Dilar Efrîn

gerilla biranin resmMin bi riya televizyonê Serokatî dîtibû. Dema Serokatî hat mala me min ew dem bi awayek zindî dît. Berî Serokatî were, digotin wê APO were. Sala 1996 bû. Bi rastî jî ew roj di zarokatiya min de, roja herî xweş û bi wate bû. Berî Serokatî were bi heftiyek dayîka min amadekarî dikir. Di nav zarokên malbatê de ya herî mezin ezbûm. Dayîk û bavê min digot, “ger Serokatî were pêwîste em diyariya herî bi nirx bidinê.” Ez diyarî rêxistinê kiribûm. Dema gotin me te diyarî Serokatî kiriye, ew dem temenê min pir biçûk bû, min zêde tiştek fêm nedikir. Lê wek her zarokeke hatî diyarîkirin ez jî kêfxweş bûm. Wexta Serokatî hatî mala me ez pir şabûm. Çawa min Serokatî dît min xwe avêt hemêza wî. Malbata min demekê pir dirêj bû Serokatî nas dikir. Bavê min bi xwe jî çend cara çûbû qada Lûbnanê ji bo dîtina Serokatî. Berî ku em bêjin bavo me digot APO. Niha jî zarokên Kurdan piraniya wan wisa tên mezinkirin. Sala 1992’an li qada Lûbnanê şahiyek pir mezin çêdibe, bavê min jî tevlî wê şahiyê dibe. Ew dem tehlîlatê Serokatî li ser bavê min çêdibe. Bavê min her qala diyalogên ku di navbera wî û Serokatî de derbas bûyî dikir. Serokatî bûbû parçeyek ji jiyana me. Pir tişt hene wek xwenek têne bîra min. Lê belê tişta ku min ti carî ji bîr nekirî, tehlîlatên Serokatî yê li ser jin, malbat û kesayet bû.

Salê ku ez li akademiyê bûm, ez pir dem dirêj bi Serokatî re nemam. Tenê di demên civîn û şahiyan de me Serokatî didît. Taybetmendiyên pir dewlemend di Serokatî de hebûn. Dema mirov cara yekemîn Serokatî dibîne, mirov dibêje qey kes nikare xwe nêzî Serokatî bike. Lê dema ku mirov Serokatî nas dike ew dem mirov dizane ku bi rastî jî Serokatî mirovek pir cûda ye. Xwezabûyîna Serokatî û ji dilbûna wî, dihêla ku mirov li gel wî pir rehet be. Bi Serokatî re mayîn, hestên pir cûda bi mirov dide jiyankirin.

Bi rastî jî ew dem temenê min pir piçûk bû. Bi aqilê zarokekî tevdigeriyam. Lê Serokatî em di her milî de perwerde dikir. Di despêkê de di warê jiyanî de em perwerde dikirin. Em amadeyî jiyanek azad wê çawa were jiyankirin dikir. Biçûk mezin ferq nedikir, Serokatî bi herkesî re dikarî rehet têkîlî ava bike û bide û bistîne. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû.

Rojek me komek hevalên zarok bi Serokatî re xwarin dixwar. Ez li meyzekirina Serokatî têr nedibûm. Ji ber wê her bala min li ser Serokatî bû. Min çavê xwe qet ji ser Serokatî nedibir, ji ber wê ne di ferqê de bûm ku min xwarin ser xwe de rijandiye. Serokatî li min nerî û bi ken got; “Bes li min meyze bike, xwarina xwe buxwe.” Min jî got; “Serokê min ez dixwazim her tim li we meyze bikim û li gel we bim.” Serokatî jî got; “De başe, lê tu niha xwarina xwe buxwe, te hemû ser xwe de rijand.” Ji zarokên li kêleka min re jî got; “ hun jî wek hevala xwe ser xwe de nerjînin.” Serokatî her tim zarokatiya xwe ji me re mînak dida, şêwazê xwe, nakokiyên jiyan dikir hwd… Serokatî ji me re digot; “dema ez zarokatiya kesekî meyze dikim, ez dizanim wê ew dem pêş mirovek bi çi aweyî jê derbikeve.” Perwerde ya Serokatî dida me piranî li ser îxanet nekirina li xeyalên xwe yê zarokatî bû. Serokatî wê demê jî li ser zimanê zikmakî pir disekinî. Pergala ku Serokatî di Başûrê rojavayê Kurdistan de dayî avakirin, pir dewlemend bû. Wê demê perwerdeya zimanê Kurdî didan zarokan. Dîsa li ser çand û huner jî perwerde hebû. Taybetmendiyên Serokatî pir xwezayî bûn. Li gel Serokatî mirov ne diket qaliba. Min li gel Serokatî, tu carî xwe xerîb hîs nekir. Serokatî ji bo zaroka terbiye bike, pir ked dida raber kirin. Mînak rojek çend heval diçin nav rezên tirî, tiriyê çênebûyî jê dikin. Serokatî jî wan dibîne û xwe pir bi wan re aciz dike û di perwerdê de tehlîl û nîqaşan dide çêkirin. Wê demê got; “ ji îro pêde fêkiyên çênebûyî pêwîste hun jê nekin.” Bi rastî jî Serokatî li ser her tiştê me disekinî. Uslûp û xîtabetê me, têkiliyên me bi hevdû re, xebatên me yên takekesî hwd… Dema Serokatî bi xwe ne amade bûya jî, lê pergalek wisa dabû avakirin ku bi awayek pir bi rêxistinî dimeşiya. Hevalên berpirsiyarên me hebûn, li ser esasê perspektîfê Serokatî diyar kiribûn em perwerde dikirin.

Serokatî her tim karê malê dida me, dîsa ji bo em xwe baş perwerde bikin di nava zarokan de pêşbirk çêdikir. Ev pêşbirk piraniya wa li ser fikir û mejiyên xwe dayîna şixulandin bû. Di heman demê de, li ser werzîş jî pêşbirk dida çêkirin. Di nava me de hevalek hebû navê wê Nêrgiz bû, ev heval Şehîd ketiye. Di werzîşê de (Spor) ji bo ku ez bi serketim di navbera min û heval Nêrgiz de acizbûn rû da. Ez jî giriyam û min got “ezê ji Serokatî re bêjim.” Heval Nêrgiz jî çû xwe di nava kevokan de veşart. Ez jî çûm cem Serokatî da ku jêra bêjim. Min got “Serokê min ji bo ku ez di werzîşê de bi serketim û ketim pêşiya heval Nêrgiz, di navbera me da acizbûn rû da. Serokatî pir aciz bû û got; “çima tiştek wisa kiriye? Ma hûn ne hevalê hevdûne, em ji bo ku hun ji hevdû aciz bibin û bi xeyîdin pêşbirkan li dar naxin... ka Gazî bikinê bila were vir. Pêwîste hun bizanin ku ev pêşbirkên hun dikin ji bo mejiyên we fireh bibe, ji bo hun zanist bibin, ji bo ku hun bibin mirovên zanist û bi aqil. Werzîş jî ji bo ku bedena we û mejiyê we bi hevre bixebite, di we de di her milê de pêşketin were ava kirin û bandorê xwe li ser jiyana we bike ez didim çêkirin…” Perwerdeyên Serokatî pir bingehîn û rast bû. Zimanê Serokatî zimanek sade bû, her kesekî ji zimanê Serokatî fêm dikir. Carna jî li ser me tehlîlat dida çêkirin. Timî ji min re digot; “tu zekî, lê ne bi aqilî, wê ev çawa bibe?” Serokatî ji me re her timî behsa çiya dikir, hevalên gerîla yên temenê wan biçûk û şehîd ketine, behsa wan dikir. Ji me re digot; “ez jî pir dixwazim biçim çiya, li gel hevalan.” Min wê demê navê Metîna û kaniya bi navê ‘Kanî Reşê’ cara yekem ji Serokatî bihîstibû. Serokatî digot; “Ez pir dixwazim bi çim Metîna û tasek ji ava Kanî Reşê vexum.” Serokatî her timî bêrîkirinê xwe ji bo çiya tanî ser ziman. Me pir cara delaliyê xwe li Serokatî dikir. Min bi xwe pir tiştan mereq dikir.

Serokatî xwedî hestên pir mezin bû. Min pir cara dît ku Serokatî aciz dibû. Kenê Serokatî pir xweş bû. Serokatî her timî strana Mihemed Şêxo ya bi navê ‘Ay lê Gulê’ digot. Sibeha Feyroz pir guhdar dikir, ji dengê wê hezdikir.

 

Kategori: Biranînên Gerîla