Tirkî  |  Erebî

Ji Rojnivîsa Şehîd Çîçek

sehitcicekDi saetên sibehê zû de operasyonek berfireh li Gabarê destpê kir. Kobra jî ketin nava

tevgerê.

 

Belê, vê sibe hevalên me agahî dan gotin dijmin derketiye girê Şehîd Rizgar. Heya me tiştên xwe kom kir, kobra hat. Leşkerên neyar ne ji bikaranîna teknîkê be, nikarin gavekî di van çiyayan de pêş de werin. Ne wêrektî û ne jî rihê wan, têre nake derkevin li himberî şervanên Kurdan.

Belê hevalên hêja, wekî her demî dijmin top û firokên xwe rabû ser çiyayê azad. Agir bi daristan û eraziyê Gabarê xistin. Bi hemû wehşeta xwe cardin bi ser Gabara rengîn de hatin. Niha jî, ji TRT û Zivinga Hecî Elî topên obîs bê navber tê Gabarê. Gabar dibin gulebarana dijmin deye.

Em ji zû de keşfa neyar dikin ku em êvarê li ser wana çalakî bikin.

Lê, vê carê dijmin bi rêbazên din hat. Hîn me baş fêm nekiriye ku berfirehiya operasyonê çiqas e. Lê, neyar matora dara anîne û dara dibirin. Ev tê wateya ku wê demekî dirêj bimînin. Lê, ger em çalakiyekî baş li ser wan bikin, wê şunde bizivirin. Ger çalakî li ser wana çênebe, wê li gorî dilê xwe operasyonan bikin. Kobra nasekine. Ez, hevala Axîn û hevala Tekoşîn em ê herin keşfê. Em li aliyekî, hevalên din jî wê di aliyê din de herin li ser neyar. Neyar a niha çeperên xwe çêdikin û amedekariyên xwe yên êvarê dikin.

Hevalê Adil agahiyekî şand dibêje; ‘‘bila heval werin noqteya hevalê Cemal, em ê li wê derê çalakî bikin.’’ Yê agahî anî hevalê Çekdar e. Hevalê Çekdar dibêje; ‘‘bila taxima hevalê Çiya çekên xwe yên giran bînin. Heya ku heval ji çalakiyê dizivirin, bila hevalên din yên taxima hevalê Çiya li biryargehê bimînin.’’

Lê, ji ber sedemê erazî baş nas nake, ev demeke dirêje li noqteya hevalan digere. Lê, bûye dereng. Hevalê Çekdar pir westiyayî bû. Ew û hevalê Azad zivirîn cem hevalan. Ez çûm min bang li taxima hevalê Çiya kir û hevalên taximê jî bi awayekî lez û bez xwe amede kirin. Taxim ketin rê ku xwe bigihînin hevalan û tevlî çalakiyê bibin.

Belê seatên çûna çalakiyê nêzîk dibin. Ciwanên hêja û şervanên Kurd xwe bi keyfxweşiyekî mezin amede dikin û li benda ku roj biçe ava mane. Wê tarîtî bikeve û bi vî rengî jî kîn û nefreta xwe ji neyar rakin. Plansaziya çalakiyê qolekî wê êrîş bikin, du qol jî wê parastina wan bike. Wê çalakî di saetên dereng yên şevê de destpê bike. Plana me hîn ne diyar e ku wê encamê çalakiyê çibe?

Lê, ji ber sedemê dengê top û hewanan pir ketiye nava hev, em nikarin denga ji hevdu derxin. Guleyên tên jî nediyare wê li kuderê bikeve.

Belê hevalno, heval ketin rê ku herin cihê xwe yê çalakî li darxistinê bigirin. Lê belê, berê ku heval cihê xwe bigirin, dijmin hevalan ferq dike. Dijmin destpêkê gruba parastinê ferq dike û li hevalan dide. Em hêjmareke heval jî tevlî çalakiyê nebûne. Lê, destê min û yê hemû hevalan li ser dilê me ye. Dema mirov di nava şer de be rihet e, lê wexta ku ne di nav debe jî, destê me li ser dilê me dimîne. Em rewşa hevalan gelek mereq dikin.

Belê, em dizanin çalakî zû destpê kir. Lê, me fêm nekir dijmin destpê kir, yan jî hevalan? Gruba hevalê Mahsum wexta diçe cihê xwe bigire, bi baldarî naçin. Dijmin wana ferq dike û li hevalan dide. Hevalê Mahsum jî bêyî ku li qordînê guhdar bike, li dijmin dide. Bi vî rengî çalakî destpê dike.

Ev jî tê wê wateyê ku çalakî bi însîyatîfa me destpê kir û ev ê jî rê li ber encamên neyênî vebike. Xetayekî gelek rişt û mezin di çalakiyê de derket. Hevalê Mahsum jî ferman dide hevalan û dibêje; ‘‘hun çalakiyê berdewam bikin.’’ Hîn hemû hevalan cihê xwe negirtibûn, çalakî vedigere pevçûnê. Dijmin hemû hêza xwe ya teknîkê bikar anî ku qolên êrîşê negihin çeperên xwe.

Belê, ez bawer dikim tu pênûs û sernivîs naxwazin xeberê nexweş û mirina binivîsin. Lê belê, ev jî rastiyên şer in, dema ku şer hebe û tekoşîna çekdarî bimeşe, wê şehîd û birîndar jî hebin.

Belê, piştî vê rewşê û şûnde encamê çalakiyê bi xwe re şahadet anî. Ji gruba parastinê yê ku hevalê Mahsum fermandar bû, hevalê Rizgar û hevalê Şiyar şehîd ketin. Hevalê Mahsum, Serhildan û Kawa jî birîndar bûn. Ji wê grubê tenê hevala Ulkem bi saxî filitî. Du heval şehîd ketin û sê heval jî birîndar bûn.

Şer ti carî kêmasî û xetayan efû nake, napejirîne. Ev zagonekî şer e û wê ti carî jî neyê guhertin. Ev qural û qayîdeyên serkeftina hemû şeran in. Lê belê, em şervanên azadiyê ku gelek caran cihê xwe di nava şer de digirin, ji bo serkeftinê ziravtiyan li ber çav nagirin. Li gorî xwe tevdigerin. Ji ber sedemê hevalê Mahsum zagona gerîla ya veşartîbûnê pêk ne anî, encama çalakiyê jî ev bû.

Di gruba êrîşê ku hevalê Bedran fermandar bû, hevalê Harun Goyî şehîd ket, hevala Agirî, Kendal, Kerem, Çekdar û Argêş jî birîndar bûn.

Belê hevalên hêja, ez bawer dikim yê jiyan kirine fêm dikin ka çi qasî zehmet e wexta yekîneyekî gerîla bi plansaziyekî biçin ser neyar, lê zagonên wê yên şer pêkneyînin. Ger zagon nehatin pêkanîn, wê encam jî bi vî rengî bin.

Belê hevalên hêja, piştî çalakiyê û şunde kobra, hewan, top û hemû rengên çeka li ser hevala hate bikaranîn.

Belê hevalên hêja, me hevalên xwe yên birîndar gihand cihekî bi têkûz. Ji ber sedemê roj bû hevalên me yên birîndar ne dikarîn tevbigerin. Ji ber wê çendê xwe di erazî de veşartibûn. Bû êvarî, hevalan bi darbestiyan hevalên birîndar rakirin û bi wî rengî dest bi tedawiya wan kirin.

Piştî di şeva yekê de me encama çalakiyekî bi vî rengî bi dest xist, du aliyan de bandora xwe li ser hemû hevalan kir.

Di warekê de kîn, nefret û tolhildan di hemû hevalan de gelek pêşket ku tola rêhevalên xwe yên şehîd û birîndar rakin.

Di aliyê din de jî, ev çalakiya ku encamên neyênî bi xwe re derxist ji bo hevalên nû derbazî qadên Gabarê bûne, heval pê hinekî çav tirsandî bûn.

Em hevalên tevlî çalakiyê nebibûn, piştî bi dawîbûna çalakiyê em derbazî Geliyê Basret bûn. Hedefa çûndina me ya wî alî jî, ji bo li darxistina çalakiyê bû. Lê, ji ber sedemê hemû hevalên di biryargehê de hevalên rêveberiyê bûn, gruba ji Mawa hatibû û birîndarên me hebûn, me nekarî çalakî bikin. Yek ji hevalên birîndar hevalê Şevger Batman bû. (şevger ark, içimizdedir) Dema hevalê Sedat, Şiyar û Şiyarê Sêrtê şehîd ketibûn, ew jî birîndar bibû. Lê, mirov nedizanî birîndare. Ji ber ku ji her kesî zêdetir kar dikir.

Belê, ev operasyona dijmin ne weke ti operasyonên din bû. Roja yekê hat, tenê girê şehîd Rizgar girt. Heya êvarî bêyî navber teknîk bikaranîn.

Roja duyemîn, hevalan li ser wan çalakî pêkanîn.

Roja sêyemîn jî, li hemû deveran Skorsky danî, hemû girên bilind gritin û di cihê xwe de sekinîn.

Belê, êvarê neyar nêzîkê me bû û heya Kela şehîd Adar hat. Pir nêzîkê me bibû. Me jî, li gorî wê çend çeper girt û li gorî teknîkê jî cihê xwe diyar kir. Lê belê, neyar wê şevê pêş de nehat. Di cihê xwe de sekinî bû. Êvarê min hemû hevalan kom kir, me xwest em li ser Kêla şehîd Adar çalakî bikin. Lê belê, ew çalakiya li ser girê şehîd Rizgar şeva yekê çêbûyî, çavê hevalan hinekî tirsandî bû. Bi giştî hevalan gotin şeva yekê dijmin hatiye, em çalakî nekin. Sibe rewşa tevgera wan fam bikin û li gorî wê nêzîk bibin.

Belê hevalên hêja, min gelek dixwest em wê şevê li ser neyar çalakiyekî bikin. Lê belê, hevalên ku wê biçûna êrîşê gumanên xwe gelekî zêde bûn. Ez jî neçar mam ku tevlî hevalan bûm. Lê, derfetê me çalakî bikiraya hebû.

Em heya êvarî di çeperên xwe de man. Gruba me ya çû bû kemînê jî hat. Lê, neyar pêş de nehat. Piştî tarîtî ket erdê, me hevalan kom kir civînekê çêkir. Min ji hevalan re got, em ê xwe di erazî de veşêrin, ji bo dema neyar bizivire, em li ser wana çalakî bikin. Di vê her kes berpirsyar tevbigere. Hemû zagonên veşartîbûnê yên gerîla pêkbînin.

Belê hevalno, dijmin gelek me sor (tahrik) dikir. Êvarê li ser girên bilind agir pêdixistin û li dûra agir diçûn û dihatin. Em jî dihatin tehrîkan. Me av bi xwe re bir û em çûn ku di erazî de xwe veşêrin. Dema min ji bo veşartinê civîn ji hevalan re çêkir min gotibû, bila sibe heta êvarî ti kes ne rabin, hema razên. Roja din jî neyar paşde dikişe û dizivire. Ez bang li hevala Axîn û Sîdar dikim dibêjim rabin, henekê xwe dikin. Dibêjin, hevala Çîçek em bi fermanan re gelek girêdayîne, heya nebe êvarî em rana bin.

Belê ne bixêr dijmin di roja pêncan de zivirî û em jî ji bo ku herin pêşiya wan em ketin meşê û grubekî heval li pey dijmin ketin. Lê, dijmin weke bayê reviyabûn û hevalan nekarîn çalakî bikin. Piştî em derbazî şehîd Aydin bûn, bi cîhazê biçûk em bi hevalan re ketin têkiliyê. Rewşa hemû hevalan pir baş bû û li pir ciha hevalan li dijmin dabûn, moralê hevalan jî gelek baş bû.

Belê hevalno, ji ber me di operasyonê de li dijmin neda, ez ji xwe gelek aciz bûm. Lê, destê hevalan saxbe. Li aliyê şehîd Bahoz û şehîd Yilmaz rewş baş bû û çalakiyên hevalan pêşketibûn. Di roja sêyan de heval li leşkerekî bi navê Mistefa didin. Pir zêde ezmûnên hevalan nîn bûn, cara yekemîn bû cihê xwe di operasyonekî bi vî rengî de digirtin. Lê, hevalê Serhed û Çekowara gelek xweş li dijmin dabûn. Sê leşker dikujin û didû jî birîndar dikin. Dema ku dijmin xwe berdide noqteya hevalê Cemal, heval li wê derê jî lê didin du leşker dikujin. Ji gruba hevalê Adil jî hinek heval diçin pêşiya dijmin xefkê datînin, serbaz û sê leşkeran dikujin.

Bi giştî 13 e leşker hatin kuştin û birîndarên dijmin jî pir hebûn. Dijmin neçar ma hinek taburên xwe di nava operasyonê de guhert û hinek din anîn cihê operasyonê.

Belê hevalên hêja, hevalan tola şehîda ji dijmin rakirin û dilê xwe rihet kirin. Dema ku Rêber APO azad bibe û netewa Kurd bi nasnameya xwe li rêzika gela de cî bigire, encex wê demê tol û heyfa şehîdan rabe û hevalên şehîd jî rengekî rihet di cihê xwe de razên. Wê demê, mirov dikare behsa erkên xwe bike. Ger ne bi wî rengî be, em hevalên jiyan dikin em ê nikaribin qala erkên xwe bikin. Ger me azadiya Serokatî û gelê xwe pêkanî, wê demê em ê erkên xwe yên dîrokî pêk bînin.

Belê hevalno, piştî operasyon paşde zivirî û şunde jî, dengê top, hewan, obîs û kobrayan hîn jî nesekiniye. Lê, hun bawer dikin ku bi teknîkê tiliya yek hevalê jî xwîn nebû. Niha neyar xwe dixapîne. Dibêje, me hemû gerîla tine kir. Lê, xwe dixapîne. Bi anîna kobrayan re jî leşkerên xwe dixapîne.

Belê hevalên hêja, artêş û dewleta Tirk ehmeq e. Nizane ev demeke dirêje ez li çiyayên Kurdistanê û bi taybetî jî li çiyayên Gabarê me. Ew qasî teknîk bikaranîn. Lê belê, bi ti awayî bandora xwe li ser me nekir. Gelek caran bi şev û roj li ser Gabarê teknîkê bikaranîn. Em jî di xebatên xwe de qet tavîzê nadin û berdewam dikin. Gotinekî bav û kala heye dibêje; ‘‘kuçik deng derdixe, karwan jî derbaz dibe.’’ Artêşa Tirk jî wekî kuçika direyê (havlamak) û gerîla jî tekoşîna xwe dimeşînin.

Belê hevalên hêja, ev aqil û zihniyeta ku Tirkiye dimeşîne, wê dawî li dewletê bînin. Çawa aqilê wa dawî li dema Osmaniyan anî, wê wisa jî komara Tirkiyê hilweşînin.

Berê Mirê noqteya Ş. Rêdûr

20 Mijdar 2006

 

Kategori: Biranînên Gerîla