Tirkî  |  Erebî

 ji pênusa Gerîla

gerilakadin resimEw du meh bûn yêkîneya me li ser simtên Kurê Jaro xwe bi cih kiribû. Ev der ji bo parastina qadê

li hember êrişên derve cihek pir girînge. Ji bo payedariya şevê jî sengera ku hatiye diyarkirin li ser Dêrelok’ê û li ser girê Şoreş serwer bû. Her wiha ji bo pevçûnên ku bi dem dirêjî berdewam dikin, cihek pir bilind û stratejîk bû...

Li ser girê Kurê Jaro, tava heyê ji milê Rojava ve bi tirs û dizî hêdî hêdî derdiket û her ku diçû berve jorve bilintir dibû. Te digo qey ji xwe raziye, li pişta me bi kenek hevrîşîmî li me meyze dikir. Li cihek pir bilind du kevirên dirêj hebûn, di demek pir kin de, heyv ket navbera herdû keviran de û bê tevger ma. Wek rêwiyekê/î ku biryar ne dabe ka wê di kîjan milî de biçe, bi xof û bê deng di derdora tepe re diçû. Gava ku ez li ser rêwîtiya heyvê diponijîm, heyv bi lez û bez ber bi Rojhilat ve çû.

“ her derê me ji ber seqema zêde tevizî ye.” Heval Canda jî bi dengek hêdî got; “ xweziya betaniyek me hebûya.” Min jî got; “ başe nîne.” Ji ber ku hebûya me yê di bin betaniyê de rehavet jiyan kiriba. Ji bo ku ez hêz bidimê min wisa got, lê ji bo ku dengê diranê min yê ku ji serma li hevdû dikevin nebihîse min berê xwe zivirandibû. Ev zivistana heval Canda ya yekemîn bû li qadê çiya. Bi rastî jî zivistanek wisa bû ku me digot qey dawiya wê nayê. Bi ruxmê ku me ew rojên bi bager û bablîsok ji zûve derbaz kiribû.

Despêka meha Gulanê bû. Li derdor dol û deştên Zapê mizgîniya baharê xwe li her derê belav dikir. Lê li cihên bilind sermaya zivistanê ji xwe re digeriya. Cihên ku berf lê heliya bû bi roj tav lê dida, bi şev jî diqerisiya û hişk dibû.

Heval Canda lingên xwe yên cemidî li erdê dixist, li erdê dengê pir cuda jê dihat. Heval Canda keçek Turkmen bû, ew li cihên germ mezin bûbû. Me herdûya jî pir baş dizanibû ku di wê sermayê de tu tişt nikare lingê me germ bike. Ji xwe lingên me jî şil bûbûn. Dema em diçûn û dihatin, milê me li hevdû diket. Kefiyek avêtibû ser milê xwe û ji serma xwe dikşand hevdû. Lê, ruxê her tiştî ew dizanibû ji bo çi ewqas zehmetiyan dikşîne.

Demek şunde, di mesafeya 300 û 70 metre li binya me ronahiyek xuya kir. Ji bo heval Canda jî lê meyze bike min işaret kir. Me herdûya jî zêde wate nedayê. Ew dem jî despêka operasyonên sala 1997 bû. Hemû hêz ketibûn rewşa întîşarê. Ev çi ronahî bû? Kî ewqas wêreke ku di vê seatê de heya vir were?... Di vê şevê de jî komek hevalê me çûbûn çalakiyê. Ewê li hember meqerê KDP’ê yê ku li beramberî gundê Dêrelokê bi cih bûne çalakî li darxistana. Heya niha tu deng ji wan ne hatibû. Pir tişt di serê me de derbas dibû û ji bo vê jî em ne rehet bûn. Di şevek wisa de yê ku ronahî pêxistiye yan dîne, yan jî sîxure.

Me çavên xwe digirt û vedikir...

Heval Canda got; “ em herdû jî vê dibînin, ev ne xapandina çava ye. Dema wisa got min jî heq dayê. Me çekê xwe ji milê xwe danî û xist destê xwe de, êdî em li hember pevçûnek ku ji nişkêve were jiyan kirin di rewşek amade de di sengerê xwe bicih bûn. Min got pêwîste em agahî bidin hevalan. Ji ber ku min ne dixwest heval Canda bi tenê di sengerê de bimîne, min jê re got;

“ tu biçe, ger ku ew gule biteqînin ezê bibihîzim û bersiva wan bidim. Divê tu zû agahî bidî hevala ji bo ku li hember her êrîşê amade bin.” Piştî ku min pir îsrar kir, heval Canda ber ve hevala ve çû. Wê ne dixwest min tenê bihêle ji ber ku guhê min pir giranbû. Dibe ku guhê min giranbin, lê ez Gerîlayek xwedî ezmûn û tecrûbe me.

Heval Canda her çiqas li ser tiliyên xwe dimeşiya, lê dîsa jî dengên pir cûda derdiketin. Ji ber wê jî min hemû enerjiya xwe dabû çavên xwe û min livandinek pir biçûk be jî dişopand. Ev ronahiya ku bû bela serê me, yêk du metre li milê çepê ve şemitî. Ruxmê ku min çavên xwe qet li ser wê ranekir, lê nizanim ew ronahî bi çi xizê cihê xwe guhert. Piştre ji nişkêve ew ronahî di cihê xwe de bi kêliyekêre tefiya û çû milê rastê. Ew ronahî bi qasî ronahiya heste jî (çakmak) nîn bû, ne ya fenerê jî bû. Di serê min de ewqas tişt derbas dibûn, lê min yek jî rast ne didît. Dibe ku neyar dixwaze me bixapîne? Dibe ku sengerên ku girtine berdin û bi dizî bikevin nav me.

Heval Canda nêzî sed metre dûrê min ketibû, ji dûr ve reşayîyek dibîne û xwe dixe pişt gûniya. Reşayî her diçe nêz dibe û ji xwe re dibêje; “teqez ev hirçe û ez dîtime, ji ber wê berve min ve tê.” Ji tirsa hemû bedenê wê direcifî. Di şevek wisa de nikare qîr jî bike û nikare çeka xwe jî bişixulîne. Dizanibû ger ku bireve wê hirç wê di du gavan de bigre. Dîsa ji bo hirç ewqas çîrok bihîstiye ku dizanî çiqas hirç bê xîret xûya dike jî, lê di heman demê de pir lez jî dibeze. Ev çi tesadûfe, di van rojan de behsa hirçekî/ê dikirin û digotin hirçê hevalek revandiye. Heval Canda çiqas difikiriya ewqas ditirsiya û lêdana dilê wê lez dibû.

Xeyalên ku ji xwe re çêdikirin jî pir sosret bûn. Êdî hirç her dû destên xwe li kêleka xwe dihejand û dihat. Biştî vê razana zivistanê ya dem dirêj, goştê mirovekî xwarin wê pir cûda be. Dema heval Canda bi van tişta difikirî tirsa wê zêdetir dibû. Di navbera wê û hirç de du sê metre dimîne, heval Canda nikare lê meyze bike û serê xwe ditewîne. Hêvî dikir ku ewê hirç wê nebîne û derbas bibe...

“tu kî, li vir çidikî?”

Ev qas jî nabe, ev hirç diaxive jî? Heval Canda li ser ewqas xeyal çêkiribû ku, ferq nekiribû ku ew tarîtiya ku ber wê ve dihat ne hirç bû heval Metîn bû. Ji bo ku vana fêm bike demek sere derbas dibe. Biştre jî rewşa heval Metîn meyze dike û ji acizbûnan pê dikene. Heval Metîn gergerokê (subay) şevê bû. Betaniya ku heval Metîn avêtibû ser milê xwe û çeka wî ya dirêj hiştibû ku heval Metîn bi rastî jî wek hirça xuya bike.

Heval Metîn gotinên heval Canda bi mereqek mezin guhdar dike û bi hevdû re berve cihê hişedariyê (nöbet) ve diçin. Dema hatin gel min jî, min bi dengek pir nizim yan jî bi zimanê me yê gerîla bi tîpên biçûk jêre rewşa heyî ragihand.

“heval Metîn bi dengek bilind ji me pirs dike û dibêje; we kîjan demê dît, deng jî pêre hebû?”

“heval Canda ruxmê ku ewqas heval Metîn hişyar dike jî, lê heval Metîn dîsa bi dengê bilind pirs dike. Heval Metîn jî wek min pirsgirêkê wî yê guh hebû. Lê ez wek wî nînbûm, min wek wî bi dengek bilind qise ne dikir. Min dikarî ez dengê xwe bixim bin kontrolê.

“heval tu dibê qey tu vê rewşê cidî nagrî?...”

Heval Metîn destê xwe da ber eniya xwe û dest bi ken kir. Ew ronahî jî wek ku ji dengê heval Metîn tirsiya xwe dîsa da aliyekê.

Min û heval Canda jî me ne dizanî emê çibikin, bi rastî jî em matmayî mabûn. Xwînsarî başe lê di nava şer de nêzikatiyên henekî zêde nayê pejirandin. Me çiqas jê re got lê, ji mere wisa xuya dikir ku me fêm nake.

“ heval!!! wisa xûya dike ku îşev serê we bi heyvê û hirçêre ketiye belayê.” Bê ku gotinên xwe xilas bike dîsa dest bi kenê kir.

“êdî bese heval Metîn, ma tu henekê xwe bi me dikî?”

Heval Canda pir aciz bûbû. Ji ber ku pir aciz bûbû, ewlekarî jî danî aliyekî. Ji bo ku ez wê rehet bikim min milê wê girt. Di wê kêliyê de heval Metîn axivî;

“biborînin heval, lê kîjan heval jî cihê min deba wê ewqas bikeniya. Bûyerek bi vî awayî li Çiravê jî hat serê me. Ger ku we bi çavê roj lê meyze kiriba we yê bidîta ku di nava keviran de çalik hene di nav wan de jî ava berfê kom dibe. Niha jî qerisiye. ” Bi nêzîkatiyek ilimdar li min û heval Canda mêyze dikir. Dixwest meraqa me zêdetir bike.

“ niha ev tava heyvê jî li wê cemedê dide û wê wek eynê diberiqîne.” Bi keyfxweşiyek mezin gotinên xwe berdewam kir û got; “we îşev ne heyv û ne jî hirç xist xefkê!”

Em her dû jî bêdeng bûn me li wî guhdar dikir. Bi taybet jî heval Canda pir aciz bû. Me ne dixwest em gotinên heval Metîn bawer bikin. Lê birastî jî bûyer pir bikene...

“ bê ku ez bifikrim min jê pirs kir û got; çima ew ronahî tevrger dike?” min got dibe ku heval Metîn nikaribe bersiva wê bide.

Heval Metîn got; “ o hoo! Niha ez vê jî ji were bêjim hun xwendevanin, ez bi xwe di çiya de fêrî xwandinê bûm… na na aciz nebin ezê ji were bêjim. Ew ronahî tevger dike ji ber ku heyv di nava tevgerê de ye.”

Bi bê dengî me ronahî şopand. Mirov digot qey dilerize. Wisa bû ku mirov digot qey ji me re dibêje; “ we dît min çawa we xapand...”

 

Kategori: Biranînên Gerîla