Tirkî  |  Erebî

Berfîn Nurhak

Em di akademiya Ş.Zîlan’de bûn, me li ser paraznameyên Serokatî perwerde didît. Lêhûrbuyînên me li ser esasêxwe di paradigmayê de kûrkirin û şêwazê Serokatî naskirin bû. Berî ku ez derbasî pêvajoya akademiyê bibim ez dixwazim di serî de çend mijaran binirxînim. Niha ji bo mirovahiyê civaka neolotîk kok hucreye. Peyvên azadî, wekhevî, exlaq her wiha mirov dikare vana zêdetir jî bike. Hemû cavkaniya xwe ji civaka neolotîk digre. Dîsa ji bo azadiya jin jî û pîvanên azadiyê jî Serokatî pir zelal dinirxîne. Di milê azadî, şêwaz û milîtantî de, lêhûbûnên ku Serokatî dane çêkirin rastiyek bi kok ve girêdayîye. Her tim serkeftin esas girtin, tekoşîna xwe xurt kirin rastiyek pir girînge. Mirov çiqas di nav rêxistinê de xwedî ezmûn û zanistî be ew dem zêdetir dikeve giranbûyîn û fêmkirina  perwerdeya le cem Serokatî. Dîsa mirov pir dikeve zanistiya ew demên jiyan kirina bi Serokatî re. Her wiha mirov pir pêwîstî dibîne ku şîrove bike. Dibe ku pênc sal yan jî deh sal li ser derbas bûbe lê, ya girîng rast şîrove kirine. Mirov çigas bi zanist dibe hêza şîrove kirinê jî ewqas xurt dibe. Ji ber wê li ser şêwazê Serokatî  lêhûr buyîn dayîna çêkirin, tê wateya xwe gihaştina kok hucreyê ye.

 

Dema me li akademiyê li Ser şêwaz perwerde didît, lêhûr buyînên me jî li ser van esasan bû. Mirov dikare bêje çoyîna qada akademiyê wek şansek û avantajekî binirxîne. Wek jinek jî ji bo min şansek pir mezin bû. Di qada akademiyê de paraznameyên Serokatî nirxandin û lêhûrbûyîn dayîna çêkirin pir baş bû. Ji ber ku bi xwe re hêza rast şîrovekirinê  jî da avakirin.

Ez dixwazim di vir de li ser şêwazê Serokatî binirxînim...

Ez nêzî salekê li qada akademiyê mam. Li wir jiyanek pir cûda hebû, her wiha li wir şêwazê tekoşînê jî cûda bû. Ji ber ku cihê ku Serokatî  lêbe, şêwazê tekoşînê hem pir balkêşe, hem jî pir xurte. Dema me li qada Serokatî tekoşîn dida meşandin, em bi pir pirsgirêkan re rû bi rû diman. Ev pirsgirêk, pirsgirêkên rêxistinî, kesayetî û her wiha yên civakî bûn. Dema em li hember van pirsgirêkan rû bi rû dihatin, pir caran di sekna me de xwe dayîna koşeyekê û ji pirsgirêkan re hêz neanîn çêdibû. Lê, di şêwazê Serokatî de, hêza pirsgirêka derbaskirin di asta herî jor de bû. Dîsa serokatî ti carî ne dihişt ku pirsgirêk hevalan bifetisîne. di Şêwazê Serokatî de, pirsgirêk wek binkeftin dest girtin zêdetir, wek hemleyek azadiyê nirxandin hebû.

Di peyvnameya min ya dema darbasbûyîna welat de, Serokatî ji min re got; “ meyzeke heval, me te naskir, pêwîste ku tu baş li xwe û li keda xwe xwedî derkevî. Her tim xwe bi serkeftinê re bixe yek...”

 ji bo xwe, ez dikarim bêjim ew kêliya ku min ev bîranîn  jiyan kirî pir cûda bû. Jiyana Serokatî pir bi plansazî bû, xwe ji bo armanca xwe rêxistin kirin, her tim xwe di serkeftinê de miftekirin bû. Dibe ku bîranînek bû, lê rastiya mirovan derdixist holê. Ji bo min ev bîranîn pir girînge û ez her tim ji bo xwe esas digrim.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla