Tirkî  |  Erebî

 Çinar Amudê

Beriya ku ez tevgerê nas bikim jî dostaniyek hebû. Lê, min bi xwe dawiya sala 1989 û despêka sala 1990’de biryara tevlî bûnê da. Sala 1989’an di meha yazdehan de çûm Akademiya Mahsum Korkmaz. Çend rojên despêkê me Serokatî ne dît, lê me pir xiroşî jiyan dikir. Em komek heval bûn, di navme de welatparêzek ji Bakur hati û dayiyek ji Qamîşlo hati jî hebu. Piştî tebatek pir mezin Serokatî hat. Êdî bû bû şev. Serokatî çawa hat, dest bi civînê kir.  Ji bo vê jî got, “bila guruba nû hatî were.” Dema ez ketim hundir û bi dîtina Serokatîre lêdana dilêmin ne hêla ez denge Serokatî bi bîhîzîm. Ne tenê ez wusa bûm, mêvanên ku hatin bu jî heyecanek girti bu. Min di got, “ma qey rast ev Serokatiyê an ji ez li wêneyek temaşe dikim.” Serokatî bi pirs û nêrînen xwe heyêcana me kêm kir. Serokatî pirsa navê me çiyê, em ji ku derêne, kêngê tevlî bûne, rewşa malbatê bi çi rengiyê hwd. Pirsên bi vî rengî ji me dikir. Ew roj bi vî rengî derbas bû. Em roja din tevlî perwerdê bûn.

 

Serokatî car carna dihat tevlî perwerdeyên me di bû. Pir caran jî diyalok çêdikirin. Cara yêkemîn dema Serokatî hat me morel amadekiri bû. Ez bi xwe jî di morelê de bûm. Emê cara yekemîn derbiketina pêşiya Serokatî. Min û hevalekî xort meyê bi hevra sitran bi gota. Dema em derketin ser dikê da ku em sitranan bejîn hevalê xort ê ku bi min ra sitranan bêjê ket heyecanê û ne ma karî sitran bejê. Ez li ser dikê mam bi tenê; min bi tena xwe sitran got heyanî xelas bu. Piştî moralê Serokatî civîn çêkir. Di civînê de pir di ser hevalan de çû, dema dor hate min Serokatî got; “na na tu niha başî.”

Pir cara me bi Serokatîre voleybol dileyst. Dema hevalên jin voleybol dileyst Serokatî xwe pir aciz dikir. Di got; “rehet bin, bi çavekê lewaz li xwe meyzenekin.” Serokatî bi mere 8’ê Adarê pîroz kir. Diyariyan ji bome anî bû, ji bo morelek jî amadekari hati bû kirin. Piştre jî em hatin erkdar kirin û her yek me çu qadek cuda. Dûzenlemê hevalên jin Serokatî çêkiri bû. Lê ya min û  ya hevalek din hîna zelal ne bû bû. Piştre jî, em çûn mala Serokatî. Dema em çûn jî, cara yekemin min asansor û xaniyên bi qat dîti bû. Em ketin asansorê de û çun qata dehan. Serokatî jî ber bi êvarê hate malê, dema me deri ji Serokatire vekir, gotina Serokatî ya yêkem; “me ji bo ku hun xwarinê çekin we ne anîye vir, vê pir baş bizanin.” Ew dem Serokatî gotinek got, birastî jî heya niha jî em ne bûne leyîqe wê gotinê. Serokatî got; “ez li vir pêşengtiya perwerde dikim û avadikim, vê pir baş bizanin. Hunê li vir perwerde bibinin.” Bi vê awa yî me bi Serokatire 24 seat di xaniyekî de jiyan kir. Bi rastî jî, me tu tiştek ne dizanî. Lê Serokatî, ji xwarin çêkirin û heya her tiştê jiyanê fêrime di kir û em perwerde dikirin. Birastî jî perwerdeyek pir giran bû, lê ewqas binirx bû.

Serokatî di hundirê disiplinek pir mezinde jiyan dikir. Kîjan seatê çi bikê pir diyar bû. Bi rastî jî min bi xwe jî pir di xwest ez bi vê awayê jiyan bikim, lê min ne kari bû. Xurfa me û ya Serokatî di yêk qatê de bû. Dema Serokatî deriyê xwe vedikir, em pê di hesiyan. Dîsa rojek Serokatî ji xew rabu, ez jî ew dem şiyar bûm. Min jî ji xwere got beriya Serokatî were ez biçim cihê Serokatî rakim, ez bawerim Serokatî bi min di hese û ji min re got; “bisekine heval, cihê min kom neke, hêj niv seatêmin maye.” Serokati pir bi nîzam û bi disiplîn bû. Carakê Serokatî bi keyfxweşiyek hat ji mere got; “rabin xwe amede bikin wê mevanên me werin.” Em du kes bûn, her tiştê me amade bûn. Derî lê da, Serokatî nehişt em biçin derî vekin, ew bi xwe çû derî vekir. Mevanê me jî jinek Almanî bû, çobu li Kurdistanê geriya bû û piştre jî di xwest Serokatî bibîne. Bejna wê kin bû, ji bo ku Serokatî macî bike rabu ser tiliyên xwe û Serokatî hemêzkir. Dîsa bi Almanî kete nav me, me tu tiştek jê fêm nekir. Ew dem ez jî û hevala bi min re jî em pir giraniya tiştade nîn bûn. Birastî jî ew dem kenême pir dihat, lê me ne dikariya em bikenin. Wê jina Alman bi xwere tercûmanek jî anî bû. Dema ew ketin xurfê ez û ew heval em çûn xurfa xwe û em dikenin û dikenin. Ji ber ku di wê kêliyê de, dîmenên pir bi ken derketin holê. Me got, wê Serokatî ji bo keneme xwe aciz bike. Lê xwe aciz nekir.

Perwerdeya Serokatî ya herê sereke xwandin û lêkolin kirin bû. Ji bo ve despekê me bir ber pirtukxanê. Serokatî pirs ji wê hevala bi minre kir û got; “ ka mêyze bike, dîroka Bolşevîkan heye?” Ew heval jî ket heycanê de, bê ku binêre got “heye Serokêmin.” Le geriya meyzekir ku tuneye. Wê demê Serokatî dîsa got; "ew dem pirtûka Engels ya binavê; malbat, mûlkiyeta taybet û dewlet peyda bike.” Serokatî got; “vê pirtûkê bi xwîne, ez bi riya vê pirtûkê bume Komînist.” Pirtukek li ser jiyana Lenîn jî da hevala kelekamin û got; “bi xwîne.” Ew dem her çiqas me xwe plansazî kiribe jî, lê me zêde fêmnedikir. Serokatî jî her tim dihat gel me li ser pirtukan bi mere niqaş dikir. Hevala bi min re bejna wê direj di bû û nav milên wê jî qews di bûn. Ji bo vê Serokatî jê ra got; “çima nav milê te xahre?” Ew heval jî got; “Serokêmin ji xwe xahre.” Serokatî kulmek li nav milên wê da û got; “ev ne ji fizika te wisaye, ev ji koletiya tê, koletiya zêde wisa li tê kiriye.” Bi rastî jî dema Serokatî wisa got, ew heval jî li ser sekinî û demek şunde nav milê  wê  hevalê rast bû. Serokatî di her qadê jiyanê de em perwerde dikirin.

Dîsa Serokatî dengbê jî, bi taybet jî klasîkên Kurdî pir hesdikir. Em her sibê bi strana ez kevokim re şiyar dibûn. Serokatî li hember çanda gelên di jî ewqas bi hişyar bû û ji me jî pirs dikir. Carekê li ser televîzyonê jinekê Misrî derket strana di got. Serokatî ji me pirs kir  “ev kiye?” Bi rastî jî me nasnekir. Min û hevala li kêleka xwe jî me, hin nav gotin, lê Serokatî got; “hun nizanin, ev Fatim Hemame ye.” Sêrokatî pir cuda bû, dîsa  navên pir kesên dengêwan xweş û hunermendin got û ji bo wan jî got denge vana  pir xweşin.

Mirov bi giştî jiyana Serokatî binirxine bi çend gotin têrî nake. Xwe wusa disiplîne dike ku heya niha tu kesî de ev disiplîn ne hatiye dîtin. Serokatî di xwede rêxistin bûyînek wusa daye avakirin ku, tu hêz nikare Serokatî.  Serokatî de cuda bûyînek pir cuda di hat jiyan kirin. Me pir xwe zorlame kir lê birastî jî, me ne karî em xwe bi gihijînîn asta ku Serokatî di xwest. Dema mirov bi Serokatî re jiyan dike bi rastî jî mirov nikare ew dema şîrove bike û dem li gel Serokatî pir cuda û bi tijî wate derbas di bû. Jiyan bi Serokatî re pir watedare û bi nirxe. Hêzek pir mezin di de mirovan, mirov nikare pîrozbûyîna wê şîrove bike. Asta Serokatî dixwast em ne gihiştinê. Ev jî ji bo me şermek pir mezîne û rexne dayînek pir girink ji me tê xwestin.  

 

 

 

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla