasnakim Serokêmin.” Serokatî got; “çawa tû nasnakî ez dizanim ew malbat li wêderê jiyan dikin.”  Ew dem, min hestên pir cuda jiyan kir. Bi rastî jî, Serokatî hemû civak di hundirê xwe de di da jiyan kirin. Civak di kesayeta Serokatî de, bi her awayê dihat jiyan kirin. Serokatî pir bi berfireh û hemû kîtkiteve mirovan nasdikir. Serokatî ji min hevalek pirskir. Ew heval jî li Avrupa dima. Hevalek pirsgîrêkên xwe hebûn, min jî bi her awayî Serokatîre got. Serokatî ji min pirs kir û got; “li gor te, em ji bo wê hevalê çibikin?”  Min jî got; “ez nizanim Serokê min.” Serokatî pir aciz bû. Got; “ez carêkê din, ji we gotina ez nizanim naxwazim bi bihîsim. Nizanim nîne, pêwîste hun her tiştî bizanibin.” Bi rastî jî, ji wê rojê heya niha ji bo ku ez wê pêyvê bi kar neynim hewildanên min pir çêdibin. Serokatî her tim, her kêlî di herike. Di milê fikrî de, fizîkî û di milê hestiyarî de di Serokatî de her kêlî enerjî di herikiya. Bi rastî jî, dema ez li ser kuantum lêhûrbûyîn didim çêkirin, her tim Serokatî di bîramindeye û tê ber çavêmin. Serokatî her timî di herikiya.

 

 

Di malê de Serokatî seatên rojbaşê de, radibû. Şêv jî piranî seat yazdehan de diraziya, car bi car dereng jî diraziya. Serokatî pir neşmî bû. Mînak, di malê de makîneya cil şûştinê hebû, Serokatî car bi car cilê xwe di anî, lê carna jî bi xwe di şûşt. Lê, me ne dizanî ku Serokatî li kur bi çi awayê di şû. Her tiştê xwe bi xwe dikir.

Ez dixwazim bîranînekê xwe bînim ser ziman. Serokatî bi xwe jî di bêje “ez nayêm xapandin û na xapînim jî.” Rojekê min got, ezê ji bo Serokatî xwarin çêbikim. Xwarinek biyanî bû, min çêkir Serokatî pir ecibandî bû. Ji min re got “te çêkiriye?” min jî got; “raste Serokêmin.” Çend roj şunde min dîsa wê xwarinê çêkir. Vê carê baş çênebû bû. Dema heval birin, Serokatî jî, yê xav mayî hemû kom kiri bû cihêkê û dani bû ser sifrê. Dema heval sifrê kom kirin êw jî bi xwere anîn. Di Serokatî de rihê zarokatî pir dihat jiyan kirin. Serokatî di me de ew qalibên ku me ji bo Serokatî jiyan dikir û di mede pêşketi bûn, hemûyan dişkand. Serokatî piranîn di çû odaya xwe, raporên ku hati bûn di xwandin, pir cara jî bi xwere monolog dikir. Dema aciz di bû jî, me dizaniya ku ji hin raporên xwandine aciz bûye. Carna raporên dixwandin di anî ji mere û di got “ bi xwînîn emê piştre nîqaş  bikin û nêrînên we bigrin.” Her wiha di wê demê de, Serokatî di navbera nîvrode, carna nîv seat carna jî çil deqîqe xwe dirêj dikir. Rojekê dîsa di navbera nîvrode Serokatî xwe dirêj kir, lê dem pir sere der bas bû û Serokatî ne ra bû. Me jî pir meraqkir, ez çûm min deriyê odeyê vekir, bi vekirina min re Serokatî ra bû. Min jî got “Serokêmin hun nexweşin?” Serokatî got; “na ez ne nexwaşim, we çima min şiyar nekir, ma seat bûye çend?” Serokatî pir aciz bû, ji bo xwe jî û ji bo me jî aciz bû bû. Me ew dem pir meraq kir, gelo ma Serokatî nexweş bû, an jî ji tiştekî pir aciz bû bû hwd. Em bi vê awayî difikirin. Ez dikarim bêjim ku, ez bi xwe çend meh li gel Serokatî mam, min dît ku Serokatî hemu gerdun û cihana her mirovê dixê nava dilê xwe û jiyan dike, lê her tim jî Serokatî tinê dima. Bêguman, pêwîste mirov vê pir baş şîrove bike. Bi Serokatî re jiyan kirin pir cudaye, bi bandore. Serokatî di got; “ ez niha pencerê vekim hunê bi firin biçin, ji ber ku hun azadiyê bi vî awayî pênase dikin, lê ne wisane. Pir zehmete bi minre jiyan kirin, mane wisaye?” Di aliyekte bi Serokatîre jiyan kirin zehmete, ji ber ku Serokatî, di her kêliyê de di me da lehûrbûyîn dida çêkirin, di me da lêpirsîn di da avakirin, ji bo her mijarê em perwerde dikirin, alimandinên me yê ku nedihêla di me de pêşketin were çêkirin serwan de di çû. Ji bo vê yê kê me zehmetî dikşand. Ji ber ku em fêrî ewqas tiştan ne bû bûn. Serokatî di kesayetên me de kevneşopiyan di helweşandin û yê nû didan avakirin.  Em ferî ewqas tiştan ne bû bûn. Ji me re zehmet dihat, ji ber ku em fêrî rehetî bû bûn, li ser mejî yê me qalibên pir kur hati bûn avakirin, vana derbas kirin ji me re zehmet dihat. Serokatî bi baldarî nezî me dibu. Êlimandinen me yê pir piçûk jî qebûl ne dikir. Serokatî li hember jiyanê pir bi baldarî nêzîkatî di da raber kirin.

Serokatî ji mere di got; “ ez di kesayeta we de, bi giştî jin re mijûl dibim. Hûn ser xwe ve neçin.” Bi rastî jî Serokatî di milê estetik de, fikir de û rihde bi jin re mijûl di bû. Mînak, rojek mêvanên Serokatî ji Tirkiye hati bûn, em çûn gel wan, hevalek jî li cihê xwarinpêş bû, demek şunde ew heval hat ji mêvanan re got; “hûn xêr hatine” lê, mêvana ne bîhist û wê hevalê jî ne xwest ber Serokatî re derbas bibe û biçe merhaba bi de mêvanan. Dema Serokatî dît pir aciz bû û got; “ tu çima bi vê awayî nêz bûyî, pêwîste jin ne wisa be, jin li ser tevgerînên xwe jî bi sekine û xwe bi tevger bike.” Bendewarîyên Serokatî ji bo jin pir çêdibû. Serokatî ji mere di got; “em ewqas li vir we perwerde dikin, hun diçin welat, di şibin zilama. Mîsyonê we ne eve.”

Bihar bu, wê komek heval biçûna welat. Ji bo vê pêwîst dikir ku me dahurandinê Serokatî amadekiriba, wê hevala bi xwere biriba welat. Em çend heval ji bo vî karî hatibûn erkdar kirin, me heya sibê karkir. Ber bi sibê bû, me dît ku carekê de Serokatî kete hundirê odê, destê Serokatî li pişt bu. Em rabûn ser xwe, me got em derdorê xwe paqij bikin. Serokatî ji mere got; “hun pir westiyane û pir westiya xuya dikin.” Me dît ku carekê de Serokatî, qevdek çîçek danî ser masê me û çû. Em hemû jî şaş man, çima Serokatî van çîçekan danî û çû. Serokatî tu carî nêzîkatiyên jin ê kevneşop qebûl ne dikir û her tim li himber feraseta kevneşopî şer dikir. Serokatî pir li himber, ji xwe bê bawer bûna jin û xwe lewaz dîtîna jin tepkî digirt. Di heman demê de, Serokatî ji kesên ku li hember azadiyê şehîtin jiyan dikir jî, pir aciz di bû. Pir cara taybetmendiyên ku em pir sivik dinirxînin, Serokatî baş û erênî di nirxand û hevalên jin yê ku, ew taybetmendî di wande hebûn Serokatî pir kewfxweş di bû. Tekiliyên Serokatî bi jin re pir xwezayî bûn. Mirov di kare bê jê, di Serokatî de taybetmendiyên ji bo civak bûyînê, di herî asta jorde dihat jiyan kirin.

 

 

 

 

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla